Hela hela, binêre lo, de ka ji xwe re li halê Kurdan binêre, li halê wan Kurdên belengaz ku ji her aliyî ve amade ne ku derbekê bixwin. Erê ha…
Ew Kurdên ku ji bajarên xwe, ji malên xwe koçber bûbûn, bi halê sê xwe gihandibûn çend gund û bajarên der û dor ku ji xwe re xaniyekî kirê bikin û hema xwe bispêrine binê banê wê. Lê ma ne ev derfetek e ji xwediyê xaniyan re ku buhayê kirêyan bilind bikin? Çawa na? Ma disekinin; hema di wê gavê de kirêyên xaniyên xwe bilind kirin, 4 be kirin 8 û dane belengazên Nisêbînê û Cizîr û Hezexê, Sûr û Silopî û Geverê. Ma xema wan e ku 4-5 malbat di heman xaniyî de di ser zikê hev de bimînin? Ma te ne go xema wan e ku feqîrên ku dest ji dikan û karên xwe berdane, dê li wir bê kar û bê pere çawa xwe têr bikin û di ser halê xwe de jî kirêya xaniyê xwe bidin? Ma te ne go xema nizanim kû dera wan e… Hema li xwe difikirin, li wan pereyên ku dê berdine binnê berîka xwe difikirin. Dibêjin qey ew ê heya sibehê li lotikxaneyan bidine lotikan!
Ji aliyekî ve jî, ew Kurdên ku ji welatê xwe koçber bûne, jê bi dûr ketine, terikandine, ji malên xwe terqehane, bi darê zorê hatine ketine dawa xelkê de, bêyî dilê xwe li xerîbiyê dimînin; her şev û her roj an li ser televizyonê an jî li ser kompîterê pişta xwe qof kirine, li bendî ne ku halê xaniyên xwe bibînin. Ka gelo dê di televizyonê de behsa Cizîrê bikin; gelo kes li ser Sûrê û welatiyên Sûrê diaxive; gelo kes behsa Nisêbîniyan dike, û xwediyê xaniyên ku hilweşiyane; gelo kes ê wêneyê çend kolanên Şirnexê parve bike; “Ka kurê min li feysbûkê binêre, xaniyê me xuya nake?”, “Ka, keça bavê xwe, twîtera xwe veke.” û hwd…
Îja; bê çawa ew mirovên eşq-î pere ku xaniyên xwe didine bi kirê, wilo diranên xwe diqirqiçînin û çavê xwe pehn dikin û destên xwe bi hev difirkînin û di çavên wan de nîşana dolaran xuya dike; di heman demê de, mîna keftaran hin rojnamevan li bendî çend wêneyan in ku navê malpera xwe li ser binivîsin û hema di înternetê de parve bikin. Kuro lawo ma hûn fedî nakin ku hûn birînên xelkê ji xwe re dikin malzeme? Ma hûn fedî nakin ku hûn bi wêranbûna bajaran, hilweşîna xaniyan bextewar dibin?
Ku we fedî bikira, hema biçek rûmet bi we re hebûya, we ew nîşanên nehîte li ser wan wêneyên xaniyên hilweşiyayî nedidanîn û we ew wêne ji bo reklamê parve nedikirin. Lê ka… Em dizanin ku bi dilê we ye; ev êrîşên ku li me têne kirin, evqas xema ku me xwarî, ev neçariya me, xemgîniya me ya bi salan; em dizanin ku bi dilê we ye. De bixwin lawo, dizê malê ji malê ye.
Mazlûmê me got: Bê tifaq jiyan nabe!
Ha bratîya gelan, ha bratîya mişk û pisîkê
Erê keçel e, lê qeraseyekî zilama ye