Ê wî jî xiyar ji qûna wî derket

M. Cemîlê Mûşî

Piştî ku hikûmeta AKP rê ji lotik û zîtirkên dûrî aqilan vekir, Dezgeha Diyaneta Tirkîyê jî fitû li ser fitûyan derxist û êdî hema bêjin Tirkîye bûye wek kerxanê. Bav tecawizî keça xwe dike, bapîr tecawizî nevîya xwe dike, xwarzê xalê xwe bera ser xwe dide, ap bazdide ser brazîya xwe, dapîr nevîyê xwe bera ser xwe dide û melayên dewletê jî geh zinê bi zarokên naşî û piçûk re dikin, geh jî qûnek derdikevin û xiyar û bacanên reş dixin xwe.

Li ser bextê çapemenîya Tirko be, dibêjin li bajarê Kayserîyê, melayê bi navê F.M lezane rakirine nexweşxaneyê. Piştî lêkolînê, doktoran ew neşter kirine û parçekî xiyaran ji qûna wî derxistine. Tu nabê parçeyê xiyêr di qûna wî de asê mabû û mêrik ketibû haletê mirinê.

Hinek bextê xwe xiradikin û bawer dikin ku mela „xiyar xistiye qûna xwe“ û hinek jî bawer nakin.

Ê başe oxlim, madem melayê dewletê xiyar nexistibe qûna xwe û xiyar di qûna wî de neşikestibe, naxwe ew xiyar ji ku ket qûna wî û tê de asê ma?

Erêêêê erê!

Melayên wê dezgeha ku ji sibê heta êvarî xwe dike berdevk û parêzerê îslam û misilmantîyê, xiyaran dixin xwe û xiyar ji qûna wan derdikeve.

Erê lo, başe ku mêrik bacana reş nexistiye xwe law!

Mûş

imam

About The Author