Danîel virikî bûye

Sosin Bermal

Daniel Pennock 26 salî ye û bavê du zarokan e. Danîel efendî ji 4 salîya xwe û heta niha, heman xwarinê dixwe. Taştê, firavîn û şîva wî heman xwarin e, petatên qelandî û rovîkên heşandî.

Danîel Pennock hawara xwe digihîne xwendevanên eşîreta lotikxanê û alîkarîyê dixwaze. Rebeno hingî heman petat û rovîkan dixwe, zikêşî û virikî dibe û nikare rê li ber virika qûna xwe bigire. Ji ber vê jî, dixwaze ji vê xwarina petat û rovîkan azad bibe û xwarinên cuda jî bixwe.

Danîel efendî di jiyana xwe de hêşînayî û fêkî nexwariye. Tenê petatên qelandî û rovîkên heşandî, li kêleka petatan jî ava bacana (keçop) yan jî mayonêz. Wekî din nizane tama xwarinên din çawa ye.

Ez serê we neêşînim, Danîel Pennock li benda şîret û alîkarîya we ye. Bi xêra dê û bavê xwe şîretekê lê bikin, aqilekî bidinê, rêyekê bidin ber wî ku karibe dev ji virika petatan û rovîkên heşandî berde wesselam…

daniel2

About The Author