Te go mamosteyên kurd?

Xalê Zinarê Xamo gotiye, „Bi baweriya min dibê kurd êdî zarokên xwe neşînin mektebên tirkan. Dewleta mamosteyên kurd qebûl neke, dibê meriv jî wê dewletê û mektebên wê qebûl neke.“

Çima xalê Zinar?

devliken

Ma qey mamosteyên kurd, di mektebên tirkan de şoreş çêkirin, haya me ji wan tune ye?

Mamosteyên kurd, zarokên kurdan ji şewba bişaftin-asîmlasyonê parastin, em nizanin?

Mamosteyên kurd, di ber perwerdehiya sîstemê re, perwerdehiyeke kurdî jî dikirin, me nedidît?

Divê em xwe nexapînin! Mamosteyên kurd mîna mamosteyên tirk û pirê caran ji bo ciyê xwe zexmtir bikin, ji wan bêtir zarokên me entegreyî sîstema faşîst kirin…

Kesî qasî mamosteyên kurd tirkî bi me şêrîn nekir…

Kesî qasî mamosteyên kurd hebûna me nekir qurbana hebûna tirkîtiyê…

Kesî qasî mamosteyên kurd bi îdeolojî û perwerdehiyeke beradayî em ji kurdî-kurdîtiyê dûr nexist…

Kesî qasî mamosteyên kurd xizmet ji ziman-edebiyata tirkî re nekir…

Te go mamosteyên kurd?

Çi mamoste? Çi kurd?

Her yek ji wan ÖĞRETMENekî/e dewleta dagirker î faşîst e.

Ez bikutim sîstema dewleta tirk! Lê divê em çeporast lê nexin û mejiyê xelkê tevlihev nekin.

Ev mesele meseleyeke îdeolojîk e û ez bikutim hemû îdeolojiyan! Bijî îdeolojiya kurdîzmê û hew! (Gotina min ne ji bo maxdûr-ketiyan e…)

About The Author