Derdê bakuriyan ne serxwebûna başûr e.


Bakurî tenê bi çavê dolaran li başûr dinêrin. Herweha, (Pir hindik ne tê de) başûrî jî ne kêmî wan in.
Rayedar û rêvebirên başûrî yên ji dil Kurdistaneke azad û serbixwe dixwazin jî (Herçend hindik bin jî), ji sergêjayiya van dolarhezan wext nabînin li ser serxwebûna Kurdistanê bifikirin.
Û jixwe piştî demekê başûrî û birayên xwe yên bakurî bi hev re dibin perçeyeke ji van dolaran.
Bi kurt û kurmancî;
Heya nigên dolarhezên bakurî ji Kurdistanê qut nebin, Kurdistan li xwe û rastiya xwe venagere.
Axir, barê xîretkêş û dilsozan zor û zahmet e.
Yezdan van xwelîserên dolarhez li dolaran bipêçe û wan têxe bin axê…

About The Author