Gunikreşên Sûdanê

Reşoyê Darî

Kurd li seranserê dinyayê belav bûne. Ji ber ku dewletek wan a serbixwe tune, wek libên hinarê ji hev belawela bûne û li bin guhê welatên cuda ketine. Yek ji wan jî Sûdan a Afrîkayê û Kurdên Sûdanê ne.

Kurdên Sûdanê ji dema Selaheddînê Eyyûbî de li wir mane. Ne tenê li Sûdanê, li gelek welatên Afrîkayê belav bûne. Ji dema Selaheddînê Eyyûbî de li wan deveran mane û venegeriyane.

Li Sûdanê zêdeyî 100 hezar Kurd hene. Piranîya wan dewlemendên Sûdanê ne, di hikûmet û dezgehên girîng de cîh stendine. Lê çi heyf e ku zimanê xwe ji bîr kirine û bûne Sûdanî. Her çiqasî hinek tore û adetên xwe paraztibin û zanin ku bi koka xwe Kurd in jî, lê ziman ji bîr kirine. Balkêş e, her çiqasî zimanê xwe ji bîr kiribin jî, lê di nasnameya wan de dinivîse ku Kurd in û piranîya paşnavê wan jî „Kurd“ yan „Kurdî“ ye. Wek „Miho Kurdî“, „Ebdullah Hesen Kurdî“, Omer Kurdî“ û wekî din.

Di dîrok û edebiyata Sûdanîyan d gelek navdarên Kurd hene. Qehremanê dîroka Sûdanê Osman Diqne ye, ku bi eslê xwe Kurd e û zora Ingilîzan biriye. Cîhirê wezîrê naxwe yê berê Omer Kurdî sê zanîngeh damezirandine û bi xwe profesorekî naskirî ye. Ebdullah Hesen Kurdî helbestvanekî nasdar e û helbestên wî di dibistanên Sûdanê de tên xwendin. Û gelekên mîna wan.

Kurdên reşik, ango Kurdên Sûdanê, her çiqasî zimanê xwe ji bîr kiribin jî, lê di warê nîjadî de ji brayên xwe yên Kurd û tekoşîna wan bêpar namînin, wan dişopînin û haya wan ji bûyerên li Kurdistanê dibin heye. Heta wê astê ku hinek Kurdên reşik di nava rêxistin û şerkirên Kurd de jî cîh girtine û ji bo azadkirina Kurdistanê canê xwe jî dane.

Ez serê we neêşînim, Reşoyên me li Sûdanê û gelek welatên Afrîkayê jî reştir bûne. Hinek bûne wek tenîya binê beroşê, hinek jî wek çîkolata qemer û şîrîn bûne wesselam..

Ê de rebbê alemê ahê me ji dijminên me re nehêle rebbî…

Sûdan

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

About The Author