Hebûna Kurdan bi ziman ve girêdaye!

Ji ber ku zimanzanê kurd ê navdar Celadet Alî Bedirxan di 15’ê Gulana 1932’an de govara Hawarê bi tîpên latînî weşand, ji 2006’an vir ve 15’ê Gulanê weke “Cejna Zimanê Kurdî” tê pîrozkirin. Lewma di seranserê hefteyekê de ji aliyê saziyên kurd gelek panel û çalakî tên lidarxistin, gelek daxuyanî tên weşandin. Bi rastî keda Celadet û rêhevalên wî di pêşxistina ziman û edebîyata kurdî de zehf e. Weke tê zanîn, ji ber ku zext û zordariyê Celadet û rewşenbîrên kurdan ji Bakurê Kurdistanê berê xwe didin Rojavayê Kurdistanê. Gelek balkêş e ku çîrûska standartîzasyona zimanê kurdî li parçeyê Kurdistanê yê herî piçûk, ango li Rojavayê veda. Lewra rewşenbîrên kurdan piştî têkçûna serhildana Şêx Seîd û Agiriyê biryar dan ku ew dê bi pênûsa xwe berxwe bidin. Ji ber vê yekê, Celadet di 15’ê Gulana 1932’an de govara Hawar û Ronahî, ku bandora van govaran li ser modernîzebûna edebîyata kurdî mezin e, diweşîne. Li dor Hawarê rewşenbîrên weke Kamûran Alî Bedirxan, Osman Sebrî, Nûrettîn Zaza, Qedrîcan, Cegerxwîn hwd. kom dibin û “Ekola Hawarê” diafirînin. Ekola Hawarê ji bo ku di kurdî de standartîzasyon çêbibe bi hişmendî dinivîsînin.

Ew hişmendiya ekola Hawarê di sedsala 15’an de ji Eliyê Teremaxî, Ehmedê Xanî û Hacî Qadirê Koyî heta salên 1950’î hat. Ji ber ku zext û zordariya li ser kurdan, meseleya ziman û edebîyata kurdî li paş ma. Lê gelê kurd bi saya xencera kurd xwe parast. Ji ber vê yekê ez dixwazim bala we bikişînim li ser çîroka “Gazinda Xencera Min” a Celadet. Lewra di vê çîrokê de her çiqas “qelem” dibêje, “pêşketina ziman û edebîyat bi saya min bû” jî “Xencer” wiha daixife: “Ez her tim li cem we sekinîm û min zimanê te parast, lê qelem ew nekir. Jibîr neke ku mêrekî bê çek, dişibe mêrekî bê neynûk. Lewma her kes dikarê wî bipelçiqîne. Ji ber vê yekê qiymeta min bizanibe!” Lê îro gelê kurd li hemû deveran divê him xencera xwe, him jî qelema xwe xwedî derkeve. Kurdek ne dikare xencerê deyne erdê, ne jî dikare dev jî qelemê berde. Bi taybetî jî di vê serdemê de qelema gelê kurd zêde bixebite. Lewra xwepişaftin, îro li ser gelê kurd xetereya mezintir e.

Ji ber ku xwepişaftin rojbiroj di nava gel de belav dibe, divê hemû sazî, partî û rewşenbîrên kurdan li ser vê meseleyê rawestin. Bi rastî, di nava zarok û jinan de zimanê tirkî bi hêsanî cih digire. Ango hatiye radeyekê ku jinên kurd ên ne xwende jî hewl didin bi tirkî biaxivin. Jixwe haya dewletê ji vê xwepişaftinê heye. Ji ber vê jî, qedexên li dijî ziman radike, lê ji bo pêşketina ziman tu gavan navêje. Divê meseleya zimanê kurdî ji niha şunde ji aliyê civaknasiyê ve bê nirxandin. Heta çend sal berê jiyana gelê kurd ev qas ni fireh bû. Herwiha gelê kurd dikaribûn jiyana xwe ya rojanê têrî xwe vegota. Lê dinya pêşket, teknolojî pêşket û derfetên ragihandinê zêde bûn. Berevajî van geşedanan jî gelê kurd bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde nedît. Lewma gelek mirov bi kurdî dest bi axaftina xwe dikin lê di mijarên termînolojîk de dibêjin “Kurdiya min ne têr e, ez ê bi tirkî biaxivim.” Vaye xwepişaftin ji vê niqteyê destpê dike. Halbûkî zimanê kurdî gelek dewlemend e û mirov dikare mijarên kompleks jî bi kurdî vebêje.

Motîvasyona ziman a kurdan

Gelê kurd di vê pêvajoya dijwar de armanca xwe ya sîyasî çi dibe bila bibe divê li ser ziman bisekine. Lewra paşguhxistina ziman, dê bi xwe re motîvasyona doza neteweyî jî ji holê rake. Eger em behsa asîmîlasyona ku li ser ziman bikin, vê demê navê pirsgirêkê dibê “hebûné û “neman.” Lêbelê hebûn û nemana gelen jî bi parastina ziman a neteweyî giredaye. Ji ber vê qasê motîvasyona sereke ya tevgera siyasî ya kurdan û ya dildarên wê divê “zimanê zikmakî” be. Ji ber ku ne dinya û ne jî Tirkiye di nava şert û mercên panzdeh sal berê da nînin, bi tenê axaftina ziman têrî parastina kurdî nake. Heger hewl û meqsed ew be ku ziman bi tenê bikin malê grûbekê, wê demê dê nebe zimanê neteweywkî, lê dê bibe “zimanê jargonekî”. Ji ber vê yekê divê polîtîkayeke ziman a giştî bêavakirin ku  bila hemû kurdan hembêz bike.

Divêalternatîf bên afirandin

Ji bo ku pêşî li xwepişaftinê bê girtin tiştên ku divê bê kirin gelek in. Berî her tiştî hewce ye ku ji bo her herêmeke kurdan divê programeke ziman hebe. Lewra îro bi taybetî jî li Riha Semsûr, Entab û li gelek deveran, zarokên kurdan ketine pêsîra asîmîlasyoneke xwezayî. Lewma li pêşiya me du vebijark hene: An emê li seranserê Kurdistanê xwedan li formulên navbirê yên der heqê ziman de derkevin û asîmîlasyonê egle bikin an jî bi tenê ji bo herêmên krîtîk, di çarçoveya plansaziyekê de em ê formuleke navbirê tetbîq bikin. Ji ber vê yekê, dersên kurdî yên bijarte di polên 5, 6, 7 û 8’an de girîng in. Bi saya van dersan belkî gelek zarokên kurdan dikarin kurdî nas bikin. Her wiha bi tayînkirina mamosteyên kurdî bi xwe re bazara zimanê kurdî jî diafirîne.

Lêbelê dema ku me behsa zimanê kurdî kir, divê teqez behsa keda Kurdî Der û Enstîtuya Kurd a Stenbolê were kirin. Lewra ev saziyên kurdan bi dehan sal e, di nava şert û mercên dijwar de bi kedeke bêhempa xebatên xwe yên ziman meşandin. Li gorî min, ev her du saziyên ziman jî, di dîroka kurdan de dê weke “saziyên kurdan ên manevî” werin nivîsandin. Ji xeynî saziyan govarên kurdî yên bi dehan sal in tên weşandin jî ji bo pêşxistina kurdî gelek girîng in. Lewma navê govara Nûbiharê ya ku ji 1992’an heta niha bênavber tê weşandin, divê di serpêhatiya zimanê kurdî de were bilêvkirin. Lê îro şunde, ji ber ku jiyana gelê kurd jî berfireh bû, divê ji bo kurdî hin alternatifên din jî bê dîtin.Ji ber vê armance ez du sal in dixebitim ku bila kurdi di Navenda Perwerdehiya Gel (Halk Eğitim Merkezi) de cih bigire. Bi ya min, ji bo bazara zimanê kurdi çêbibe ev lazim e. Jixwe ev xebata min hat qebûlkirin. Eger pirsgirêk dernekeve, ji meya îlonê şunde qursên kurdî dê di bin banê Navenda Perwerdehiya Gel de bên vekirin.

Daxwaza kurdan çi ye?

Her çiqas gelê kurd ji ber ku hevsengiya sîyasetê hin destkeftiyan têrî xwe dibîne jî di nava dilên hemû kurdan de azadî heye. Di nava vê azadiyê de perwerdehiya bi zimanê zikmakî daxwaza sereke ye. Ji ber vê yekê, dersên bijarte û hin geşedanên din ên der barê ziman de ne bes in. Lewra gelê kurd dibêje “Ez ji netewek im û divê netewek xwediyê çibe em ji wan dixwazim.” Lê berevajî vê, zarokên kurd îro li Tirkiyeyê hê jî nikarin bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde bibînin. Her wiha kevnarxane, pirtûkxane, dibistan, enstîtuyên gelê kurd tune ne. Lewma di nava vê serdemê de bi kurdî axaftin teqez ne bes e.

Dawiya dawîn ziman nîşana netewbûnê ye. Eger zimanê kurdî lawaz bikeve, dê mejî û mantiqê zarokên kurdan jî xirab bibe. Ji ber vê yekê, ji aliyê partî û saziyên kurdan divê kongreyek li ser zimanê kurdî were lidar xistin. Divê teqez were fêmkirin ku berxwedan û têkoşîneke bê ziman, meseleya nasname jî ji holê radike. Lewma ez dixwazim ku nivîsa xwe bi gotina Celadet Elî Bedîrxan bi dawî dikim: “Kuro eyb e, şerm e, fehît e. An hînî zimanê xwe bibin, an mebêjin em kurd in… Bê ziman kurdîtî ji we re ne tu rûmet e, ji me re rûreşîke giran e…Pesn û şabaş û hezar pîroz ji wan re ko hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bûne û bi vî awayî mifta heyîna xwe xistine bêrika xwe û ji bin bandêra miletên biyanî bi der ketine… Heyf û xebînet û hezar mixabin, nemaze ji wan re ko bi zimanên din dizanin bixwînin binivisînin û elfabiya zimanê xwe hêj nas nakin…”

BasNûçe

About The Author