Demokratîk Cûmhûrîyeta nankor!

Şah û paşayên Demokratîk Cûmhûrîyeta Tirko (!) dest bi xwarina serê zarokên xwe yên ekolojîk û demokratîk kir. Ew zarokên ku doza Kurd û Kurdistanê kirin bi qurbana Demokratîk...

Şah û paşayên Demokratîk Cûmhûrîyeta Tirko (!) dest bi xwarina serê zarokên xwe yên ekolojîk û demokratîk kir. Ew zarokên ku doza Kurd û Kurdistanê kirin bi qurbana Demokratîk Cûmhûrîyeta Tirko û xelkên dolheram, îro yeko yeko ji kar tên dûrxistin, tên girtin û berê wan didin zindanên ekolojîk û demokratîk.

pirkemal

Ji hevserokên HDP bigirin, heta bi binserok û şaredarên HDP, yeko yeko, wek liba tizbîya Mam Celal tên kişandin û ji alî Demokratîk Cûmhûrîyeta Tirko ve selewat li ser wan tên xwendin.

Law ev Demokratîk Cûmhûrîyeta Tirko çiqasî bê wîjdan û nankor e yaho!

Ma hûn çi ji hevserok û şaredarên me dixwazin hey bêbextno?

Ma hevserok û binserokên me Kurdistan nekirin bi qurbana dewleta we?

Belêêê..

Ma hevserok û binserokên me ji bo xatirê we xendek û çal û koncal nedan kolan?

Belêêê..

Ma hevserok û binserokên me di wan xendek û koncalan de zêdeyî 7 hezar keç û xortên Kurd nekirin bi qurbana serê we?

Belêêê..

Ma hevserok û binserokên me Sûr, Nisêbîn, Cizîr, Şernex, Silopî, Hezex û deverên din ji bo xatirê çavên we bi erdê re nekirin yek, nebûn sebeb?

Belêêê..

Ma hevserok û binserokên me ji bo xatirê çavên we Kurdistan navêtin teneka zibil?

Belêêê..

Ma hevserok û binserokên me têra xwe ji we re li tenbûrê nexistin û nekirin ting û ring?

Belêêê..

Ma hevserok û binserokên me xwedî li sînorên Tirkîyê, xwedî li ala Tirko derneketin û di axurê meclîsa we de bi namûs û şerefa Atavirqo sûnd nexwarin?

Belêêê…

Ma hevserok û binserokên me nedigotin “em nahêlin Tirkîye parçe bibe, esker û polîs zarokên me ne, canê me ne”?

Belêêê…

Ê naxwe çi babam?

Naxwe hûn çiyî din ji hevserok û binserokên me dixwazin hey nankorno?

Ma evqas erk û xizmetên giranbuha ne bes in?

Ma ku Seloyê me hatibe lîztika Sirri Sureyya Onderko û gotibe “Senî başqan yaptirmayacagiz – Emê te nekin serok” dinya xira bû oxlim?

Werhasilî kelam, Demokratîk Cûmhûrîteya Tirko û hevallerên me îro serê zarokên xwe dixwe û çewalên ekolojîk û demokratîk dixe serê wan.

Lê kaaaaaaa!?

Gelo piştî vê kêlî û seetê, wê hevserok û binserokên me biaqil bibin û hişê wan bê serê wan?

Gelo wê dijminên bavê xwe nas bikin û berê xwe bidin Kurd û Kurdistanê, yan wê dîsa tirşika Demokratîk Cûmhûrîteyê û bratîya xelkên dewşîrme bixwin û berê xwe bidin Tirkayetî û Tirkistanê?

Ê de derbasbûyî be hevserokno!

Xwedê ahê we ji Demokratîk Cûmhûrîyeta nankor re nehêre rebbî!

Amîn!

tencel2

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

tencel

Categories
KadînNivîskarPîrkemal
No Comment

Leave a Reply

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.

  • Radyoya Êrîvanê sêwî ma

    rojnamevan û rewşenbîrê Kurdên Ermenistanê Keremê Seyad di 82 salîya xwe de ji nav me koç kir û em xemgîn kirin. Keremê Seyad, di 1960î de li Radyoya Êrîvanê...
  • Lotika Papa xweş lotik bû

    Serokê Vatîkanê û Serokê Rûhanî ê Mesîhîyên Cîhanê Papa Franciskus di 07.03.2021ê de pêşî serdana Iraqê û piştre jî serdana Kurdistanê kir. Papa li Bexdayê bi şûr û kêran...
  • Başûrî, mîrasê serokê nemir Mistefa Barzanî dixwin…

    Rojhat Amedî Sed heyf û mixabin em îro dibînin ku jimareyek berçav ji desthilatdarên başûrê Kurdistanê tenê bi gotin li ser rêbaza Barzaniyê nemir mane. Tenê li ser mîrasa...
  • BARÎNA KUTILKAN

    M.Bengo Navê tirolê Bexdê ( Bexdayê) derketiye, lê birastî Xerdelê me heft pêhn li wan xistiye. Xerdelo tirolakî xwedê bû, bi çakûça xwe ji mal bernedida. Ne tenê tirole...
  • Sekn û helwesta serek û rêberan

    Di şerê cîhanê yê duyem de nazîyên Hîtler lawê Stalîn ê leşker hêsîr digirin. Rûs jî generalekî almanan hêsîr digirin. Ji bo pevguhertina hêsîran danûsitendin dest pê dikin. Lê...
  • Serok Papa

    Serok Papa siwar hat û peya çû, lê dixan û hicac li pey xwe hişt û çû. Carinan hesabê malê û sûkê li hevdu dernakeve, mixabin û bêhişî û...
  • Rê û rêwîtî û serpêhatîyên şifêran

    Ev du roj in ez rêwî me; ez derketime rêwîtîya peyvan. Heta ev rêwîtî bi dawî bê, ez ê tenê li ser vê rêwîtîyê û serpêhatîyên şifêrên heval binivîsînim....
  • Sernivîs û binnivîs, Arifo hema binivîs!

    Li kêlek sobeya daran, li ser paldankê rûniştime. Min pişta xwe daye balîfê, lingên xwe avêtine ser hevdû, qurtek ji çaya li ser sêpêya li ber xwe diqurtînim. Berê...