Werin vê ecêbê, Tirk bi Tirkan re qedera Kurdan tayîn dikin kuro!

Her du generalên PKK (Mustafa Karasû û Dûran Kalkan abêmiz) di devê çapemenîya Tirko de bûn benîşt û heta bi Tirkan jî henekên xwe bi wan dikin. (Binerin: http://www.haberturk.com/polemik/haber/672273-eli-kanli-stratejinin-mimarlari)

Wek hûn jî ji nêzîk ve zanin, Mustafa Karasû jî û Dûran Kalkan abêmiz jî ne Kurd in, bi eslê xwe Tirk in. Mustafa Karasû Tirkê Sêwasê û Elewî ye, Dûran Kalkan abêmiz jî ji Adana Karaîsali ye û dîsa Tirkekî Elewî ye. Lê malkambaxîya herî mezin jî ev e ku van her du ciwamêran Kurdên di nava PKK de kirin Tirk û zimanê Tirkî li ser wan ferz kirin, wek şîrêzê bi wan ve zeliqandin.

Rojnama Haberturk ev her du lotikvanên Tirk kiriye manşet û dibêje „Ecêb e, her du jî Tirk in, li ser navê PKK bi MÎT ê re hevdîtinan dikin û gotinek bi Kurdî jî nizanin kuro“ û lotikek qerase li wan jî û li Kurdan jî xistiye.

Werhasilî kelam, Tirk bi Tirkan re li ser navê Kurdan hevdîtinan dikin hûn namînin ecêbmayî!?

Axir canim, qey qedera me Kurdan wilo hatiye nivîsandin ma em rebenê xwedê çi bikin…

Qendîl

About The Author