Şandeya PSK, serdana partîyek tune kir

PDK-Bakur di 2010 an de kongreya xwe li dar xist û lotikek avêt. Ev lotik ji alî PSK ve jî dihat zanîn.

PDK-Bakur di kongreya vê dawîyê de hinek berpirsiyarên kevn îxrac kirin û lotikek li wan xist. Lê çi hikmet û keramet be, PSK rabûye serdana wan kesên îxrackirî kiriye û di malpera Dengê Azad û Dengê Kurdistan de hatiye gotin ku “PSK serdana PDK-Bakur kir” û pelûlek germ rijandiye.

Kuro PSK lî no, cîgerim, ma hûn meselê nizanin? Çima hûn wek Beko Ewanan nîfaqê dixin nav PDK-Bakur û rêzê ji kongreya wan re nagrin babam? Yanî we tiştekî qenc kiriye ku we serdana çend kesên îxrackirî kiriye û we ew wek PDK-Bakur dane nasandin qurban? De ka xwe têxin şûna wan lo, heke hinek rabin û kesên ku ji PSK hatine îxrackirin wek PSK qebûl bikin, wê li xweşîya we bê sayin çawîş û başçawîşên PSK?

Nabe cîgerim nabe, dev ji van lotikên paşûpê berdin û navekî xerab neynin ser PSK kaka. Rêzê ji kongre û biryarên kongreyên xelkê re bigrin û serê xwe bi Xelo û Celo re neêşînin û hûn sax…

Amed

About The Author