Delalê dev ji xiyaran berda

Sosin Bermal

Lotikvana germik û nermik û xweşik, delala ber dilê kal û zilam û xortên 16-90 salî, lêvqalind û çavbeleka Hollywoodê Angelîna Jolîe di hêlanê de ye, geh vir de diheje, geh wirde li ba dibe.

Vê heyamê navbera wê û mêrê wê Brad Pîtt wek quzilqurtê ye û hevdu anîne ser hevberdanê.

Berî go xaltîka me Angelîna Jolîe bi Bradko re bizewice, hevalek wê ya lezbîyen hebû. Jolîe û hevala xwe ya Lezbîyen Jenny Shîmîzû hevdu didan ber alastinê û bi zimanê xwe girêza hev dalastin, hevdu di nav girêza serzik û binzik de dişûştin. Yanî, xaltîka me Jolîe jî lezbîyen bû, ji xwarina xiyaran zikêşî dibû û ji bacanên sor hez dikir. Lê piştî ku rastî Brad Pîtt hat, dîsa dest bi xwarina xiyaran kir û dev ji bacanan berda. Lê xuyaye agirê xwarina bacanan di dilê wê de venemirî ye û dîsa gur bûye, şax û per berdaye.

Axir…

Li ser bextê zinêkar, lezbîyen û homoseksuelên Holllywoodê be, dibêjin sebeba herî mezin a hevduberdana Angelîna Jolîe û Brad Pîtt Jenny Shîmîzû ye. Li gor tê gotin, têkilîyên Jolîe û Shîmîzû berdewam im û herdu lotikvanên jin hîna jî ji hev hez dikin û bêrîya wan rojên ku hevdu dalastin, dikin.

Angelîna Jolîe û lotikvana delalî Jenny Shîmîzû (ku manken û lîztikvan e) heşt salan bi hev re mabûn. Ango, heşt salan hevdu alastibûn û bi lotik û zîtirkên lezbîyenkî tir ji hevdu berdabûn. Helbet heşt sal ne hindik in. Kesên go heşt salan hînî alastinê bûbin, nikarin zû bi zû dev jê berdin. Alastin û lezbîyenî jî wek kurmê cixarê ye ha. Tu dev jê berdî jî dilê te her dixwaze û bêrîyê dike.

Werhasilî kelam, li gor kesên nêzîkî Jenny Shîmîzû dibêjin, xwedêgiravî Jolîe ji Jenny re gotiye: „Êdî karê min bi xiyarê zilaman re nema, ez bi xwarina xiyaran virikî bûm û dilê min ji wan dixele. Ez dixwazin dîsa hestên xwe yên lezbîyenîyê, ango alastina jinê, keşif bikim û rakim ser tapanan“ filan û fîstan.

Li gor fitne û fesad dibêjin, lezbîyenîya xaltîka we Jolîe bûye sedema herî mezin a hevberdana wê û mêrê wê wesselam…

Ê helbet canim, ma her şev xiyar û cacîqa zilaman tê xwarin lo!

angelina-jolie

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

angelina-jolie2

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

angelina_jolie_011

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

angelina-jolie3

 

 

About The Author