Lotikek li xalê me Ehmed jî xistin

Reşoyê Darî

Erê dinyayê…

Kesî dîtiye ku „dijminê bavan bûye dostê lawan“ gelo?

Na..

Lê Kurdên me yên PKK û HDP dane dû qûna dijminên bavê xwe û bi navê bratî û aştîyê dixwazin Kurdn bi dijminên bavê wan ve pîne bikin.

Lê di dawîyê de dîsa hat dîtin ku dijminê bavan nabe dostê lawan û Tirk tucarî xêra Kurdan naxwazin. Kurdên me yên ku di ber „Demokratîk Cumhurîyeta Tirko“ û „Xelklerin Qardaşligî“ de mala Kurdan şewitandin, îro dikevin ber şeq û pegên xelkleran û zîtirkvanên Demokratîk Cumhurîyetê.

Piştî girtin û ji kar dûrxistina hevserok û rêvebirên HDP, Demokratîk Cumhurîyetê vê carê jî berê xwe da xalê me Ehmedê mala Sînan Axa, ango Ehmed Turk. Sermezin û mejîpiçûkên Demoktratîk Cunhurîyetê xalê me Ehmed Turk ji Serokatîya Şaredarîya Mêrdînê dûr xistin û xulamekî xwe kirin serokê bajarê Mêrdînê. Ne tenê bajarê Mêrdînê, herweha gelek şaredarên ku di destên HDP de bûn ketin ber lotik û zîtirkên dewleta Demokratîk Cumhurîyeta HDP û berê wan dan girtîxanê.

Gelo bi van lotik û zîtirkên demokratîk (!) wê hişê Kurdên me yên ekolojîk û demokratîk bê serê wan û dev ji dûvikîya Demokratîk Cumhurîyetê û Xelklerin Qardaşligî berdin yan na nizanim, lê ez tiştekî tenê ji bav û kalên xwe zanim ku ew jî ev e:

Dijminê bavan nabe dostê lawan!

Ê de derbasbûyî be xalê Ehmed!

Mêrdîn

About The Author