Qûnreşê Bexdadî û kerê mûdî

Dema qûnreşê Bexdadî xîlafeta qûnekan îlan kir, gelek ker û qûnreşan jê re li çepikan dan û bi serê wî sond dixwarin û digotin: „Islama pîroz vegeriya, xîlafeta raşidîn nûjen bû, riya xezewat û talaniyê vebû“.

bazo

Ne ji bo xwedê bû haaa!

Lê ji bo horiyên vê dinyê û wê dinyê bû.

Hin şêx û melayên mejî toz û qirêj derketin ser menberên mizgeftan û dest bi derew û viran kirin. Bazara horî, fêkiyên buhiştê, çemên mey û hingiv ji alîkî û ji aliyê din ve jî agirê dojehê, sêlên sorkirî, xezeba xwedê bûbû mijara rojevê û heta niha jî berdewame. Di bîr û ramana van keran de ew e,  Xwedayê ku ev gerdûn çêkiriye, tu karê wî tuneye ji çêkirina horiyan pêve!

Xelîfê qûnekan dest bi cîhadê kir, serî jêkirin, gund û bajar wêrankirin, namûsa xelkê anîn qurûşkî, sûka firotina jinên dîlgirtî gurkirin û çi tiştê qirêj ku di xewnan de jî nedihat ber çavên mirovan, wan qûnek û dêleguran anîn serê xelkê. Êdî bi van karên wan, tirsek mezin ket dilê alemê û çi cihê ku wan dêqahpên daişan berê xwe bidanê tê bigota bomba atomî ye, êdî kî hebû ku nereve û weyliwî yê ku xwe rizgar bike, bi vî awayî jî bajarê Reqa Sûryê, Mûsila Iraqê, Şingalê û gelek deverên din bi demeke kurt xistin bin destên xwe.

Dibêjin ku carekê yekî bêcir hebû, bela xwe di herkesî de dida û hemî xelk jê ditirsiyan, hin kesan jî jê re digotin: „Birako, te hîn gunikreş di ser xwe re nedîtine“.

Rojekê wekî hercaran, bela xwe difroşe mirovekî, lê çi mirove, hema qerasê mirovan e!. Şerê herduyan dirêj nekir hema birakê me bi newqa yê bêcir girt, ew li erdê veziland û ket ser dilê wî, dema çavên bêciro li gunên birakê me ketin keniya.

  • Kuro tu di bin min de yî û tu dikenî?
  • Ez bi gunên te yên reş dikenim!

Wan hovên cilreş û reng pîrebok, ji ber ku gunikreş di ser xwe re nedîtibûn, digotin ku ew ê hemî dinyayê di bin destê xwe û xilafeta xwe ya qirêj xînin. Dema berê xwe dane Kobanê û ew bajar wêran kirin, hemî alem ditirsiyan ku êdî Kobanê çû û Rojavavê Kurdistanê wê bikeve bin tariya dîrokê, yek ji wan jî Erdoxan bû, ku digot: „Çend rojên din Kobanê dikeve û wê dor were ser Cizîr û Efrînê“.

Alemê nizanîbûn ku her dînsizek, îmansizek jê re divê. Destana Kobanê alem gêj û matmayî kir û di wir de cengawirên Guhderz û Rustem yên nûjen mohrek reş li qûna wan Daişên, ku ne di rêza mirovan de ne xistin û kirin ibret di hemî cîhanê de, tirsa wan guran ji dilê xelkê derxistin, ew hêza ku hemî cîhan jê ditirsiya tarûmar kirin û Rojavayê Kurdistanê gav bi gav ji wan paqişkirin.

Ew destan û serkeftin bû dirikek û ket çavên Erdoxanê Mûdî, jixwe palpiştê serekî ji wan qûnekan re ew bû, êdî xew di çavan de herimî û xwest toleya wan dêleguran hilîne, lewra bi top, tank û firokan êrîşê dibe ser Kurdên Rojava. Lê xuyaye lingên xwe xistiye çirravê! di wir de biserneket û bergîlên Licîyan lê qelibîn.

Ji berê de dibêjin ku pisîka mûdî tobe nake û her mûdî dimîne. Erdoxanê ku xwe wek Sultanekî Toranî dibîne, bû vitvita wî û gelo wê vê carê li çi mehanan bigere. Dema şerê Mûsilê destpêkir, ji bo ku paytexta xîlafeta hov û qirêjan ji binve were tunekirin, cardî Erdoxanê Anadolî, bû kewt-kewta wî û zirtên xwe kirin ku ew ê jî di Mûsilê keve û şerê daişê bike. Lê kerê boz jî dizane ku mebesta wî parastina qûna Bexdadî ye ji xiyarên Pêşmerge û leşkerên Iraqê.

Wîîîî pepûk!

Cardî Qasimpaşayê Tirko ji mûlidê bê nok derçû û tirên ber felaqê ew rizgar nekir!

Vê carê, berê xwe daye Kurdên Bakur û dixwaze bi zindanan wan bitirsîne.

Lê yên ku mohra reş li qûna durindtrîn gurûpa têrorîst xistine, wê karibin mohrekê li enîya vî mejîhovî jî xînin û wî û Bexdadî bixin nava dîrokek reş û bongenî.

Kurdistan

6.11.2016

About The Author