Dinya bi dorê ye qurban

Ehmed Beyan

Ji berê de gotine, „Dinya bi dorê ye, ne bi zorê ye“.

Xuyaye lotika ku Seloyê me berî niha li Erdogan xistibû, paşûpê lê vegerîya û li nav serê wî ket.

Roja go Seloyê me hat lîztika Sirri Sureyya Onder û di meclîsê de bi kurt û Tirkmancî got: „Senî başqan yaptirmayacagiz – Emê te nekin serok“ qedera wî kifş bûbû. Ew roj ev roj e, yeka Seloyê me nebû dudu û felekê pişta xwe dayê.

Seloyê me di axavtinek xwe de gotibû: „Heke me serokatîya Erdogan qebûl kiribûya, meyê xweserî û mafê Kurdan bistenda. Lê em li xelkên din fikirîn“ û xwelîfa heft gundên xelkên din li nav serê xwe û Kurdan kiribû. Ji xwe heta em ji xelkên din re kirin dûvik û terî, malik li me viritî û me tu xêr ji xwe nedît.

Axir…

Serok û Şahînşahê Tirkîyê Erdogan lotikên Selahattîn Hesintaş ji bîr nekirin. Bêhna xwe fireh kir heta go girêka xwe li pişt werîs xist û Tirkîye xist destê xwe. Piştî qûş li Fethullah Gulen û cemeeta wî qetand, îcar berê xwe da HDP û qûş li wan jî qetand, dest bi girtina hevserok û wekîlên wê kir.

Senî başqan yaptirmayacagiz ha Selo!?

Tuyê min nekî serok ha Selo!?

Erdogan ji bîr nake..

Ê law Selo, cîgerim, ez qurban..

Ji Kurdan re çi Erdogan bibe serok, yan nebe serok qardaşim?

Ha Erdo bû serok, ha Xelo yan Celo, ma  ji me Kurdên xwelîser re ne heman gû ye, heman rîx e?

We bihişta bela rebeno bibûya serokê Tirkîyê babam, ma qeraseyekî wek wî lihevhatî, bejinbilind û kone li Tirkîyê heye ku cîhê wî bigirta?

Na..

Bi telaqê bê fitû, her ji Bahçelî û Kiliçdaroglû yê qamkûsî çêtir û jêhatîtir e..

Îcar we xwar cîgerim Silhedîn?

Ji te re çi, ji me re çi xelklerin qardaşlixî û quzê kerê yabo qurban?

Te bigota: “ Allahwekîl seni başqan yapacaxiz -bi allahwekîl emê te bikin serok“ niha wê halê te jî, halê we jî û halê me Kurdên xwelîser jî ne ev hal bûya û tu sax…

Ê de derbasbûyî be qurban…

Xwedê ahê te jî û ahê me Kurdan jî ji xêrnexwazan re nehêle rebbî…

Enqere

demirtas-figen-kopie

 

About The Author