Îcar bela xwe li mirîşkan xistin

Mistefa Kerkûkî

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di derbarê firotina mirîşkên qelew  de lotikek avêt, firotina mirîşkên qelew qedexe kir û got:

“ Kaka, divê giranîya mirîşkekê ji 2 kîlo û 800 giraman zêdetir nebe“.

Cîgirê berpirsê çandinîya Silêmaniyê Rizgar Heme Xidir, di derbarê mirîşkên xwelîser de gotiye: „Bi allahwekîl, Wezareta Çandinîya Kurdistanê ferman daye ku êdî mirîşkên qelew neyên firotin, yên ku mirîşkên qelew bifroşin wê bên cezakirin“ filan û fîstan.

 Kaka can Rizgar Heme Xidir,  herweha gotiye: „Ez bi serê Mam Celal kim, me ji hemû mirîşkfiroşan re gotiye nabe mirîşk ji 2 kîlo û 800 giraman zêdetir be, çimkî dema tu serê mirîşkê jê dikî û pak dikî, %25 ji kêşa wê wenda dibe. Di vê çarçoveyê de nabe mirîşkên serjêkirî ji 2 kîlograman zêdetir bin“.

Û di lotika dawîn de gotiye: „Kaka, hinek mirîşkfiroş bi derzî û dermanan mirîşkan mezin dikin, wan dinepixînin û qelew dikin,  ev jî ji bona tenduristîyê xeter e. Lewma em neçar man tiştekî weha bikin û firotina mirîşkên qelew qedexe bikin“ û da lotikan.

 Belê, mirîşkên dermankirî û derzîkirî, ango mirîşkên bi hormon, helbet ji tenduristîyê re xeter in.

Lê firotina petrola qaçax?

Ma dizî, gendelî û firotina petrola qaçax a Kurdistanê ji tenduristîya Kurdan re ne xeter e mamo can?

Ha te mirîşk nepixandiye, ha te bi firotina petrola qaçax zikê xwe nepixandiye, ferq çi ye kaka?

Ma hema pelûl bi serê mirîşkan de rijiyaye?

Hinekî jî dizî, gendelî û firotina petrola qaçax li wan „dîk“ên xwe qedexe bikin wî.

Kerkûk

About The Author