Reçeta harbûnê

Pornocî Kemal

Çawa ku mêzîna xwerista cîhanê serûbinê hev dibe, herweha di têkilî û xwestekên zayendî (cinsî-seksî) de jî serûbinî çêdibin û gellek caran hewes û şewqa hezjêkirin û seksê bi meriv re namîne. Îcar ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê em dixwazin ji we re reçeteya Lotikxanê pêşkêş bikin.

Ger hûn li gora reçeteya me bimeşin, bawer bikin wê jîyana we ya seksê ji hevde nekeve.

De fermo, heger zewq û şehweta seksê bi we re nemabe, van tiştan bikin û bibin wek conegayê har wesselam.

1) Serê sibê (taştê) li xwirînî kîlok hingiv û kevçîyek darçîn bi ser kezeba xwe dakin. Piştre beroşek şorba nîskê û nîv kîlo îsotên tûj pê re bixwin.

2) Nîvrokî (firavîn) du kîlo pîvaz, sê nanê tenûrê, 25 hêkên qelandî bixwin û pê re jî pênc şerbik dewê meşkê vexwin.

3) Êvarî (şîv) beroşek kutilk, leganek eprax, sê mirîşk, deh gurçikê çêlekan, nîvberoş tirşika fasûlîyên hişk, deh bacan, pênc xiyar, baqek bexdûnis, nîv baq tûzik û du nanê malê bixwin. Piştre jî du şerbik dimsa Mêrdînê berdin devê xwe heta ku zikê we binepixe. Piştî we ev hemi kirin, îcar cixareyek qaçax jî bikşînin ser kezeba xwe û nîv seetê bêhna xwe berdin.

Îcar hûnê binerin, heger hûn wek conegayên nav garanê har û dîn nebûn, emê pîvazekê bi guhê xwe vekin.

Herroj vê reçetê bi kar bînin,  xêr û guneh di stuyê me de.

Bi telaq hûnê ji keleşkofê xerabtir otomatîk li dora xwe bireşînin û hûn sax…

About The Author