Şahbanûya „Grammy“

Xelata baştirîn a muzîka cîhanê, xelata Grammy ye. Di beşê muzîkê de xelata Grammy wek xelata Oscarê tê hesêb. Kesê xelata Grammy bistîne, wek hunermend û stranbêjê/ja herî zîrek û marîfet tê qebûlkirin.

Li bajarê Kalîfornîa 59.mîn merasîma dayîna xelata Grammy hat lidarxistin. Di vê merasîmê de Kurdê qerase Keyhan Kelhor û grûpa wî xelatek stend û serê me Kurdan bilind kir, bir ber perê ezmanan. Lê stranbêj û hunermenda qelew, bedew û dengzîz Adele tir ji hemi stranbêjan berda û bû xwedîya pênc (5) xelatên Grammy.

Lotikvana qelew, bedew û agirpêketî Adele bi stendina van xelatan re bû şahbanûya xelatên Grammy û firtone rakir. Bi lotika vê dawîyê re Adele bû xwedîya 15 xelatên Grammy û qûş li herkesî qetand.

Adele, ku xanimek têrgoşt, qelew, şîrîn û xwîngerm e, ne tenê bi dengê xwe, lê bi bedewîya xwe jî doxînê li zilaman sist dike û girêzê bi devê wan dixe. Her çiqasî wek her jinkokên Hollywoodê bê makyaj û dermanan Adele neyê xwarin jî, lê gava makyajê di xwe dide û xwe dike wek bûkek lastîkî, ne tenê girêza devê zilaman lê girêza xiyarê wan jî diherikîne û malikê li wan diviritîne.

Ez serê we neêşînim gelî lotikvanino, Adele merasîma Grammy kir „bahdele“ û toz û dûman bi ser serê bajarê Kalîfornîayê xist wesselam..

Ê de hêvîya min ji rebbê alemê ew e, ku şevek ji şevên zivistanê Adele xanim bibe mêvana we û hûn di nav nivînên germik û nermik de çîroka zîrektî û hunermendîya wê ji devê wê bibihîzin…

Berlîn

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

About The Author