Nêçîrê me çima por spî kir?

Wek hûn di wêneyê wî de jî dibînin, cênîk û porê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî dest bi spîbûnê kiriye û xuyaye ber bi kalbûnê ve dimeşe.

Hinek dibêjin: „Na wele Nêçîrê me kamil bûye, kemilî ye, spîbûn ne ji ber kalbûnê ye“ û didin lotikan.

Hinek dibêjin: „Bi şeş telaqên bê fitû, ji derd û kulên PKK û Tevgera Goran porê wî spî bûye“ filan û fîstan.

Hinek dibêjin: „Ma kesê serokwezîrtîya Kurdên xwelîser bike porê wî spî nabe kaka? Ecêba min e go tayekî reş di serê wî de maye“ filan û bêvan.

Û hinek jî dibêjin: „Hingî pir goştê elokan dixwe porê wî spî bûye“ û wekî din.

Werhasilî kelam, serokwezîrê me yê xweşik, çeleng û seksî Nêçîrvan Barzanî por spî kiriye. Gelo ji derda ye, yan ji kêfa ye, xwedê zane.

Lê xem nake kek Nêçîr…

Çawa be boyax û dermanê porreşkirinê li cem xalê me Fazil Mîranî û Xosret Resûl pir e qurban…

Duhok

 

About The Author