Rêdûr Xelîl li ku ye?

Bavê Cengo

Li ser bextê fitne û fesadên bajarê Qamişlo, Hesekê û Kobanê be, dibêjin PKK tîmek qerase şandiye ser Berdevkê YPG Rêdûr Xelîl û ew revandine, birine cîhekî nebedî û nenas.

Ne tenê fitne û fesadên „Federasyona Quzê Sûrîyê“, lê herweha rêvebirek ji rêvebirên ENKS Xalid Elî jî bi telaqên xwe sûnd xwariye ku PKK Rêdûr Xelîl revandiye û kes nizane li ku ye.

Li gor diz, tûtinfiroş û parsekên zikak û kolanên bajarê Qamişlo dibêjin, ji ber ku Rêdûr Xelîl ne wek PKK û PYD difikirî hatiye revandin.

Û hinek jî dibêjin: “ Rêdûr Xelîl Barzanîcî bû û Kurdayetî dikir, bi daxuyanîyên xwe ji alî Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê ve dihat hezkirin û evê yekê jî PKK û PYD aciz dikir“ filan û fîstan.

Û tew hinek jî dibêjin: „Na na, PKK Rêdûr Xelîl biriye da ku wî jî wek Bahoz Erdal perwerde bike û ji Kurdayetîyê dûr bixe, wî bike dijminê serxwebûnê û tekoşerê xelkên qûnbigû“ û wekî din.

Lê bi giranî li ser revandina Rêdûr Xelîl tê sekinandin. Ji ber go Rêdûr Xelîl demên bihurî erza Serokê PYD Salih Mislim şikenandibû û gotibû: „Salih Mislim nikare li ser navê YPG biaxive“. Û carekê jî gotibû „Heke mîlîsên Şîe êrîşî Kurdistanê bikin, emê temamê hêza xwe têxin bin fermana Barzanî“.

Werhasilî kelam, dibêjin PKK lotikvanekî bi navê Nûrî Mihemed anîye şûna Rêdûr Xelîl û kiriye berdevkê YPG. Nûrî Mihemed jî yek ji wan kesan e ku dijminatîya ENKS dikir û endamên wê didan girtin.

Îcar birastî ez jî meraq dikim babam:

Rêdûr Xelîl li ku ye, bi ku de çû, bi ku de birin?

Qamişlo

 

About The Author