Şexsê wan Kurd e, lê mejî Kemalist e

Dilciwan Helbest

Bo çi şexsê wan Kurd e û mîjî Tirk e?  Ji ber ku bi zimanê xwe nexwendine û ne nivîsîne. Evanê qaşo Kurd in, bi zarê  xelkê xwendine û bi zarê xelkê nivîsîne, tarîxa xelkê xwendine, edebiyat û felsefa xelkê xwendine û îlke û înqîlabên xelkê xwendine. Evê ku bi fikir û ramanê xelkê xwendin, bi wî mîjîyê Kemalîstan dibizivin.

Bahsa leheng û nivîsarên welatê xwe nakin, bahsa Selhedînê Eyûbî, bahsa Şêx Seîd û Seyîd Riza nakin, bahsa Îhsan Nûrî Paşa nakin, bahsa Şêx Mahmûd Berzencî û Qadî Mehemed nakin, Bahsa Şêxê Nahrî û Mistefa Barzanî nakin, ji Dr Qsimlo û Şeref Kendî xeber nadin, heta ez bêjim haya wan ji van tişta tune.

Bahsa kê dikin? Bahsa Çeko Wara dikin, bahsa Nazim Hikmet dikin, bahsa Denîz Gezmîş dikin. Denîz Gezmîş Kemalîst bû, Nazim Hîkmet ji xwe Kurd bi Kurdîtî qebûl nekirine û nepejirandin.  Wê grûba Nazim Hikmet ew çepê Tirkan gotin, emê Sosyalîzmeke nasyonal çêkin  gotin:  “Em di nava Tirkîyê de ji xeynî Tirkan tu pêkhateyên din qebûl nakin. Kurdê me jî garankî dane dûv wan, dibêjin emê sosyalîzmê çêkin û wê mafê me bigihê me. Ji xwe re xeyalan çêdikin xewnan dibînin, wek zarokê heft salî di xew de difirin, mîjî hatîye şûştin xwelî li sera.

HDP î me diguherin, nego wê dewletê biguherin. Mustafa Kemal  Kurdistan hal nekir, gelek zulm û zordarî  kir lê gelê Kurd ne guhertin û bi serneket.  Ew proja wî nîvco mabû. Lê nihaka ev Elewî yên Kemalîst anîne nav me, mîjîyê xortê Kurdan guhertin, hem wan ji dîn dûr dixin û hem ji ûrf û adetê wan û ziman teva li ber têk birinê ne. Wê me bi me bîşaf bikin, wê malikê li me xera bikin. Ji ber ku xortê Kurdan netewparêzî û Kurdewarî nizanin.  Nexşeya xwe dîroka xwe keltûra Kurd ne xwendine.

Ê KU PÊŞÎ li dijî  giştpirsîya Kurdîstana Başûr derketin kî bûn?  Pêşî berî her kesî Apocî derketin. Apocîyan  gotin: “ Em nahêlin ku dewletek Kurdî çê bibe!  Xaîntîya ku li Silêmanîyê kirin ji Qasim Silêmanî re dest nîşan kirin YNK û GORAN û PKK van hersê rêxistinên  xwefiroş û çepgir, Kerkûk dane dijmin.

“Dibêjin, heft kurê Pîrê hebûn qencê wan qûnek bû!” Ku mere di vî gelî bifikire evê ku bûne rêber Malbata Barzanî xariç  êwên din tu wan temama bêjink û serad jî bikî du kesê ku bahwerî bi wan bînê, tunene. Rojekê  rojnemavanekî ji Mûrat Karayilan pirsî: “Hûn dewletek Kurdî serbixwe dixwazin? “  Got:  “Qet em dewleta  netew naxwazin“.  Rojnemavan: “Va Barzanî dibêjê ezê îstîqlala xwe bilind bikim,  ma hûn destekê nadinê? “.  “Em destekê nadinê û em nahêlin ku dewletek Kurdî jî çêke“.   Rojnemevan got:  “Naxwe hûn çi dixwazin? “   Mûrad:  “Emê gelê dinyayê tevî bikin wekî hev “. Mêro ev peyva beleçewt û bê pîvan bi kar anî.

Ev xeyalin û çîrokin wekî wan zarokê heft salî difikirin.  “Emê dinyayê bikin wekî hev. Hevsarê dinyayê di destê Amarîka de ye û nikare bikê wekî hev, Ewrûpa nikare, Sowyetê çend salekî bahsa sosyalîzmê kir û îflas kir.  Mûrad  keleşkofeke  bi milê te ve ye, tu ji ber teyarê Tirkan xwe di qulê tahta de diveşêrî, ka tê çawa dinyayê bike wekî hev?  Hûn henekê xwe bi xwe dikin û gelê xwe dixapênin, bes e lo bes e!

Evqas keft û left û ev tevger bi berferehî, bê ser û bê ber, evqas bi serê vî gelî hat hîn jî gelek ji vî miletî nizanin bê sedem çiye. Evqas kuştin û girtin koçberî û talankirin sergom û zîndan bişaftin ev hemî bi rêxistin bûn. Lê rêxistinê kê bûn bifikirin, lêkolîn bikin hûnê fêr bibin.

Ev xerakirina vî welatî, şer û ceng û pefçûn şerê xendekan, ev piroje tev ê dewletê ne.  Apo di destê dewletê de ye. Meznê Apo Dogû Perînçek û Yalçîn Kûçik in.  Anihaka her tişt derket holê û dîyar e. Ew bi xwe li xwe mikur tên dibêjin me ev rêxistin damezirand.  Yalçîn Kûçik dibêjê: “Kurd ber bi dewletbûnê ve diçûn, lê min Kurd ji rêbaza Barzanî vekişandin.  Min Kurd kirine wê riyê  ku ji bonî  TC û demokratîk cumhuryetê bişixulin, wê canê xwe feda bikin û tev wê têk herin.  Lê mixabin gelê me gelek nezanin, his dikin û dibînin jî û fêm nakin ma ka em çi ji wan re bikin? “.

Wexta ku Apo ji Kenya anîn, di hindurê teyarê de jê pirsîn, wan subayê Tirka gotinê :  “Abdullah Ocalan sen Tûrkiyeye hoş geldin“.  Yanî gotinê tu bi xêr hatî Tirkîyê. Ewî çi got?  Got: “Diya min Tirk e, ez amade me xizmeta dewleta Tirkîyê bikim“.  Wexta ku birine mahkemê got: “ Ez poşmanim ey gelê Tirk min bi bibexşînin“.

Wexta ku Apo di zîndanê de parêzgerê wî diçû dîtina wî û di vegerê de gotarê Apo çap dikirin. Apo digot:  “Ben Türkiye  Cumhuriyetini  uyarıyorum, eyer PKK dağılırsa ulusalcı Kürtler pusuda bekliyorlar“.  Digot: “Wexta ku PKK xelas bibe netewparêzên Kurd di kemînê de veketine“.   Ji Tirka re digot: “Wê Kurd dewletek Kurdî misteqil bixwazin. Lê êmin ez tiştekî naxwazim, ez ji Cumhurîyetê re dixebitim“.

Roj bi roj gelê Kurd bi şûnde diçe, hîç aqil nagrin, yanî qaşo sîyasetî dikin. Lê mixabin û sed mixabin Kurdên Tirkî û ê Sûrî ji sedî heştê ketine destê taşeronan û wan wekî pez û dewaran difroşin. Ned di ferqa xwe de ne, nizanin ku wan difroşin.  Wan difroşin çepê Tirkan, wan difroşin Elewî û Lazan, niha jî wan difroşin Kilîçdar oglu. Ê lawo mademkî hûn Kurdan difroşin, we bifirota Erdoxan jî. Erdoxan ji Kilîçdaroglu  çêtire.

Erdoxan li hinceta digeriya ku Kurdan têk bibe, li asîmana digeriya nerî ku wa li erdê hincetê baş jê re kirine rêz. Erdoxan dibêje: “ PKK, YPG û PYD tev  terorîst in“. Amerîka û Ewrûpa dibêjin, na Kurdên Surî ne terorîst in. Lê mixabin YPG e dibê, belê wellahî  em terorîst in û wêneyên Apo bilind dikin.  Tirkîye dibêje dinyayê: “Ha ji we re sûretê Apo hûn dibînin? “. 

Mêrikan wekî xilt axê dikolin û bi serê xwe didakin. Mîjîyê wan di şivîlekê de cemidî maye wisa.

About The Author