
Dewleta Tirko û zîtirkvanên wan ji zû de li fersendekê digerîyan ku êrîşî
Rojavayê Kurdistanê bikin û destkeftîyên ku li Rojava hatine bidestxistin, têk
bibe. Lê ji ber ku lotikvanên Amerîkî li ser sînor bûn, zîtirkvanên Tirk
newêrîbûn û mecal nedidîtin ku êrîşê bikin.
Serokê Amerîkayê û serşûnikê porzerik Donald Trump (Dîko), hema ji
nedîtî ve got ezê ji Sûrî derkevim û leşkirên xwe ji ser sînorên Rojava
vekişandin. Tu dibê qey mozên sor bi qûna wî vedabûn, kes nizane çima û ji bo
çi ev biryara xiyanetwarî girt û pişta xwe da Kurdan.
Piştî vê sosreta Dîko, çeqel û keftarên Tirk û qijnikên Ereb ên ku xwe bi
qûna çeqel û keftarên Tirk ve girtine, dest bi êrîş û bombebarandina Rojava
kirin û bû qîr û qiyamet.
Piştî biryara Dîko, dinya li dijî Dîko rabû ser pêyan û biryara wî rexne
kirin, bi mîrkutan li nav serê wî xistin û ew bi xiyanetê rûreş kirin. Piştî
van mîrkut û lotikên bê îman, Dîko ji xewê veciniqî û got: „Jina min ji
min berdayî be, heke Tirkoler lotik û zîtirkên ku ne li gor xal û rêza şer in
bavêjin, ezê çewalan têxim serê wan, ezê bi dorpêçan tirê ji wan berdim”filan
û fîstan.
Werhasilî kelam, şerê Tirkoler û Kurdoleran li Rojava dest pê kir. Îcar wê
kî tirê ji kê berde xwedê zane wesselam…
NEWROZA 2025 AN, BERBANGA HİŞMENDÎYA NETEWÎ YE
Tir ji Îmamoglû jî berdan
Divê em xwe li ber barana xelkê şil nekin