Kurê pîrê jî Kurd derket

Pişo Mihemed

Serdar Ortaç ê ku qamkinik û çavsînî ye û bi dirûvê xwe dişibe Moxolan, talîya talî li xwe mikur hat ku dêya wî jî Kurd e û ji Ruhayê ye.

Piraniya stranbêjên ku Kurd in û ji bo berjewendîyên xwe didin dû qûna Tirkayetî û Tirkperestîyê, piştî ku tir di wan de namîne yan nexweş û kal dibin, li xwe mikur tên ku ew jî Kurd in yan nîv Kurd in. Aha kurê pîrê Serdar Ortaç jî wilo kir.

Heta niha herkesî dizanîbû ku stranbêjê qam kinik û qam kurtik Serdar Ortaç Tirk e. Ortacê ku di 1999an de di merasîma xelatgirtinê de heqaret li Ahmet Kaya kiribû, îro li kirina xwe poşman bûye û dibêje min gû xwariye.
Ortaç effendi di bernameyek YouTube de axivî û li Kurdbûna xwe mikur hat. Mêro got: „Di sala 1970î de me nikarîbû bi Kurdî silav bida, dayika min Kurda Ruhayê ye, Kurdî hînî me kir lê em neaxivîn“.

Wulen oxlim, piştî tirê kezî kurê ye. Tir di te de nemaye, piştî vê katê tu Kurd bî xema kîrê kê ye û tu ne Kurd bî xema kîrê kê ye….

About The Author