Nêçîrê me xwe bi girî kujt

Nêçîrvan Barzanî li ser mirina Serokkomarê Îranê û Wezîrê Karên Derve yê Îranê peyamek sersaxîyê weşand û kezeba me dax da.

Nêçîrê me di peyama xwe de diyar kir ku xebera mirina Îbrahîm Reîsî û Husên Emîr Abdulahîyan ew gelekî xemgîn kirine û got:
“Xebera wefata rehmetî Îbrahîm Reîsî, rehmetî Husên Emîr Abdulahiyan û yawerên wan a di qezaya helîkopterê de em gelekî xemgîn û xembar kirin. Em di vê dema dijwar de hevxem û hevsozên Rêberê Komara Îslamî Elî Xamineyî û gelê Îranê yê dost û cîran û malbatên wan ên birêz in. Em ji xwedayê mezin hêvî dikin ku wan bi mîhrebanîya xwe şad bike û aramîyê bide wan” filan û bêvan.

Nêçîrê me di dawîya peyama xwe de ragihand ku wefata Reîsî ji bo gelê Îranê xemek mezin e û pê de çû:

“Wefata rehmetî Serok Reîsî ji bo Komara Îslamî û gelê Îranê yê Misilman û dostên wî xem, azar û ziyanek mezin e. lê em piştarst in ku wê gelê ciwamêr ê Îranê û Komara Îslamî vê dijwarîyê derbas bike” filan û fîstan.

Ez bi serê Serok Nêçîr bikim, Îbrahîm Reîsî û koma pê re çem û çem çûn. Ji ber zilma ku li Kurdan kiribûn ne xwedayê mezin wan efû dike, ne jî Nûrî wan qebûl dikin. Belkî Nûrî dilovanîyê bikin û çend lotikan li wan bidin û tirê ji wan berdin û hew.

Zêde li ser wan kafiran negirî kek Nêçîr. Erê siyaset e, dîplomasî ye, taktîk û maktîk e dizanim, lê xem û mitala zêde jî ne baş e, tuyê xwe nexweş bixî haaaa…..

Hewlêr

About The Author