Wî jî pê girt

Mihemed Soran

Dibêjin helîkoptera Serokkomarê îranê Îbrahîm Reîsî ketiye xwarê û Reîsî miriye, yan pê girtiye û bi cehnemê şa bûye.

Li gor gotina Ajansa “MEHR” a Îranê, di qezaya helîkopterê de Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Derve Husên Emîr Ebdullahiyan, Îmamê Îniyê yê Tehranê Mihemed Elî Haşim, Parêzgarê Azerbaycana Rojhilat Malik Rehmetî û tîma helîkopterê çûne cehnemê û haê Kurdan ji wan re nemaye

Sofîk û melayên ku her roj keç û xort, jin û mêrên Kurd îdam dikirin û destên wan di xwîna Kurdan de hebû, bûne piçik û parî û firyane ezmanê heftan nav Hûrî û Nûrîyan. Îcar Hûrî dibin nesîbê wan yan Nûrî xwedê zane.

Axir, ahê Kurdan ji wan zaliman re nema. Kurdan nikarîbû heyfa xwe ji wan hilînin lê helîkoptera welatparêz ev tir ji wan re nehişt û heyfa Kurdan ji wan hilanî wesselam…

About The Author