Demîrtaş û helwest

Nûrî Çelîk

Ji Dadgehên Îstîqlalê yên 1925an bigrin û heta îro dadgeh û qanûnên Tirkiyê ji bo înkar û tunekirina Kurd û nirxên Kurdan hatine bikaranîn. Bi taybet gava mijar dibe Kurd, Kurdî yan Kurdistan, dadgeh dixitimin, qanûn (zagon) mêzîna xwe winda dike, heq û hiqûq xwe vedişêre, dozger û dadwer kerr û kor û lal dibin û desthilatî jî li ser asasê înkar û tunekirina Kurdan siyasetê dikin. Heq û hiqûq newêre, nikare sînorê Kurdan derbas bike. Heke sînorê Kurdan derbas kir, mecbûre Kurd û Kurdistanê jî nas bike û ev yek jî asasê dewleta Tirkiyê dihejîne.
Di Doza Kobaniyê de Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê di derbarê gelek rêvebirên HDP de biryara xwe da. Hinek hatin berdan û çend kesan jî cezayên giran girtin. Dibe ku berdana wan kesên girtî jî ji bo kêmkirina bertekên mezin û bêdengkirina Kurdan be. Lê cezayê ku dan hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş awira gelemperî ya Kurd û cîhanê matmayî hişt. Demîrtaş bi 42 salan û Figen Yuksekdag jî bi 30 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hatin mehkûmkirin. A ku me Kurdan dêşîne û divê bêşîne Selahattîn Demîrtaş e.

Dewleta Tirk ji şerê çekdarî zêdetir ji siyaseta sivîl û legal ditirse. Selahattîn Demîrtaş di siyaseta sivîl û legal de, bi aqlê selîm, bi hişmendî û zanyarîya xwe, bi wêrekî û mêranîya xwe, di dilê Kurdan de ji xwe re hêlîn û starek çêkir û beşek ji civaka Tirk jî (hindik be jî) ew hembêz kir û bi siyaset û helwesta Demîrtaş bi hestên mirovî xwe nêzîkî pirsa Kurdan kir. Demîrtaş ne tenê di nav Kurdan de, herweha di awira gelemperî ya cîhanê de jî wek serok û rêberekî Kurdan, wek siyasetmedarekî zîrek hat naskirin û derket pêş. Demîrtaş wek rikber û alternatîfê Erdogan derket pêş û kesê ku Erdogan herî zêde xwe jê disitirand Demîrtaş bû. Yanî, kesê ku karîbû desthilatdarî û textê Erdogan bihejîne Demîrtaş bû. Karîzma, cesaret û siyaseta Demîrtaş herweha Ocalan û PKK jî tirsand. Pêşketin û payebilindîya Demîrtaş dihat wateya hejandina textê Ocalan û PKK jî. Siyaseta legal û bi taybet jî bi saya serê wêrekî û şarezayîya Demîrtaş HDP û Kurdan di hilbijartinê de heta bi %12 deng girtin, bûn xwedîyê 82 wekîl û 102 şaredarîyan û di Tirkiyê de bû partîya sêyemîn.

Vê yekê ne tenê AKP û PKK lê herweha gelek alîyên dewletê jî tirsand û ji wê rojê de çembera li dora Demîrtaş hat tengkirin, gelek kadroyên Kurdperwer ji dora wî hatin dûrxistin, qeyûmên çep û Kemalîst ên wek Ertugrul Kurkçu, S. Sureyya Onder, Sezaî Temellî, Fîgen Yuksekdag û bi dehan qeyûm û zilamên dewletê li dora wî bi cîh kirin û pêvajoya jiçapxistina Demîrtaş dest pê kir. Serketina siyaseta Demîrtaş, ango siyaseta legal, dihat wateya binketin û têkçûna şerê çekdarî û têkçûna şerê çekdarî jî dihat wateya têkçûna PKK û Ocalan. PKK têk biçûya tiştek û pirsgirêkek ku dewlet pê mijûl bibe û xelkê pê bixapîne nedima û ev yek jî li hesabê tu kesî nedihat.

Selahattîn Demîrtaş hem di meclîsê de, hem di kuçe û qadan de, hem jî di dadgehan de serî netewand û li ber xwe da. Wek Ocalan teslîm nebû û nebû îtîrafkar. Demîrtaş bi siyaset, helwest û wêrekîya xwe du tişt nîşanî Kurdan da:

1- Ji ber teslîmîyeta wî Ocalan di çavê Kurdan de pûç û bê qîmet kir. Nîşan da ku ew wek Ocalan ne teslîmkar e, nabe mikurker û ji bo wî çeka herî bi nirx berxwedan e.
2- Nîşan da ku divê serok û rêvebirên Kurd xwedî cesaret, xwedî feraset û xwedî şexsîyet bin, wêrek bin, destên xwe têxin bin kevir û bi her berdêlê razî bin.

Girtin û mehkûmkirina Demîrtaş li hesabê gelek alîyan tê. AKP, PKK û di nava Partîya DEMê de jî kesên ku naxwazin Demîrtaş azad bibe pir in. Qeyûm û rêvebirên ku îro di meclîsa Tirkiyê de li ser ked û xwîna Kurdan nanê xwe dixwin, azadîya Demîrtaş naxwazin. Demîrtaş ne tenê siyasetmedar e, Kurd e û xwedîyê hestên Kurdayetîyê ye. Yanî teref e, terefê Kurd e. Ji ber vê jî mabe, qeyûm û çepên Kemalîst ên ku hefsarê DEMê di destên xwe de digirin, naxwazin Kurd dîsa di nava DEMê de xurt bibin û ji kontrolê derkevin. Kesên ku ne Kurd in û tenê serokatîya çend kesan dikin (wek Hevseroka DEMê Tulay Hatimogullari, ku seroka „Ji Nûve Avakirina Partîya Sosyalîst SYKP“ ye û tenê 442 endamên partîya wê hene) serokatîya 6-7 milyon Kurd dikin û naxwazin vê nametê ji destê xwe berdin. Heger birastî rêvebirên HADEP û DEMê dilşewatên Demîrtaş û Kurdan bin, ne bi bilindkirina çend pankartan, lê dikarin bi hêsanî terka meclîsê bikin û meclîsê bixitimînin. Lê mijar kûr û cuda ye.

Biryarên Kobanê û mehkûmkirina Demîrtaş bêguman ne tenê siyasî ne, di heman demê de helwest û siyaseta berdewamîya kolonyalîzmê ye. Ji serhildana Dersimê – Dadgehên Îstîqlalê û heta îro li dijî Kurd û rêvebirên Kurdan heman siyaseta kolonyalîzmê tê meşandin. Ev yek hem li dijî hiqûqa navnetewî û hem jî li dijî hiqûqa navxweyî ye. Kurdên ku ji nîvê nifûsa Tirkiyê zêdetir in û hemwelatîyên Tirkiyê ne, bi vê hiqûqa durûtî heta îro hatine û tên perçiqandin. Bi vê yekê carek din eşkere bû ku hiqûq ji bo Kurdan tuneye û bratîya ku ji ser lêvên wan nakeve ji vir û derewan pê ve ne tu tişt e.

Selahattîn Demîrtaş her çiqasî bi siyaseta „Welatê Hevbeş“ û „Tirkiyeyek Demokratîl“ xizmeta siyaseta dewleta Tirk kir û xwest Kurdan bi Tirkiyê ve pîne bike jî, herdem li Kurd, Kurdî û Kurdistanê xwedî derket û di her qadê de anî zimên. Her çiqasî hat lîztika qeyûmên çepên Tirk û Kemalîst û bi bi gotina „Emê te nekin serok„ neyartîya Erdogan kir û fersenda ku ketibû destê Kurdan ji dest berda jî, di zîndekirina hestên netewî de bandorek pozîtîv û erênî li Kurdên Bakur kir. Her çiqasî di mesela xendeqan de rol û bandorek negatîf û neyînî li Kurdan kiribe û bûbe yek ji sersebebên kujtina keç û xortên Kurdan jî, wek siyasetmedarekî Kurd û wêrek di daqa navxweyî û navnetewî de bû sembolek ji sembolên Kurdên Bakur. Bêguman Demîrtaş di nav du dîwaran de mabû, yan Erdogan yan Ocalan, yan AKP yan PKK. Heger derfeta siyasetek serbixwe û bê teref jê re çêbiba belkî mecbûr nemaba ku têkeve nava wan xeletîyan. Divê em vê jî ji bîr nekin.

Siyaset û hinek kiryarên Demîrtaş dikarin bên rexnekirin, divê bên rexnekirin. Lê divê em ked û alîyên wî yên erênî jî înkar nekin û xwedî lê derkevin. Helbet em ne mecbûr in terefdarî û piştgirîya siyaset û dîtinên Demirtaş bikin, lê wek Kurd erka me ye ku em xwedî li siyasetmedarekî Kurd derkevin û heq û hiqûqê wî biparêzin. Pêwistîya Kurdên Bakur bi siyasetmedarên wek Demîrtaş wêrek û xwedî feraset heye. Wek tê gotin, di firehîyê de herkes kurê bavê xwe ye. A girîng ew e ku em karibin di tengasîyê de xwedî li hev derkevin. Siyaset, îdeolojî, ol an dîtin çi dibe bela bibe, xwedîlêderketina hevdu ji Kurdan re şertek ji şertên netewparêzîyê ye, divê wilo be.
Edit Post

About The Author