Şekir hem tehl e hem şîrîn e

Gelek xurekên ku ji bo sifre û xwarinê hewce ne hene. Yek ji van heye ku hema hema di her xwarinê de heye û em jê têr nabin. Ew xureka ku 10 salan ji jiyana me dixwe û mirov bi nexweşiya şekir dixe, şekir bi xwe ye. Bi saya wê xureka ku kezeb û gurçikan xirab dike, tenduristiya me roj bi roj xirabtir dibe.

Hevsengiya tama xwarinê ji bo her kesî girîngiyek mezin e. Hin kes ji şîrîn û hin jî ji şor hez dikin, bi vî awayî hem ji jiyana xwe didizin û hem jî lebatên (organên) wan hildiweşin. Ew xureka ku her kes jê hez dike û di her xwarinê de cîh digire, bi kêfxweşiyek mezin tê xwarin û vexwarin û bi rastî jî li ser tenduristiya me xetereya herî mezin e. Binêrin ew xwarina ku siheta me xera dike û organên me ji hindir de dirizîne çi dike û çi nake.

Şekir wek maddeyek şîrînker tê zanîn ku di jiyana rojane de pir tê xwarin û vexwarin. Hem şekirên ji çavkaniyên xwezayî (şekirê xwezayî yê ku di fêkiyan de tê dîtin) hem jî şekirên lêzêdekirî yên ku di xwarin û vexwarinên pêvajoyî de tên dîtin, dikarin xetereyên tenduristîyê hebin. Hinek bandor û zirarên şekir ên li ser tenduristiyê ev in:

KEZEBA REŞ RÛNDAR Û PÛÇ DIKE

Ev çavkaniya xwarinê ya ku em jê têr nabin, dibe sedema kombûna rûnê di kezebê de û xetera kezeba qelew zêde dike. Fruktoz, bi taybetî, bi zêdekirina senteza rûnê di kezebê de bandorek neyînî li tenduristîya kezebê dike. Bi demê re, ev dikare bibe sedema kezeba qelew, nexweşîyên giran ên wek sîroz, an têkçûna lebatan.


SEDEMA QELEWBÛNÊ

Şekir gelek enerjiyê dide lê nirxa xwe ya xwarinê nîne. Vexwarina zêde ya şekir dikare bibe sedema zêdebûna kîloyan û qelewbûnê. Naveroka şekir a zêde, nemaze di xwarin û vexwarinên pêvajoyî de, dikare giranîya laş zêde bike û xetera sendroma metabolîk zêde bike. Nexasim kesên ku giranî û kîloyên wan zêde ne, pirsgirêkên wan hene û ji werimandinê gazindar in. Gengaz e (mimkin e)ku bi sînorkirina şekir û xwêya xwe encamên balkêş bistînin.

SEDEMA HERÎ MEZIN YA DÎYABETÊ

Xwarin û vexwarina birêkûpêk a şekir dikare xetera nexweşiya şekir 2 zêde bike. Xwarina zêde ya şekir dikare berxwedana însulînê zêde bike, kontrolkirina şekirê xwînê dijwar dike.

DIRANAN KURMÎ DIKE

Şekir dikare mezinbûna bakterîyên di dev de zêdetir bike û bibe sedema rizîn û kurmîbûna diranan. Ev xwarina ku bi çêkirina asîdê dibe sedema erozyona emala diranan, bi taybet ji bo kesên ku ji xwarinên şîrîn hez dikin xetereyek mezin çêdike. Pir caran vexwarina van celeb xwarinan dikare bandorek neyînî li tenduristiya diranan bike.

RÎSKA NEXWEŞIYA DIL ZÊDE DIKE

Xwarina zêde ya şekir metirsîya nexweşîya dil û rehan (tamaran) jî zêde dike. Tê zanîn ku şekir dikare tansiyona xwînê bilind bike û li ser asta kolesterolê bandore bike. Ev rewş bi giranî zextê li ser mirovên ji 40 salî mezintir dike, dibe sedema krîza dil, mejî û pirsgirêkên din ên dil.

RISTA BEDENÊ JAR DIKE

Xwarin û vexwarina zêde ya şekir pergala paraztinê qels dike. Pispor piştrast dikin ku şekir dikare elemê (îltîhabê) zêde bike û bandorek neyînî li fonksiyona berevanîyê bike. Pir caran vexwarina şekir, ku wek jehra spî jî tê zanîn, dikare bibe sedema mirovên kêmparêz û bêtaqatîya nexweşî û îltîhabê.

BANDORÊ LI PSÎKOLOJÎYA ME DIKE

Şekir ji nişka ve dibe sedema bilindbûn û daketina şekirê xwînê, bandorê li rewşa derûnî û hestyarîyê dike. Xwarina zêde ya şekir dibe sedema guheztina asta enerjîyê û pirsgirêkên balkişandinê. Guherînên ji nişka ve û enerjîya kêm dibe sedem ku mirov bi demê re berê xwe bide meyla nexweşiyên derûnî yên wek hypermania yan depresyonê.

TENDURISTIYA RÛVÎKAN XERAB DIKE

Xwarin û vexwarina şekir di heman demê de tenduristîya rûvîkan jî têkildar dike. Şekir dikare bi guheztina mîkrobiota rûvî bibe sedema acizbûna rûvîyan.

Bandorên zirara şekir a li ser tenduristiyê dema ku zêde tê xwarin û vexwarin çêdibe. Di heman demê de girîng e ku şekir di nav plansazîyek xwarina hevseng de bi rengek saxtîkirî bê bikaranîn. Ji bo jiyanek tendurist dûrî xwarinên pêvajoyî û vexwarinên şîrîn bibin, berê xwe bidin çavkanîyên şekirê xwezayî (wek fêkî) û vexwarina şekir bi sînor bikin.

About The Author