GULBEROJ

  GULBEROJ  (VERAROJ- GULAWDUN – GULA BERBEROJ)

 HELÎANTUS  ANNUUS   L.

Gulberoj  riwekek gulan e û ji malbata beybûnan tê hesibandin. Bejna wê 1- 3 mitroyan bi tîrane li ser navtengekê bilind dibe. Li serê gupikê gulek mezin bi qasî firaxekê ku firehîya di navbera 10- 40 cm diguhêre çêdibe. Ew gul, roj bi kîjan alî ve bizîvire ew jî bi wî alî ve dizivire. Lewre jê re gulberoj tê gotin. Belgên wê keskên tarî û rimane ne. Kulîlkên wê zer in, di nava kulîlkan de navikek heye ew navik ji dindikan dagirtî ye û rengê dindikan gewr û re? û spî ne. Di nava dindikê de kakilek heye. Ew kakil di fabrîqan de tê dewisandin, rûnek jê tê derxistin û jê re dibêjin rûnê gulberojê. Dindikên wê jî wek çerez tên xwarin. Ji gulberojê çay, tentûr, dermanên xweristî û ji bo xwarin, selete û masajan rûn tê çêkirin. Navê wê bi Almanî “Sonnenblûme” Bi Tirkî jî “ayçîçe?î û “gunebakan“e.

Welat û dîrok : Welatê gulberojê Meksîka û Misîsîpî ye. 3500 salan berî dema me ji alîyê Înkayan ve ji bo derman û rûn dihat çandin. Di salên 1552 an de deryagerên Spanyolî bi xwe re anîne Spanya û li wir dest bi çandinîya wê kirine. Ji wir jî derbasî welatên Ewropa ên din û pa?ê jî belavî deverên din yên cîhanê bûye. Li hemi deverên Kurdistanê tê çandin.

Berhevkirin : Kulîlkên wê yên tacane, dema vedibin tên berhevkirin; li sîberê tên hi?k kirin, di firaxên cam de bi devgirtî tên paraztin û li gor hewcedarîyê ji bo çayê tê xebitandin.

Dindikên wê : Gulberoj  di meha Êlûn û Cirîya Pê?în de tên berhevkirin. Bi qutanê dindikên wê tên werandin (derxistin), hi?k kirin û ji bo çerez û rûn di?înin fabrîqan . Heke ji bo çerezên malê be, li malê tên qemirandin.

Têdahîyên rûn : Kalsîyûm, Magnêzyûm, Lod, Çînko, Lîf, Potasyûm, Proteîn, Anoî asît, Rûnên sabit, cûreyên sterollan, cûreyên karotînan, Tanîn, Asîta sîllîsîk, Vîyamîn A, B1, B2, B6, D, E, F, K û hwd.

Têdahîyên kulîlkan : Cûreyên tîterpenan, cûreyên alkolên tîterpen, cûreyên flavon gilîkozîtan û hwd.

Bikêrhatîyên rûn : 1- Hi?kbûnên jî û rehan hiltîne 2- Xurên ku kurte?en sedem in, ji holê radike 3- Kolesterolê bi berhev ve tîne (eyar –sîqal ) dike 4- Hisên zayendî zêde dike 5- Westiyana beden û zêhnê ji holê radike 6- Pê?îya nexwe?îyên dil, hêrsbûn û bêdesthilatdarî (bêmeferî ) yê digire 7-  Destavê diqulipîne û brînan dikewîne 8- Sîstema xweragirînê bi hêz dike 9- Xwînê çêdike 10- Dibe alîkarê zeximbûna bedenê 11- Heke dohnê wê di devde 10- 15 deqîqan (heta spî dibe ) bê xelxele kirin, wê serê?, bêxewî, esabîyet, kuxuk, bakterî û molekulên xisardar yên di dev de ji holê rake û bedenê jî ji jehran bifilitîne.

Bikêrhatinên kulîlka gulberojê : 1- Agir dadixe 2- Belxemê davêje 3- Pê?îya edavan digire.

Esansa wê ji bo tedawîya  jana zirav (werem ) tê xebitandin.

Di derbarê gulberojê de gotinên bisporan : Prof. Dr. Îbrahîm  Gokçek dibêje : “Li ser navteng  (dar ) û rêhên gulberojê hinek lêkolîn hatine kirin. Pi?tî teqiyana  sentrala  Çernobîlê, li derdorên gol û avên wan deverên ku tesîr lê bûyî,  ji bo kêmkirina jahra ûranyûm û radîoaktîfan, gulberoj hatin çandin. Di encamê de derket holê ku radîoaktîfa wan avan ji 200 mikrograman daketîye 20 mîkrograman. Ew jî tê wê wateyê ku reh û navtenga gulberojê jehra avê û axê paqij dike”.

Dr. F Krach idia dike, ku heke ji dohnê gulberojê rojê 2 kevçî, 3-5 caran,  4-6 hefteyan li pey hev di dev de bê xelxelekirin, wê bi kêrî gelek nexwe?îyan bêt.

Di klinîkên zanîngehan de li ser rûnê gulberojê lêkolîn nehatine kirin. Lewre wek riwekek ?ifadar ji pileya duyan tê hesibandin. Mixabin tedawîyên ku bi dohnê gulberojê tên kirin têr nakin. Lewre em di?ên behsa yên di nav gel de hatine ceribandin û xebitandin bikin.

Lîpit û kolestrola xwînê dadixe, tevgêra xwînê zêde dike. Ji bo masajan tê bikaranîn û di xwarin û seletande  tê bikaranîn.

Lê piranîya pisporan dibêjin: “ Nirxa wê ya xwedîkirinê bilind e. Tê de vîtamîn A,E, K ji grûba B madarek kêm jî D peyda dibe. Ji bo xistina kolesterolê, hilanîna hi?kbûnên ji û rehan dibe alîkar. Hêzê û enerjîyê dide bedenê û zêhnê. Hêza zayendî (cinsî ) zêde dike. Ji bo arî?eyên dil û jîyan bi fayde ye ji ber ku di hindirê xwe de gelek cûreyên vîtamîn, mîneral û proteînan dihewîne. Ji bo zû bixwevehatina  nexwe?an, xasma ji bo zarokan  dibe alîkar. Ji ber ku hezma wê hêsan e, di xwarin û seleteyan de tê tercîh kirin.

Bikaranîn :  1- Çaya kulîlkên gulberojê 2- Masaja rûn 3- Xwarin û selete.

1-     Çayê : 2 kevçîyên qahwê kulîlkên gulberojê yên hi?kkirî bikin nav qedehek avê û ava kelandî berdin ser. Bila 5- 10 deqîqan  di dema xwe de bimîne;  pa?ê biparzinin û vexwin. Heke kulîlk taze bin, bila 3 kel lê bên û 5 deqîqan di dema xwe de bimîne.

2-    Masaja rûn :  Ji bo her 200 ml rûnê gulberojê 10 libên îsotên sor û tûj hûr kin, bikin nav wî rûnî û derê wê bigirin. Bila li cihek ji tîrêjên tavê dûr  4-6 hefteyan bimîne ( lê car û baran bi?ilqînin.) pa?ê biparzinin û bikin nav ?û?ên tarî û hilînin. Li gor hewcedarîyê bi kar bînin. Hûn di?ên berdela îsotan du kulmên pûnga ter jî bikinê

3-    Rûnê gulberojê : Hûn dikarin rûnê gulberojê  bikin nav hemi cûreyên xwarin û seleteyan.

About The Author