Mûskat

MÛSKAT cûreyek ji cûreyên gûzan (gwîz) an e. Bi taybet ji bo derxistina ba û gaza zik û ji bo êşa zik û aşika meriv baş e. Di mûskatê de Magnezyûm zêde ye, sînîr û acizêye kêm dike. Mûskat hormona bi navê Serotîn, ku ev hormon wek hormona bextewarîyê jî tê binavkirin, geştir û bihêztir dike û ev jî bandora li şehwet û xwesteka zayendî dike. Xwarin û bikaranîna mûskatê, alîkarîya bêxewîyê dike stresê kêm dike

Mûskat di bedena meriv de bandora detoksê dike, bi her awayî alîkarîya xurtbûn û bihêzbûna bedenê dike. Dibe alîkar ku toksîn û mîkropên ku di bedenê de kom bûne, derkevin der û beden pakij bibe. Mûskat kevirên gurçikê tîne xwarê, davêje der û dibe alîkar ku gurçik û kezeb baştir bixebitin.

Ji alîyê din ve mûskat li hember malzar û hucreyên kanserê (pençeşêrê) wek şervanekî şer dike. Li gor lêkolînan mûskat, bi taybet li hember kansera losemî a zarokan de bandorek erênî dilîze, dike ku malzarên kanserê xwe bi xwe îmha bikin û rê li ber belavbûna malzarên kanserê digire.

Di mûskatê de maddeyên aktîf û çalak yên antî-bakterîyel hene, bakterîyan dikuje, goştê diranan saxlemtir dike, helîtosîs (bêhna devê mirov) dibe. Mûskatê ji mala xwe û ji nav xwarina xwe kêm nekin.

muskat

About The Author