Îro Kerkûk, sibê Hewlêr û Silêmanî

Hikûmeta Bexdayê bi plan û projeyên Tehranê roj bi roj hefsarê Kurdekan zêdetir dijdîne û wan muhtacî xwe dike. Firotina petrolê li wan qedexe dike, mûçeyên wan qut dike, û wan mecbûr dike ku rêya Hewlêr û Bexdayê ji xwe re bikin wek otobanên Ewropayê û mehê çend caran seferên bê encam bikin. Ev jî ne bes bûn, îcar gunden Kurdan ji wan distînin, erd û zevîyên wan dişewitînin û demografîya bajarên Kurdistanê diguherînin. Kerkûk yek ji wan e.

Serokê Desteya Herêmên Kurdistanî yên li Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê Fehmî Burhan, diyar kir ku li Kerkûkê dagîrkerî û talankirina zeviyên Kurd û Tirkmenan roj bi roj zêde dibe.
Li gor gotina Fehmî Burhan, di heyama 8 salên borî de 9 taxên nû yên Ereban li Kerkûkê hatine çêkirin.

Fehmî Burhan, behsa metirsîyên guherîna demografîya Kerkûkê kir û got:

„Kurd, di rêveberiya bajêr de cî nagirin. Divê em vê qonaxê bi dawî bikin.
Roj bi roj demografîyê diguherin û di xizmetguzarîyê de cihêkarî tê kirin.
Dîsa zevîyên Tirkmen û Kurdan tên talankirin. Divê ew guhertina demografîyê bisekine.
Projeyek din li dû guhertina wê demografîyê heye” filan û fîstan.

Fehmî Burhan, di berdewamîyalotikên xwe de da zanîn ku Hikûmeta Bexdayê ji Selahedîn, Diyale û başûrê Îraqê Erebên qûnreş tînin û li Kerkûkê bi cîh dikin, tên, ji wan re nasname û formên xwarinê tên çêkirin.

Li gorî gotina Fehmî Burhan, di maweyê 8 salên borî de 110 postên cuda yên rêveberiya Kerkûkê ji Kurdan hatine standin û zulmeke mezin li Kurdan tê kirin.

Fehmî Burhan, bahwer e ku tiştê li Kerkûkê li hember Kurdan tê kirin ne tenê ji alîyê

Erêêêêê, erê…

Ji berê de gotine „pisîk ne li mal be mişk Ebdirehman e“ kaka.

Kerkûk di xema kê de ye?

Ma Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji çûn û hatina Bexdayê, ji seferên bê encam wext dibîne ku serê xwe bi Kerkûk û Merkûkê re bêşîne, na. Herkes ji hal û rewşa xwe razî ye. Hewlêr, Zaxo û Duhok ji PDK re û Silêmanî û derdora wê ji YNK re bimînin bes û zêdeye. Kerkûk dagîr bûye, Walî Ereb e, zevîyên Kurdan tên talan kirin, ne di xema kesî de ye canekem.

Axir, Erebên qûnreş hefsar xistiye serê Kurdekan wesselam. Gav bi gav, hêdî hêdî destkeftîyên Kurdistanê ji destê Kurdan derdixe.

Îro Kerkûk e, bi xêr û selamet sibê dora dagîrkirin û guhertina demokrafîya Silêmanî, Hewlêr û Duhokê ye.

Heta em Kurd ev xwelîser bin, wê gelek hefsarên din têkevin stuyê me wesselam…

Kerkûk

About The Author