Adil Duran

Mafya Îsmaîl

Bavê Ronahî

Bîjan Tavêjî

Lezgîn Þêxo

Tirra zilam

 

Bavê Welat     

Çar gurên har

 

Xançepeklî Mihê

Petêx

 

Mîrza Yildiz

Xilasker PKK

Babê Vînazê

Wênesazî

 

Evîndar Can

Xalê Qadîr

 

                  

        Hindik û rindik.....           Magazîna % 100 Kurdî... 

Arþîv                                 info@lotikxane.com              lotikxane@hotmail.com             Hezîran    Counter  2006

Huner ne petat û bacane

13/06/06-Hunermenda Omerî, kedkara muzîka Kurdî Þîrîn Perwer ev demek dirêje ku li Kurdistana azade û xuyaye nema destê wê ji azadîyê dibe. Rojnameya Evro bi zor û heft bela xwe gihand Þîrîn Perwer û hevpeyvînek pêre kir. Rojname jê dipirse "Þîrîn xanim, ji zûde CD û kasetên te derneketine, gelo sedem çiye?" Þîrîn xanim xwêsîya xwe dadiqurtîne û dibêje       " wehh! Ma huner petat û bacane ku meriv herroj CD û kasetan derxe!" Em bi xêra Þîrîn xanim hîn bûn ku huner ne petat û bacane..Birastî heta niha me digot qey huner "þebeþ û petîx" e..De xwedê emrê wê dirêjtir bike û tu qede û bela nede Þîrîn xanimê...Xêr û guneh di stuyê rojnama Evro de...

Kongreya Komela Tirkên dîn

12/06/06- Li Tirkiyê bajarê Çanakkaleyê Komela Tirkên Dîn kongreya xwe ya 8. lidarxist û kongre bi def û zirne bi dawî hat. Di kongrê de Osman Canik ê Laz bû serokê nû û biryarên taybet hatin girtin. Osman Canik ji me re got “ evan Tirkên ku xwe biaqil hesab dikin mala me þewitand, em hemi dîn kirin. Bi emrê xwedê û qewlê pêxember emê jî wan dîn bikin û em Tirkekî biaqil li Tirkiyê nahêlin”. Gongra Tirkên dîn, herweha manken Doga Bekleriz a ku berî niha guhê xwe bi þîrêza (zemqa) Japonî bi serê xwe ve zeliqandibû, wek dîna 2006an hilbijart û ew kir endamê rûmetê. Me jî wek Lotikxane peyamek pîrozbahîyê ji kongreya Tirkên dîn re þand û me hêvîya dînbûna hemi Tirkan kir...

Ji serokatîya partîya Kurdan çawa bû rojnamevan?

Dr.Cino Astare

12/06/06-Serokpartiyek Kurdan hebû, lê bêçare endamê wî nebû. Loma biryar da û got  ez ê rojnamevanî û nivîskariyê bikim.Xelkê deng nekir. Neha ew jî piþtî ku serdana Kek Mesûd kir û alek jê re diyarî bir, vegeriyaye Norwêçê û li ser internetê hem difikire û hem jî dinivisîne.Fikra wî ji Kurda re pir buha rûnisht - 2 milyon dolar. Xwedê bike ji neha û pêve baþ bifikire û heqê van dolaran derxîne.

Bratîya sexte

12/06/06- Ev wêne tam wek bratîya Kurd û Tirka ye. Berxikê Tirk tê ji þîrê çêleka Kurd þîr vedixwe û þîrê me diherimîne. Ma bratîya Tirk û Kurdan jî ne wilo ye? Tirk tên hertiþtên me diherimînin, zarokên me dikujin, welatê me talan dikin, û em jî wek peppûka dibêjin “em û Tirk wek goþt û nenûkê ne, brayên hev in”. Li Tirkiyê bajarê Samsûn-Çarþambayê Mustafa Akyel du berxikan dikire. Lê jiber ku diya wan tune ew çêlekê wek diya xwe dizanin û þîrê wê vedixwin. Dibêjin çêlekê jî kiriye bore bor û gotiye “erê erê, barê min girantir êmê min kêmtir bû, ma ev demokrasî ye?”

M. Alî Erbîl pê girt û li Tirkan hejand!

 

11/06/06 Ji Enqere Peymanerê Lotikxanê Gurikî radighîne: Mehmet Alî Erbîlê ku bi qeþmeriyên xwe ên di televizyonan de bala xelkê Tirk kiþandibû ser xwe, þevê din di televizyona ATVê de, vê care jî bi qereqopkê xwe girt û li xelkê Tirk hejand. Li ser wê yekê îro jî li gelek bajarên Tirkan bi sedan jin û mêr bi sebeba ku Erbîl qereqopkê xwe li wan hejandibû derketin sikakan û qêriyan: ”M. Alî Erbîl namûs bi me Tirkan ve nehiþt, wî ji televizyonan biavêjinnnn!...”Bi rastî ev xelkê Tirk tam xurifî ye, bi ê ku lê diqelibînin danakeve û bi ên ku pêþê dikênê dadikeve! Ev çawa xelk û melkin, wey bavooooo!

Homoseksuelên Tirkan û homosanpîesên Kurdan!

 

11/06/06- Stenbol-Karakoy- Peyamnerê Lotikxanê Karûþo, ragihand ku danê vê sibehê bi qasî 50 homoseksuelên Tirkan bi balefirê berê xwe dan civîna Burukselê.Wek ku nayê zanîn, Komisyona Yekitiya Ewrupayê di duwazdehê vê mehê de bi hikûmeta Tirkan re li ser binpêkirina mafên mirovan û tiþtên din li Burukselê dicive. Bi vê civîna ku hetanî bi homoseksuelên xelkê pê dizanin û Kurdên herî homosanpîes pê nizanin, Komisyon wê li dewleta Tirkan biþidîne.Îcar li gora siyasetgerên Lotikxanê heger ji koma qûndeyên Tirkan bi wir de, komek qûnparêzên Kurdan jî li ser ku Tirkan çiqas dar û jop xistibûn qûna wan, civiya bana, aha wî çaxî tam dibû meyra bi kereng!...

Pirsgirêkên Tirkiyê ket ser piþta Jîrînovskî

11/06/06- Serokê Partîya Lîberala Demokrata Rûsyayê Vladîmîr Jîrînovskî dibêje “ez gellekî ji Erdogan hez dikim, rêzê jê re digrim. Jibo çareserkirin û nirxandina pirsgirêkên Tirkiyê û têkilîyên Yekîtîya Ewrûpayê ez dixwazim wî bibînim”. Wey aferim! Li gor ku mîster Jîrînovskî dixwaze pirsgirêkên Tirkiyê çareser bike, hebe nebe ewê di serî de pirsgirêka gelê Kurd safî bike. Ji xwe li Tirkiyê pirgirêkek tenê heye ew jî pirsgirêka Kurd e. Tu pirsgirêkek din tuneye..Yabo bi soza mêrên Lotikxanê, heger Jîrînovskî pirsgirêka Kurd çareser kir, emê jêre jinekê bînin û heft þev û heft roja li def û zirnê xin! Ma ji vê çêtir!?

Rûs ji gunehê Kurda re nexweþ dikevin

10/06/06- Çapemenî dibêje ku li Rûsyayê nexweþîya AÎDSê zêde dibe û ji her 100 kesî yek jê bi AÎDSê ye. Dibêjin sedema vê jî bêkontrola têkilîyên zayendî (cinsî) ye. Rûs zêde alkolê vedixwin û ji betalî bazdidin ser hev. Xwedê gunehê milletê Kurd ji kesî re nahêle. Stalîn mala Kurda xira kir. Rûsên îro jî weke ku milletek bi navê milletê Kurd tunebe qet behsa wan nake û bi serde dost û alîkarên Saddam bûn. Îro jî eynî gû ne û bêhna gennî ji wan tê..Lê xwedê heye, jinên wan jî xweþikin haaa....Kurdino! hay ji xwe hebin. Em zanin piranîya Kurdên me jibo jinên Rûsî diçin Rûsyayê. Eman eman, go hûn çûn bêrîka xwe tije kondom û kîsik bikin.....

Rêya Hz.Silêman temam, ma dora rêya Hz.Îsa

09/06/06- Rêya ku bi  navê “Rêya Hz.Silêman” tê binavkirin û Zanîngeha Dîcleyê bi Îçkale (keleha hundur) ve girêdide hat vekirin. Êdî wê xelk bi rehetî ji Îçkaleyê derbasî Zanîngeha Dîcle a Diyarbekirê bibin. Me ev hemi fêmkir, lê em meraq dikin gelo wê kengî “Rêya Hz.Îsa” û “Rêya Hz. Mûsa” vebin û têkevin xizmeta xelkên Amedê? Em ditirsin kesên ku van rêya bikarbînin û têre derbas bibin yan wek Hz. Silêman di nav agir de biþewitin, yan wek Hz. Îsa bifirin ezmana û yan jî wek Hz. Mûsa behrê biqelêþin..De a bi xêr…

Soranekanan tam di kurmancekanan de birine!

09/06/06 Hewlêr- Ho Kurmancên ji bilî Duhokiyan! Gelo we dizanîbû ku li xwendegehên baþûrê Kurdistanê xwendina bi tirkî, bi erebî, bi farisî, bi suryoyo û temamê virqoyan serbest e, lê bi kurmancî qedexe ye? Psîkologên Lotikxanê, li ser ku hikûmeta Kurdistanê çima mîna Tirkan bi kurmanciyê re dike, ji jînekologên soranan pirsîn. Jînekologan jî gotin: ”Bo ku dengê canekem, qurbanekem û jinekem, le dengê cana min, qurbana min û jina min bêhtir bi hikûmetekan xweþ tîne, heyranekem!”

Kerametek din

 

09/06/06- Niha jî li Tirkiyê bajarê Konyayê çîçikek (çêlîka mirîþkê) çarlingî hat dinyayê. Mirovên duserî, sêçeng, heywanên duserî, çarling û sêçavî, hema bêjin roja ku ecêb û nîþanên qiyametê rû nedin kêmin. Heger rojek ji roja mirovên bêserî, bê dest û ling bên dinyayê qet þaþ nebin...

Zarqawî bi cehnemê þa bû

08/06/06-Bagdad- Terorîstê meþhûr, Erebê devbixwîn Ebû Mûssab al Zarqawî di encama êrîþa hêzên hevpeymanên Lotikxanê ve hat kujtin û bi cehnemê þa bû. Serokwezîr Nûrî Malikî û balyozê  Amerîkayê Zalman Halîlzad di preskonferansekê de kujtina Zarqawî piþtrast kirin. Di êrîþê de gerîllayên Lotikxanê jî beþdar bûn û fîþeka pêþî gerîllayê me Ebû Lotik li serê Zarqawî xist. De bila ciyê wî agirê cehnemê be...

Zinêkarê 58 salî

 

08/06/06-Li Tirkiyê bajarê Samsûnê Mevlut Yazmazê 58 salî keçika çîranê xwe a 15 salî revand û wenda bû. Mevlut Yazmazê zinêkar kurê zinêkara xwedîyê 4 zarok û zêdeyî 10 torina ye. Yazmazê zinêkar 43 sala ji keçikê mezintire û wek kalikê wê tê. Ya rebbî! Te ev tuxmê kûçik çima xuliqand? Ev tuxmê ku te xuliqand derhemek însanetî li cem tuneye û bûye bela serê beþerîyetê, wek gurê har êrîþî derûdora xwe dike..Ya rebbî! Felaketekê bîne serê van zebaniyên Tirk ku yek tenê jî ji zuryeta wan nemîne..Amîn!

Pismamên me bazdan ser wî

08/06/06-Li paytextê Ukrayna Kîev ê Þembîya çûyî Tirkê Azerî ê 45 salî li bexçê heywana xwe avêt nav þêra û xwest kerametên xwe nîþanî xelkê bide. Tirkê bêaqil got “wê xwedê min biparêze” û xwe çeng kir nav koma þêrên Kurd. Þêrên Kurd jî yek nekirin dudu, gotin “wey min di tekro” û bi diranên Kurdî ketin ser laþ û cendekê wî, perçe perçe kirin. Welhasilîkelam, xwedê alîkarîya ehmeq û Tirka nake..Ciyê wî agirê cehnemê be...

Di nav miriyan de destavêtênê!

08/06/06- Li bajarê Balikesîrê sê kesên ku keçeke 17 salî direvînin nav goristana bajêr û di hizûra miriyan de tam du þev û du rojan qûnê li diqetînin, ji bal dadgehê ve, bi sebeba ku keçik bi dilê xwe wan berdide ser xwe di cih de tên berdan. Li ser wê yekê keçik jî bi dermên dixwaze xwe bikuje, lê doktor wê xelas dikin.Li ser wê sosretê Lotikxaneyê dest avêt mijarê û ji Xwedê pirsî:"Ew çawa mirov in ku di hizûra miriyan de li wan radibe? Ew çawa dadgehe ku bi hemû haweyî keçikê tawanbar dike? Ew çawa milete ku wê tirê ji dadgeran re dihêle?"Errrek ku li Tirkiyê insan ewqasî qûnek bûne!

 

Pîroz be mîrze Lordî!

 

07.06.06-Wek hûn zanin, di eurovîzyona strana de Zebanîyên Fînlandîyayê qezenckirin û bûn mîrê muzîka sala 2006. Sîbel Tuzuna Tirka beredayî jiber ku qezenc nekiribû li zora xwe anîbû û gotibû "sala bê jî wê eurovîzyon bibe bexçê heywana" û nerazîbûna xwe li hember zebanîyên Fînlandîyayê anîbû zimên. Lê derket holê ku Sîbel Tuzuna qehpik Lordî yê zebanî bera ser xwe daye û zimanê xwe xistiye devê wî. Heger tiþtekî din jî xistibe xwe em pê nizanin, li ser bextê Lordî be, ew ji peyamnêrê me re dibêje "ez brayê we me, min heyfa Kurda ji Sîbelkê hilanî!" De destê te û piþta te saxbe mîster Lordî.....

Xîret ev xîrete

07.06.06- Li ecêba xwedê binerin. Li Tirkiyê bajarê Bursayê, Ýsmail Serkanê 15 salî jiber ku di dibistanê de dersên wî nebaþin û 11 kêmpûanên wî hene, namûsa wî qebûl nake û bi demança bavê xwe xwe dikuje. Îcar sîyasetmedarên me Kurda hat bîra me. Sîyasetmedarên me çi dikin? Ew jî bi çar desta bi kursîyê xwe digrin, partîya ava dikin, partîya xera dikin, hetta jibo ezezîya (karîyerîzma-egoîzma) xwe heval û hogirên xwe dikujin, didin kujtin lê dîsa jî xîret nakeve serê wan û heta nemrin dev ji kursî û payedarîya xwe bernadin. Îcar kî ji wan bi xîrete yabo!? Sîyasetmedarên me yan lawikê 15 salî? Biryarê hûn bidin.....

Hikûmeta DTPê li ser “fiftîfiftî” rawestiya!

 

06/06/06 Qers- peyamnerê me Simo ragihand ku serokê DTPa Qersê Mahmud Alinak li Komeleya Xwendekarên Unîversîteya Kafkasan konferansek li dar xist û di konferansê de bala tirkan kiþand ser demokrasiya “fiftî fiftî” Alinak bi kel û girî wilo gotiye: “Kurdên ku wek þexs li Tirkiyê hene, ji vir û pê ve divê bikaribin bi kurdî bipeyivin û navên kurdî li xwe bikin. Ev yeka han ji bo selameta Tirkiyê pir girîng e! Nabe ku êdî dewlet vê yekê li kurdên herêma Mezra Botanê (mezopotamya), serbest neke.”Alinak di dawiyê de jî bi hêrs dibêje ku li vê herêmê tirkî û kurdî bi kêmanî divê bibe wek tiþtekî ”fiftîfiftî kardeþim!” Alinak abêciyimiz mesela ku her insan karibe bi zimanê xwe bipeyive û navê xwe li xwe bike, bi demokrasiyê ve girêdaye û li Ewrupayê hetanî bi kûçikan jî bûne xwedî xwendegeh!

Mirad Ciwanî bi lotikan kiþiya ser Enwer Karahanî

 

06/06/06-Stockholm- Mirad Ciwanê ku di zemanekî de serkêþê DDKDê ê herî qerase bû û niha jî bûye derhêner û berhêner û sernûserê malpereke kurdî, li ser ku Enwer Karahanî, bi gotarên xwe ên torevaniya konevanî, malpera wî bi hev de anî, da ber lotikên toranî! Dibe ku hinan fêhm nekiribin bê em çi dibêjin, yanî midîrê malpera Netkurdê Mirad Ciwan, teskera Enwer Karahanê ergatîvparêz dagirt. Li gora casûsên Lotikxanê Zinarê Xamo û Þefîk Oncu jî li ser rê ne. 

Erdo dîsa çirand

 

06.06.06-Serokwezîr Erdogan li Þernexê beþdarî civîna partîya xwe bû, dîsa da nav û çirand. Erdogan kir zire-zir û got “em dest bidin hev û jibo bextewarîya vî welatî bixebitin, em fersendê nedin kesên ku dixwazin me perçe bikin. Em însana ji hev cuda nakin, ma cudaxwazî kare bê kirin? Ji neteweperestîya herêmî û ji a olî re na!” Biçirîn qurban biçirîn! Ma derew bi heq in? Ê we hûn têra xwe cudaxwazî û neteweperestîyê bikin, gava dor tê me em dibin xayîn û munafiq newlo! Kuro heçê ji we Tirka bawer bike ji we pîstire loo....

 Jin ji mêran qewîntir derketin!!

 

05.06.06-Li gora lêkolînerên Rêxistina Tendurîstiya Dinyayê World Health Organization (WHO), mêr ji jinan bêhtir sîrqûnî ne. Yanî bi zarê kubar, mêr ji jinan bêhtir bi stres in. Îcar me mijaar bir ber destê pisporên Lotikxaneyê ên tenduristiyê û ji wan pirsî: Pisporan, lêkolîner piþtrast kirin  û ew yeka han bi þîqeþîq, wîqewîq û zîqezîqa jinê ve girêdan. Li gora pisporan mêr her tiþtî di xwe de û jin jî tiþtekî di xwe de nahêle, mesele eve ha!

Tirkan bazdan ser û wê jî got “normal”e!

 

05/06/06- Mankena rûsî Olga Tyutma, par li Antalyayê gava ji barekê derketibû, çend xortan ew revandibûn û hetanî sibehê bêwestan bazdabûn ser, di dawiyê de ji masmedyayê re peyivî. Peyivî lê çawa peyivî aha ew xwþ e. Xanim bi haweyê ku li Tirkiyê tecawuzkar di turîstên mê de nebihurin peyivîye. Tolga xanim bi dilpijokiyeke mezin wilo dibêje:”Sê xortan ez bi zorê revandim û hetanî sibehê bi min hilketin. Ez wan xortên tecawuzkar nas nakim, lê tecawizkirina min normal bû.” Keçê ev tu çi dibêjî! Xelk bazdin ser mirov û mirov jî bibêje ”normal”e, wilo çilo ye, yaho! De baþ e, madem ”normal” e, ber bi xançepikiyên me de jî biçe, hi!

Bav jî çû keç jî çû

05.06.06-Li Qoserê (Kiziltepe) Selahattîn Aksûyê 31 salî û keça xweya 4 salî di nav erd de kujtî hatin dîtin. Selahattîn debar û îdara mala xwe bi cenantîyê (bi avdana erd) dikir. Kes sedema kujtina wî nizane. Me kujtina Selahattîn fêmkir, lê we çi ji keçika 4 salî xwest hey agir bi mala we ketino!Ma keçika þar salî a kujtinêye? Ne wîjdan maye ne însanetî..De xwedê we bi cehnemê þa bike rebbî... 

Serok ev seroke!

 

04.06.06 Þaredarîya Dikarbekirê biryara paqijkirina kuçe û kolanên bajêr daye. Di serî de jî Serokê Þaredarîyê Osman Baydemîr daketiye kolanê û dest bi paqijîyê kiriye. Kî mala xwe xiradike û dibêje Osman nikare bibe serok? Serok ew seroke ku di tengî û firehîyê de bi gel û di nava gelê xwe debe, li çiyê di pêþîya gerîllayên xwe de be û li bajêr jî berî gelê xwe kuçe û kolanên xwe paqij bike..Serokatî ne ewe ku meriv hema bixwe, vexwe û zikê xwe mezin bike bavê min! Wey tu her bijî bavê Mîrzanyar!!

Çolajanê diz

04.06.06-Nivîskar û dijminê Kurd Emîn Çolajanê ku tilîya xwe di her karî de radike, îcar jî dest avêt hesabên bankê ê hinek sîyasetmedara. Lê piþtre derket holê ku Emîn Çolajanê melez û jina xwe xwedîyê serwetek mezin in û kes nizane bê wan ev pere ji ku anîne. Di hesabê wan de 9 milyon dolar, 565 hezar lîreyên Tirkî (565 milyar) derket holê û jixwe pereyên veþartî nayên hesêb. Li gor sîxurê Lotikxanê ê di Parlamentoya Tirkiyê de dibêje, ewî ev pere ji parsekîyê bidestxistiye û hema kî hestîyekî bavêje ber ew dibe zilamê wî û dewlemend dibe. Herweha dibêjin ku Çolajan jî ji xwe re nijdevanîyek (çete) ji rojnamevana çêkiriye û di ser re û bin re parsê dike û malê xelkê dixwe. De xwedê wî bibelqitîne û mesix bike rebbî.....

Dr.Yekta Uzunoglu xelata xwe girt

 

04.06.06- Dr.Yekta Uzunoglu roja Pêncþemê (01.06.06), xelata Frantisek-Kriegelê ku yek ji girîngtirîn xelatên Komara Çekî ye, li Praga paytext, bi rêwresmek mezin ya li Qesra Klementinumsê, ji destê serokê jurîyê wergirt. Di rêwresma xelatdanê de li gel serokkomarê kevn ê Komara Çekî Vaclav Havel, arîstokratê navdar Karol Schwarzenberg, alimê Komara Çekî ê mezin, serokê Nadace Charty 77, Prof. Frantisek  Janouch serokê Pena Çekî Jahn Stranîskî, siyasetmedarê almanî Bernhard von Grunenberg, hevalê Dr. Qassemlo Prof. Lersch, keça Dr. Qassemlo Mîna Norlîn, serokê Enstîtuya Kurdî ya Brukselê Derwêþ Ferho û li dora 200 huermend, sîyasetmedar û dostên Uzunoglu beþdar bûn.  Em wek xebatkarên Lotikxanê birêz Uzunoglu ji dil pîroz dikin û berdewamîya serketina wî dixwazin

Keça bavê xwe

13/06/06- Li bajarê Êlihê (Entabê) Keça bi navê H.O (16 salî) xalê xwe Îbrahîm Guler (60) di nava bajêr de da ber gullên demançê û heyfa bavê xwe hilanî. Kurên xalê wê Îbrahîn Guler jiber mal û mîrata malê dinyayê berî bi 10 mehan keçikê kujtibûn û ev êþ di dilê H.O wek kulekê mabû. De îcar li namûsê û xîretê binerin! Ê me em Kurd bi hezarê salane di bin zilma dewleta Tirk de ne, Tirkan bi hezaran bav û kalên me kujtine, lê em wek vê keçikê nikarin heyfa bav û kalên xwe hilînin û wek peppûkan sertewandî digerin. Birastî em sertewandî nagerin haa! Em ji xwe fedî nakin wesselam!

Tirk Karadaxê nasdikin

13/06/06- Dewleta Tirk Karadaxa ku ji Sirbîstanê veqetiya û serxwebûna xwe êlan kir, nas kir. Berdevkê Wezareta Derve a Tirkiyê ragihand ku ew serxwebûna Karadaxê nasdikin û ewê pê re têkevin nav têkilîyên dîplomasîyê. Me xwe bi telefonê gihand berdevkê Wezareta Derve mîster Virqo û me jê pirsî: Baþe hey bêbext! Madem hûn tuxmê qantirê hevqasî mirovhezin, hûn çima baþûrê Kurdistanê nasnakin? Ewî bi gef û gur, bi bêhntengî bersiv da: Hiþþþþ! Behsa Kurdistan-Murdistanê nekin! Em wek goþt û nenûkê ne, me dîk û mirîþk dane hevdu û xwîna me li hev geryaye”. De xwedê tuxmê we ji dinyayê biqelîne rebbî.....

Amed Tigrîs vê carê jî bi xilç da bin me hemiyan!

 

12/06/06- Amed Tigrîsê ku di demekê de, di zanîngeha MEDTVê de bûbû profesorê zimên û xwendekarên xwe hînî zarê Kurmanciya nêr dikir, vê care jî di Peyama Kurd de wek nivîskarê gihê û pincêr, me hemiyan dike kereng û dibêje:“Piraniya nivîskar û hunermendên Kurd wek kerenga li ber bê ne. Ba bi ku ve here ew jî bi wir ve digindirin. Kîjan siyaset xurt be, li dahola wê siyasetê dixin. Sibeh û êvarê ne li heman cihî ne.” Yaho hema helal be ji te re û hew! Abêciyim em bi te re jî mane heyirî. Geh tu dibêjî “Dîtina Amca hêsan e, lê fêhmkirina wî zor e, heçê ku neçe wir xayin e!” Geh tu dibêjî “Ê ku biçe ba Amca tirodînî yî!” Geh tu dibêjî “De hema li min negrin min çi got.” Wilo nabe heyran. Yan bêje "reþ"e yan bêje "spî" ye...Ev hemi dikevin arþîvan haaa!!

Hinekî bidin me jî bavo!

12/06/06- Dibêjin xelkê êdî dev ji teqsî, ker û qantiran berdaye û bi qemyonan bazirganîya eroînê dikin. Barê ker û qantiran nema têra wan dike. Li Colemêrgê þifêrê bi navê A.K ji Îranê 280 pakêt (145 kîlo) eroîn di qemyona xwe de vediþêre û tîne bakurê Kurdistanê da ku biþîne Ewrûpayê. Lê kûçikê Tirk ê bi navê “Hera” çavnebarîyê dike ciyê eroîna di qemyonê de kifþ dike, derdixe holê. Heyran bi xwedê xelk jêhatîne haa! Kurdên me li Ewrûpa heta giramekê peyda dikin çavê wan derdikeve, ê xelkê bi qemyonan bardikin bavo! Binerin di bazirganîya narkotîkê de jî yekîtîya Kurdan nîne. Heger Licîyên me seroketîya “Partîya Narkotîka Kurdistanê” kiribana û yekîtîya “Narkomanên Kurd” avakiribana,  bawerkin niha emê dewlemendên dinyayê bûna û welatê me ji zûde xilas bibû..De xwedê kerîme....

Mêrkê Kurd yan wê mêrekî bikuje yan wê jinekê bîne

11/06/06- Ev metelokên Kurdî çiqasî rast derdikevin hûn zanin! Hemi serpêhatî û bûyerên rasteqîn in. Li Diyarbekirê qeza Licê, berî heft meha zilamê bi navê S.B (45 salî) keçika bi navê H.Y (20) direvîne û diçe xwe li bajarê Sêwasê vediþêre. S.B mêrê 2 jina û 7 zaroka ye. Yanî S.B ê timakar ji du jina têr nebû a sisiya jî revand û mala xwe xira kir. Welhasil, malbata keçikê wan diþopînin û li Sêwasê digrin. Wî tînin Licê, di nava zevîyekê de guhê wî jêdikin, têra wî lêdixin û devjê berdidin. Bi xwedê malbata keçikê dîsa jî xwedî wîjdan bûne ha! Em wek Lotikxane bûna, meyê hem guhê wî jêkira, hem çavekî wî derxista û hem jî ew bixesanda! Malneket! Ma du jin ne besî te bûn oxlim!? Ma ne ji berê de bapîrên me gotine “mêrkê Kurd go halê wî xweþ bû, yan wê mêrekî bikuje yan wê jinekê bîne”. Em jî bi xwe re mane halekî heyirî..Ma heta ev aqil û nezanî li cem me hebe emê çawa ji bin nîrên koledarîyê rizgar bin û welatê xwe ava bikin heyran!?

 

Diza nebin nav diza da ji hev fêrnebin tir û fisa

11/06/06- Ji berê de gotine “kera nebin nav kera da ji hev fêrnebin tir û fisa”. Lê me jî qulipand “diza nebin nav diza da ji hev nebin tir û fisa”. Li Tirkiyê bajarê Antalya, du tûrîstên Alman Hany Verner B.(49) û Hans Goorge K. (58)  dest bi dizîyê kirin û hatin girtin. Êêê, tabî canim! Gava meriv li welatekî mîna Tirkiyê û di nava diz, çete û teþqelcîyên Tirk de bijî, helbet yan meriv wê bibe diz, yan çetecî û yan jî zinêkar. Herdu tûrîstên Alman jî dizî ecibandin û bi saya Tirka bûn diz. Yek ji wan ji çapemenîyê re dibêje “ez ne ji piþta bavê xwe bim min digot qey dizî li Tirkiyê adete, min dît ku Tirk dizîyê dikin min got qey kesê dizîyê neke ne zilame û min jî dizî kir”. De oxira we a Filîtê Quto be....

Pirsa Kurdî siyasî ye û divê bi þêweyekî lotikvanî bê çareserkirin

10\6\06 - Delegasyonê Grûpa Lîberalan ya Parlementoya Ewrûpayê Andrew Duff radigihîne ku ger Tirkiye, pirsgirêka Kurd çareser neke, em rênadin ku bibe endamê Yekîtiya Ewrûpayê. Andrew Duff, diyar dike ku pirsgirêka Kurd, pirsgirêkek siyasî ye û divê bi þêweyekî siyasî û lotikvanî bê çareserkirin. Duff ji Lotikxanê re got „yabo bi Îsa û Muhemmed, Tirk ji lotika pêve ji tiþtekî din fêmnakin. Heta lotikên hesp û qantira li serê wan nekevin ew biaqil nabin“ De xwedê xêra te qebûl bike mîster Duff….

Hawar ji destê Romîya

10/06/06-Tirkek ji yên Ezeromê yê çerm çûr (zerik) bi nawê  Bulent Ayber,  Bajar,bi bajar digere  dibêje: Ez  Profesor, Hans Bonn Einbergê Almanim û bûme misilman . Pirtûkekê jî çap dike , bi malperên înternetê misilmanên saf dixapîne û paran ji wan diçirpîne.Piþtre li bajarê  Balikesîrê hat girtin. Di nav Tirkan de gelek kesên sextekar wek Bulent  di bin navê profesor û alimên ku berê Xiristîyan bûn, paþê rêya rast naskirine û bûne misilman hene. Tik ji wan re dibêjin : „ ZÎK- ZAKçi Dolandiricilar“ ango (Fêlbazên Çîlaçep), bi zimanê Lotikxanê jî dibe misilmanên xapînok. Ma ne ji vê zîq-zaqîya wan ba, wê çawa karîbana 900 salan me Kurda bikin kolên xwe? Ma Sultanên Osmanîyan bi vê zîq-zaqê  welatên Îslam hemî talan nekirin? Ma li Mekê û Medînê heta çûbbe û rîha Pêxember talan nekirin neanîn Stenbulê?, Kurdîno! Jibîrnekin Tirk tu wexta nebûne misilman û nabin misilman, bi tenê misilmanîyê jibo berjewendîyên xwe bikartînin. Hay ji xwe hebin…

Bi bûkanî raza, bî þiyar bû

10/06/06- Li Londona Brîtanyayê Jayne Healey (26) bi bûkanî ket ber mêrê xwe û serê sibê wek jinek bî (bê mêr) þiyar bû. Piþtî hevalbendîyek heftsalî Jayne Healey û Paul biryarê didin ku bizewicin û jiyana xwe bikin yek. Welkasilîkelam dizewicin û þeva keçkanîyê herdu dikevin paþila hev û dikin xir û hey xir..Serê sibê Jayne xanim radibe ku mêrik krîza dil derbas kiriye û hiþk û hola bûye. Rebena Jayne Healey li serê xwe dixe û dike qîrîn “wey Paulo, wey Paulo! Wey li min bêmiradê, wey li min porkurê! Lao Paulo min digot key tu wek keleþkofêyî, lê te xwe li ber derba min negirt û fîþeka te li te vegeriya! Hey wax hey wax Hesenîkê Mala Mûsa!” û serê xelk û cîranê xwe bir..De xwedê vê carê keleþkofek Kurd bike qismetê te rebbî.....

Lotikvanîya dinyayê îro destpêkir

09/06/06- Îro heyecana fûtbola jibo kûpaya dinyayê li Almanya bajarê Munîhê destpêkir. Maça pêþî bi Almanya û Kosta Rîca destpêkir û rê ji lotikvanîyê re vekirin. Wê di vê pêþbirkê de taximên 32 welata beþdar bibin û têra xwe lotika lihev xin. Me jî wek Lotikxane peyamnêra xwe Fatima Basketbolcî wek temaþevan þand Munîhê û ewê bi zindî nûçeyên lotikvana ji me re biþîne. Emê jî carcara ji xwendevanên xwe re lotiknûçeya binivîsin û xwe li erdê xin. Dibêjin perayekî mezin di fûtbolê de heye. Nizanin em jî rabin taximekî bi navê “Lotikxanespor” çêkin em çi bikin!

Di navbera Xelîl Û Celîl de man

09/06/06-Yekîtîya Polîsên Qûnde (Gay Police Association) ku ji polîsên gûnde û jinên lezbîyen pêk tê, polîsên Tirk dawetî konferansa xwe kirin. Rêxistina ku navenda wê li Londrayê ye, wê îsal konferansa xwe li paytextê Swêdê Stockholmê çêke. Polîsên Tirk li ser vê dawetê mane halekî heyirî û behitî mane. Ev cara yekeme ku Yekîtîya polîsên Qûnde polîsên Tirk dawetî konferansa xwe dikin. Me bi telefonê xwe gihand Yekîtîya polîsên Qûnde û me ji wan pirsî: Hûn çima qûnde ne? Berdevk bersiv da: Dinya hurrîyete, divê meriv xwe ji tiþtekî mehrûm nehêle. We çima polîsên Tirk dawet kiriye? Tiþtê em zanin padîþahên Osmanî hemi qûnde bûn. Hetta Atatirk jî di kerxana Selanîkê de hatiye dinyayê. Em texmîn dikin ku piranîya polîsên Tirk jî qûnde ne. Jiber vê me xwest em hevalên xwe bi tenê nehêlin”.  Dibêjin polîsên Tirk di navbera Xelîl û Celîl de mane. Ger herin konferansê wê qûndetîya xwe îspat bikin, ger nerin konferansê jî wê ji xiyarên Ewrûpî mehrûm bimînin. De ew û xiyarên Ewrûpî li hev....

 

Fîlê welatparêz li ê Tirk qeliband

 

09/06/06- Li bajarê Valençîa ê Îspanyayê, li bexçê heywana fîlekî welatparêz êrîþî yekî Tirk kir. Tirkê bi navê E.C di bexçê heywana de wek karkir dixebitî û pir tade li fîl dikir, ew birçî dihiþt û hetta bi þev li dora namûsa wê digeriya. Fîla mê jî fîlek bi namûs bû û bênamûsî tehamul nekir û êrîþî bênamûsê Tirk kir. Fîlê çengekî (mil-pî) ê Tirk jêkir û ew þand nexweþxanê. Þensê ê Tirk hebû ku dokrora çengê wî dîsa bi ta û derzîyê pev dirûtin û xistin cî. Piþtî emelîyata 8 seeta doktor ji me re got “allahwekîl fîla welatparêz tir ji ê Tirk berda”. De xwedê emrê fîla welatparêz dirêjtir bike rebbî...

Çi jê biherike êdî serbest e!

 08/06/06- Enqere- Wek tê zanîn û nayê zanîn, hikûmeta AKPê ji bo ku xwe têxe çavên ewrupiyan, bi sazkirina gelek qanûnên ku yekser bi namûsê ve girdayîbûn, pir pê li þexsiyeta islamî kir. Hikûmetê doh jî li ser ku jin di rojên xwe ên cilan de jî serbest bikaribin sporê bikin, bi komek profesorên xwe ên wek Prof.Dr.Tunç Alp, Prof.Dr.Mahmut Nedîm Doral xuyayî re civiya. Di dawiya civînê de bi qanûnekê hat ragihandin ku ji vir û pê ve êdî antrenor wê nikaribin ji lîstikvanên xwe ên mê bipirsin bê ”ma tiþtek ji te diherike yan na? Heger biherike qedexe ye ku tu sporê bikî!”Em wek malbata Lotikxaneyê bi vê qanûna ku ji kê çi biherike serbest bûye, pir kêfxweþ bûne û hêvîdar in ku hikûmeta AKPê di demeke nêzîk de, li qanûneke ku li Tirkiyê jin û li Kurdistanê jî mêr, çi tiþtê ku bixwazin karibin serbest têxin xwe, bisebibe! Gurikî

Xwedê bide nabê tu keça kê yî

08/06/06- Herdu lîztikvanên navdar Angelîna Jolîe û Brad Pîtt bûn dê û bavê keçekê û navê wê kirin Þîloh. Dinya û alem bi dû dîtina keçikê de bû û meraqa reng û þenga wê dikirin. Lê go xwedê bide nabêje tu keça kêyî yan kurê kêyî. Dê û bav sûretê (wêne) keça xwe Þîlonê bi 4 milyon sterlîn firotin kovarek magazînê û serweta xwe duqat kirin. Ma em bêjin çi heyran! Bila xwendevan û xebatkarên Lotikxanê ji birçîna bimrin û bila sûretê keçên xelkê bi 4 milyon sterlîn bên firotin. Ma ev bû wîjdan!? Dinya bi dorê ye..Ma helbet wê rojekê xwedê di kulekê re ji me re jî bavêje....

Ma kî ne zilamê Sûrî ye?

08/06/06- Yabo em bi van Kurdên xwe ên rojava re mane halekî heyirî wey. Heçê radibe û dibêje “bi telaqê bê fitû filankes û filanpartî zilamên Sûrî ne”. Em jî nema zanin bê kî zilamê Sûrî ye, kî mixebarate û kî þirta ye! Niha jî birêz Dr.Tewfîq Hemduþ û Dr.Þêrkoh Ebas jî ketin nav karwanê devavêtinê û lotik li hinek partiyên rojava xistin. Em bi xwe þaþo-maþo bûne. Niha bêhna mixabarat û zilamtiya Sûriyê ji kes û partiya bihata, meyê cil û bergê wan bêhn bikira û tê derxista bê kî zilamê Sûrîye û kî zilamê Lotikxanê ye. Lê vê malmîrata parfuma Ewrûpayê bêhna xwêdana zilamtiya Sûriyê ji xelkê dibe û meriv dixapîne haa..De a bi xêr û xwedê sebrê bide Kurdên rojava...

Sosyal Kapîtalîst Gorbaçov

08/06/06-Afirmendê Glasnost-Perestroykayê, kevneserokdewletê SSCB (Rûsya) Mîhaîl Gorbaçov bi þirîkatîya bazirganekî din rojnameya bi navê Novaîa Gazeta kirî û bû sermayedar (kapîtalîst). Gorbaçovê ku bi polîtîka Glasnost û Perestroykayê SSCB ji hevde xist û perçe-perçe kir, êdî wê bibe patron û karkera li cem xwe bixebitîne. Yanî; Gorbaçovê sosyalîst, bû „kapîtalîst Gorbaçov“ û heta bi ber di SSCB û karkerên Rûsyayê de bir. Ê jixwe ji xerîta serê wî xuyabû ku dixwaze bibe sermayedarê dinyayê û heyfa xerîta serê xwe ji xelkê hilîne..De herkes li feqîr û karkiran rast dike, bila ew jî rast bike ma dinya xira nabe! Ew jî zêdebûna ser kezêbe ye…  

George Bush dîsa li Erdogan qeliband!

 

07/06/06 Peyamnera me Roda Rodî ji Washîntonê ragihand ku Bush civanê hevdîtina bi Teyib Erdogan re serguherî demeke nediyar kir. Wek tê zanîn, serokwezîrê tirkan li dora mehekê bû ku serî li Qesra sipî dabû; da li ser xwefiroþiyeke teze bi Bush re bazarî kiribaya. Yanî mîster Bush li Erdogan çirand qûþ....

Tîlman Zulch bû pêþmerge

 

07/06/06 - Tilman Zülch Serokê Komeleya Gelên Geflêxwarî bi serdanek fermî çû baþûrê Kurdistanê. Zulch di serdana xwe de rayedarên hikûmeta Kurdistanê dîtin û biryar girt ku li Kurdistanê þaxekî komela xwe veke. De pîroz û bimbarek be, li gelê Kurd pîroz be. Tîlman Zulch jibo gelên bindest û bi taybet jibo gelê Kurd xebatên hêja kirine û jiber vê xebata wî jî ji alî cîgirê serokê parlamentoyê ve madalya Pêþmerge wergirt. Yanî; Tîlman Zulch ket nav refên pêþmerge û bû pêþmergeyê Kurd. Me jî wek Lotikxane biryar daye ku li Kurdistanê baregehekê bi navê „Cotikxane“ vekin û tê de neteweperestên Kurd perwerde bikin. Lê jiber ku niha dewletên dinyayê ketine dora tenûrê, mixabin em di rêza dawî de li ser lingehî sekinîne. Heta dor bê me xwedê kerîme…

Çi keramet di mizgeftê de heye?

07.06.06- Em nizanin bala we dikþîne yan na? Piranîya eroînkêþ û esrarkêþên li Tirkiyê di avrêjên (tuwalet) mizgefta de derzîya li xwe dixin û gellek ji wan jî di van avrêja de dimrin-yan jî þehîd dikevin(!) Birastî me sedema vê fêmnekir. Lê me xwe gihand melleyê  mizgeftek ji ên Stenbolê û me sedema wê jê pirsî. Ewî got “qurban welle me jî fêmnekir. Qehpikên kerxanê piþtî pîr dibin tên mizgeftê tobe dikin, eroînkêþ tên li avrêjên mizgeftê derzîya li xwe dixin, jinên zinêkar zarokên xwe davêjin devê deriyê mizgeftê, welhasilîkelam em bi van bêbava re ketine belê û wextî em jî ji rê derkevin”. Lê eroînfiroþê bi navê Ûstûracî Ehmed ji me re got “bi serê we, di avrêjên mizgeftê de eroînkiþandin wek cewahire (xwarina herî xweþ) û em ji tama wê têr nabin. Herweha gunehê me jî siviktir dibe”. De xwedê wan haþ bike, aqlê wan bîne serê wan û 100 gramî ji gunehê wan efû bike rebbî...

Pisîkên Wanê li Zonguldakê derketin

06.06.06-Li Tirkiyê, bajarê Zonguldakê Esra Akdûman û keça xwe a 8 salî Ayþe Tûna mîna pisîkên Wanê rengê çavê wan cuda ne. Çavê rastê þîn û ê çepê jî þînê qehweyî ne. Kesên ku wan dibînin ecêbmayî dimînin û dibêjin „wey, pisîkên Wanê bûne însan lao!“ Esra Akdûman dibêje „kesên me dibînin ji ecêbmayînê bêhiþ dikevin. Hinek jî bawer dikin ku em lensên bi rêng bikartînin, lê rastîya rengê çavê me ev e. Hetta doktorê me jî wextî ji þaþbûna bimira“. Yaa! Pisîkên me ên Wanê ji diziya Tirka mahrûm mabûn, wa Tirkên dizek rengê çavê wan jî dizîn û kirin malê xwe. Ma tiþtekî ku nedizîbin maye gelo? Na! Dizek tuxmê dizeka......

Mirov çawa dikare bibe nivîskarê Kurd û xwedîyê jiyanek bê problem?

Dr.Cino Astare /Swêd
06.06.06-Swêd- Yên ku dixwazin bibin nivîskarekî Kurd wek Mele Beþar bikin. Kotekek xweþ li jina xwe bixin, ku hûn bikaribin bikevin di hepsa Swêdê de. Li hepsê, hûn ê bikaribin çend kitêban ji xwe re binivsînin. Feyda vê çalakiyê: Hem ji pîreka xwe xilas dibî û hem ji xwe re jinek nû tînî û di vê navberê de jî çend kitêban dinivisînî û dibî nivîsakarekî Kurd.

Mirov çawa dikare karkenar (teqawît) bibe?
Di vir de du rê hene:
A) Wek Adil Zeytûn ji xwe re malek bi du qat û bi balqon kirê bike. Paþê bê sûc û sebebek êvarek li jina xwe bixe û wê ji balqonê biavêje xwarê. Lê di vê heyamê de, berî ku jinikê ji balkonê biavêjî, here der û dora bimeyzîne, ku cîran pê nehesin. Paþê here ji doktor raporek psîkolojîk bixwaze. Tu wê hem bibî nivîskar û hem jî karkenar (teqawît). B) Yan jî wek Saloyê Simsar þevek gava jina te li malê razayî be, findek pêxistî bihêle û devê pencera jî veke ku ba li finda vêketî bide û agir bi cî û nivîna keve. Jinnik bê ku ji xew þiyar be, di nav dû û dûmanê de jahrî dibe û tu jê pak dibî. Dawiyê jî sê caran bi dengek bilind bang bike. Agir ketiye mala min, strana Beytocan dubare bike. Roja dinê here raporek psîkolojiyê bigre û xwe karkenar (teqawît) bike.
Di vir de pr grînge ku tu roja vê çalakiya xwe, li hefteya Lusiya bikî, ku ew roj li Swêdê li her malekî find vêketî ye.

Ha bratî eve ha!

 

06.06.06-Rayedarên girtîxana Erzeromê destûrê nade ku 23 girtîyên hevalbendên PKK bi telefonê bi xwedîyên xwe re bi Kurdî biaxivin.Bi ser ku girtîyên Kurd serî lê dane ku ev rewþ bê guhertin û ew karibin bi Kurdî bi xizmên xwe re biaxivin jî, lê rayedar dibêjin “di Makzagona Komara Tirkiyê maddeya sêyemîn de yekîtîya dewletê, zimanê fermî, al, marþa netewî û paytext nayê guhertin, zimanê fermî Tirkî ye û kes nikare bi zimanekî din bipeyive”.  Jiber ku em Tirka nasdikin em tiþtekî nabêjin. Lê kesên ku Tirkên heramzade wek brayên xwe qebûl dikin û ji sîyaseta wan re xizmetê dikin bila aqlê xwe bidin serê xwe û bifikirin... 

Ya star!

06.06.06-Li febrîqa (karxane) betonê a li ser riya Diyarbekir û Elezîzê, di navbera karkir Haci A û þef Huseyîn A de nîqaþ destpêdike û Huseyîn A dev li guhê rebenê Hacî A dike. Guhê rebenê Hacî li ser rehekê (damar) dimîne û hevalên wî bi zor wî dighînin nexweþxanê. Me digot qey pisîk û kûçik dev li guhê mirova dikin! Me nizanîbû ku zilam jî dev li guhê zilama dikin bavo! Bi xwedê û pêxember divê em ji îro û pêve hay ji guhê xwe hebin û ji xwe bitirsin heyran. Dinya bûye berdî berdan ha, bext nemaye bavo....

Peymana Waþîngtonê

05.06.06-Rêveberên Lotikxanê û Serok Bush li Waþîngtonê hatin ba hev û peymanek dostanîyê îmzekirin. Di hevdîtinê de rewþa cîhanê, a Rojhilata navîn û bi taybet jî polîtîka Lotikxanê hat nîqaþkirin. Serok Bush kêfxweþîya xwe anî zimên û got "em xet û polîtîka Lotikxanê nêzîkî xwe dibînin, lotikên me wek hev deng derdixin û ev jibo aþtîya cîhanê pêwîste" û piþtgirî da me.Berdevkê Lotikxanê Sofî Xelef jî "Pirtûka Sor" a Lotikxanê dîyarî Serok Bush kir û peyman hat îmzekirin. De ser xêrê be, çavê Kurda ronî be...

Ev çi cesarete lo!?

05.06.06-Serokê Mazlûmderê (Komela jibo Mafê Mirov û Mazlûma) Ayhan Bîlgen çavê xwe girt û devê xwe vekir. Bîlgen dê û jinê artêþa Tirk anî pênc pera û gef li wan xwar. Bîlgen li bajarê kayserîyê got “kesên ku îrade û tercîhên me bi tiþtekî nahesibînin û vê jî bi hêza çek (sîleh) û unîformayên xwe dikin, bila bizanibin ku tutiþt wek berê nabe. Tîr di çewêl de hilnayê” û meydan ji Artêþa Tirk re xwend. Bîlgen artêþ û serekerkanîya artêþê destnîþan kir û got  “artêþa ku xwe wek xwedîyê dewletê dibîne dixwaze biryarê li ser îrada me û kesayetîya me bide. 70 kes (general) dixwazin hikmê li 70 milyonî bikin û terorê li ser me dikin” û filan û bêvan. Wey eferim loo! Ev cesaret ji ku tê qurban? Bila Wezîr û Serokwezîrên ku newêrin li ber artêþê bêjin “kip” û bi xwe de dirîn bi qurbana van gotinên te bin rebbî...Hema derew be jî gotina rastî xweþe haaa.....

Destebrakên hev

04.06.06-Komela Fikra Atatirkî û Zanîngeha Gazî bihevre li ser Atatirk û fikrên wî konferansek çêkirin. Serokkomar A.Necdet Sezer û Balyozê Çînê ê Ankarayê jî beþdar bün. Birastî me nizanîbû ku Çînî hevqasî aþiqî Atavirqo ne û mirîdê wî ne. Balyoz Song Aîguo bi zimanê Tirkî di konferansê de axivî û got “heyran allahwekîl, Atatirk yek ji erkanîdewlet ê herî mezin ê sedsala 20 a ye. Ew ji gelên bindest re bûye rêber û di nava me Çînîya de xwedî rûmetek mezin e. Fikra Kemalîzmê jibo me Çînîya ciyekî taybet digre” û filan û bêvan. Lê xuyaye mîster Balyoz Song jibîr dike ku Atavirqo di kerxana Selanîkê de hatiye dinyayê û pedofîl bûye. Îcar em vê hezkirina Çînîya û Atatirk ji Maocîyên Kurd re dihêlin û bila ew ji xwe re biryarekê bidin...

Satilmiþ, Durmuþ û Duþmuþ

04.06.06- Serokê Beledîya Ezercanê Mehmet Buyruk û heyeta meclîsa beledîyê biryarê didin ku êdî tukesek li ser tabelayên dikanên xwe navên bîyanî bikarneynin û tenê navê Tirkî bikarbînin. Kesên ku navên biyanî bikarbînin ewê destûra vekirina dikanê nestînin û nikaribin bazirganîyê bikin. Meselen wê “cola, dîlan, baybay” û wekî din qedexe bin. Jiber ku ji sedî 90 ê zimanê Tirkî biyanî ye (Kurdî, Farisî, Erebî), tenê ji sedî 10 dimîne û ew jî hemi “satilmiþ, durmuþ, duþmuþ, bozulmuþ” û hemi miþ û muþ in. Îcar heçê van nava li dikana xwe bike allahwekîl wê qismetê wî bê girtin û ji birçîna bimre....

Peywendî baþe, lê dostanî çêtire

03.06.06- Dibêjin li Zankoya (Zanîngeha) Duhokê anketek li ser peywendîyên Kurdistanê û Îsraîlê çêkiriye û di encama anketê de ji %73,25ê gelê Kurdistanê ligel Îsraîlê peywenîyên xurt dixwazin. Li bajarên Duhok, Silêmanî, Hewlêr û Kerkûkê ji 1600 kesî pirs hatine kirin û Kurd dibêjin “bavê min, ma jixwe Îbrahîm Xelîl Pêxember Kurd e, ji Heranê ye û kalikê Îsraîlîya ye. Yanî em Kurd û Îsraîlî xal û xwarziyên hev in, ma emê çima xêra hev nexwazin” û dilxweþîya xwe anîne zimên. Em xal û xwarzîtîyê nizanin, lê di sîyasetê de tê gotin ku “dijminê dijminê min dostê min e”. Îcar heta Tirk, Ereb û Ecem hebin divê dostanîya Kurd û Îsraîlîya neyê piþtguh kirin. Bizanin ku berjewendiyên netewî di ser hertiþtî re ye...De haydê a bi xêr...

 

Thank You Times!

03.06.06-Rojnameya Times di hejmara xwe de nexþeyek belav kir û texmîna welatên ku wê di 2020an de serbixwe bibin weþand. Di nexþeyê de Timesê cîh daye serxwebûna Kurdistanê jî û ev zêde li zora Tirk û çapemeniya wan çûye. Em bi navê Lotikxanê spasiyên xwe pêþkêþî xebatkarên Timesê dikin ku cîh daye serxwebûna Kurdistanê û heqê Kurda wenda nekiriye. Thank You Times!

Elqaîdeyê li El Hizbullah û El Ayetullahan rast kir!

 

03/06/06 Bêrûd- Peyamnerê me ê Rohilata Navîn Mihemmed Ehmed Abdullah, radigihîne ku serokê El Qaîdeyê Hezretê Ebû Mûsa Zerqawî, kaseteke xwe þandiye radyo û televizyonên libnanî û di kasetê de bi kufriyatên ji dînê felekî, hezretê Ayetullah Sîstanî û sekreterê Hizbullaha Libnanê Hesen Nesrullah þerpeze kiriye. Misilmanê bi nav û deng Zerqawî di kasetê wilo dibêje:”Emerîkî û ewrupî tecal in û Sîstanî û Nesrullah jî bûne hevalbendên tecêl! Ew miþrik û murtud in.” Ulemauddîn Zerqawî divabû ji wan re gotibaya ”minafiq”jî, lê negotiye. Xuyaye ji bîra kiriye. El Zerqawî bi vî haweyî dawiyê li gotina xwe tîne: ”Sinnî divê zû xwe ji þerê bi þîîyan re amade bikin!...” Tekbîrrrr!

 

Ya xweda ka aqil!?

 

03.06.06 Hindîstan-Kî dibêje Hindîstanî ne modern û pêþketî ne? Werin li ecêba xwedê û ehmeqîya însana binerin..Li herêma Orîssa a Hindîstanê, jinikek dil dikeve marekî kobra û li pêþberî 2 hezar kes bi dawet û dîlan bi marê kobra re dizewice. Jinika bi navê Bîmbala Das a 30 salî ji çapemenîyê re dibêje “jiber ku mar nikare bipeyive û ji peyva me fêm nake, em bi awayekî taybet bi hevre têkilîyê datînin. Çi cara ku ez þîr datînim nêzîkî ciyê ku mar lê dimîne, ew tê û þîr vedixwe. Ew qet ziyanê nade min”. Bavê keçikê Dyutî Bhoî jî dibêje “ez bi zewaca keça xwe bextewar im. Keça min nexweþ bû, perê me nebûn em wê bibin tedawî bikin. Lê piþtî ku þîr ji mar re bir, ew aþiqî mar bû û ji nexweþîyê rehet bû. Ez bi zavayê xwe serbilindim”. De îcar kî mala xwe xira dike û dibêje Hindîstan ne welatekî moderne û demokrasî lê nîne? Ma ji vê demokrasîyê zêdetir demokrasî dibe ya millet!? 

Kurd dest bi firê dikin

 

02.06.06-Dibêjin berpirsiyarên Koleja Asmanî ên Amerîkayê dixwazin li Duhokê þaxekî Koleja Asmanî vekin û xort û keçên Kurd bikin pîlot. Wey ser xêrê be, pîroz û bimbarek be. Heger ev rast be êdî serxwebûna Kurdistanê jî ne dûre. Li gor peymana lihevkirinê, Dewletên Yekîtîya Amerîkayê wê di 01.01.2007an de li Duhokê Kolejê vekin û xort û keçên Kurd perwerde bikin. Dibêjin Berpirsiyar Paûl Krîngerr û James Flebîng gotine ku pêwistî bi kolejek wilo heye. Ma pêwistî û hew xwedêjêrazî! Yabo bi telaqê bê fitû pêwistiya me bi hertiþtê ku bingeha dewletbûnê deyne heye lo! De xwedê xêra Amerîkayê li deftera xwe binivîse....

Zilam ji pirçê, jin ji xwêdanê heznakin

13/06/06- Kovara Brîtanî Mayfaîr lêkolîn û ankêtek bi sêhezar kes re çêkir û encamek balkêþ derxist holê. Li gor ankêtê zilam ji van tiþtên jinê heznakin: a) Gava jin zêde bi pirç be b) Piþtî kurmþikenandinê (piþtî têkilîyên seksî) gava jin nenûkên xwe bixwin û porê xwe buxrînin c) Di dema têkilîyên zayendî de ji pitpita jinê ç) Ji jina çîmkurt (paqên kurt) d) Ji bêhna sîrê. Jin jî ji van tiþtên zilêm heznakin: a) Ji xwêdana wan b) Ji tir û fisên wan c) Ji xirxira wan ç) Ji zû valabûna wan d) Ji biçûkîya xiyarên wan.. Îcar, eman eman jinên Kurd! Bi þev sîrê nexwin, solên kabikbilind têxin lingên xwe û di dema þerê nav doþekê de pitpitê nekin ku zilamê we ji we hez bike! Zilamên Kurd! Hûn jî di nav nivînê de zêde tir û fisan nekin, di dema þer de xirxir û kufkufê nekin û pênc þûþe parfuma Boss di xwe de bidin ku jinên we di nav nivînê de jêhatî bin û pitpitê nekin heyran....

Tazî mazî

13/06/06- Bi sedan jin û mêrên xwezaparêz ji seranserê Ewrûpayê kombûn û li Brîtanya bajarê Manchesterê gihan hev. Wek gellek çalakîyên xwe, vê carê jî dîsa xwe tazî-mazî kirin û þîrketên petrolê þermezar kirin. Li gor wan, þîrketên petrolê xwezayê diherimînin, dilewitînin û talan dikin. Þermezarîya ku wek “Seyrana Pisiklêtgerên Tazî yên Dinyayê” tê naskirin, bi dûriþmên wek “Bi pisiklêt gemarîya sifir, ji bedenê (laþ) re azadî” berdewam bû. Îcar em meraq dikin gelo ev þermezarîya tazî li Tehranê, li ber çavên Ehmedînejad bihata lidarxistin, gelo wê Ehmedînejad bigota çi û çi ceza bidaya van rebenên bê cil û berg!?

Pamela dîsa xwe berda çolê

12/06/06-Lîztikvana navdar û sîngnepoxî dîsa di þahîyekê de xwe berda çolê û dilê xelkê kir "hop-hop". Pamela bi bandora tasek (pîyan) dewê meþkê serxweþ ket û êdî wek hinek sîyasetmedar û nivîskarên me da nav û kir çirik û virik Me bi telefonê ji Pamela xanim pirsî "keçê porkurê, te çima xwe berdaye çolê?" Ewê bi nîvserxweþî bersima me da "hadê hadê, qey ez bi qûna we zilaman nizanim newlo! Ma ne bi berdîberdanê be ezê çawa bêrîka we vala bikim û tirê ji we berdim yabo!" Wîîîî! Me jî digot çima bêrîka me Kurdan hertim vala ye bavoooo!!!

Bû Banûya mankenên Tirkiyê

12/06/06-Li Tirkiyê bajarê Mûglayê pêþbirka Banûya mankenên Tirkiyê çêbû û di pêþbirkê de Sevîl Uyar lotik li hema xist û zora wan bir, bû Banûya mankenên Tirkiyê. Sevîla ku 25 salî û 1.75 cm dirêj e ji Lotikxanê re got “kuro bi xwedê min digot qey ez bi kêrî çêkirina tepikên rîxê jî nayêm, lê xuyaye ev jûrî kor e û serê xwe xwariye”. Me jî bi navê Lotikxanê Banûya xwe Xibþê þandibû pêþbirkê, lê jûrîyê gava bihîst ku ew namzeta Lotikxanê ye got “ya starrrr! Nauzubîllah! Zû evê lotikvanê ji pêþbirkê bavêjin der” û dîsa nîjadperestî kirin..Xwedê xêra wan qebûl neke...

Osman Ocalan dîsa bi Serok Ocalan ve zeliqand!

 

11/06/06 Osman Ocalanê ku li baþûrê Kurdistanê ketiye ber darê dergûþê û ji zarokan re ”Gurî gurî qaqa” dibêje, di hevpeyvîna xwe a bi Xalid Mihemed Zadeyî re tam kiþiyaye ser KKKê û serokê wê û ew dane berhev. Li gora Osmên ”Herçiqasî bi milyonan Kurdan dabe dû PKKê, di dawiyê de ew ê nebe tiþtek. Stratejiya ku PKK pê rabûye stratejiyeke xerabe ye!...”Heval Osman, ma hevalên ku bi stratejî mitratejiyên tebût, qewîn û saxlem rabin, mane gelo? De ka pêþî vê bibêje û dû re mezin bipeyive, yoldaþ!

NAVÊ GIRAN / MALA VIRRAN:

ENSTUTIYOLOGIYA WEQFA KULTURA KURDÊN BINDEST


Dr.Cino Astare
11/06/06- Bîlo Bêfedî, Saloyê Simsar, Seyfî Tolaz, Geþo Qetran, Murad Bêmirad li ser maseya metbexa mala yek ji vana kom dibin û ji xwe dipirsin? "Di tûrik de çi heye?“ Bîlo mamûr e, ma nikare ji daîreya Swêdî re bibêje: Tûrik dagrin? OKEY dikin û 3 milyon pere dikeve tûrik. Dibêjin ji bo geþkirina çanda bindestan gerek em 500 hezar kitêban derxin. Li Stanbolê li hev dikin û 50 heb kitêb derdixin û didin dewletê. Dibêjin va me karê xwe temam kir û di binê simbêla de ji xwe re dikenin. Ji ber ku her roj bi van pereyan diçin tatîla Antalya û Îstanbolê - li jêr navê kombûn û civînên
ENSTÎTULOGIYA WEQFA bi dizî. Yek Bilo Bêfedî li Îstanbolê dibîne ku bi Tirkî bi dê û bavê xwe re dipeyive. Jê dipirse: "Çima?" Bîlo dibêje: "Em Kurdê Tirkiyê wisa hîn bûne, edet e." paþê dibêje, "vîllayek tuneye li van deran ez bikirim?"

Kurdên Stenbolê dest bi lotika kirin

 

 10/06/06 —Dogu ve Guneydogu Dernekleri Platformu (DGD) – „Platforma Komeleyên Rojhilat û Baþûrê Rojhilat“ ango komeleyên bakurê Kurdistanê, þahîyek hevnasînê li qesra Beledîya Bagcilarê lidarxist. Ev cara yekeme ku komeleyên sivîl yên Kurdên Stenbolê tên ba hev û lotika li Tirka dixin. Platform ji 43 komele û du federasyona pêk tê. Di þahîyê de zêdeyî þeþsed Kurd beþdar bûn û têra xwe lotikên Kurmancî avêtin. Platform dixwaze têkilîyên xwe bi dezgehên sivîl ên Kurdistanê re deyne da ku lotikên xwe hiþk û dijwartir bikin. Em jî wek Platforma Lotikvanên Kurdistanê xebata wan pîroz dikin û hêvîdarin ku emê bi hevre lotikên kujtinê li Tirk û zagonên wan xin.

KKKê vê carê jî got “ji eskeriyê birevin!”

 

10/06/06 Gebarê- Peyamnerê Lotikxanê Milayim Hemê, ji binê Çiyayê Gebarê ragihand ku Konseya KKKê dîsa daxuyaniyek tarîxî pêþkêþî raya gelê Kurd kiriye. Serokerkanên KKKya ku ji Kongra Gel, Kongra Gela ku ji Kadekê û Kadeka ku ji PKKê veketibû, di vê daxuyaniyê de bi telaqên jinberdanê sûnd xwarine ku di vê carê de wê ji ser a xwe neyên xwarê û tirê li mehmetçîkên barbar biqetînin. Serokerkan bi Quranê sûnd dixwin ku heger xortên Kurda, di vê care de jî ji eskeriya Tirko birevin, ew ê êdî tucarî wan rêyî eskeriyê nekin! Baþkomutanên Konseyê di dawiya daxuyaniya xwe de jî bi kelûgirî dibêjin “Willehî û Billehî û Tillehî, em ê vê carê li ser gotina xwe bimînin, þensekî bidin me gidî!!” Hayho li me û vê KKKê! Yaho kardeþim, em bi we re mane heyirî!...Biryarekê bidin, yan hero yan mero!..

Qehremanên Kurd hatin berdan

09/06/06- Qehremanên Kurd Îbrahîn Guçlu, Zeynelabidîn Ozalp û Sedat Ogur ji hepsê hatin berdan û lotikek li dewleta Tirk xistin. Wek hûn zanin van hersê Kurda di 3ê Gulanê de xwestibûn ji Diyarbekirê heta bi Xabûrê bimeþin û eskerên Tirk bidin ber lotika lê Tirk þareza derketibûn û xwe ji lotikên wan paraztibûn, ew avêtibûn hepsê. Em bixêrhatina qehremanên xwe dikin û lotikên serketî ji wan re dixwazin

 

Tirkên beraz

 

08/06/06- Fermo ji we re Tirk û misilmantîya Tirka! Di meclîsa Tirkiyê de li ser pirsekê, Wezîrê Dewletê Kurþat Tuzmen bersiva Wekîlê partîya DYP ê Hatayê Mehmet Eraslan dide û dibêje “me di sala 2005an de bi buhayê 1 milyon û 567 milyon dolarî goþtê ker, hesp û beraza kirîye û anîye Tirkiyê”. De fermo! Tirkên ku tozê li misilmantîya xwe danaynin û xwe wek sofî, þêx û melayîketên xwedê didin xuyakirin, goþtê ker, hesp û beraza dikirin, difroþin û dixwin. Gelî Kurdên misilman! Tirka û sextekarîya wan nasbikin û tev li gunehên wan nebin..Nedin dû Tirkên ku bi navê îslamîyetê we dixapînin...

 

Reyis Telebanî û Serok Barzanî!

 

08/06/06- Ka digotin kurd nabin tiþtek!Ha ji we re El Reyis, ha ji we re birêz Serok, ha ji we re sayin Baþkanên komeleyan! Ma em hîn jî bibêjin? Heger wilo biçe, bi telaq em ê bibin hetanî bi mezinê tirk, faris û erebê herî qûnek jî, ha! Fîlozofê Lotikxanê Qelþo

 

Efrînê barkir Dubaî

 

08/06/06/-Dengbêja me a qada navnetewî Canê jibo kiþandina klîpa strana Efrînê firya Dubaî nav Erebên bêderpî. Canê wê klîpa xwe di otêla herî navdar a 25 stêrik de bikþîne û propaganda Efrînê, zeyt û zeytûnên Efrînê bike.Berî demekê bûka Colemêrgiya Gulben Ergen jî jibo kiþandina sûretê xwe firyabû Malezyayê. Xuyaye di navbera Gulben Ergen û Canê de berberî û reqabetek mezin destpêkiriye û jiber vê jî herkes berê xwe dide welatekî. Me hertiþt fêmkir lê Efrîn li ku û Dubaî li ku heyran! Tu çûbaya Efrînê bi xwe û te di nav bexçê zeytûna de klîpa xwe bikþanda ma ne çêtir bû Canê xanim?

Demirkazik û Sîîrtspor

07.06.06-Seroka Komela Mafê Zaroka, xanima sempatîk Nîl Demîrkazik çavê xwe berda serokatîya Sîîrtsporê û ew bawere ku ewê ji Fatîh Terîm çêtir karibe lîztikvanên Sîîrtsporê perwerde bike. Li ser îstîfakirina serokê Klûba Sîîrtsporê Beþîr Îlçîn, xanim Demîrkazik ket dora tenûrê û hevîrê xwe stira. Demîrkazik dibêje “mêrê min ji min berdayî be ger ez bibim seroka Sîîrtsporê ezê wê hilkiþînim Super Lîgê, ma ez mirî me!” Xanim Tahtakazik bi berdewamî dibêje “Sêrt evîna min e, ezê tucarî dev ji Sêrtê bernedim.Sîîrtspor bêxwedî ye û ne ez bim tukes nikare vî barê qirase hilde ser milê xwe”. De xwedê xêr bike..Kasimpaþalî Erdogan ji Sêrtê bû Serokwezîr, qey xanim Tahtakazik jî dixwaze ji Sêrtê bibe muxtar û kizîr!

Bêwîjdanîya Nebînayî

07.06.06/Cembelî-Qoser-Wek me  di nûçeya xwe a berê de jî behs kiribû, li bajarê Mêrdînê gundek ji navçeya Qiziltepê Sabahattîn Aksu û keça xwe ya þeþ-heft salî dema di nav zevîya xwe de di xebitîn,  ji alîyê hinek bêwîjdanan bûn armanca gulleyên çekên lûledirêj. Di encamê de 92 gulle di canê wan de çikiyan, bav û keç bûn þehîdên welêt. Bêwijdanîyek weha li ser rûyê erdê nehatîye dîtin û nehatîye bînan.  Ma hinde gulle li ba kê peyda dibin û ji derveyî  hêzên artêþa Tirko kî dikare netirse û bêwijdanîyek weha bike! Heke kujer peydabûn dê bêjin: Me got qey terorîstin. Ne ku peyda nebûn wê bibe faîlî meçhûl. Xwudê ji wan re nehêle, yên ko gulle barandine wê tifalê (sebî- zaro ) bila wî derdî bibînin . Em wek Lotikxanê  ji malbata þehîdan re serxweþîyê dixwazîn. Bila Kurd û Kurdistan sax be.  

Hikûmeta Kurdistanê Þekir belav kir!

 06/06/06 Stockholm- Wek tê zanîn, piþtî ku Hikûmeta Kurdistanê hat damezrandin, PDKê û YNKê ji Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS), dest bi karê xwe kirin û bi lotikan kiþiyan ser ên ku xwe li tena digirtin. Di dawiya hingamê de mêrikan Federasyon ji binxet û serxetiyan tam paqij kirin û her tiþt bi xwe hiþtin.Îcar doh jî nûnerayetiya Hikûmetê bi minasebeta Taha Berwariyê ku ne zane bi babûtan û ne jî reqsê û filan û bêvanê û bûye wezîrê sporê, li Stockholmê þahiyeke mezin li dar xist û dinyayek þekir li binxet û serxetiyan belav kirin. Çikolata û þerab jî. Kêfçî û mêfçiyên þahiyê hema hema hemû jî ronakbîrên ji Binxetê û Serxetêbûn.

 

Aryan bi ser Tirka de baryan

 

06.06.06- Di kûpaya fûtbola îsal de (2006) taximên 32 welata beþdar dibin û her 32 welat wê bi lotika herin hev. Lotikên kê xurt bin, ewê kûpayê bistîne û bibe lotikvanê dinyayê. Lê pirsgirêk û tirsek heye ku ew jî tirsa nazîyên Alman, Polan, Rûs û ên hin welatên din in. Dibêjin nazîyên van welata bi serê Hîtler sûnd xwarine û gotine “emê di jina sedbavê Tirka kutin, ma ev çend û çend ji Tirka re!”. Çapemenî û lîztikvanên Tirk ji niha de ketine tirs û xofê û bi xwe de dimîzin. De xwedê xêra pismamên me nazîyên aryan qebûl bike...

 

Kondom û fîrfîrok

 

06.06.06 -Xalo/Koln-Nûçevanekî Lotikxanê li Almanya bajarê Kolnê, li derdorê Dêra Dommê nûçe berhev dikir. Refek keçikên gelek xweþik, cilên reþ lixwekirî, pistanên ( memik ) wan nîvlider, her yekê fîrfîrokek (pîpîk) û çend gîrdank ( dûdûk û Kondom ) li dest, hema digehiþtin kê digotin: Em dizewicin û jibo alîkarîyê kondomekê bi du euroyan didin, tu dixwazî alîkarîya me bikî ? Heke yekî kirîba hemîyan bi hevre jêre fîrfîrokên xwe difîtîkandin û kêfxweþîya xwe nîþan didan. Heke nekîrîba jî dîsa spasîya xwe lêdikirin û ji wî dûr diketin. “Dibên mirov diçin nav milletan fêrdibin adetan” . Yên me jî belengazên ku dizewicin ji þerma nikarin li rûyê mezinên xwe binêrin. Wek Lotikxanê em zewaca wan pîroz dikin û ji wan daxwaz dikin ku kondomên xwe ji Kurda dûr bihêlin. Ev entegrasyon ji me re nelazime . Heke yên me, van tiþtan fêrbibin wê xwîn wek coya biherike...

Îbo biryara xwe da

 

05.06.06-Îboyê Ruhayî, kurê cîgercî, þevê din di bernama xwe a Îbo Þovê de ji dinya û alemê re bi telaqê jinberdanê sûnd xwar ku di hilbijartina bê de namzeta xwe wek Wekîlê Ruhayê ê serbixwe deyne. Dibêjin bi vê biryarê kêfa Ruhayîya pir hatiye û gotine "aha, allahwekîl xwedê da me! Emê bi xêra Îbokê xwe êdî karibin îhaleyên îsotê bistînin û bazirganîya ecînê (cîgkofte) bikin". De ka emê binerin. Heger Îbo wek Asena baznede ser Ruhayîya baþe...

Demokrasî ev demokrasîye

05.06.06- Kî dibê li Tirkiyê demokrasî tune û Tirk ne demokratin? Wîjdan lazime wîjdan! Binerin, jina Wezîrê Dervê ê Tirkiyê Hayrunîsa Gul jibo “Komela Jinên Karmendên Derve” zîyafetekê dide. Helbet di zîyafetê de Sekreterê Sazîya Ewlekarîya Dewletê (MGK) Yîgît Alpdogan jî beþdar dibe. Hayrunîsa xanim radibe þerabê dide mêvanên xwe lê ew jî ava pirteqala vedixwe. Yanî; jina sergirtî, sofîya xwedê(!) ava pirteqala vedixwe û þerabê dide mêvanên xwe. Ma ka demokrasîya wilo heyran? Ma ev demokrasî li Ewrûpa jî heye? Na bi telaq!

Nikarîbû bi Tirka li jina xwe xist

05.06.06-Li bajarê Cizîrê jinika reben ket halê komayê. Li gor sîxurê me ê Cizîrê dibêje, di navbera jin û mêr (Z.B û H.B) de nîqaþ çêdibe û mêrik jî hema bi dara li jina xwe dixe heta ku wê dixe komayê. Hinek xêrxwaz bi zorê H.B ji nav lepê mêrê wê xilas dikin û dibin nexweþxanê. Piþtre jiber brînên wê ên giran wê radikin nexweþxana Mêrdînê. Ha em Kurd wisa ne ha! Ma kî nikare li jina xwe xe hey malxirabno!? Ma jina Kurd a lêdanê ye? Jina ku di çand û toreya Kurdî de wek stûna malê, kebanîya (Keybanû) malê, wek sermîyana malê tê hesêb, hûn fedî nakin li vê jina pîroz dixin? De heger hûn mêrbin herin li eskerekî, yan li polîsekî Tirk xînin ha! Ma mêranî bi lêdana jinê ye?

 

Eren Keskin Nobela Ramana Azad stend!

 

 

04/06/06 Amedê- Peyamnêrê me ji Amedê ragihand ku mafparêza hemû mexlûqatan Eren xanim, di dema firavînê de xelata ”Ramana Azad” ji bal serokê Komeleya Nivîskarên Amedê û derdora wê Edîp Polat stendiye.Em birêvebirên Lotikxaneyê vê xelata ku Komeleya Nivîskarên qata herî bindest daye mafparêza hikmê serdest, ji dil û can pîroz dikin û di ramana wan a azad de serbestiyê dixwazin!

 

823 zarok jêkirin

 

04.06.06-Beledîya Batmanê di nava çar roja de 823 zarok sunnet kirin û xêrek mezin li xwe û li xelkê kir. Mala Huseyîn Kalkan û Beledîya Batmanê ava be. Me digot qey ewê xeberê bidin me Lotikxanê jî lê xuyaye em jibîr kirine. Çend zarokên me jî ne sunnetkirî bûn, belkî me bi xêra Beledîya Batmanê zarokên xwe sunnet bikira û ji mesrefê xelas bibûna. De heta carek din xwedê kerîm e....

Dawet li me

 

03.06.06- Ev demeke li Waþîngtonê li ser tenûra Qesra Spî gotin û paþgotinên zewaca Bush û Gonzalezza Rice tên kirin. Rojnama Amerîkî Globe evîndarîya herdu mecnûna kir manþeta xwe û got “ evîna Leyla û Mecnûn, Ferhat û Þîrîn, Mem û Zîn, Sîyamend û Xecê li ber evîna Bush û Rice netiþtek in. Evîna van herdu aþiqa hewqasî kûre ku wek petrola Kerkûkê bêbinî û bê sînor e”. Li ser vê evîna þaxberdayî me wek Lotikxane nameyek ji herdu evîndara re þand û got “binerin aqlê xwe bidin serê xwe! Hûn niha evîndarê hev bibin, hûnê di hilbijartinên pêþ de bisernekevin û evê ziyanê bide Kurdistana azad û Projeya Mezin a Rojhilata Navîn. Li bindoxîna xwe tenê nefikirin heyran! Bisekinin kengî go Kurdistan serbixwe bû, bi soz wek Lotikxane emê xwe bidin ber barê we û daweta we çêkin!” De ka em binerin bê ewê çi bersivê bidin me....

 

© lotikxane 2006