Adil Duran

Çend bûyer ji Dersimê

Bavê Ronahî

Ezêêê!

Lezgîn Þêxo

Smeîlê dîn-4

Hemo Rûto

Kûçik tenê ji zimanê Tirkan fêmdikin

Lokman Polat

Anketa Lotikxaneyê

 

 

Têmûrê Xelîl

Henek, laqirdî,pêkenîn

 

Dilsotî

Kurmancno

Senar Þahîn

Kategoriyên nivîskariyê-1

 

 

Nivîskarê mêvan

B.Omerî

Kenê guran bi wan tê

 

                                                  

    Hindik û rindik.....           Magazîna % 100 Kurdî...

Arþîv                                                         info@lotikxane.com              lotikxane@hotmail.com            

Cuneyt Arkin azadkirina cîhanê da Bush

Rojda Aydin-16/08/06- Stenbol- Cuneyt Arkin (Fahrettîn Cureklîbatûr) yek ji artîstên herî navdar ê Tirk û Tirkiyê ye. Di flîmên xwe de tucarî sahneyên vekirî û zinêkarîyê nekiþandine. Li vajayî wê, di flîman de tim li dijî neheqî û zilmê derketiye. Lê helbet di wan flîman de dîsa wek piranîya flîmên Tirkî propaganda Tirkan û Tirkiyê dihat kirin û Tirk wek melayîketên Xwedê dihatin nîþandan. Îcar, Cuneyt Arkinê navdar niha kal bûye, temenê wî bûye 70  û tir têde bûne fis. Arkin di serdana bajarê xwe Eskîþehîrê de pirsên rojnamevanan bersivand. Li ser pirsekê ew dibêje, “berî çendakê me flîmê “Dunyayi Kurtaran Adam- Zilamê Azadker ê Dinyayê” kiþand. Lê êdî ezê dinyayê azad nekim, tu xêr di azadîya wê de nemaye.Min azadîya dinyayê daye Bush, ew dinyayê azad dike. Ji Afganîstanê destpêkir û li Iraqê berdewam dike” û filan û bêvan. Belê, bi serê te xebera te ye mîster Arkin! Ma ji xwe gava te dinya xelasdikir jî dîsa xêra dinyayê nemabû lo, ma te nego te dinya dikir buhuþt! Te di flîmên xwe de Tirkên hov dikirin ewlîya û þahên dinyayê, ma ji vê gunehkartir tiþtekî din heye Arkin efendî! Bihêlin bila Serok Bush dinyayê bide ber xwe û li gora xwe cotê xwe bike heyran....Heger Bush dîsa hat hilbijartin û bû Serokê dinyaya girover jixwe Xwedê da me. Bi telaq ewê nexþa Rojhilata Navîn bide ber meqesê xwe, ewê ji nuh ve bi ta û derzîyê bidrû û Kurdistana mezin jî di dilê wê de bineqiþîne....De di hilbijartinên bê de Xwedê Serok Busk ji serê mirovatîyê kêm neke rebbî......

Tirk turîstan direvînin û bi peran xelkê berdidin ser wan!

 

Rona Nisêbînî- 16/08/06 Amed –Li bajarê Alanyayê li xewlecihekî daristanê di xaniyekî de, deh turîstên ku jinfiroþan bi devê tivingê ew zeft kiribûn û tolaz berdidan ser wan, ji bal polîsan ve hatin xelaskirin. Polîsan bi alîkariya turîsta çeçenî Madîna Bîzaeva ku bi fen û fûtan ji nav destên qepraxan reviyabû, bûyer pêk anîn. Turîst ji welatên Balkanê û Sovyeta kevin bûn.De ji xwe re li vê ecêbê binerin, bê kê bîra ku mirov turîstan birevîne û bi darê zorê bazde ser wan dibir! Di nav wan deh jinên revandî de mêrê yekê jî hebû û li gora Madînayê qewadan asas  pir mêr bazdabûn ser wî!

Bye bye Hollywood!

Serdar Mirad-15/08/06- Hollywood- Madonnaya 47 salî biryar da ku dev ji sînemayê û Hollywoodê berde û tenê bi muzîkê mijûl bibe. Xuyaye flîmên wê nehatine ecibandin û Madonna jî li ber xwe ketiye û dibêje, “kuro ev qencî ji zilaman re nabe heyran, wey! Min jibo xatirê çavê wan xwe bera çolê jî da lê dîsa jî fêde nekir haa! Yan wê bazdin ser min û yan jî wê flîmên min neecibînin, ma ev bû mêranî û ciwamêrî” û dibilîne.  De dêna xwe bidin Madonna xanimê bê çi bi xîret e ne wilo! Flîmên wê nayên ecibandin, ew li ber xwe dikeve û sînemayê terk dike. Kuro sîyasetmedar û serokên me wek Madonna jî nayên yahooo! Bi dehê salane bi kursîyê serokatîyê girtine û bernadin, dibêjin, “xiyarê me tehl e yan hûnê bixwin û yan hûnê di xwe kin” û þûrê xwe li ser serê me Kurdên reben dihejînin...Kuro hema li Madonna binerin û bila pozê we biþewite gidîîî! Ma hûn wek jinekê jî bi xîret nabin!?

Tîmên Lotikxanê agir bi Tirkan xist

Polat Erdem-15/08/06-Izmîr- Wek hûn zanin artêþa Tirko dest bi þewitandina daristanên Kurdistanê kiriye û li Cûdî, derûdora Bîngol û Hezroyê daristanên me bi bombeyên xenzîrên Tirk diþewitin û nahêlin kesek vemirîne jî. Li ser vê sosretê û propagandaya Lotikxanê, li bajarê Denîzlîyê sempatîzanên Lotikxanê deh (10) daristanên Tirkan dan ber benzînê û agir pê xistin. Di vê þewatê de hektarek daristan þewitî û agir bi Tirkan ket. Midurê Daristanên Herêmê Adem Oklu ji çapemenîyê re bêfedî dibêje,“ ev ne însanetî ye, mirov çawa karin hevqasî bê wîjdan bin û daristanan biþewitînin“ û filan û fîstan. Lê Adem Boklu efendî jibîr dike ku artêþa wan daristanên Kurdistanê diþewitîne û ev jî ne însanetî ye! Ma ê we cane ê me bacane xirpo!

Her werin vê govendê

Hebeþ Kal-14/08/06- London-Xwîþka Don Stewart-Whyte,Terorîstê ku berî þeþ mehan bûye misilman û li Brîtanyayê bi mebesta teqandina balafiran hatiye girtin, topmodel derket. Heather Stewart-Whyte di salên 80-90î de supermodeltî kiriye û di gellek þîrketên navdar de derketiye podyûmê. Don Stewart-Whyte berî þeþ mehan bûye misilman û navê xwe jî kiriye Abdulvahîd Zaman. Tirreko bi kêrî dînê xwe nehatîye îcar derbasî dînê îslamê bûye û xwestiye balafirên Ingilîz li ser Amerîkayê biteqîne. Îcar heyran bi telaq xelk zanin îþê xwe bimeþînin lo! Dît ku tu nan di dînê xiristiyanîyê de tuneye îcar derbasî dînê îslamê bûye û xwestiye pê meþhûr bibe. Wey lawoooo..Niha Abdulvehîd Zaman efendî di qulika hepsê de ji xwe re selewatan dide, rebeno hem ji dêrê bû û hem ji mizgeftê..Ne Îsa ew qebûl kir û ne Mihemmed..Ê lawo te xwe bi dawa Îsa bigirta niha belkî tu jî wek xwîþka xwe biba topmodel ha, Xwedêjêrazî!

Platforma Cehaletê jî Tirkayetiya xwe heþkere kir!

Alî Þervan-14/08/06- Batman-Platforma Azadîya Fikir û Bawerîyê a bajarê Batmanê, xizmeta Tirkên hov û Erebên bêderpî kir û hat lîztika wan. Di pankartên xwe de bi sê zimanan, Kurdî, Tirkî, Erebî “bimre Îsraîl” nivîsandin û xwestin Kurd û Îsraîlîyan bikin dijminên hev.  Li ser navê vê platformê Serokê Mazlûm-Der ê þaxê Batmanê Mehmet Þat axavtinek kir û êrîþên Îsraîlê þermezar kir. Heger hûn bala xwe bidinê, piranîya protestoyên li dij Îsraîlê li bajarên Kurdistanê tên kirin û ev jî bi plan û projeyên dewletê û partîyên wê tên meþandin. Komeleyên ku qaþo xwe wek mafparêz dibînin bi zanebûn yan nezanebûn tên lîztika dewleta Tirk û dixwazin Kurd û Îsraîlîyan bikin dijminên hev. Ew dixwazin di awira gelemperîya cîhanê de bidin xuyakirin ku Kurd dijminê Îsraîlê ne û pêre jî dijminê Amerîkayê ne. Lê di rastîya xwe de tu dijminatîya Kurd, Îsraîl û Amerîkanîyan bihevre tuneye. Herkes li ber berjewendîyên netewa xwe ye û Kurd jî êdî gihiþtine vê zanebûnê. Wê fitne û fesadîyên dewleta Tirk û xulamên wê nikaribe navbera Kurd, Amerîka û Îsraîlê xirabike. Yalla qardaþ yalla! Kurdler eskî Kurd degildir babooooo! Erê heta “me xwe naskir me emir derbaskir” lê êdî em bi qumaþê hev zanin hemþerim!

Jin ev jin in haaa!

Antonîo Vega-13/09/06-Brezîlya- Li Brezîlyayê sê hostesên ku di þîrketa hewayî a bi navê Varîg de dixebitin jibo ku þîrketa wan top navêje û li pataxê nekeve wê xwe jibo Kovara Playboyê tazî bikin û xwe berdin çolê. Hersê hostesên ku wek horîyên buhuþtê bedew in, dixwazin bi pêþkêþkirina beden û goþtê laþê xwe þîrketa ku lê dixebitin ji îflasê xilasbikin û alîkarîya karkerên þîrketê bikin. Îcar heyran kanî jinên  wilo fedakar û dilþewat hêê! Jinên Brezîlî hewqasî fedakarin ku bawerkin ewê sibe-dusibe jibo topneavêtina þîrketa xwe li serê kuçe û kolanên Brezîlya dest bi zinêkarîyê jî bikin û bang kin, „yalla werin carek bi dolarekê, carek bi dolarerê, de werin de werin!“ û nanê xwe derêxin. Îcar bifikirin ku ew þîrket þîrketa Kurdan bûya û ewê Kurdên me bigotana çi!? Wê bigotana, „oxxxx, wa þîrketa filankes çû pataxê, rê ji þîrketa me re vebû, hema pêl serê wan kin, ma ka jê xweþtir“ û

Virqo dîsa got “Kurd tunene!”

 

Rona Nisêbînî -13/08/06 Mereþ- Kemalîstê herî teres serokê partiya ku ji Atatirk mabû Denîz Baykal, îro li Mereþê piþtî ku qeþmeriyên xwe bi serekên kurdên baþûrê welêt kirin û têra xwe geft li wan xwar, wilo got: “Di nav sînorên Tirkiyê de kurd mird filan tunene. Li vî welatî ji tirkan pê ve kesek tuneye.Baykal virqo wilo digot û kurdek jî derneket û jê re negot “ulen orspu çocogu, hema ez kurd im û çi ji qûna te tê texsîr neke!”Ji bêdengiya li himber kemalîstê bêbav jî xuya dike ku tiþtek di van kurdên bakurê welêt de nemaye. Ma ji xwe kes ji wan êdî nema bi kurmancî dipeyive, îcar wê çawa xwe kurd nîþan bidin!

Profesorê dewþîrme dîsa da lotikan

Ahmed Beyan-16/08/06- Ankara- Serokê Halkin Yukselîþ Partîsî (Partîya Bilindbûna Gel) Prof.Dr Yaþar Nûrî Ozturkê îlahîyatçî ku berî demekê pereyên karkerên xwe xwaribû û bi navê misilmanîyê lotikên bêderman li feqîran dixist, îro derketîye meydana þer  û wek dîkê ku garis di qirikê de mabe, dike qîqiqî qîqî û li dijî Projeya Mezin a Rojhilata Navîn a Amerîkayê derdikeve. Yanî qaþo tirro jî dixwaze xwe têxe cihê zilaman û bawer dike ku bi lidijderketina Amerîkayê ewê partîya xwe têxe parlamentoya Tirkiyê. Nûrî Ozturk ( ji paþnavê wî xuyaye ku ji sedî sed ne Tirk e. Evên ku paþnavê wan Turk, Ozturk, Hasturk, Safturk, Turkoglû ûwd in bi piranî yan Kurd in û yan jî ji neteweyên din in. Ev projeyek ji a asîmîlekirinê a dewletê ye) dibêje, “Amerîka bi vê Projeya Mezin a Rojhilata Navîn dixwaze ji Îsraîlê mezintir dewlet nehêle û Tirkiyê parçe bike” û diçirîne. Ê xiyar oxlî xiyar! Ma Amerîka hewqasî bêaqile ku piþtî hevqas xwînrijandin û milyar dolar Rojhilata Navîn weke xwe bihêle û parçe neke hêê! Ma wê Serok Bush bê û bi wî aqilê te ê gennî biþêwire? Ji te destûrê bixwaze? Lê tu xeletî begefendî! Di Rojhilata Navîn de dewleta herî biçûk Îsraîl e. Serok Bush dixwaze brayekî mezin ji Îsraîlê re bixulîqîne jibo alîkarîya brayê xwe ê biçûk bike. Ew brayê mezin jî Kurdistana mezin e oxlimmmmm! Em sedema tirsa qûna we xweþ zanin ewladim! Meraqan mekin, rojek bê wê ew Projeya Mezin wek qiraseyekî li ser dil û hinavên we bisekine, yawrûmmmm!

Gunter Grass li xwe mukir hat

Tacdîn Baran-16/08/06-Almanya- Nivîskarê Alman, xwedîyê xelata Nobelê Gunter Grassê 78 salî li xwe mukir hat û endametîya xwe a SS a Hîtler eþkere kir. Grass ji çapemenîya Alman re dibêje, „ez bi dilxwazî ketim nav refên SS ê, lê min nedixwest ez di nav refên çekdaran de cîh bigrim. Min dixwest ez di noqavê de (keþtîya binê behrê) bixebitim û têra xwe li masî û heywanên binê behrê binerim. Min nedixwest ez van tiþtan eþkere bikim, bi tenê jina min pê zanîbû. Lê êdî min ji xwe re got „kuro de bese tirsoneko, bêje û xwe ji vê tirsê xelaske ma wê serê te jêkin..Pir pir xelata Nobelê ji te bi paþde bistînin û hew“ û ez li xwe mukir hatim“.  Îcar babam, bi namûsa Hîtler xemnake lo, ne fedî bike û ne jî bitirse. Ma ji xwe heval Stalîn ji Hîtler yoldaþ ne kêmtir bû haa..Ha dîktatorya çep û ha a rast, ferq çi ye? Dua bike ku tu nebûbû neferê Artêþa Sor, yan bi Xwedê te ew xelata Nobelê jî nedistend kurik…

Kerên me nekin qurbana “Demokratîk Cûmhûrîyetê!”

 

Serdarê Omerî- 15/08/06-Mêrdîn- Li gora ku çapemeniya Tirk dibêje êdî PKK taktîk guhertiye û hin çalakiyên xwe bi rêya ker û qantiran pêk tîne. Çapemeniya Tirk radigihîne ku li Mêrdînê navça Midyadê gerîllayên PKK bombeyek bi kerê ve girêdane, pûþ li ser kerê kirine û berê wê dane qereqola gund. Lê ji sedî sed wê ker jî “muxbirçî, ajan, îþbîrlîkçî” be ku rêya xwe ji ser qereqolê dadigerîne û berê xwe dide nav zeviyan. Li þensê gundiyan ku di wê bêhnikê de kes ji wan, li wan deran tunebûn. Mixabin bombe diteqe û kera reben þehîd dikeve. Îcar heval, wilehî me nizanîbû ku hûn li ker û qentiran hesilîne! Hevalên ku Kurd û temamê insanên Rojhilata Navîn kirin “þoreþger” û tu þoreþ pêk nanîn, vê carê jî qey dixwazin ku  ker û qantir û dewaran bikin þoreþger û bi wan asas þoreþeke þoreþgerane pêk bînin! Neyse, em wek Lotikxane her çi tiþtê ku mehmetçîkekî bikuje, dost û hevalê xwe dibînin. Bijî ji dewarên me ên þoreþger re!

Azadiya fikra sefaletêêêê!

 

Girdoyê Stlîlî- 15/08/06- Azadiya fikra sefalet û rezaletê, ka pêþî li ser qûna kurdên ku mehmetçîkên we, bi destavêtinê ji hev çilvirandine bixeyidin û dû re bibêjin ”bimre Israîl!” Ma gelo we kitêba Selîm Çurukkaya û Laleþ Qaso a li ser wehþeta Zindana Diyarbekirê xwendibû bê mehmetçîkan çawa dest avêtibûn Kemal Pîr û Hayrî Dûrmûþ û bi dehan tekoþerên wek wan? Ji Celalettîn Delîbaþ bipirsin bê mehmetçîkên kûçikbav Cemal Kiliçê PKKî çawa ji kîrê wî daliqandibûn û bi çi wehþetê ew kujtin! Hûn çima li dij 300 hezar mehmeçîkên ku li herêma Botanê namûsa kurdan aniye pênc peran û berê xwe daye baþûrê Kurdistanê naqîrin, lê hûn gotinên genî bi birayên me ên cihû re dikin! Ên ku 3-4 hezar mal li Diyarbekirê û ewqas jî li Batmanê kirine kerxane ne israîlî, mehmetçîkên misilman bi xwe bûn û we qed dengê xwe nekir! Mehmetçîkan bi qeweta wê Hizbulminafiqê û ereb û farisên misilman, bi milyonan kurd ji welatên wan derxistibûn û her kes li parsê hesilandibûn! Bi vê xwepêþandana Batmanê tam diyar bû ku Platforma Azadiya Fikrê, þebekeyeke generala ye û serokê MazlûmDerê jî serkêþê vê þebekê ye!

 

Kî faþîst e?

 

Hesen Elmas-14/08/06- New York-Em bi xêra Amerîkanî û Serok Bush hînî gotina „îslamofaþîst“ jî bûn. Xuyaye ev gotina „îslamomaþîst“ pir li zora hinek misilmanan çûye ku hetta ji wan re bûye wek pirsgirêkek psîkolojîyê jî. Îcar dibêjin derdê vê gotina „îslamofaþîst“ daye ser derdê êrîþa Îsraîlê a li ser Lubnanê û bûye wek zêdebûna ser kezebê. Xuyaye wê di demên pêþ de ev teorîya „îslamofaþîst“ pir bê raberizandin û hetta hinek pispor bawerin ku wê ev teorî ji teorîya Marksîzm û Lenînîzmê jî bêhtir nav û deng bide. Îcar li ser vê, misilmanên Amerîkayê bi serokatîya „Civata Misilman a Amerîkayê“ xwepêþandanek li ber Qesra Spî lidarxistin û Serok Busk þermezar kirin. Serokê Civata Misilman a Amerîkayê Esam Omes dijberîya xwe li beramber Îsraîlê anî zimên û herweha gotina Serok Bush a „îslamofaþîst“ protesto kir. Îcar qurban, ê me bi xwe wek Lotikxane serê me bi „îslamofaþîst“ „xiristiyanofaþîst“ naêþe. Kî destê alîkarîyê dirêjî milletê Kurd bike ew qencê Xwedê ye, kî dijminatîya Kurdan bike jî hem faþîst e û hem jî quzilqurt e…Ê me jibo me halîhazir Serok Bush û Amerîkanî komunîstên herî mezin in…Xwezî bi van emperyalîstên komunîst û ne xwezî bi wan sosyalîstên emperyalîst!

Bijî Lotikxane spor!

 

Dilcan Îzol-14/08/06- Antalya- De binerin bê Tirk çi milletin û di pirsgirêka Kurd de çi zalim kurê zalimane. Çep û rastên wan, demokrat û faþîstên wan, mela û zinêkarên wan ne besbûn, îcar niha jî alîgirên tîmên fûtbolê dest bi dijminatîya Kurdan dikin. Qlûb û dezgehên fûtbola Tirkiyê ên wek Galatasaray, Fenerbahçe, Beþîktaþ û quzilqurtên din ku hefsarê wan di destê mafya dewletê de ye, biryar dane ku di trîbunên fûtbolê de li dijî Kurdan çalakîyan bikin. Kampanya ku wê di bin navê “ wê ev welat parçe nebe” bê meþandin de wê zarok û mezinên Tirko jehra xwe li dijî Kurdan birjînin û bireyên, bikin ewte ewt. Îcar hûn zanin bê malkambaxîya mezin çi ye? Çawa ku Tirkan bi navê bratîya misilmantîyê Kurd dane dû xwe, wilo jî bi navê fûtbolê wan dixapînin û dikin fanatîkên tîmên fûtbola Tirk. Herin binerin, Kurdên ku ne hevalên Galatasaray, Fenerbahçe û Beþîktaþ bin kêm in. Hezkirina ku didin fûtbola dijmin dabana doza Kurdî, niha ji zûde Kurdistan rizgar bûbû. Ji xwe piþtî ku A.Ocalan got, “ ez Galatasaraylî me” yekcar Kurdên me serxweþ bûn û bi fûtbola Tirkan ve hatin girêdan. De neyse canim, Kurdên biaqil ji xwe nadin dû Tirkan, ê bêaqil jî gotin ji wan re hewce nake..De yalla! Bimre Galatasaray, Fenerbahçe û Beþîktaþ! Bijî Lotikxane spor!

Li Kurdistanê bêkarî: % 0

Þêrzad Zebarî-13/08/06- Hewlêr-Li gora ku tê gotin, berî demakê Serokê Komisyona Geþepêdanê li Kurdistanê Mihemed Kerîm Mihemed ji rojnameya Al Hayat re gotibû, “em hewl didin ku hejmara bêkarîyê li Kurdistanê kêmtir bikin. Herçiqasî niha ev hejmar ji % 10 e jî emê bi emrê Xwedê û qewlê Pêxember wê daxin hetanî bi % 0”. Herweha dibêjin ewî gotiye, “berê 18 wezaret hebûn lê niha ew bûne 42. Berê hejmara karmendên hikûmetê 450 hezar bûn lê niha ew bûne 700 hezar” û filan û bêvan. De îcar bala xwe didinê bê çi sosretek kesanedî bi serê hikûmetê ve hatiye. 700 hezar karmend!? Birastî gelo li dewletek mîna Amerîkaya tirtire jî 700 hezar karmendên hikûmetê hene? Lê li gora ku em dibînin û tê gotin, “piraniya xelkê Kurdistanê naxebite, ji hikûmetê peran werdigre û piranîya van 700 hezar kesên ku wek karmendên hikûmetê xuyadibin ne karmendin, lê bi bertîl û riya dost û nasan bûne karmendên hikûmetê”.  Îcar heyran zêde serê xwe bi bêkarî û mêkarîyê neêþînin.. Çawa be petrol pir e, karkerên Ereb û Tirk jî pir in, ma wê Kurd çima serê xwe bi xebatê bêþînin! Ma ku perên belaþ hebin wê çima Kurdekan bixebitin bavoooo!

Melayê Misrî jî dest bi zirandinê kir

Seyid Ehmed Silêman-13/08/06- Qahîre- Mela û kesên ku xwe wek girgirekên ola îslamê dibînin yeko yedo perda ser rûyê xwe tavêjin û ji qulên xwe derdikevin. Hina jî Melayê Mizgefta El-Ezher a Misrî Þêx Semîr Matar cîhad li dijî Amerîka, Îsraîl û hevalbendên wan êlan kir û ji misilmanan daxwaza alîkirina birayên xwe ên li Iraqê (terorîstên Ereb) Çeçen Filistîn û Lubnanê dike. Ev kesên ku dînê îslamê ji xwe re wek perde û rûdankekê bikartînin, gava li qûna wan zor tê hema wê perdê tavêjin û rûyê xwe ê reþ derdixin holê. Ev sextekarên ku di pirsgirêka Kurd û Kurdistanê de bêdeng dimînin, Kurdên misilman wek însan jî nabînin, di rojên teng de xwe tavêjin bext û namûsa wan û alîkarîyê ji wan dixwazin. Lê çi heyfe ku Kurdên me jî hîna bi wan derewên wan dixapin û bi navê „bratîya misilmanan“ alîkarîya wan dikin û gunehê herî mezin dikin. Kurdino! Îslam ne malê bavê Tirk, Ereb û Eceman e! Misilmanbin lê misilmanê gelê xwe û welatê xwe bin! Bi navê îslamê xulamtîya Tirk, Ereb û Ecemên nemirov nekin….Baþ bin baþê milletê xwe bin, nebaþ bin dîsa nebaþên milletê xwe bin..Avê li destê van xwînheramên ku we bi navê îslamê dixapînin nekin, ey Kurd!

Duayên Lotikxanê qebûl bûn

Rojda Aydin-13/08/06- Stenbol-Ji berê de dibêjin „ahê vî destî ji destê din re namîne“. Dewlet û Artêþa Tirk dest bi þewitandina çiyayên me kiriye û nahêlin kes wê þewatê vemrîne jî. Bi taybet van rojan li derûdora Bîngol û û çîyayên Hezroyê dewletê dest bi þewitandina çîyayên Kurdistanê kiriye. Îcar hingî me dua kirin û nalet li dewletê barand, Xwedêteala jî duayên me qebûlkirin û dest bi þewitandina daristan û çîyayên Tirkiyê kiriye. Ev jî nebes bû îcar gundên wan jî diþewitin û dor hatiye ser bajarên wan. Li nehîha Bayramoren gundê Yaylatepê Xwedê agir bi daristanên Tirkan xist û evî agirî hingî ji Tirkan aciz bû berê xwe da nav gundê wan û heta niha 104 xanî, 97 axur û 92 seyrangeh þewitandine. Dibêjin agir peyivîye û gotiye, „tu bise hela, ma ezê vê tirê ji Tirkên dewþîrme re bihêlim! Bila ew daristanên Kurdistanê biþewitînin ezê jî gund û bajarên wan bi ser wan de xirabikim, ma dinya ne bi dorê ye“ û piþtgirîya duayên Lotikxanê kiriye. De Xwedê kerîm e û kerîm jî berê xwe daye Tirkan…A bi xêr…

Ez benî maka bertîlê OYAK e, berê xwe bide wir!

Þîndar Berwarî-16/08/06- Dibêjin Serok Barzanî di hevpeyvînekê de jibo radyoya Dengê Amerîka beþê Kurdî bal kiþandiye ser rewþa Iraqê û Kurdistanê û gellek pirsgirêk þirove kirine. Bi taybet di derbarê bertîl û ruþwetê de þiroveyên balkêþ kiriye û gotiye, dema ku berpirsiyariya Kurdistanê kete ser milê min, min sûnd xwar, çi di berjewendiya gelê Kurdistanê de be, ezê wê bikim. Ezê destpêkê li gel guhdarî bikim û pêþniyarên wan bigirim. Emê her tiþtî bi plan û program çareser bikin.Dema ku bûme pêþmerge zarok bûm, hemû hêvî û daxwaza min ew bû ku Kurdistan ava bibe, herêma ku ez serokê wê bim, wê dizî û bertîl lê tunebe, yan ez yan jî dizî û bertîl” û  berê xwe daye ser bertîl, diz û çeqelan. Ez benî! Bingeh û maka dizî û bertîlê OYAKa Tirkan e, ji kerema xwe berê xwe hinekî bide wir! Ev lêlê ye lolo jî hîna maye.Xwedê zane bê wê ev OYAKa Artêþa Tirk çi bîne serê baþûr û çi neyne! Bi aborîya xwe Kurdistan dagîr kir, baregehên PDK û YNK diteqîne, li Mûsilê êrîþê dibe ser baregeha YNK, alîkarîya terorîstên Ereb û Turkmenan dike, û mixabin hîna jî em çavê xwe jê re digrin û dengê xwe nakin..Ma ev bû hal kaka!Hay ji OYAKê hebin, eman emannnnn...

Êþa çewalan bi wan re bû kanser

Bêrîvan Al-16/08/06- Tirkiye- Li bajarê Denîzlîyê Tirkê bi navê F.A (32) bi qertên sexte pereyên Amerîkî û Îsraîlîyan ji bankomatan dikþîne. Welhasil em çîroka wî dirêj nakin. Xwînheram tê girtin û di mukurîya xwe de ji sawcî re dibêje, “ êþa çewalên Amerîkîyan bi min re bûbû wek kanserê. Min pereyên wan dizîn û min heyfa çewalan ji wan hilanî” û qaþo tirreko xwe welatparêzê Tirk nîþan dide û dixwaze bi vê derewa xwe sawcî wî azad bike. Tewwwww! Kuro oxlim, dewleta te nikare heyfa çewalan ji Amerîkîyan hilîne, ma tê bi wî aqilê xwe ê sivik heyfa çewalan hilîne xiyar! Ez bi serê wî Atavirqoyê te ê heram kim, wê ev êþa çewalên welatparêz ên Amerîkayê bi we Tirkan re here gorê (tirbê) looooo! Meraqa mekin, bi namûs wê li axretê jî çewal têkevin serê we, ihiiii!

Vî minafiqî dîsa Atavirqo kir ewliya!

 

Mela Ehmedê Bedlîsî- 15/08/06 -Serokê Diyaneta Tirkiyê û zilamê dewleta herî kûr, herî heþkere û herî bêbav Prof.Alî Þûþeoglû dîsa li ser navê Xwedê û Mihemmed, destavêt islamê û temamê miqedesatan lewitand! Alî dibêje, „divê di mizgeftan de Atatirk û di dibistanan de jî dîn zêdetir derkeve pêþ“. Bardakoglû ji ajansa Anka re bi berdewamî dibêje, „ di dibistanan de perwerdekirina zarokan a dînî û zêdetirîn naskirina Atatirk ji îmanê ye. Di mizgeftan de behskirina Atatirk û naskirina stûnên komara me karekî xwedayî ye.... “Wek tê zanîn, li gora Hasan Mezarcî û Cemalettîn Kaplan jî diya Atatirk Zubeyde Hanim di kerxana Selanîkê de kurê xwe tîne dinyayê û piþtî ku bi Alî Riza efendî re dizewice hîn nuh ji kerxanê derdikeve. Li gora Hasan û Cemal û gelek islamparêzên tirkan, “Mustefa Kemal bêjiyekî qûnde” bû. Îcar xuyaye Serokê Diyaneta Tirkiyê Alî Þûþeoglû bi vê helwesta xwe dixwaze mizgeftan têxe diruvê kerxana Selanîkê da Atabêjiyên wî pir û pir bibin! Neyse her kes pêþî li ser miriyên xwe digrî, me çi ji tirkan e, xwedê bike tirk hemû bibin Atatirkçî da tev de mîna wî qûna xwe bidin.

Recaî Kurtan got “zirt!”

Mela Ismetê Farqînî- 15/08/06- Konya- Serokê Partîya Saadetê Recaî Kurtan dîsa kire zire zir û verþiya. Recaî Kurtan li bajarê Kocaelîyê li dijî Îsraîl û Amerîkayê zirrînî bi xwe xist û kurtanê xwe li xwe kir. Recaî Kurtan dibêje, “em Hamas û Hizbûllahê wek terorîst nabînin. Amerîkayê derew li Saddam jî kir û bi mahneya çekên kîmyewî derpî jê kirin. Digotin Saddam hevalê terorîstan e lê ew ne hevalê terorîstan bû,Saddam zinêkarekî pir baþ bû” û piþtgirîya Saddamê zinêkar kir. Kurtan bi berdewamî kire zire zir û got, “hêz ne di çek û sîlehan de ye, hêz di îman û bawerîyê de ye” û derewek din ji bin doxîna xwe berda. Ê de kero, gava Saddamê mêrê te li Helebçeyê pênc hezar jin, mêr û zarok dikujtin, te di bin de dikir tire tir û kêfa xwe tanî ne wilo? Hey qantirê Xwedê! Ma kujtina pênc hezar Kurdên bê guneh ne terorîstî bû hey kurtanker? Çawa Saddamê mêrê te ne terorîst bû, werek himmar!

Dîsa li tirkmenan rabû!

 

Gurikî -14/08/06 Hewlêr – Þanda ku ji serokê tirkmenan ê faþîst (ma ji xwe sosyalîst û misilmanên wan jî faþîst namûsuz ewladî ne), Dr. Saadettîn Ergeç, berpisyarê Tevgera Bedir Mehemed Mehdî El jehr û el quzelqurt û çend kûçikên din pêk hatibû û çendek berê çûbûn Tirkiyê, di dawiyê de daxuyaniyeke mehmetçîkane dan! Mêrikan di daxuyaniya xwe de dibêjin “bila pêþmerge Kerkûkê neparêzin!” Ê baþ e bila kî biparêze? Bila El Viraqawî yan El Zirqawî biparêze! Þanda teres didomîne,”Nabe ku saxtîkirina Kerkûkê têkeve destê pêþmergan!” Hela hela, bila têkeve destê mehmetçîkan ha! Bêhna xwe fireh bikin ewladim, ê ne hindik ma ji me û we re û hew!

Denîz Gezmîþ bû benîþtê devê Hizbûllahê

Mihemed el Kurdî-14/08/06- Lubnan-Denîz Gezmîþê ku di salên 1968an de wek rêberekî tevgera xortan a li dijî emperyalîzmê derket pêþ û hat þeniqandin, bû benîþtê devê xelkê û bi wan ve zeliqî. Ev benîþtê ku demekê bi xortên Kurd ve jî zeliqîbû û bi vê zeliqandinê tevgera Kurd bi navê sosyalîzm û antîemperyalîzmê derbeyek mezin xwar, îro jî di devê kesên wek Serokê Hizbûllahê Nasrallah efendî de dire û tê û tê çûtin. Hazretî Nasrallah jibo ku bi hissên xortên Kurd û Tirk bilîze û wan bike dijminê Amerîka û Îsraîlê, xwedî li Denîz Gezmîþ derdikeve û dibêje, ”Denîz Gezmîþ di dilê min de ye, divê em enîyek antî emperyalîzmê avabikin” û çîrokan dibêje. Ê lawo hey þaþikmezin! Hey derewker! Carekê Denîz Gezmîþ sosyalîst bû. Sosyalîst jî ji dîn bawer nakin û dijminê dîn in. Çawa yekî bêdîn û Xwedênenas di dilê te ê reþ de cîh digre hêêê!? Tu kê dixapînî babam? Di kîjan alîyê dilê te de cîh digre gelo? Alîyê çepê yan alîyê rastê? Em bawerin ew ne di dilê te de, lê jibo tu me bixapînî di nav þeqên te de cîh digre birakooooo! Here van çîrokan ji birayên xwe ên Tirko re bêje...Me Kurdan ji van çîrokan têr xwariye ya Nasrallah Ibin Ereb Ibin Filistîn el dijminê Ekrad!  

 

Tirk li goþtê bê hestî

 

digerin

 

Ahmed Beyan-14/08/06-Ankara-Rehma Xwedê li dê û bavê xebatkarên Lotikxanê be. Birastî heger ne ji vê helwesta Lotikxanê a neteweperwerîya Kurd bûya, dibe ku gellek ji me Kurdan wê rûyê çep, misilman û sosyaldemokratên Tirkên xwînheram nasnekiriba. Herçiqasî hîna jî gellek Kurdên me bi navê bratîya sexte xwe bi Tirkan dizeliqînin jî, lê her ku diçe aqilê me tê serê me û em xwe bêhtir nasdikin. De binerin bê Onur Oymenê Sosyaldemokratê Tirk di derbarê avakirina komisyona li dij PKK de çi dibêje. Xwînheram dibêje, “esas li dijî PKK nabe ku Amerîka jî di komisyonê de beþdar bibe. Di komisyonê de amadebûna Kurdan xeterek mezin e” û dixwaze ku di komisyonê de bi tenê Tirko hebin. Ew dizane ku Kurd (PDK) naxwaze þerê birakujiyê bike û heta jê bê ewê nehêle ku gerîllayên Kurd bên kujtin. Ji xwe Serok barzanî berî çendakê gotibû ku, “bêyî beþdarbûna Kurdan ewê komisyon nikaribe kar bike” û li dij komisyonek bê Kurd derketibû. Îcar heyran bi serê we û me kûçik goþtê kuçik naxwe. Tirk Tirk e, ha çep, ha rast, ha misilman û ha komunîst. Mesele ew e ku em Kurd xwe nasbikin...

Tirk û farisan bi hev re dan bin kurdan!

 

 Karûþo- 13/08/06 -Zaxo- Bi destê sibehê re ji aliyekî ve mîguyên îranê û ji aliyekî ve jî mehmetçîkên bêbav, gelek herêmên baþûrê Kurdistanê dan ber topan. Hîn jî dewam dikin. Û tu deng ne ji hêzên Hevpeyman, ne ji generalê kurd Weysî Ezîz û ne jî ji Hikûmeta Hewlêrê tê. Heger  çend seetekî din jî bi vê bêdengiyê biçe, tirk û faris wê qûnê li her kesî biqetînin. Heyran dengê xwe bikin! Kuro qey ji ber ku hemû çûne pêþiya Gulistanê, deng naçe wan! Yan jî karê ”Avadaniyê” dikin. Erê lo, di warê siyasî de li hersê perçeyên din ên Kurdistanê bi alîkariya ku bi kurdan re kiribûn, tirk û faris û ereb tam ji derb xistibûn û helbet wî çaxî jî diva bû zorî dabana avadanekanan, canekim!

 

s© lotikxane 2006