Adil Duran

Bîr û bawerî

Bavê Ronahî

Xewna Kazo

Lezgîn Þêxo

Smeîlê dîn-5

Hemo Rûto

Kûçik tenê ji zimanê Tirkan fêmdikin

Lokman Polat

Anketek û bersivek

 

 

Têmûrê Xelîl

Henek, laqirdî,pêkenîn

 

Dilsotî

Kurmancno

Senar Þahîn

Kategoriyên nivîskariyê-2

 

 

Nivîskarê mêvan

B.Omerî

Kenê guran bi wan tê

 

                                                  

    Hindik û rindik.....           Magazîna % 100 Kurdî...

 

 

 

Arþîv                                                         info@lotikxane.com              lotikxane@hotmail.com            

Bi xulamê kejan bin û hew!

Sosin Bermal-18/08/06- Almanya-Ji Navenda Lêkolîna Seksê a Hambûrgê Prof.Werner Habermehl lêkolînek di derbarê jîyana seksê a jinên Alman de çêkir û li gora bersivên jinên Alman rewþa jîyana wan a seksê nirxand. Prof.Habermehl li gora encama lêkolîna xwe dibêje,”jinên kej ji jinên esmer û zerik bêhtir karin seksê bikin û ji wan jêhatîtir in. Ew di jîyana xwe de zêdetir karin bi zilaman re seksê bikin” û enerjîya jinên kej tîne zimên. Li gora Habermehl, jinên kej karin duqatî jinên esmer û zerik seksê bikin û mala zilaman biviritînin, tiran ji wan berdin. Îcar heyran Kurdino, heçê ku bixwaze têkeve nav agirê seksê û biþewite bila mala xwe biþewitîne û berê xwe bide jinên kej. Lê berî ku hûn têkevin nav lep û pençeyên jinên kej divê hûn bi kêmanî pênc kewark hingiv û pênc kûz dims bixwin da ku hûn karibin bi wan, yan na allahwekîl ewê felaketekê bînin serê we ku hetanî hûn saxbin nema li we rabe û hûnê wek kevneserokwezîrê Tirkiyê Bulent Ecevît têkevin komayê! Ji me gotin......

Ramboyên Hollywoodê berê xwe dan Hizbullahê

Þemal Amedî-18/08/06-Hollywood-  Artîstên herî navdar ên Hollywoodê bi daxuyanîyekê Hizbullah û Hamas þermezar kirin û piþtgirî dan Israîlê. Di nav artîstan de kesên mîna Sylvester Stallone, James Woods, Bruce Willis,  Ridley Scott, Serena Williams, Nicole Kidman, Michael Douglas, Dennis Hopper, William Hurt, Josh Malina, Kelly Preston, Danny DeVito, Don Johnson û patronê medyayê Rupert Murdock hene. Li gora ku þahidekî ji me re got, dibêjin Sylvester Stallone (Rambo) ji hevalekî xwe re gotiye, “Ev Nasrallahe çi quzilqurte, serê min zêde xira dike..Ev çend salin min dev ji Rambotîyê berdabû lê xuyaye ezê dîsa dest bi qesabîyê bikim û berê xwe bidim Nasrallahê þaþikmezin. Min Vîetnam safî kiriye ma ezê nikaribim Hizbullah û Hamasê biqelînim” û çek û tîr û kevanên xwe amade kiriye. De Xwedê li piþta te be Ramboko. Bi can, bi xwîn, em bi te re ne ey Rambooo!

 

Lawê Samba

Ramba jî bû tirk!

 

 Gurikî-16/08/06 -Lîstikvanê gokê Mert Nobrê brezîlî ku xwe firotibû klûba Beþiktaþê, di dawiyê de xwe kir hevwelatiyê Tirkiyê jî. Yanî lîstika wî a di nav taximê tirkan de ne bes bû, tiro tew bi ser de jî xwe dike tirk! Medya tirkan dibêje ku Ricardinho jî bi rê de ye. Hin divê bi haweyekî rê li ber van xwefiroþên birezîlî bigrin da tirk vê care jî bi futbolê tiran ji alemê bernedin! Bi emrê Xwedê lingê yekî ji wan bihata þikenandin, her tiþt safî dibû. Em wek Lotikxane ger qantir û tirk bi futbolê bilîzin em ê dîsa jî her qantiran destek bikin. Kurdino kurdayetî di dijminahiya futbola tirkan û her tiþtê tirkî de ye. Hûn çiqasî bibin dijminê wan, ewqasî jî hûn ê xwe nas bikin û bibînin bê van bêbavan çi afatî bi we û welatê we de anîne!

Metîn Tekçe rastî got:"Kurd asîmîle dibin!"

Cembelîyê Botî-17/08/06- Colemêrg- Dibêjin li salona Beledîya Colemêrgê panelek li ser ziman û edebîyata (zargotin) Kurdî hatiye lidarxistin û nêzîkî 700 kesî têde beþdar bûne. Di panelê de gellek nûnerên partîya DTP amade bûne û dîtinên xwe anîne zimên. Vekirina panelê ji alî Þaredarê Colemêrgê Metîn Tekçe ve hatiye kirin û Tekçe wek mêran rastî anîye zimên û gotiye, “ziman û kultura Kurdî ber bi wendabûnê ve diçe, Kurd bi polîtîkayek zanistî tên asîlîmekirin” û xwedî li ziman û kultura Kurdî derketiye.  Em qurbana serê te bin, ma kî ji me vê nizane? Kî nizane ku Tirkên xwînheram dixwazin ne tenê zimanê me lê koka me Kurdan jî nehêlin! Ji kerema xwe tu wek endamekî partîya DTP lotikan li serok û rêberên vê partîya ku dixwaze bi zorê Kurdan bikin brayên Tirkên dewþîrme bixe û bêje, “babam! Em û Tirk nikarin bibin brayên hev! Divê em zimanê Kurdî nekin qurbana Tirkên Satilmiþ, Dûrmûþ, Duþmuþ, Duþurulmuþ, Basilmiþ, Sîkîlmîþ, Bastirilmiþ, Dondurulmuþ û Dewþîrîlmîþ” û mîkutekî li nav serê wan xe em heyran! De haydê, em li piþta te ne.....

Serketin hevaller!

Nazenîn Dilþa-16/08/06-Amed- Dibêjin wê rojnameya Azadîya Welat êdî bibe rojane û lotikên xwe xurttir bike. Em wek xebatkar û alîgirên Lotikxanê vê xebera xêrê pîroz dikin û hêvîdarin wê xebatkar û kedkarên Azadîya Welat xizmetek baþtir ji zimanê Kurdî re bikin. Di vê dema ku asîîlasyonê berê xwe bi xurtî daye Kurdên bakur, derketina rojnameyek rojane helbet ku karekî baþ e. Lê dil dixwaze ku Azadîya Welat hinekî ji qalibên yekalî derkeve û bibe dengê paraztina berjewendîyên Kurd û Kurdistanê, ne ê partîyekê bi tenê. Bi telaqê bê fitû, hûn rojnameya partîyekê bin jî wê dewleta virqo lotikan li we xe û hûn rojnameya 25 milyon Kurd bin jî dîsa hûnê têkevin ber lotikên Tirk û Kemalîstan! Îcar a herî baþ ewe ku hûn bêjin “ya allah û ya Xwedê” û qelema xwe jibo Kurd û Kurdistanê bikarbînin û hewwww.....De haydê serketin hevaller!

PDKê 60 saliya xwe pîroz kir lê...

 

Lotikxane-18/08/06-  PDKê 60 saliya xwe pîroz kir, lê heger bi vî haweyê niha 60 salekî din jî biçe, wê bi navê PDKê tiþtekî wê li ser lingan nemîne. Gotina Barzaniyê ku 60 sal berê ji birêvebirên PDKê re gotibû: “Dostên xwe zêde bikin û dijminên xwe kêm bikin” û PDKiyan jî ew kiribûn, mixabin îro bermeqlûbî wê dikin. PDKa ku 15 salên wê ne di nav dewlemendiyeke bêsînor de bi dewletî dijît, di warê siyasî û aborî de nebû alîkarê kurdên bakurê welêt û heta kurdên perçeyên din jî. Kurd û Kurdistan bi zimanê kurdî û zimanê kurdî jî bi kurdên bakurê welêt hebû û li bakurê welêt kurdî ketibû-ketiye xetera mirinê û PDKê a herî hêsan jî ji wan re nekir. Yanî bi dizî çenteyek pere nexist destê camêrekî û ne got “ha ji te re evqas pere û her ji bo xelkê xwe televizyonkekê vekin....” Ev yek. Gelek gelek gotinên ku wê mirov bêje hene lê em ê bi tenê yekê din bibêjin û derbas bibin: Li gora agahdarîyên ku dikevin destê me piraniya birêvebirên PDKa îro bûne bertîlxwir. Îcar heger ev bertîlxwirî bidome, di çend salekî de wê mal û milkê Kurdistanê jî xelas bibe û vê carê jî dor bê ser ku birêvebir kurdan bifroþin OYAKê.Em wek xebatkar û lotikvanên malbata Lotikxanê 60 salîya PDK û Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pîroz dikin û ji wan re temenek dirêj û bextewar dixwazin. Erê, Mistefa Barzanîyê nemir digot: Dostên xwe zêde bikin û dijminên xwe kêm bikin!” Lê ax ku ne ji van dolaran baya!...

„Dev ji çekan berdin û werin qehwê vexwin“

 

Polat Erdem-18/08/06-Izmîr- Piþtî banga berdevkê Wezareta Derve a Amerîkayê, niha jî Serokê Komeleya Sermîyandarên herêma Baþûrê Rojhilatê Tirkiyê (Kurdistanê) Þah Îsmaîl Bedirhanoglû (ku ji binemala malbata Bedirxanîyan e) bang li PKK kir û doza devjêberdana çek û þer li wan kir. Bedirhanoglû dibêje, „heyran wele bese looo! We mala me jî û a xwe jî viritand, êdî çekên xwe deynin, dev ji wî þerê bê mane berdin û werin em bi hevre qehwekê vexwin“ û bi berdewamî dibêje, „herkes ji vî þerî zîyanê dibîne, sedema paþdemayîna herêmê ev þerê ekolojîk û þorbelojîk e. Divê PKK di demek kin de bê virt û bê zirt þer bide rawestandin“ û filan û bêvan. Herweha Bedirganoglû lotikan li rayedarên dewletê jî dixe, doza efûyek giþtî dike û dibêje, „divê di çarçova Yekîtîya Ewrûpayê de jibo pêþketina ziman û çandên li herêmê gavên demokratîk bên avêtin“ û xweþ dike. Em nizanin ka wê PKK bê virt û bê zirt dev ji çek berde yan na, lê em zanin ku dewletê gellek gavên demokratîk avêtine wey! Herroj zimanê Kurdî qedexe dike, êþkencê berdewam dike, zarokên Kurd dikuje, daristanên Kurdistanê diþewitîne, cendekên gerîllayan parçe dike, namûsa me tîne pênc peran, ma ev ne gavên demokratîkin bavê min!? Heqê rayedarên dewleta Virqo nexwin wey! Gunehe guneh……

Kûçik, hejand kirasê bi hûçik

Sîpan Nas-18/08/06- Stenbol- Prof.Yalçin Kûçikê melez (tevlihev-xwînheram) di kovara Chronîcle de hinekî behsa xwe û malbata xwe dike û dibêje, “dibe ku eslê min Îbranî be, ez ji vê ne aciz im. Jibo mirovên çep alîyê herî xweþ alîyê melezbûnê ye.Jin û mêrên herî spehî û bedew jin û mêrên melez in. Cihû (Yahûdî) ji dîroka xwe re sadiq in (pê ve girêdayî ne), lê em (Tirk) hewqasî ne sadiq in. Û ên ji me jî ne sadiqtir Kurd in” û dilorîne. Yanî; mîster yalçin Kûçik dixwaze bêje ku, “em Tirk milletekî beredayî ne û li dîroka xwe xwedî dernakevin. Lê Kurd ji me jî beredayîtir in û ew yekcar li dîroka xwe xwedî dernakevin” û cara yekê ye ku di derbarê Kurdan de rastîyê dibêje.  Yabo ez bi namûsa Saddam Hisêno kim ev gotina te rast e. Ma ku Kurd li dîroka xwe xwedî derketina, wê bidana dû melez û merezên mîna te û Tirkên hov babam! Ma ku em ji te ne beredayîtir bûna meyê te kiriba þêwirmendê partîya xwe? Ma ku hinek Kurd ji te ne beredayîtir bûna, ewê te derxistibana televizyon û masmedîya xwe? Na! Îcar bi Xwedê tu çi ji Kurdan re bêjî heqê wan e û hê misteheq jî maye sextekar qardaþ...Hema bide nav û hey bide nav.....

KNK yekê li nêl û yekê jî li bizmêr dixe !

 Tacdîn Baran-17/08/06- Elemanya – Birêvebirên KNKa ku bi carekê ve ji heval mevalên bi bedil û qerewat û pêþenîk, porþahîk, simbêlboq û çavbeloq, pivikî, zîqikî, rûçarox, guhduhêl, devçatir, devkox, diranbeþ, serþûnik, bêvilþerbik, ziktelêr û bejinkudikî pêk dihat, di van her çend mehên dawiyê de ji bo rebenka çend gotinkên kurmancîka ku mane jî ji holê rakin, ha ha civîn mivînan li dar dixînin. KNKeya PKKa ku ji Ewrupayê Felek melek diþandin konferans û kongrên DEP MPÊ û li wir nedihiþtin ku ew bi kurdî bipeyivyana, kurmancîka me mîna alavekî di siyaseta tirkîzekirina xelkê me de bi kar tîne. KNKa ku vê carê jî di duwazdehê tebaxê de qaþo ji bo selameta zimankê me li Kolnê civiya û bi telaqên partîberdanê sûndxwariye ku ew ê li dijî asîmîlasyona tirk - virqan raweste, qed behsa PKKa ku asas wê bi asîmîlasyonê mala miletê kurd viritandiye nake! Nabêje ku wê tirkî rakir serserê çiyayên lolo û lêlê û di þikeftên kuroyan de bi ”ulen”kî kiþiya ser namûsa zimanê kurdî û hiþt ku çiyayên me bi tirkî bizên! KNK heger a te nefenbazî be, hema tu û KKKa xwe bi tenê bi kurdî bipeyivin bes e û geleke jî! Lê kesî nexapînin heyran, ma kîjan ehmeq nizane ku gava çend mehekî KKK temamê masmedya xwe serguherî kurdî bike, wê asîmîlasyon raweste û ziman geþ bibe! Heyfe, kurd û Kurdistan bi kurdî heye û îro jî ew ziman bi saya serê sosyalîstk-kemalîstkan ketiye temara mirinê! Ziman nema hahooooo!

Wîskîyê daye bin rakiya we, yawrûmmm!

Sîpan Nas-17/08/06- Ankara- Serokê Îcraya Alkolê (araqê) Galîp Yorgancioglû ê Tirk di derbarê vexwarina “Yenî Raki” (Rakiya Nuh) de ji çapemenîyê re dibêje, “bi emrê Xwedê û qewlê Pêxember emê Yenî Rakiyê bikin marqa dinyayê û emê wê têxin her qul û kewarê. Li Amerîkayê Tirkên alkolîst (araqvexwar) pir in û emê bi Yenî Rakiya xwe Amerîkayê dagîr bikin” û filan û fîstan. De îcar werin û li ehmeqên wek wî binerin û ji xwe re bifikirin! Kuro lawo, jixwe Wîskîya Amerîkî heta bi ber xistiye we û Yenî Rakîya we. Heta hûn Yenî Rakîya xwe têxin bazara Amerîkayê û wan fêrî vexwarina wê quzilqurtê bikin, wê Serok Bush mîza xwe jî di þûna Wîskîyê de bi we bide vexwarin yawrûmmm! Hadê hadê, here xwe dawþîne virqoooo.....

 

Ma kurmancî ne kurdîye? Kakacan?

Roza Kurd

Wek ku hûn hemî zanin zimanê kurdî bi sedan salane ji aliyê welatên dagirkeran ve bûye armanca asîmlekirinê. Zimanê kurdî tevlî wan planên qirêj yên wendakirinê dîsa jî heya îro hatiye. Lê dema em dibihîsin ku êdî li baþûrê Kurdîstanê planên ku wê zarava soranî bibe zimanê perwerdekirinê, dike ku em bifikirin ku dîsa zarava kurmancî heman qeder tê serê wê! Ango wendabûn û asîmîlekirin...Berdewan wêne bitikînin.. (Ji ber giringîya naveroka nivîsê, bê destûr ji malpera Rizgarî hatiye dizîn)

îro kirin pêþmerge û sibehê jî Xwedê zane bê wê xanimê bikin çi!!

 

Axîn Bamernî-18/08/06-Duhok- Li alîyekî dewleta Tirk û Îranê dikevin nav axa Kurdistana azad, bi namûsa sînorên Kurdistanê dilîzin û Kurdan dikujin û li alîyê din weke ku tutiþtek nebûbe Kurdên me berê xwe dane lotikvanîya stranbêjên Kurd û ha ha pesnê wan didin. Malper û televizyonên me dîsa dest bi hophopa Gulistan Perwera heval kirin û dan lotikan. Baþûrîyên ku di dibistan û zanîngehên xwe de zimanê Kurmancî diqurmiçînin, hunermendên Kurmanc derdixin ser dikê û çavên Kurmancan pê diseyînin. Îcar ev jî ne bes bû, radibin cilên pêþmergan li Gulistan xanimê dikin, ala Kurdî dixin destê wê û dixwazin bêjin, “de  binerin haaa! Kî dibêje em ji Kurmancan hez nakin kaka!” û lotikan didin xwe. Heyran bi serê we kakacanan, ne pêþmerge lê hûn Gulistan xanimê bikin general jî hûnê nikaribin ji bin gunehê qurmiçandina zimanê Kurmancî derkevin! Dev ji terfî û payedarkirinê berdin, Kurmancî bidin xwendin Kurmancîîîîîîîîîîî....

Mam Celal serî di binî re derxist

Mistefa Kerkûkî-18/08/06-  Li bajarê Selaheddînê 60 salîya PDK hat pîroz kirin û di þahîyê de gellek mêvanên qedirbilind beþdar bûn. Þivan Perwerê ku niha navbera xwe û PDK xweþ kiriye, derket ser dikê û kire qarewar “lo me çi kir me çi kir, me xwelî li serê xwe kir, we em hiþtine li cî, qedexe kir Kurmancî. Ma ne þerm û fedî ye, ev doza me jibo çi ye û li dora Mesûd Barzanî û Mam Celal çû û hat. Dibêjin piþtî ku Mam Celal têr goþtê elokan xwariye, îcar rabûye dest bi dîroka PDK kiriye û serî di binî re derxistiye. Lê dibêjin her serê deh deqîqeyan Mam Celal li ser masê nerîye bê ka goþtê elokan maye nemaye û dîsa berdewam kiriye.De îcar li ecêba Xwedê binerin! Gulistanê li Duhokê dibe pêþmerge û Þivan jî tê di nava serok û generalan de dide lotikan! Yabo bi telaqê jinberdanê xelk zanin îþ û karê xwe bimeþînin looo...Lêxin bavê min lêxin, hem li nêl xin hem li bizmêr xin! Haaa, li ser bextê xelkê be, dibêjin sedema ku herdu humermend çûne Kurdistanê yek jê jî eve ku ew dîsa dixwazin li hev vegerin.De a bi xêr.....

De berde, de berde, lawo keleþê berde!

 

Þemal Amedî-17/08/06-New York-Bi minasebeta 22 salîya destpêkirina þerê çekdarî ê PKK berdevkê Wezareta Derve ê Amerîkayê Sean McCormack daxuyanîyek nivîskî weþand û dîtinên xwe anîn zimên. McCormack di daxuyanîya fermî de bang li PKK kir ku ew dev ji þerê çekdarî berde û li mala xwe rûnê. McColmack bi berdewamî got ku, þerê 22 salan ê PKK zerarek mezin daye daxwaz û berjewendîyên gelê Kurd jî. Îcar li gora pispor û þirovekarên Lotikxanê, gotinên McColmack tên vê maneyê: Heyran generalino! Ev 22 salin hûn þer dikin we tiþtek bisernexist.Hetanî îro we gundekî Kurdistanê jî rizgar nekiriye.Ka we çend generalên Tirk revandin û kujtin? We çend febrîqe þewitandin, çend balafir revandin? Ji xeynî çenf bombeyên di tenekên zibil de we çend bombe li metropolên Tirkan teqandin û çend Tirk kujtin? We dev ji doza Kurdistanê berdaye û doza konfederalîzma dinyayê dikin, ma ev karê we ye? Ev karê mezin ê me Amerîkîyan e û tiþtê ku hûn jê fêmnekin li serê xwe negerînin!” Li gora ku me bi ingilîzîya xwe a teqlomeqlo ji mîster McCormack fêm kir, wî dixwest van tiþtên li jor bêje allahwekîl haa!

Oooy Nazê gerdengazê!

Leyla Bamernî-17/08/06-Hewlêr- Hunermenda Kurda Gurcîstanê Nazê xanim jî serdana Kurdistana azad kir û gunehên xwe dawþandin. Xuyaye riya Kurdistanê ji hunermend û siyasetmedaran re bûye wek otobanên Ewrûpayê û li ser 180î didin xazê. Dibêjin Nazê xanim gazind ji medya û çapemenîya Kurd kiriye û gotiye, “medya ferqê dixe navbera hunermendan. Hin hunermend ji roja ku tên Kurdistanê rojname, radyo û televîzyon bixêrhatina wan dike, konserên wan nîþan dide hevpeyvînan li gel wan dike. Lê hin hunemend jî ku tên Kurdistanê medya qet bala xwe nade wan“ û hêsrên xwe dibarîne. Nazê xanim! Em bawerin ger te jî dijîtîya Kurdên baþûr bikira û wek hinek hunermendan ji wan re bigota “cehþ û xayîn” wê qedrê te jî bihata girtin û belkî te danîbûna ser serê xwe jî keçko! Carek din berî ku tu bê Kurdistanê, tu jî wek wan hunermendan ji Kurdên baþûr re bêje, “cehþ, xayîn, kevneperst, alçaqlar” û wekî din. Tê bibînî, heger te dananîn ser serê xwe û medya nexistin bin emrê te jixwe em bi tiþtekî nizanin! Te fêmkir Nazê xanim!?

Esed efendî heyfê ji Kurdan hiltîne

Bavê Cengo-16/08/06-Qamiþlo- Ji berê de bav û kalên me dibêjin, “filankeso nikare bi kerê dibeze kurtên”. Îcar Beþar Esedê serelok jî ev tiþt kir. Virqo nikare i Îsraîl û Amerîkayê radibe kerbê xwe di serê Kurdên reben re derdixe. Li gora daxuyanîya Partîya Yekîtîya Demokrata Kurd li Sûriyê, li herêma bajarê Efrînê çar Kurdên welatparêz (Ibrahîm Xelîl Xelîl (58), Mihemed Ebo Xelîl (42), Selah Mihemed Bîlal (35) û Izet Hisên Osman (33) ) ji 4ê mehê ve ji alî kûçik, çeqel û keftarên dewleta Sûriyê ve hatine girtin û aqûbeta wan ne kifþ e. Ê heyran bi telaqên jinberdanê dewleta Sûriyê bilasebeb kesekî nagre û naxe zîndanê lo! Hebe nebe ev herçar Kurd yan ketine bexçê Beþar Esed û zeytûnên wî dizîne û yan jî doza nasnama Kurdî li wî û Etar xanimê kirine, wey! Ma kesek bilasebeb tê girtin we serê min xwaro.....

s© lotikxane 2006