Google

                                      

  Arşîv         info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com      ///            Metelok: Golikê hewþê ji gayê malê natirse

 

Xecê Omerî

Rastî tahle

 

Gabar Çiyan

Ez ne

Dînk im

Adil Dûran

Pepûkên Xwedê

Lokman Polat

Romanên psîkolojîk

Bavê Ronahî

Jibo Cemîl Axa

Lezgîn Þêxo

Ozan Canê

 

Faris Beg

Beþek ji dîrokê-I

T.Xelîl

Ji jiyana

Êzdîyan

Bavê Felek

Pirsa Kerkûkê

Dilsotî

Du serinc

 

Selîm Acar

Stratejîya Xalê Heso

 

Rengê herî balkêþ

Leyla Barîn-28/01/07-Dibêjin ji roja ku mirovatî xuluqîye rengê sor bala mirovan kiþandiye û bûye þahê rengan. SOR! Sor xwîn e. Sor evîn e. Sor pêt û agir e. Sor gul û kulîlk e. Û sor dil e.

   Dibêjin Kurd pir ji rengê sor hez dikin. Helbet. Ji roja ku Kurdan bi dînê Zerdeþtî çavên xwe vekirine, bi rengê rojê, bi agirê perestgehên dînê Zerdeþt û bi agirê evîna Mem û Zîna Zêdan hatine hûnandin, ew û rengê sor bûne parçeyek ji parçeyên gewde û bedenê. Ji alîyê din, xwîna ku ji bedena bi hezaran þehîdên Kurdistanê hatiye rijandin, xwe di rengê sor de anîye zimên û ev reng ji Kurdan re bûye sembolek ji sembolên azadî û rizgarîyê.

   Werhasil, em nekevin nav mijarên hûr û kûr. Lê dibêjin di dema îro de jî rengê sor wek þahê rengan tê qebûlkirin û hema bêjin di her beþê jîyanê de tê bikaranîn. Bi taybet  di kiras û binkirasên jinan de wek rengekî seksî, germ û dilfûr tê qebûlkirin. Tê gotin; jinên ku cil û bergên sor li xwe dikin, li ber dilê mêrên xwe þîrîntir dibin sû hilfa mêrê wan zêdetir diçe ser wan.

   Îcar heyran, gelî xanim û jinên Kurd!  Xwe ji kiras û binkirasên sor kêm nehêlin. Heger hûn naxwazin zilamên we çavlider bin û lotikên veþartî bavêjin derûdora xwe, rabin û rûnên xwe bi rengê sor bixemilînin û hew! Sor bavê min sor!

Xwedê ji wê jî stend

Çang çîng Çong-28/01/07-Pekîng- Dinya wilo bûye ku mirov nema zanin jibo nav û dengê xwe çi qûyî bixwin û çi nexwin. Erê lo, îcar ev mîrata „Pirtûka Rekoran a Guînnessê“ ji xelkê re bûye mode. Heçê rabe wê bêje:“Ez jî dixwazim têkevim Guînnessê bavê min, ma ez ji dola kerê me, wey!“ û tiþtên kesanedî dikin.

   Meselen ev nexweþî bi Wugîbalagîgîge jî ketiye. Keçika Mongolî li herêma Mongolîstana otonom a Çînê dijî. Ew dixwaze du salan tenê ax û xwelîyê bixwe da ku têkeve pirtûka Guînnessê. Wugîbalagîgîge dibêje:“Hewcedarîya min bi goþt û xwarinên din tuneye. Ji xwe em Çînî hingî goþtê kûçik û pisîkan dixwin, goþt li ber çavê min reþ bûye û dilê min jê dixele. Ez dixwazin du salan ax û xwelîyê bixwim û têkevim Guînnessê“ filan û fîstan.

   Ev qederê sê mehane ku wê porkurê dest bi xwarina ax û xwelîyê kiriye. Rayedar dibêjin: „Heger gû têde hiþk nebe û nebeice, dibe ku qenc yan xerab têkeve pirtûka Guînnessê“. 

   Erê erêêêê……Xelk dibêjin:“Xwedo em têkevin Lotikxanê“, peppûka Wugîbalagîgîge jî dixwaze têkeve Guînnessê. Ma ev ne bêaqilîye qurban!?

 

 

 

Ew jî di ber de jêneke baþe!

Raca Banû-270107-Afganîstan- Dibêjin Serokdewletê Afganîstanê Hamîd Karzaî cara ewil bûye bav û gava zaroka xwe himbêz kiriye zarokê pêde mîzkiriye. Îcar mesela zilêm û lawik hat bîra me.

   Dibêjin cara ewil kurê yekî çêdibe, ji kêfan re nema zane çi bike. Hema radibe xirê kurê xwe jêdike.

   Îcar ev jî Hamîd Karzaî ye. Em ditirsin ew jî ji kêfan re tiþtekî zaroka xwe jêke lê çi? Hema serê zarokê jêneke ji  jêdike bela jêke xem nake..

 

 

 

Herkes li ser mirîyê xwe digrî...

Ji paþ û pêþ de serî hildan

Tecawizcî Coþqûn-26/01/07-Enqere- Belê belêêê...Travestî û transeksuelên Enqerê li ber peykerê mafê mirovan rûniþtin û doza mafên xwe li himûketê kirin. Travestîyên ku endamêm Komela Jîyana Pembe ne, bi dûriþmên wek « Em Travestî ne (qûnde ne), Li vir in, Hîn bibin ». »Mafê jîyanê li me qedexe nekin » filan û bêvan kirin zirezir.

   Seroka komelê Buse Kiliçkaya rabû daxuyanîyek da û got : »Roj bi roj dinya globalîze dibe û qûnekên dinyayê jî xwedî li mafên xwe derdikevin. Lê mixabin ji ber ku hema bêjin piranîya civaka Tirk qûnde bûye, bi qedrê me nizanin û heqê me dixwin. Gava li parlamenteran radibe xwe dikin qurban û heyrana me, lotikan li me jî û li xwe jî dixin û dirin. Lê piþtre em nema tên bîra wan” filan û fîstan.

   Weleddddd! Lawo dilê mero bi van rebenên travestîyan diþewite haa! Kuro herin xwe bavêjin tor û bextê Kurdan lawo, wey! Bi telaq Kurd ji xwe pê ve ji herkesî re baþin. Ma hûn nabînin jibo yekî wek Hrant Dînk dev ji esl û peslê xwe berdan û piranîya siyasetymedar û rewþennebîrên me xwe kirin Ermenî kuro, waweylêêêêê!

Heta bi sosyologên wan Xwedê dixapînin!

Silêmanê Keleþ-25/01/07-Mêrdîn- Misilmanên wan nebesbûn îcar sosyologên Tirkan jî destavêtin alozkirina dînê îslamê û hetta dixwazin haþa Xwedê jî bixapînin. Jibo ku behsa Kurd û Kurdistanê nekin, yan jî jibo ku gotinên Kurd û Kurdistan bidin jibîrkirin, çi ji destê wan tê dikin û lotik li ser lotikan davêjin. Ha ji we re Sosyolog Umît Merîça jin. Xanimê piþtî ku çûye Hecê û hatiye, Tewrat û Quranê jî înkar dike û dixwaze haþa Xwedê jî bixapîne.

   Xanim Umît Merîç di derbarê Erefat û Hecê de dibêje:”Li Hecê zeman digihê dereca sifirê. Meriv li wir xwe di dema Hz.Adem û Hz.Hawa de dibîne. Adem û Hawa li Erefatê hevdu dîtine. Kabe cara yekem ji alî bapîrê me Adem ve hatiye dîtin.Evder ciyê beþerîyeta pêþîn e” filan û fîstan.

   Yahewlelwela quwetullehilezîm! Niha em rabin xwe gunehkar bikin û çend lotikên bêîman li Umît xanimê xin, wê xelk dîsa pirça serê me rakin haa!

   Werhasil, sayin Umît xanim! Sayin Sosyolog xanim! Ma emê ji te bawer bikin yan ji Tewrat û Quranê bawer bikin hey gewende? Ma Tewrat (Tekvîn) nabêje:”Xwedêteala Adem û Hava di Adenê (bihuþt) de xuliqandin. Ji wir çar çem herikandin ku yek jê Dîcle û yê din jî Ferat e.” Îcar ew mekanê ku Adem û Hawa lê çêbûne û cara pêþîn hevdu dîtine Kurdistan e yan Erefat û Kabeya Ereban e cîgerim? Ma Quranî kerîm jî nabêje “Ez hatime Tewrat û Incîlê bisediqînim” (Rastîya wê qebûl bikim) (Bakara:41,91,97, Alî Îmran 3, Nîsa 47Maîde 48, Fatir 31,Ahkaf 30)

   Îcar xanim efendî, em bêjin te çend bêaqilên wek xwe xapandin, ma tu kari Xwedê,  Quran, Tewrat û Incîlê bixapîni hey gewende!?

2500 metro hindike, Hewlêrê li ser tapo bikin!

Þîndar Berwarî-24/01/07-Dihok- Li ser bextê xelkê û kesên ku newêrin navê xwe eþkere bikin, be. Dibêjin piþtî ku hunermenda qelew û lotikvan Awaz xanimê erd û zevî ji hinek rayedarên hikûmeta Kurdistanê stendibû, niha jî Leyla Ferîqî 2500 metro zevî ji hikûmeta Kurdistanê stendiye û dixwaze malek taybet tê de ava bike. Lê mala çi? Malên baþ jî hene yên xirab jî hene qurban!

   Werhasil, dîsa li gor fesad û ewan dibêjin, dibêjin ev lêlê ye û lolo jî maye. Xuyaye wê hîna hikûmeta Kurdistanê milyon dolaran jî birjîne ber Leyla xanimê jibo wê mala ecêb lêke û ava bike. Berî niha jî Canê xelata zêr ji generalên Dihokê stendibû.

   Îcar meriv difikire:Ma hema lotikvanên jin xelat, pere û zevîyan distînin? Yan lotikên hunermendên jin ji yên mêran þîrîntirin? Werhasil canim, ê bixwaze li defê dixe ê bixwaze li zirnê dixe. Malekî bêxwedî ye û herkes li gor lotikên xwe belav dike..Wey aferîn, wile yabo we kir tirrrrr!

Konberg 4 hezar û 500 lotik avêtin

Mihemed Soran-24/01/07-Silêmanî- Stevîn Konbergê Alman ji Almanya li bisiklêtê xwe siwar bû û piþtî 46 roj û 4 hezar û 500 kîlometroyî giha Kurdistanê bajarê Silêmanîyê. Konberg piþtî ku giha Kurdistanê, tasek dewê cemidî vexwar, cixareyek kiþand ser kezeba xwe û got: “Oxxxxxx...Kurdistan xweþ e, ewle ye, tam ciyê lotikvana ye allahwekîl” û ling avêt ser ling.

   Dibêjin di vê rêya dûr û dirêj de geh ew li bisiklêt siwar bûye, geh bisiklêt li wî siwar bûye û bi tir û fisan xwe gihandiye Kurdistanê. Stevîn Konberg piþtî bêhnvedana Kurdistanê wê berê xwe bide Pakîstan û Hindistanê. De oxira wî a Flîtê Quto be rebbî....

 

Balafirgeh bi jehrê xist

 

Zinar Qelemþûr-23/01/07-Stenbol- Berî çend rojan hunermend û lotikvanê meþhûr Mahsûn Kirmizigul hat balafirgeha  Ataturk Dewe Lîmani û xwest bifire Azerbaycanê da ku konserekê bide Azerîyan. Lê xuyaye balafir 6-7 seetan dereng maye û Kirmizigul jî betilîye û xwe li ser dîwanekê dirêj kirye, di xew re çûye.

   Çend þahidên li balafirgehê dibêjin ku, “Carekê em bi teng bombe û demançan veciniqîn. Bêhnek xirab bi ser balafirgehê ket û me got qey terorîstan girt ser balafirgehê. Lê piþtre me dît ku ew deng ji Mahsûn Kirmizigul tê û dengê tir û fisên wî ne. Werhasil, hinek kes ji bêhna tir û fisên wî bi jehrî ketin û rakirin nexweþxanê” filan û bêvan. 

   Dibêjin piþtî ku Kirmizigul li balafirê siwar bûye, di balafirê de jî çend kes bi jehrî ketine. Li ser behtê xelkê be rebbî! Ji me derew.....

 

Lotikek li kurê xwe xist

 

Rozê-23/01/07-London- Jûlîa Gregg bû dêya nevîya xwe. Xanimê  berî çend salan lawikekî 14 salî ji Hindê dike kurê xwe û wî wek kurê xwe ê rastî xwedî dike.

   Piþtre wext derbas dibe, xortê bi navê Krenar Lleshî dibe 21 salî û xortekî çeleng. Julîa Gregga 34 salî jî radibe dil dikeve zirkurê xwe û lotikekê lêdixe. Niha keçek wan çêbûye û herdu lotikvan jî bi hev bextewar in.

   Werhasil, me xwest em bêjin ku dil sînoran nasnake. Gava dilê meriv çavê xwe berda tiþtekî, wek golik û çêleka nav garanê tê serê meriv û lotikan li derûdora xwe dixe. Îcar, rê li ber dilê xwe negrin qurban! Bihêlin bila dilê we jî azad be, wîî! Lê wek Tirkan dilnekevin zarokên xwe û baznedin ser wan haaa, eman eman!

Xwedê neyne serê kesî rebbî!

(Bê þirove)

Mîrê qûnekan berê xwe dide Stenbolê

Sercîo Vottî-22/01/07-Roma- Transseksuel û mîrê qûnekan Vladîmîr Luxurîa di parlamentoya Îtalyayê de wekîlê “Jinûveavadanîya Partîya komunîst” e. Bi xwe qûnekekî meþhûr û temam e.

   Vladîmîr Luxurîa ji çapemenîyê re hindik û rindik got:”Divê di welatên îslamê de jî qûnek azad bin”. Luxurîa yekemîn transseksuele ku dikeve parlamentoyê û di demek nêzîk de wê berê xwe bide Tirkiyê, bajarê Stenbolê. Luxurîa ragihand ku ewê li ser dawetnama “Komela Lambda Îstanbûl” ku komela Lezbîyen, Gay, Bîseksuel,Travestî û Transseksuelan e, biçe Stenbolê da ku dersa seksê bide qûnde û mûndeyên Tirkiyê. Dibêjin wê Luxurîa di meha Hezîranê de xwe bixemilîne, cil û bergên seksî li xwe ke û ji Stenbolê re bêje Selamunaleykum!

   Werhasil, qûnek û mûnek li hev pîroz û bimbarek bin rebbî....Xwedê bikim hema di nava wan qûnekan de Kurd tunebin gidî, eman emannn!

Bi meqernayê virikî bû

Temel Xwefiroþ-22/01/07-Trabzon- Kuro ma ne Lotikxane dibêje ev Lazên Trabzonê nabin bajarî û bi qasî serê derhemekê ji medenîyetê fêhm nakin kes bawer nake haa! Aha ji we re Lazekî medenî:

   Di 13.01.2007an de li bajarê Trabzonê, jinika bi navê Þukran Ç (54 salî) ji alî mêrê xwe K.Ç ve bi çakuç tê kujtin. Mêrik hema radihije çakûçê bêîman û dibê peleqqqqq li serê jina xwe dixe û wê totlanî hev dike.

    Hûn zanin bê wî çima jina xwe dikuje? Na! Îcar, K.Ç li qereqolê di îfada xwe de dibêje:”Ewê bêbavê herroj ji min re meqerna çêdikir. Taþtê meqerna, firavîn meqerna, þîv meqerna û paþîvê dîsa meqerna çêdikir. Qîza kûçik ji meqerna pêve nizanîbû xwarinek din çêkira. Îþ û karê min tunebû hema ez berê xwe bidim avdestê û bi xwe de birîm” û li xwe mikur hat.

   Îcar gelî xwendevanan, we di dinyayê de kes dîtiye ku jibo xwarinekê jina xwe bikuje? Me bi xwe dîtiye.Lazên Trabzonê!

Wile yabo we kir tirrrr!

Zinar Qelemþûr-21/01/07-Stenbol-

Hûn zanin gelî xwendevanan, kesên ku xwe bi qewmîyeta xwe negrin, ruhê neteweperestî di can û giyanê wan de nemeyê, wê herdem kurtanên kerên xelkê bin. Ji xwe kesên ku ji tiþtê biçûk pozê wan neþewite,wê nikaribin li tiþtên mezin jî xwedî derkevin.

   Nav û Paþnav bandorek mezin li ser zarokan dihêle. Hûn bikin nekin wê ew zarok di nava wextê de di bin bandora navê xwe de bimînin. Çi baþ çi xerab, wê rojek ji rojan ew zarok xwe bi wî navî nasbike û þexsîyeta xwe jî kêm zêde li gor navê xwe bigre.

   Werhasil, hinek karin bêjin "Kî çi navî li zarokên xwe bike bila bike" filan û bêvan. Na babam na! Bi telaqê Beþar Esed, ji îro û pêde kesê ku xwe Kurd dizane, kesê ku xwe naskiribe, divê navê Tirk, Ereb û Eceman li xwe neke û hew! Bawerkin heger dilê me ji mêþê nexele, wê ji gû û rîxa Tirk, Ereb û Eceman jî nexele.

   Îcar bila navê ATLAS li malbata Erdoganê Colemêrgî pîroz û bimbarek be rebbî! Yekî din jî li nifûsa Tirkan zêde bû. Hem jî bi navekî qirase! ATLAS-XERÎTE-NEXÞE!

   Kuro nexþeya ku bêhna Kurdan jê neyê wê çi fêda wê/wî ji me re hebe xwedêjêrazî, wîî!

Li wê jî rabû!

Þemal Amedî-21/01/07-Waþîngton- Jina Bîll Clînton Hîllary Clînton xanim biryar girt ku di hilbijartinên 2008an de dest bi lotikvanîyê bike û bibe namzeta serokatîya Amerîkayê. Hîllary xanim endama Partîya Demokratan e û li gor berdevkekî partîyê, wê serokatî pirr li Hîllary xanimê bê û ewê pê bibe yekem seroka jin a Amerîkayê.

   De ser xêrê be û Xwedê miradê Hîllary xanimê bike rebbî! Ma hema heta mirinê zilam dibin serokê Amerîkayê canim, wîî! Bihêlin bila carekê jî jinek bibe lotikvana dinyayê bavê min!

   Birastî Hîllary xanim hem xweþike, hem seksî ye, hem jî têra xwe xwedî tecrûbeyên lotikan e. Erê hinekî bejna wê kurte , qama wê 1.50 santîme jî, lê dîsa jî tê xwarin allahwekîl! Kuro ma ji Tansû Çîllera Tirkan ne xweþiktir û dirêjtire qurban, wey!

Turkmen merivên wî ne, heheyyyy!

Serdar Mirad-21/01/07-Amed- Wezîrê Derve ê Tirkiyê Abdullah Gul dîsa dest bi tir û fisan kir û xwedî li Turkmenan derket. Abdullah Gul di gotina xwe de dibêje:”Turkmen merivên me ne. Çawa ku em di 1988-89an de li Kurdan xwedî derketin, heqê me heye em li Turkmenên Kerkûkê jî xwedî derkevin” filan û fîstan.

    Em niha devê xwe biherimînin û çend lotikan lêxin wê dîsa xelk bêjin “lawo hûn çi ji rebeno dixwazin?” haa!

   Ê kurê min, di 1988-89an de Kurdekan koçberî bakurê Kurdistanê bûn, hatin parçeyekî ji welatê xwe. Hûn xwedî li wan derketin? Mala we ava be! Lê Turkmen? Ma Turkmen koçberî welatê we bûne ku hûn dixwazin li wan xwedî derkevin yawrûm? Ma hûn dixwazin di welatê xelkê de xwedî li xelkê derkevin hêê? De here ûlannnnnn, here avekê li xwe ke okey!

Pelûl bi serê wan de rijiya, weleddd!

Sîpan Nas-20/01/07-Enqere- Kujtina nivîskarê Ermenî Hrant Dînk rojeva Tirkiyê serûbinê hev kir û serê Tirkan xist çewalekî teng. Herkes ji alîyê xwe de tiþtekî dibêje, lê xuyaye wê mijara vê kujtinê demek dirêj bajo û serê Tirkan baþ bêþîne.

   Werhasil, Komîteya Paraztina Rojnamevanan (CPJ) di daxuyanîya xwe de kujtina Hrant Dînk þermezar kir û Tirkiye xist lîsteya dewletên xeter rêza heþtemîn. Li Tirkiyê di nava 15 salan de 18 rojnamevan hatine kujtin û kujtina Hrant Dînk jî bû zêdebûna ser kezebê. Ji alîyê din Rêxistina Efûyê a Navneteî jî lotikek li Tirkiyê xist û ragihand ku rayedarên dewleta Tirkiye rê li ber azadîya ramanê digrin û dibin sedema kujtina xelkê.

   Werhasilî kelam, hefsar ketiye stuyê Tirkan û xuyaye wê di qada navnetewî de baþ bizirin. Xuyaye piþtî vê bûyerê êdî wê zirra wan jî fêde neke. De Xwedê kerîm û rehîm e...  

Ana Kornîkova li çi temaþe dike?

 

Narîn Remo-20/01/07-Holland-Porkura Ana Kornîkova li çi temaþe dike? Waweylêêêêê!  Ma ji tiþtekî pêve tiþtekî din li wê herêma sincirî heye peppûkino!.

   Ev jinên vê heyamê çiqasî rûþuþtî ne bavo,wîî! Kî zane, dibe ku porkurê kondomên xwe di wir de veþartibin, hema ji te neketibin, lê ma porkurê tu nizanî ku Lotikvan li her deverê hene, wê wêneyê te bikþînin, li tevaya dunyayê belav bikin û te bihetikînin hêê? Li gel ku ne xema te ye, û di qurçikên tarî de tiþtinan bi xwe bikin, ji xwe ku merov te dibîne jinên merov dibin wek marê reþ.

   Îca çiqasî tu ji merov dûr be ewqasî baþe, lê xwezî tu carekê biketa nav lepên lotikvanekî xwîn germ, wê çaxê te yê mêr ji mêra nas bikirna! Ka ew rojjjjj!

Peyamnêrê xwe rast kir ma K.TV

Þîndar Berwarî-19/01/07-Dihok- Wek be berî niha jî anîbû zimên, Ajansa Peyamnêrê gotina "Latînî"di þûna "Kurmancî" de bikardianî lê niha dilê me þa kir û di þûna Latînî de "Kurdî" nivîsand. Ev ciyê þanazî û serbilindiyê ye. Îcar ma dora Kurdistan TV. Xuyaye rayedarên K.TV hîna ji xewa giran ranebûne û hîna jî lotikekê li Kurmancî dixin û di þûna wê de "Latînî" dinivîsin.

   Em zanin, dibe ku gotina "Kurmancî" li zora we bê, hûn pê nexweþ bin, lê ma hûn wek Ajansa Peyamnêr û PUK medîayê jî nayên bavê min? Ma zehmete hûn di þûna "Latînî" de "Kurdî" yan "Kurmancî" binivîsin? Yan gunehe?

   Rabin rabin, ji xewê þiyarbin û lotikekê li wê quzilqurta "Latînî" xin kaka.....

Av çûye bin Tirkan

 

Bêrîvan Al-19/01707-Amed- Mesela Kerkûkê bû benîþtê devê siyasetmedarên Tirk. Ji ber ku hilbijartinên Tirkiyê nêzîk dibe, êzî ser û binê Tirkan rabûne lotik û cotikan û pehînan li derûdora xwe dixin.

   Serokê partîya faþîsta Tirk MHP Dewlet bahçelî jî ket nav karwanê lotikvanan û zirya. Bahçelî Serokwezîr Erdogan wek “Bikêrnehatî, tirsonek û bêxêr” binavkir çunkî li gora wî divê Erdogan zûtirîn dem parlamentoyê bide hev û biryarek hevbeþ di derbarê dagîrkirina Kerkûkê de derkeve.

   Erê lo, pirsgirêka Kerkûkê jî di holê de tuneba, gelo wê van Tirkên devbixwîn behsa çi bikira gelo? Êêêê, helbet wê behsa kerxana Selanîkê nekirina, pir pir behsa kox, gom û kadînên mirîþk, pez û dewaran bikirina, wekî din!

Mala mêrik þewitand!

Polat Erdem-18/01/07-Izmîr- Kuro ma ecêbên Xwedê diqewiin lo, tewwww! Kuro bi namûs em zilam nema wêrin dengê xwe ji ber van jinan derxin bavo, wîî! Berê digotin “Jin darên þikestî ne”, lê bavo di vê heyamê de zilam bûne darê þikestî. Hem jî darên rizyayî kuro!

   De binerin bê jinikê çi anîye serê mêrê xwe de ihi: Li Alîagayê çawîþê ku bi eslê xwe Kurd e û jina wî Tirk e, qey nema dilê wî li jina wî vedibe û car caran ji xwe re bi dizî lotikên xerîb davêje. Tu nabê jina wî jê dikeve þikê û tê derdixe ku ew çavliderî bûye û xwarinên xerîb dixwe. Piþtre dilsarî dikeve navbera wan û çawîþê me dixwaze jina xwe berde.

   Jinika Tirk jî qaþo li ber xîreta xwe dikeve û dixwaze lotikekê li çawîþkê me xe. Gava çawîþ efendî di xew re dire, hema jinik jî radibe avê dikelîne, wê ava kelandî bera nav þeqê wî dide û xiyarê mêrik diperitîne. Rebenê çawîþ dike hawar mawar lê êdî bêfêde ye. Mêrik ji mêranî dikeve û dibe xurde.

   Îcar heyran jibo Xwedê û Pêxember hay ji xwe û jina xwe hebin! Çavlider nebin haaa, yan na allahwekîl hûn ne xiyaran dibînin û ne jî hêkan! 

Qey kesekî bi namûs nemaye ku lotikekê li vî bêbavî xe?

Serdar Mirad-18/01/07-Amed- Qeymeqamê Pîranê, xwînheramê ji dola Asenayê, Mustafa Altinpinarê kurê dêlê dîsa zirtên xwe kirin û zimandirêjîya Kurdan kir. Altinpinar di her wesîlê de zimandirêjîya Kurdan dike û bi bêedebî êrîþî ser wan dike. Qûndeyê heram êdî nema silavê jî dide Kurdan û dîwaran dikþîne navbera xanîyê xwe û xanîyê Kurdan da ku ew û Kurd hevdu nebînin.

   De îcar jibo Xwedê, qey Kurdekî bi namûs tuneye ku silavekê lê bike û lotikekê li vî bêbavî xe? Qey Demokratîk Cûmhûrîyetê xîret jî bi Kurdan re nehiþtiye bavo, wey gidîîîîîîî! 

  

Bîjîyên Tirk lotikek li Luqman Cemîl xistin

Cemîlê Miho-28/01/07-Bochum- Bîjîyên Tirk,hackerên Atabeyler bi tenq û topan êrîþî ser malpera hunermendê Kurd Luqman Cemîl kirin, lotikek bêîman lêxistin û çira wî vemirandin. Luqman Cemîlê ku bi ked û xwêdanek mezin, bi zor û heft bela malperek ji xwe re çêkiribû, ket zîndanên dewleta Tirk û felek lê geriya.

   Dibêjin rebenê Luqman Cemîl seet û gustîlkên xwe firotibûn û pê ew malper vekiribû. Lê niha nema zane çi bike ku cardin malpera xwe ji zîndana Tirkan derxe. Li ser bextê xelkê be, dibêjin îcar wê Luqman Cemîl cakêt, þerwal û binkirasê xwe bifroþe da ku ji xwe re malperek nû veke.

   De Xwedê li piþta te be Luqman Cemîl! Berxwedan jîyane qurban..Malperek din jî veke û vê tirê ji Tirkan re nehêle qurban, deeee..!

Ha ji we re doktorek ji bajarê Pêxemberan!

Sadûn Deysem-28/01/07-Ruha- Çiqasî raste nizanim, lê xwedêgiravî dibêjin bajarê Ruhayê bajarê Pêxemberan e. Herama Xwedê be ku me heta niha Pêxemberekî biaqil têde dîtiye, ma em rabin derewan bikin, wey! Werhasil, emê niha behsa Pêxemberekî biaqil bikin.

   Ehmet Karabûrcê Sêwregî (32) diranê wî dêþe. Êþa diranan jî pir xedar e allahwekîl, Xwedê neyne serê kesî. Ehmedê me jî radibe jiber êþa diranê xwe serî li Navenda Tenduristîya Dev û Diranan a Ruhayê dixe. Piþtî ku Doktor Abdulkadir Elçî çend sanîyan wî saxtî dike, jê re dibêje:“De here û 10 mehên din cardin were ezê êþa diranên te bibirim“ û lotikekê li Ehmedê me dixe. 10 meh kuro!

   Yanî, wê rebenê Ehmedo deh mehan bi wê êþê bisekine, li bendî dora xwe be heta ku doktor efendî diranên wî derman bike! Îcar we tiþtê wisa dîtiye? Îcar kî dibêje:“Ruha ne bajarê Pêxemberan e?“ Bi telaq me ji îsot û ecînê (çîgkofte) pêve tu xêra Pêxemberîya bajarê Ruhayê nedîtiye lo, wîî!

Ew dan kujtin, îcar helbestan li ser dinivîsin

Ehmed Beyan-28/01/07-Enqere- Wek hûn zanin, li Tirkiyê tiþtek bê îrade û daxwaza dewleta Tirk nayê kirin. Ji misilmanên wan bigrin, heta bi kominîst, çep û rastên wan di bin emrê dewleta xwe de ne û ha ha lotikan li kes û sazîyên ku li dijî dewletê ne dixin.

   Yek ji qesasê Hîrant Dînk, Serokê partîya Buyuk Turkîye Partîsî a faþîst Muhsîn Yazicioglû ye. Destê Yazicioglû di qetlîama Maraþê de jî hebû û mirovekî tam zirqantir e. Îcar piþtî ku rebenê Hrant Dînk dan kujtin, Muhsînko rabûye qaþo helbestek li ser wî nivîsandiye û xwedî lê derdikeve. Hûn helbesta wî meraq dikin? De fermo, me ew wergerang Kurmancî  û têr bixwînin:

Hranto Dînko!

Erê Hranto erê..Tê bîra te gava te lotik li dewleta me dixist..

Te wek gayê ber cot tir ji me berdida

Ma te digot qey wê ev tir ji te re bimîne Ermenîyo?

Va qehremanên Tirk, nevîyên Mistoyê Kor, lotikek Tirkewarî li te xistin, milyonek û nîv Ermenî çûn cehnemê, bi saya te bû 1.501.000. Ne Mutlu Virqim Dîyene!

 

Alîkarîya Lotikxanê bikin, reklaman bitikînin..

Jêkin yan bixesînin!

Diyar Baban-27/01/07-Mahabad- Dibêjin Ehmedînejad ji sedî 90ên sîxur, qûnde û mûndeyên xwe þandine Iraqê û li wir lêkolînên çalakîyên terorîstî dikin. Piþtî ku ev plan û proje derketiye holê, îcar dibêjin Serok Bûþh jî rabûye ferman daye general û çawîþên xwe yên li Iraqê û gotiye:”Kîll or capture!” okey! Yanî; “bikuje yan bigre”, heger we nekujt jî “xiyarê wan di berde jêkin û wan wek dermaleyên salê bixesînin”.

   Îcar li ser bext û namûsa xelkê be, dibêjin piþtî vê fermana Bûþh, sîxurên Îranî rîh û simbêlên xwe kur dikin û bi çarçefên jinan digerin. Dibêjin Ehmedînejad jî hazirîya kurkirina rîh û simbêlan dike.

   Êêêê, ma rehete qurban? Na! Ha xiyarê meriv di berde hat jêkirin, ha meriv hat xesandin, ha meriv hat kujtin, ma ferq heye? Na canimmmm! De xwezî bi wê rojê û hew....

Biçirîne Hisênooooooo!

Ehmed Beyan-27/01/07-Enqere- Wezîrê Perwerdeyê Huseyîn Çelîkê Wanî li bajarê Çorûmê dîsa çirand û çirvirand. Huseyîn Çelîkê qamkinik di vekirina dibistanekê de ji þagirtan re dibêje: „Þagirtno, serkerno, qûnekno! Neteweperestî ne ewe ku meriv zirt û virtên xwe bike. Neteweperestîya rastîn ewe ku meriv refah û rewþa jîyana milletê Tirk xweþtir bike. Divê hûn rewþek wisa bixuliqînin, bêyî ku kes ji bawerîya dînê hev û ji bingeha etnîka xwe têkevin þik û gumanê. Divê herkes bi hemwelatîya Tirkiyê xwe bextewar bibîne“ filan û fîstan. 

   Ê lawo Hisêno, kurê min! Hikûmeta te lotik namînin ku li Kurdan naxe, tu jî wek Kurdekî Wanî cilika bênamûsîyê dikþîni serê xwe û dibêji „refaha Milletê Tirk!“ Êêêê! Ma ka refaha Milletê Kurd ewladim? Ka refeha milletê te? Yan te jî xwe firot bi pênc qirûþên xerabe ne, weledddddddd! Heyfa zilamên wek te, bi telaq we namûs û xîret kir bexdûnis û hew!

Yek li gel û yek li dij, kê xwariye nanê rij?

Cemîl Çargurçik-26/01/07-Swêd- Evî Hrant Dînkî Kurd wek liba hinarê li bin guhê tehtê xistin û ji hev belawela kirin. Rehma Xwedê lê be, Tirkan lotikek li wî xist û wî jî zîtirkek li Kurdên me yên xwenenas û enternasyonalîst xist.

   Gellek ji rewþennebîrên me, nivîskar û qaþo siyasetmedarên me rabûn pirça serê xwe hilkirin, li sênga xwe xistin, kirin hawar û qêrîn û gotin:”Jina me ji me berdayî be em jî Hrant Dînk in, em hemi Ermenî ne” filan û fîstan. Mêrikan çi pirs û doza Kurdan kirin tirrrrrrrrr îcar ma dora Ermenîyan, heheyyyyyyyy! Bi telaq we bi xwe de rît û hew! Werhasil, îcar em bên ser mijara xwe.

   Dibêjin lawkê Dêrikî, Bûbê Eserê ku bi pirtûka “Sîno bû efendî” piranîya Dêrikîyan kir efendî, di nivîsa xwe de li dij wan nerewþenbîr û siyasetnemedaran derketiye û gotiye:”Evê bala gellekan bikþîne,lê bi telaqê jinberdanê ez nebûm Hrant Dînk û nebûm Ermenî! Ma meriv eslê xwe înkar dike, wîî!  Na babammmmm! Hema bi telaq ez Kurd im!” û xwe nefirotiye Ermenîyan. Kuro tu her bijî Bûbê Eser! Meriv zane ku hîna reh û damarên Kurdperwerîyê di bedena te de hene, bijî!

   Lê me fêhm nekir bê çima yekî wek Mustafa Aydoganê Qoserî xwe kir Ermenî? Halla halla ya suphan allah! Êêêêêê, erê canim...Helbet, gava navê meriv “Demokratên Þoreþger” be wê meriv lotik û zîtirkên enternasyonal jî bavêje derûdorê qurban. Werhasil, xuyaye hîna jî rewþenbîr û siyasetmedarên me þewka xwe davêjin çemê“Komunîzma Çep” û bi xewn û xeyalan masîyan digrin. Erê erê....Ya rebbî tu Kurdan hedayet biki...

 

Rahije tifinga xwe û here, ma kesî destê te girtiye?

 

Polat Erdem-26/01/07-Izmîr- Tirk û civaka xwe ketine halekî wilo ku dilê kafiran bi wan diþewite. Kes nema zane çi dibêje, çi helwestê deyne û çi bike. Ji alîyekî zirezira wan e û dixwazin bi zirt û fortan çavê Kurdên baþûr bitirsînin, û ji alîyê din jî li gotinên xwe poþman dibin û çavê wan ji êrîþa ser Kerkûkê nabire, bi xwe ne bawerin. Di encama civîna girtî a parlamentoya Tirkiyê de poþmanî û newêrekî derket holê. Partîyên ku zirt û fortên xwe dikirin, di civînê de bûn wek pisîkên ku bi xwe de bimîzin û zirtên xwe di bin xwe re berdan.

   Helbet di vê bixwedemîztinê de para civîna parlamentoya Kurdên baþûr jî çêbû. Piþtî ku Kurdekanên me zirt li Tirkan kirin û gotin:“De werin em qûna we bibînin haaaa!“, ziravê Tirkan qetiya û biryar dan ku xwe nexin nav serêþandin û macerayên lotikvanîyê.

   Îcar xuyaye ev biryara parlamentoyê li zora hinek general-meneralan çûye ku Orgeneral Tolon radibe dibêje:“Paraztina berjewendîyên Tirkiyê bi zirt û virtên Enqerê nabin. Bi zorê û ketina Iraqê dibe.Divê em eskerên xwe biþînin Iraqê“ filan û fîstan.  

   Halla halla! Ê kurê min, ma kesî destê te girtiye? Tu wilo mêrî, tu û jina xwe rahijin tifingên xwe û êrîþî ser Kerkûkê bikin û xelas, wîî! Ma hema bi gotin û welwelê ye babam!

Em hemi Kurd in!

Ehmed Beyan-25/01/07-Enqere- Piþtî kujtina nivîskar Hrant Dînk, welwele li Tirkiyê û Kurdistanê rabû û wek garana serberdayî li xelkê hat. Hûn zanin nizanin nizanim, lê li Ermenîstanê di nexþeyên Ermenîyan de welatekî bi navê Kurdistanê tuneye û ji serî heta binê Kurdistanê kirine Ermenîstan. Yanî, mêrikan ji Tirkan xerabtir dijminatîya Kurdan dikin û li dû “Împaratorîya Ermenîstana Mezin”in. Ji ber vê jî Ermenî qet naxwazin Kurd biserkevin û bibin xwedîyê welatekî serbixwe. Heçê bawer neke bila ji kerema xwe biçe Ermenîstanê bi çavên xwe bibîne.

   Werhasil, em Kurd bi xwe tim û tim mirovhez bûne û jiber vê mirovhezîya me jî mala me þewitîye û xelk û alem li me siwar bûne. Îcar, di kujtina Hrant Dînk de Kurd û Ermenî pankart hilgirtin û gotin “Em hemi Ermenî ne”. Tirk jî radibin dibêjin “Em hemi Tirk in”.

   Ê baþe bavê min, wî çaxî Kurd çi quzilqurtin hêê? Yan ji Eyþika Ereb in? Kuro bi telaq, em ne Ermenî ne û ne jî Tirk in. Em hemi Kurd in Kurd, Xelas!

Belçîkayê serê hefsêr berda

Miradê Torî-25/01/07-Bruksel- Dadgeha Brugesa Belçîkayê biryar da ku jinên lezbîyen (jinên ku lotikan li jinan dixin û ji xiyar û tirozîyan heznakin) di hepsê de karibin heftê çend carî bên ba hev, hevdu balêsin û ji xwe re bi çavgirtînkê bilîzin.

   Belçikayê di 1ê Hezîrana 2003an de biryarek derxistibû ku lezbîyen û qûnde karibin bi hevre bizewicin û hevdu bidin ber pehînan. Îcar piþtî vê biryara nuh, dibêjin qûndeyên di hepsê de jî doza mafê qûndetîya xwe dikin û ew jî dixwazin heftê çend caran karibin bi serbetî lotikên seksê bavêjin hevdu. Li gora lêkolînekê li Belçîkayê ji %10-15ên xelkê lezbîyên, biseksuel û homoseksuelin.

   Yanî; bi gotinek gundîkî, ji sedî 10-15ên Belçîkîyan wek çêlekên nav garanê ne, gava li wan radibe temamê conge, boxê, ga û gamêþan didin dû xwe û provokasyonek kesanedî tînin serê gavên (gavan). Lawo ev azadî û demokrasî çiqasî xweþe bavoo, hayhoooo! Kuro Demokratîk Cûmhûrîyeta ku Kurdên me jî dixwazin, ne ev azadî be bavo!?

Me çi ji mezinên we xêr dît ma dora we!

Cembelîyê Botî-24/01/07-Colemêrg- Wek hûn jî zanin, ji qeysê ku me xwe dîtiye zarokên eþîra Zeydanan di parlamentoya Tirkan de ne û ji Tirkan re lotikan davêjin. Ahmet Zeydan 3 û Mustafa Zeydan jî 3 caran bûne parlamenter û tu xêra wan negihaye Colemêrgîyan û milletê Kurd. Niha jî Rustem Zeydan û kuro Osman Zeydan Necîp Zeydan dixwazin bibin parlamenter û li ser Anitkabîrê fatîhayekê bixwînin.

   Îcar Necîp Zeydan dixwaze ji kîjan partîyê bibe namzet hûn zanin? DYP! Partîya Mehmet Agarê qûnde! Qey pozê Kurdên me naþewite bavo, waxxxxxx! Mehmet Agar bi hezaran Kurd kujtin, lê hîna jî Kurdên me didin dû wî bêbavî û bi dûvê wî digrin. Ya starrrrrr ji derdê me Kurdan re! Kuro bi telaq em biaqil nabin û hew!

 

Denzelo bû gula Amerîkayê

 

Þemal Amedî-24/01/07-Hollywood- Lotikvan Denzel Waþîngton bû gula Amerîkayê û lotikvanê herî hezkirî. Li gora lêkolîna Sazîya bi navê “Harrîs Înteraktîve Poll”ê, Denzel Waþîngton lîztikvanê herî ku xelk jê hezdike hat hilbijartin û lotikek li lîztikvanên reng spî û zerik xist. Denzel Waþîngton bi xwe wek çîkolata þêrîn e û hema bêjin bê þekir tê xwarin. De a bi xêr..

   Em nizanin di nav Kurdan de kesê herî þêrîn û hezkirî kî ye? Dibêjin di nav Tirkan de General Yaþar Buyukanit, di nav Îranîyan de qûnek, di nav Erebên Sûrîyê de Semîra Tewfîq û di nav Iraqîyan de jî Saddam tê hezkirin, lê ji ber ku xelkê pirr ji Saddam hez dikir lotikek lêxistine û þeniqandine.

   Herweha tê gotin ku di nav kakacanan de jî Leyla Ferîqî tê hezkirin, ji ber wê jî hikûmeta Kurdistanê 2500 metro erd û zevî dane Leyla xanimê. Hem jî belaþ û  bê qirûþekî!  

   Êrê canim, bila jin û keçên þehîdan li ser sergo û li ber tenûran parsê bikin, û bila kesên lotikvan jî ji hikûmetê pere û erd û zevî bistînin.Oxxxxxxx, ma ka jê xweþtir!

 

Dewlemendê Kurdistanê

Îlnûr Çewîk!

 

Þêrzad Zebarî-23/01/07-Hewlêr- Îlnûr Çewîkê Tirk yek ji wan e ku li Kurdistanê herî zêde îhaleyan distîne û karên mezin dike. Çewîk xwedîyê rojnameya The New Anatolîan e û berê þêwirmendîya serokwezîrên wek Necmettîn Erbakan, Tansû Çîller,Mesût Yilmaz û Bulent Ecevît kiribû. Îlnûr Çewîk halîhazir bi projeyek avadanîya bi 200 milyon dolar dadikeve. Yek ji wan kesane ku herî zêde îhaleyan digre û çewalê xwe tije pere dike.

   Çewîk di rojnameyek Tirkan de dibêje: “Halîhazir piyaseya aborîya Kurdistanê ji %80 di destên Þîrketên Tirkan de ye. 358 Þîrketên Tirk li Kurdistanê lotikan davêjin” filan û bêvan. Wekî din Çewîk di derbarê Serok Barzanî de jî dibêje:” Barzanî ji Mam Celal neteweperesttir û dîndartir e. Barzanî rast û Talabanî jî çep e”.

    Werhasil, ji vir jî dixuye ku Tirkan bi rêya aborî Kurdistan dagîr kiriye û herêm bi xwe ve girêdane. Îcar em nizanin ka wê ev girêdana aborî çi bîne serê me û çi neyne..Xwedê alîkarê me Kurdan be û hew!

Ha ji we re medenîyet!

Sîpan Nas-23/01/07-Tirkiye- Kî dibêje Tirk ne medenî ne? Bextê xwe xira nekin û destê xwe deynin ser wîjdanê xwe,temam! Aha ji we re nimûneyek ji medenîyetê: Li bajarê Sînopê Mustafa Yildizê 60 salî hefsar û zincîrê dixe stuyê keça xwe û bi xwe re digerîne. Xwedêgiravî keça wî Melek Yildiz aqilsivik e û êrîþî xelkê dike.

   Ê babam, ma wê çawa keçik aqilsivik nebe hey malxirab! Tu hefsar dixî stuyê keça xwe, nahêli here nav xortên lotikvan, nahêli keçik kurmê xwe biþkîne û bide lotikan, ma bila rebenê xwe bikuje? Helbet wê aqilsivik jî bibe û êrîþî xort û zilaman jî bike babam, wey! De ka çend rojan wê berde nav komek xort û zilamên qirase, bê birastî keça te aqilsivik dimîne?

   Kuro bi namûs, heger keça te têkeve nav garana xortên lotikvan, ewê ji Tansû Çîller biaqiltir bibe allahwekîl! De berde berde....Keçika reben berde nav garanê, de qurban!

Hûnê çi bikin parlamenterno?

Av.A.Dîlan-22/01/07-Enqere- Wek tê zanîn, xwedêgiravî pirsgirêka Kerkûkê ji rayedarên dewleta Tirk û partîyên wê re bûye wem meseleyek namûsê (heger namûs hebe) û ha ha dixwazin vê pirsgirêkê jibo armanca xwe ya hilbijartinên pêþerojê bikin mijara serketinê. Ji alîyekî dixwazin pirsgirêkên hundurê Tirkiyê pê veþêrin, bidin jibîrkirin, û ji alîyê din jî dixwazin pê ray û dengên hilbijartinê bistînin. Yanî, Kerkûk ji Tirkan re bûye mesela man û nemanê.

   Werhail, sibê parlamentoya Tirkiyê bi navê “Pirsgirêkên Kerkûk û Iraqê” dicive. Civîn sergirtî tê kirin û xuyaye wê ev civîna parlamentoyê qedera Tirkan jî û a êrîþa ser Kurdistanê jî tayîn bike.

   Îcar parlamenterên Kurd hatin bîra me. Halîhazir di parlamentoya Tirkan de di navbera 70-100 parlamenterên Kurd hene. Em meraq dikin gelo wê ev parlamenterên Kurd (!) çi helwestê deynin? Wê pozê wan biþewite û beþdarî civîn û biryarên ser êrîþa Kurdistanê nebin, yan wê dîsa wek berê qûna Tirkan balêsin û bibin þirîkên gunehên wan? Civîn li ser daxwaza partîya faþîsta Tirk CHP tê lidarxistin. Qaþo CHP Sosyal Demokrat e û endamê Sosyalîst Enternasyonalê ye.

   Wey qede bi wilo Sosyal Demokrat Partî keve rebbî! De êrîþ bikin de...Êrîþ bikin û binerin bê Kurd çawa doxînê li we sist dikin, de qurban!

Wefadarê goþtê elokan!

Bavê Cengo-22/01/07-Þam- Dibêjin Serokkomarê Iraqê Mam Celal Talabanî di serdana Þamê de bi Beþar Esed re qehweyek þêrîn vexwariye û dem û dewranên berê anîye bîra xwe. Ji Beþarko re behsa dostanîya xwe û bavê wî kiriye û melûl melûl fikiriye.

   Werhasil, ez serê we neêþînim, dibêjin Mam Celal bang li Amerîkayê kiriye ku bi Þamê re danûstendinê bikin û hefsarê Beþar esed hinekî sist bikin. Xwedêgiravî Mamo gotiye: “Sûriye li Iraqê asayîþê dixwze, di þerê li himberî terorîzmê de piþtgirîya me dike. Ji ber vê jî divê Amerîka lotikên dijwar li Sûriyê nexe, nermo nermo bajo ser”

   Yahewlelwela quwetullahilezîm! Ê Mam Celal! Em qurban! Em zanin tu û Hafiz Esed dostên hev bûn. Em zanin we gellek elok bi hevre xwaribûn. Lê bihêle bila George Bûþh biryara xwe bide bavê min, wey! Ma tu berdevkê Beþar Esed i? Em dibê Xwedo ku Amerîka rojek berî rojekê lotikekê li Sûriyê xe, tu radibi qûndeyekî wek Beþarko diparêzi. Îcar ev bû çi heyran? Yabo dev ji paraztina Beþar Esed berde, bi namûs emê herroj elokekê bidin te baba, wîî!

Canê bû General!

Leyla Bamernî-22/01/07-Zaxo- Dibêjin baþûr ji hunermend û siyasetmedarên bakurê Kurdistanê re bûye seyrangeh û navenda îhale û bazirganîyê. Hema bêjin heçê serê wî/wê bêþe, bêyî ku here textor, bêyî ku dermanan bistîne, xwe davêjin bext û namûsa baþûrîyan û dibin qurban û heyranên wan. Hinek bi minasebeta parsê, hinek jibo îhalegirtinê, hinek jibo tevlihevkirinê û hinek jî jibo doza qedrê xwe bikin diçin baþûr. Yanî, kesek jibo xêrê naçe dêrê wesselam !

   Werhasil, dibêjin stranbêj Canê li Zaxoka rengîn serdana Akademîya Eskerî kiriye. Li wir hema gava generalê Akademîyê çav li Canê ketiye, zimanê wî lal bûye, çavên wî þaþo-maþo bûne û gotiye: »Ka kuro xelatek zêr bidin Canê ! » Dibêjin Canê xelata zêr girtiye û gotiye : »Ez ne hunermenda tu partîya me, ez hunermenda herçar parçê Kurdistanê û hetta a qada navnetewî me jî » filan û bêvan.

   De xelata te ser xêrê be rebbî ! Heyran qurban! Binerin xelatên we têra hunermendan nakin haaa! Ma kîjan Kurd ne hunermende bavê min? Yan xelatên zêr bidin hemi hunermendan, yan jî xwe li ber dilê hinekan þêrîn û li ber dilê hinekan jî reþ nekin kaka! Dibêjin Canê li Dihokê ji alî Walîyê Dihokê Temer Remezan ve jî hatiye qebûlkirin. Halla halla! Ev Canê çiqasî mezine bavooooooo, errrreeeeeeekkkk! Tiþtê ecêb çiye hûn zanin? Dibêjin Akademîya Eskerî heta niha tenê xelata zêr daye Serok Mesûd Barzanî û çend wezîrên Koreya baþûr. Yaaa! Naxwe Canê jî ket nav serok û wezîran lawoooo, offfffff! A baþ hema yan wê bikin „General“ yan jî „Wezîra Jinên Kurdistanê“ û xelas!

Ha wilo birevin, neçin Bexdayê kaka!

Mihemed Soran-21/01/07-Silêmanî- Dibêjin rojnama Amerîkî The Boston Globe dibêje ku „Eskerên Kurd firar dikin û naxwazin herin Bexdayê biparêzin. Gellek ji eskerên ku divê ji Hewlêr û Silêmanîyê biçûna Bexdayê, firar dikin û naxwazin herin Erebên qûnreþ biparêzin" filan û bêvan.

   Erkanê eskerî Enwer Dolanî jî ragihand ku eskerên Kurd firar dikin, lê xuyaye newêrîbû hejmara kesên firar bêje. Ew tenê dibêje ku, „Eskerên me bi Erebî nizanin, kultura Ereban nasnakin û di þerê li dijî terorê de bê tecrûbe û serpêhatî ne“.

   Werhasilî kelam, xuyaye eskerên Kurd jî biaqil bûne, naxwazin herin alîkarîya dijminên xwe bikin û di nav lingên sunnî û þiîyên bêbav de bibin goka fûtbolê. Wey aferîn ji we re eskerno! Bi telaq, ha we Bexda parazt û ha we Hewlêr firot, qet ferq nîne! A baþ bajarên xwe û welatê xwe biparêzin ji paraztina Erebên qûnreþ çêtir û bixêrtire allahwekîl! Bihêlin bila sunnî û þiîyên bêderpî di kefenê sed bavê hev nin û hûn sax!

Mirdarê Hrant Dînk kifþ bû.

Welî Kuçuk!

 

Rojda Aydin-21/01/07-Stenbol- Mirdarê nivîskarê Ermenî Hrant Dînk kifþ bû. General Velî Kuçuk!. Niha hûnê bêjin: “Ma mirdarê wî ne Ogun Samasê Laz e?” Belê! Ogun Samasê Laz demançe berdaye Hrant Dînk û ew kujtiye. Lê bi emrê kê? Helbet bi ê General Velî Kuçuk.

   Li gora parêzerê Hrant Dînk Erdal Dogan, General Velî Kuçuk gellek caran Hrant bi kujtinê tehdît kiriye û Hrant Dînk ji wî re gotiye ku, “Ez pirr têm tehdît kirin. Ez ji tehdîtên xelkê natirsim, lê tehdîtên General Velî Kuçuk min dixe nav þik û gumanan”. Li ser gotinên Parêzer Erdal Dogan, General Velî Kuçuk jî lotikek avêt, Parêzer Erdal Dogan derewîn derxist û got: “Ji xwe ez Hrant Dînk nasnakim babam, wey”. Lê piþtre eþkere bû ku General Velî Kuçuk Hrant Dînk nasdike û wek midaxil beþdarî mehkema wî bûye. Yanî General Velî Kuçuk derewan dike da ku xwe ji bin bar derxe.

   Wek tê zanîn, navê General Velî Kuçuk di bûyera êrîþa ser Sazîya Þêwirmendîya Dewletê de jî derbas dibû lê wî dîsa înkar dikir. Ji alîyê din Hrant Dînk li Emnîyeta Stenbolê gellek caran ji alî Ahmet Demîr ve hatiye tehdît kirin. Mirdarê meþhûr, qesasê serê Mûsa Anter û bi hezaran Kurd Mahmût Demîrê Jîtemê jî gellek caran bi navê Ahmet Demîr dihat naskirin. Ev jî þik û gumanên saxbûna Mahmût Demîr dixe serê meriv.   

   Werhasil, mirdar Ogun Samas tenê pîyonek ji pîyonên satrancê ye.

Ji sedî sed kes nizane ku Ogun Samas demançe berdaye Hrant Dînk. Herçiqasî wêneyên wî belav kiribin jî, lê dibe ku çend qirûþ xistibin bêrîka wî û bavê wî da ku dewlet xwe ji bin barê kujtina Hrant Dînk derêxe. Neyse, bila dîsa serê hemi Ermenîyan saxbe...

Turk Mîllî Mukavemet Teþkîlati dest avêt Kerkûkê

Ehmed Beyan-21/01/07-Enqere- Wek hûn zanin, Tirkiye yek ji wan welata ye ku rêxistinên tarî yên dewletê bi serbestî tê de lotikan davêjin û didin zîtirkan. Dewletê ewqas rêxistin damezirandine ku meriv di nav nav û çalakîyên wan de gêj û winda dibe. Meselen, JÎTEM, MÎT, ÎT, TÎT,KONTRGERÎLLA, HIZBÎKONTRA, GLADYO, ERGENEKON, MHP, KER, QANTIR, GUR û ÇÊLEK.

   Werhasil, em vegerin ser mijara xwe canim. Dewleta Tirk ne ji niha de dest û lingê xwe dixe Kerkûkê. Hê berî sê-çar salan zilamê Ergenekonê Prof. Umît Ozdagê MHP lî di televizyona dewletê (TRT-Int) de gotibû:     ” Me li Kerkûkê Turk Mîllî Mukavemet Teþkîlati avakiriye”. Turk

   Mîllî Mukavemet Teþkîlati rêxistinek terorîste û armanca wê tenê alozî û tevlihevkirina bajar yan welatekî ye, zemînê ji êrîþa dewletê re hazir dike. Çawa ku TMMT di salên 1958-1974an de li Qibrisê zemîna dagîrkirinê amade kir, niha jî li Kerkûkê çalake û ji sedî 95ên teqandinên terorîstî ew dike. Serokê KADEPê Þerafettîn Elçî di bernama M.Alî Birand (32 roj) de ev rastî eþkere kir û bala rayedarên dewleta Kurdistanê kiþand ser vê rêxistinê.

   Werhasil, em serê we neêþînin. Bila rayedarên dewleta Kurdistanê jibîr nekin ku endamên van rêxistinên tarî û xayîn ji sedî 99ên wan di nav þîrketên OYAKê de xwe vediþêrin. Çawa ku îro aborîya Kurdistanê ketiye bin destê Tirkiyê û þîrketên OYAKa artêþa Tirk, wilo jî xuyaye ku wê ev rêxistinên bêbav bi serbestî lotikên xwe bavêjin û sergêjîyek mezin ji kakacanan re çêkin. Hêvî ewe ku rayedarên baþûr kumê xwe deynin ber xwe û gav bi gav  OYAK (Ordu Yardimlaþma Kurumu-Dezgeha Alîkarîya Artêþa Tirk) û POYAKê (Polîs Yardimlaþma Kurumu-Dezgeha Alîkarîya Polîsên Tirk) biþopînin. De dîsa jî hûn zanin kaka..Çawa be gotinên Kurmancan li cem we pênc pere nakin...  

352 rojname hindikin, bikin 1000!

Þêrzad Zebarî-20/01/07-Hewlêr- Dibêjin li gora îstatîstîka Wezareta Kulturê a herêma Kurdistanê, li Kurdistanê 352 rojname, kovar û jehr û ziqûm derdikevin. Li Hewlêr û Dihokê 228 û li Silêmanîyê jî 135.

   Îcar çend kes wan 352 rojname û kovaran dixwîne gelo? Kes nizane! 10, 20, 50, herî zêde 100 kes. Îcar çend milyon dolar mesrefa van rojname û kovaran çêdibe? Ohooooooooo, ma tê hesêb? Na baba! 10, 20, 30, belkî jî 50 milyon dolar. Niha heçê nizanibe wê bêjin: “Offfffff, kuro lawo ev Kurdekan çi rewþenbîrin bavo! Naxwe þev û rojên xwe bi xwendina

rojname û kovaran derbas dikin!” Wey herama Xwedê be loooo!

   Çima bavê min, ma hûn ji Almanya û Tirkiyê mezintirin? Li Almanya (90 milyon nifûs e) 405 rojname û kovar derdikevin. Li Tirkiyê (70 milyon nifûs e) 821 rojname û kovar derdikevin. Îcar ma ne gunehe hûn milyonan dolar didin van rojname û kovarên nexwendî û kopyayên hev kaka? Wîjdan lazime wîjdan, pereyên Kurdistanê belawela nekin qurban, wîî!

 

Tirkiyê ket ber xezeba Rambo:

``80 sal in ku qirkirina ermeniyan radizînin``

 Lotikxane-Z News: 20/01/07-Hedefa Rambo ya vê carê, Tirkiyê ye. Rambo, vê carê dê birevebiriya kêþandina fîlma xwe, dê bi xwe bike. Li ser amadekariya kêþandina fîlma xwe lîstikvanê navdar Sylvestre Stallone wisan got: ``Naveroka xwe li ser Qirkirina Ermeniyan e. Pirs polîtîk e, di rojevê de ye, germ e. Tirk, vê pirsê 85 sal in, dikûjin, anku radizînin, didin jibîrkirin``.

   Qirkirina Ermeniyan di rastiyê de navê xwe ji pirtûka nivîskar Franz Werfel wergirtiye. Ew bi xwe ji Awûsturyayê ye. Li gorî þiroveya rojnameyên cewaz  naveroka fîlma Rambo ji dîmenên qirikirinê pêk tên. Fîlmek dramatîk e.

   Ajansa tirkan Anka li ser pirsê dide xûyanîkirin ku ji aliyê tirkan kampanyek xurt li dijî projeya Rambo destpê kiriye. Birêvebiriya kampanyayê ji aliyê Komeleya Têkoþîna li Dijî Rikên Ermeniyan tê kirin. Lê Rambo hayê xwe ji tirkan û hêrsa wan heye. Lê wisan xuyanî dike ku dê ber bi armanca xwe ve here. Wisan dibêje Rambo: ``Þarezayiyek (medeniyet) ji holê hatiye rakirin. Naveroka fîlm li ser vê pirsê ye``. Çi demê û li çi deverê dê dest bi kiþandinê bê kirin, hêja ne hatiye diyarkirin.

 

Daxuyanî ji bo çapemeniya kurdî

 

 Dê ji bo sala duyê kurdê/a salê û dostê/a kurdan a salê li Swêd  bên hilbijartin

 

Nasrat Hacî-19/01/07-Stockholm-Di galaya kurdî de, di þevahengeka hêja û bijarte de ku bi mêhvandariya

kurd û swêdiyên navdar dihête xemlandin, dê xebatên çalaktirîn kurdên

binavudengên li swêdê, ku di sala debaz buyî de hêjatiya berhemên wan di

asmanê çand û kultura Swêd ê de pir geþ diyar bu, rêz jê re bê grtin û

dustê gelê kurd jî were xelat kirin.

   Hunermendên populer mîna Darîn, Niþtî Stêrk och Özz Nujen dê amadebuyên ahengê bi hunerên xwe yên binirx û biha dilxweþ bikin û þevê bi rewþ û bi ximil bikin. Herwisa ev þevahenga ku di roja 25-ê çileya paþîn (januari) de çê dibe, dê bibe derfetek gelek baþ ji bo berznirxandina dengên wan swêdiyan yên ku di nava salaê de sepmatiya  xwe nîþan dan û di pirsa kurdan de çalak bun.

 Jurî ji: Evin Rubar, Ann Eriksson, Debbie Nujen, Rohat Alakom û Dana

Marouf, pêk tê.

 Amadekar: Nuneriya hukumeta herêma Kurdistanê ya bakurê Ewropayê

 Roj:      25 januari 2007

dem:     18.00 - 23.00

cih:       Södra Teatern, Mosebacke Torg 1-3, Stockholm

 Têbînî:

 Çapemeniya (press) ku bixwaze di galayê de amade bibe pêwîsta pêþwext,

hetaroja 23-1-2007, xwe bide naskirin.

 Ji bo zaniyariyên zêdetir bi berpirsê ragehaninê re têkeliyê deynin:

073-2046861 eller   contact@kurdgala.net

Laz yan Qaz?

Elî Qazfiroþ-19/91/07-Trabzon-Tirk ji Lazan re dibêjin “Kurdên bajar dîtî”.Yanî, Kurd gundî ne û Laz jî gundîyên ku bajar dîtine, gundîyên modern in. Îcar emê jî behsa van gundîyên modern bikin.

   Lazên ku milletekî cuda ne lê piranîya wan asîmîle bûne û xwe wek zîtirkvanên Tirk dibînin, ji sedî 95ên wan hevalên partîya faþîsta Tirk MHP ne. Hem jî dijinê Kurdan in. Ê helbet Tirk jî hem henekên xwe bi wan dikin û hem jî wan bera ser çavê Kurdan didin. Yanî, ev gundîyên modern hîna jî kerên berê ne, ne modernîzmê zanin û ne jî adet û edeba gundîtîyê.

    Welhasil, wê rojê qeflek hecî ji Mekkê vedigerin Trabzonê. Yekî Laz Mehmet D. Merivên xwe kom dike û diçe pêþewazîya bavê xwe û qefla hecîyan. Li wir, di nava koma insanan de mêrik demança xwe derdixe û bêyî ku li derûdora xwe binere dibêje “teq teq teqqqqqq” û fîþekên xwe berdide. Bi teqandinê re metika xwe Hurî Aydin û kurî xalê xwe Yunus Demîrcan li erdê rast dike, lotikek bêîman li wan dixe. Metika wî dimre û kurê xalê wî jî giran brîndar dibe.

   Îcar hûn niha dibînin bê gundîyên modern çawane ne wilo? Ji berê de gotine “Ha Laz ha Qaz!”

Ha ji we re melleyekî Tirk!

Melle Silêman-19/01/07-Licê- Lotikxanê tim û tim digot “Heçê bide dû melle û misilmanên Tirk û li dû wan nimêz ke ciyê wî cehneme ye” me bawer nedikir. Bi telaqê bê fitû carna gotinên Lotikxanê wek ayetên Quranê rast derdikevin kuro, weylawo! De binerin bê zinêkarê melleyên Tirk çi dikin û çi nakin. Li bajarê Ordûyê melle Hecî Mahmût Yucetepe (38) bi rêya televizyonê peyaman ji keçi û jinikên ciwan re diþîne. Di binê televizyonê de peyam û xwestek derbas dibin.

   Melle Mahmûdê zinêkar jî peyaman dinivîse:”Ez melle me, xweþik û lihevhatî me. Perê min pirr in, heçê bixwaze bizewice bila serî li vê felefonê bixe” filan û fîstan. Piþtî ku keç û jinên agirpêketî serî li wî dixin, ew jî hema doxînê dadixe û bi namûsa wan dilîze, wan diherimîne. Yek, du, sê, þeþ, deh, werhasil melleyê zinêkar cercûrê keleþkofa xwe vala dike heta ku hinek gilîyê wî dikin û tê girtin. Jýna melle radibe lotikekê lêdixe û wî berdide û melle efendî jî dikeve axur û kadîna hepsê.

    Îcar heyran bi telaq ji îro û pêde emê Lotikxanê çêtir biþopînin û îmana xwe qewîntir bikin. Kuro heger ji îro û pêde min li dû melleyên Tirk nimêj kir ez ne ji piþta bavê xwe bim û hûn sax!

 

Agahdarîyek ji Lotikxanê

Xwendevanên hêja, birêzên qedirþînas

Lotikxane-18/01/07-Gellek caran xwendevan û peyamnêrên Lotikxanê nûçe û nivîsên xwe ji Kurdistanê û ji seranserê cîhanê ji me re diþînin. Ji ber ku mecala me a lêkolîna wan nûçeyan kêm e, em rastîya wan nizanin û car caran dilê kes yan sazîyên Kurdistanî dihêlin. Em ji peyamnêr û xwendevanan tika dikin ku nûçeyên bêbingeh ji me re neþînin, me jî û xwe jî neêþînin.

   Heger me bi nezanî yan bi nerastî kes û dezgehên Kurd û Kurdistanî êþandibin, em ji niha de lêborîna xwe ji wan dixwazin. Me berê jî gotibû, tu niyeta me tune em dijminatîya kesekî yan dezgehekê bikin. Dijminên me kifþ in, dagîrkerên Kurdistanê ne. Helbet gava bûyerên bi îspat û bingeh hebin emê kes û dezgehên xwe jî rexne bikin. Lê ne bi niyeta dijminatîyê. Em dîsa ji xwendevan û peyamnêrên xwe tika dikin ku nûçeyên bi îspat û bi bingeh ji me re biþînin. )))))))))))

Kî ji wan rast dibêje?

Ehmed Beyan-18/01/07-Enqere- Wek hûn zanin, li Enqerê civînek bi navê „Tirkiyê li aþîtîya xwe digere“ hatibû lidarxistin û nivîskar Yaþar Kemal gellek gotinên germik û nermik gotibûn. Yaþar Kemal di dawîya gotinên xwe de gotibû: „Ji Kurdan pêve kes dostê Tirkan nîne“ û xwestibû Kurdan li ber dilê Tirkan þêrîn bike.

   Niha jî serokê partîya ANAPê Erkan Mûmcû di civîna partîya xwe de dibêje: „Ji Tirkan pêve kes dostê Kurdan nîne“ û ew jî dixwaze Tirkan li ber dilê Kurdan þêrîn bike û kabên xwe li ser piþta Kurdan bavêje. Îcar em meraq dikin gelo kî ji wan rast dibêje? Kî dostê kê ye?

   Em jî wek Lotikxane dibêjin: Qede bi wilo dostanî keve rebbî! Heçê Kurd û Tirk kiribin dostên hev mala wan biþewite, yeka wan nebe didu û di agirê cehnemê de biþewitin!  Bi telajê jinberdanê Tirk nebûn û nabin dostê Kurdan! Kurd jî heger ji mecbûrî nebin nabin dostê Tirkên ku wek þorba nîskê tevlihev û doþirme ne! Hema ji Kurdan pêve dostê Kurdan tunene û xelas!

Seroka Almanya Angela Merkel bû misilman!

Sosin Bermal-17/01/07-Almanya- Li gora hinek îstatîstîkan li Almanya misilmantî zêde dibe û di nava salekê de 4 hezar Alman derbasî ser rêbaza dînê îslamê bûne. Îcar çapemenîya Alman ketiye nav keft û leftekê mezin û ji pêþeroja Almanyayê bi þik û guman e.

   Rojnama BZ di hejmarek xwe de balê dikþîne ser pêþketina dînê îslamê û bi teknîka wênesazîyê serê Seroka Almanya Angela Merkel pêçaye û kiriye misilman. Li gora rojnamê, wê piþtî sala 2046an mirilman di Almanya de bibin piranî û lotikekê li dînê Îsewî bixin.

   Werhasil, hûn zanin, Ewrûpî ji tiþtêm nû û guhertî re tim meraqdar in. Bi awayekî romantîk xwe li nav bûyeran diqelibînin. Îcar ji dil hinekan wêye ku wê birastî Alman bibin misilmanên rasteqîn. Na bavoo! Wê çend salan misilmanîyê jî biceribînin, kurmê xwe biþkînin û piþtre jî wê derbasî dînekî din bibin allahwekîl! Ma kesên ku bi kêrî dînê xwe neyên karin di nav dînekî din de lotikvanîyê bikin? Na canim! Meraqe meraqqqqqqq!

Cakêtê zer çû himamê

Tacdîn Baran-17/01/07-Almanya- Dibêjin gerînendeyê malpera Nasnamê Þukru Gulmuþ cakêtê xwe ê zer danîye ser cilþo da ku, cakêtê ku bi salan lê bû, bi maddeyên kîmyewî bê þûþtin û himra û bodra bibe. Dibêjin cakêtê wî ê zer jê re bibû wek hevalê axretê û ji ser piþta wî nedihat xwarê. Xuyaye cakêtê zerik hingî bi xwîn û xwêdanê çilmisîbû, rengê zer bibû wek rengê þorba nîskê, ne zer ne pirteqalî.

   Îcar dilê Gulmuþ bi cakêtê wî þewitîye û gotiye:”Erê hevalo, cakêto, te ji ber min li fûar û kolanên Ewrûpayê gellek lêdan xwar. Te gellek caran ez paraztim û te nehiþt kezeba min a Fransî brîndar bibe. Îcar te himamek germ heq kiriye allahwekîl!” û rabûye ew danîye ser cilþoyekî xwedanxêr.

   Werhasilî kelam, birastî me bêrîya cakêtê wî ê zer kiriye allahwekîl! Gava em Þukru Xoce di nav cakêtê zer de nebînin weke ku me tiþtekî xwe winda kiribe kuro, wîî!

Tirk wek mirîþkê di xewna xwe de garis dibînin

Ehmed Beyan-17/01/07-Enqere- Hilbijartinên li Tirkiyê nêzîk dibin û wey li wê partîyê ye ku derewan bikin û li ser piþta Kurdan lotikan bavêjin. Niha jî hema bêjin hemi partî li ser pirsgirêka Kerkûk û Mûsilê siyaseta derewîn dikin û dixwazin xwe bi hilbijêran þêrîn bikin. Rayedarên dewletê li Enqerê konferansek li ser Kerkûkê lidarxistin, ji vê konferansê xêrek nedîtin û lotikek xwarin.

   Tê gotin ku piranîya partîyên Iraqî gotine “em Tirkan li Iraqê naxwazin, hewceyî bi lotikên Tirk û virqan tuneye” û  Tirk sewsî kirine. Niha jî partîya neofaþîsta Tirk BBP lotikan dide xwe û tir û fisan dike. BBP qaþo plakeyên trimbêlan derdixe, li ser trimbêlan dixe, wan trimbêlên reben diherimîne û dibêje:”Kerkûk bajarê Tirkiyê ê 82an e. Emê Mûsilê jî bikin bajarê 83an” filan û fîstan. Îcar mesela mirîþkê hat bîra me. Dibêjin “gava mirîþk birçî dibe di xewna xwe de garis dibîne”.

   Îcar ev jî mesela me û Tirkan e. Kozik li wan teng bûye îcar dixwazin bi rêya êrîþkirina Kurdistanê xwe li himber gelê xwe rûsipî derêxin. Lê jibîr dikin ku rûyê wan ne bi avê tê þûþtin û ne jî bi sabûna Helebê. Ewê her û her rûreþ bimînin. De a bi xêr...Heger Kurd Kurd bin helbet wê vê tirê ji wan re nehêlin.

 

 

Sala 2007 bû sala Kurdên duserî!

Leyla Bamernî-17/01/07-Zaxo- Heta niha elametên qiyametê berê xwe nedabûn Kurdistanê. Lê xuyaye Kurdistan jî êdî ketiye deftera roja qiyametê û elametan destpêkir.

   Li bajarê Zaxoyê zarokek duserî hat dinyayê û ji Kurdan re mizgînîya hatina “Kurdên duserî” anî. Xuyaye wê sala 2007 bibe sala “Kurdên duserî” û ev jî tiþtekî baþe. Çima tiþtekî baþe? Ji ber ku wê Kurd êdî ne bi serî û mejîyekî lê bi du serî û du mejîyan bifikirin û dibe ku qet xeletîyan nekin. Gava serî û mejîyek xeletîyê bike, wê serî û mejîyê din poþekê li serîyê din xe û bêje: Stop! Ne wisa, lê wekî din bike, temam! Û rê li ber xeletîyan bigre.

   Wekî din wê dijminên me jî ji Kurdên duserî bitirsin, bi xwe de birîn û nema bela xwe di Kurdan de didin. Werhasil, sala 2007 li Kurdên duserî pîroz û bimbarek be rebbî! 

 

Semînar jibo Wezîrê Spor û Ciwanan Taha Berwarî.

28/01/07-Swêd-Wê di semînarekê de wezîrê werzîþ û lawan li ser rewþa îro Kurdistan tê de derbaz dibe agadariyan bide.

   Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li bakurê Europa semînarekê li jêr navûnîþanên: Rewsa îro ya Kurdistanê, bo berêz Taha Berwarî Wezîrê werzîþ û Lawan ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, amade dike. Beþek ji semînarê dê li ser xebat û çalakiyên Wezareta Werzîþ û Lawan be.

 Roj:               yeksemî 4-2-2007

Dem:             13:00-16:00

Cih:               ABF-Huset, Sveavägen 41, katasalen

T-banan:       Rådmansgatan

Laþê wan duxre

Cemal Darbend-28/01/07-Mersîn- Xuyaye xezeba Xwedê li Tirkan barîyaye. Ji alî lotik û pehîn li wn dikevin û mêrikan jî nema zanin destbavêjin kîjan pirsgirêkê û dest navêjin kîjanê. Kurdistan, Kerkûk, Kibris, Yekîtîya Ewrûpa û gellek mijarên din serê wn li bin guhê dîwaran dixin û ew kirine wek çêleka nav garanê.

   Werhasil, dibêjin niha jî nahêlin Rûmên Kibrisê di Derya Spî de li neft û gazê bigerin. Xwedêgiravî wê gera neft û gazê bikin sedema þer û dibêjin: “Aqilê xwe bînin serê xwe Rûmno! Me di 1974an de nîvê Kibrisê dagîr kir, wê carê emê temamî dagîr bikin” filan û bêvan. 

   Dibêjin Rûm û Yûnanî jî dibêjin: “Yahewlelwela quwetullahilezîm! Ê lawo ma emê bi gaza qûna Tirkan xwe germ bikin? Ma emê bi tir û fisên wan aborîya xwe bipêþde bibin qurban?” û lotikan didin xwe.

   Neyse canim, ev hemi xeberên xêrê ne. Bi telaqê bê fitû kî bi çi awayî lotikekê li Tirkan û dewleta wan xe, wê rasterast here bihuþtê û xelas!

 

   

 

Hilbijartin nêzîk bûn, wekîlan dest bi lotikan kir!

Cembelîyê Botî-27/01/07-Colemêrg- Wekîlê partîya DYP ê Colemêrgê Hakki Tore di hevpeyvînek xwe de ji Yuksekova Haber re behsa baþûrê Kurdistanê, Kerkûkê û hinek pirsgirêkên din dike.

   Hakki Tore gazinan ji hebûna sînoran dike û dibêje:“Sînoran em ji merivên me veqetandin. Gava hikûmeta me ev sînor qebûlkirin hinek ji eþîrên me li wî alî sînor û hinek li vî alî sînor man“. Hakki Tore bi dewamî dibêje: „Ez li ser wekaleta milyonek kes dibêjim.Koka me Kurd e, em eslê xwe îmkar nakin. Bav û kalên me bi Atatirk re ev welat azad irine. Ev welatê me ye, me îxanet bi Tirkiyê re nekiriye û nakin jî“.  Hakki Tore di hevpeyvînê de germ dibe û dibêje: „Bila kes li Tirkiyê nîjadperestîyê neke. Heger hinek rabin behsa Turkmenan bikin, emê bî bêjin Kurtmenên me jî hene“ û xwedêgiravî dixwaze xwedî li Kurdên baþûr derkeve.

   Erê erê…Hilbijartin nêzîk dibin û wekîl jî dîsa dest bi zirt û virtên xwe dikin. Ê babam, birêz Hakki efendî, tu çima van gotinan di meclîsê de nabêji bavê min? Yan hilbijartin nêzîkbûne ne wilo? Tu jî hesabê ray û dengan dikî ne, heheyyyyy ….Ma em hev nasnakin qurban?

Altiparmak jî lotikek bêîman avêt

Þîndar Berwarî-27/01/07-Dihok- Dibêjin her ku diçe navbera Tirk û Turkmenên Iraqê xeradibe û lotik û pehînan davêjin hev. Ji xeynî Cepha Turkmenî, hema bêjin piranîya Turkmenên Iraqê û Kurdistanê lotik û cotikan davêjin rayedarên dewleta virqo û dibêjin: ”Dev ji wan serkul û biþkulan berdin. Rebena nikarin bi general û çawîþên xwe îcar me dikin mahne û dixwazin heyfa kerê ji kurtên hilînin” filan û bêvan.

   Îcar Serokê Grûpa Turkmenên di Parlamentoya Kurdistanê de Kerxî Altiparmak jî lotikek li dewleta Tirk xist û got: ”Tu pirsgirêkek me û Kurdekan bihevre tuneye. Em wek goþt û nenûkê ne. Mafê Tirkan tune lotikan li Kerkûkê xe, ev ji serê wan û bavê wan zêde ye” filan û bêvan.

   Werhasil, halîhazir ji Cepha Turkmenî pêve kes dostê Tirkekan nemaye.û wek mirîþka gêj li Tirkan hatiye. De ser xêrê be rebbî....

 

Kurdê ku ji xwe û ji qewmîyeta xwe þerm bike, namûs pêre tune...

Li Tirkiyê zilam neman

Ehmed Beyan-26/01/07-Enqere- Komela Karsazên Tirk (TUSÎAD) lotikek dîrokî avêt derûdora xwe û xwe ji mêranî de xist. Dibêjin rayedarekî TUSÎADê ji hevalekî xwe re gotiye:“ Me heta niha kir qarewar û got „Demokrasî, demokrasî“, lê xuyaye generalên me hesabê me bi pênc qirûþan nakin. Îcar a baþ emê jinekê bikin seroka TUSÎADê belkî hema generalên me dil têkevin jinikê û hinekî hefsarê demokrasîyê sist bikin“ filan û bêvan.

    Îcar li ser vê xeberdanê, dibêjin rabûne di komcivîna xwe de lotikek li Arzûhan Dogan Yalçindagê dane û ew kirine seroka xwe. Li ser bextê fesad û ewanan be, dibêjin Arzûhan xanimê gotiye.“ We go general? I ihiiii, kuro li ser vî bextî be ezê tirê ji generalan berdim, ka hinekî bêhna xwe fireh bikin! Meraqan mekin, hema ez serê daw û delingê xwe ji wan re bilind bikim bes û zêdeyî serê wan e“.

   De a bi xêr…Gerçî bawerî bi jinên Tirkan jî nayê lê, de neyse…..

 

STÊRÊN ÇAVÊN TIRSONEKAN

 


 

   Bavê Welat-25/01/07-Her tiþtê ku ji hesabê Tirkan nehat gotin qaþo.Lê ez ne qaþo me vaye ez li virim.
EZ KURDIM,  BI OLA XWE ISAWÎ ME Û WELATÊ MIN
KURDISTAN E. Ez ne qaþo me vaye ez li virim. Gotin qaþo mesela ERMENIYAN, qaþo tevkujiya Ermeniyan
qaþo mesela KURDAN, qaþo çand û zimanê Kurdî qaþo KURDISTAN.
Qaþo,qaþo,qaþo. (
Dewamê wêne bitikînin)
                            )))))))))))


Kovarek û lotikek

Zinar Qelemþûr-25/01/07-Stenbol- Dibêjin çend xortên nûhatî hatine ba hev û dest bi derxistina kovarek bi navê Ajda kirine. Birastî kêfa me hat. Çi xebata ku jibo paraztin û pêþdebirina zimanê Kurmancî bê kirin, kêfa me tîne, xebatek pîroze. Werhasil, destê wan û ruhê wan sax be.

   Lê me xwest em balê bikþînin ser gotinên "nêr" û "mê". Di Kurmancî de nêr û mê pir pêwistin. Gava nêr û mê di ciyên xwe de neyên bikaranîn, ziman dibe wek þorba nîskê yan jî wek devokê derûdora Diyarbekirê. Wî çaxî nêr dibe mê û mê jî dibe nêr. Yanî, wek Bulent Ersoy tê serê Kurmancî allahwekîl!

   Neyse em moralê xebatkarên kovarê xiranekin û bila nebêjin "Ya starrrrr! Hîna me negotiye "Bismilleh" Lotikxanê lotikek li me xist bavo!" û dilê xwe bi xwe neþewitînin.

   Sayin xebatkarler! Gotina "Mal" gotinek "Mê" ye. Wek: Mala min, mala te: Bajar nêr e: Wek: Bajarê min, bajarê te.  We xweþ nivîsîye lê we "Mal" kiriye "nêr" û gotiye: Serê salê, binê salê, xwedê keçek daye "VÎ MALÊ". nêr e û MALÊ mê ye. Ma ev bû qurban?  Rastîya wê gerek ev bûya:" Serê salê, binê salê, xwedê keçek daye VÊ MALÊ!" Îcar gava destpêk bi xeletî be, gelo wê naveroka kovarê çawa be?

   Werhasil canim, xeletî bi xebatê tên sererastkirin. Dîsa jî destê we saxbin gelî xebatkaran!

Baroya Amedê lotikek li dewletê xist

Serdar Mirad-24/01/07-Amed-Dibêjin Baroya Amedê, li avahiya Saziya Parêzeran, li ser êrîþên dewleta Tirk û meseleya Kerkukê daxuyaniyek belav kiriye û helwesta Tirkan bi tundî þermezar kiriye. Xwedêgiravî Baroyê gotiye: Lan Receb! Lingê xwe li gor lihêfa xwe dirêj bike oxlim, têkilî nav meseleya Iraqê, bi taybet jî meseleya Kerkukê nebe, te fêhm kir lan! û bala wî kiþandiye.

   Dibêjin Cîgira Serokê Giþtî Zulal Erdogan (qey ev paþnavê Erdogan bûye mode bavo) daxuyanî xwendiye û piþtre jî gotiye: Em wek Baroya Amedê li dijî hemi tundî û nîjadperestîyê ne. Ev yek dibe sedemên þer û pevçûnên navbera gelê Kurd û Tirk, filan û fîstan.

   Êêêê, xuyaye ebûqatên me hîn nizanin ku milletên dinyayê bi neteweparêzîya xwe azad bûne bavo! Kuro lawo ma ji Kurdan pêve kes mirovhez û mirovparêz hene? Na! Naxwe çima heta niha bindest mane? Ji bêaqilî û mirovparêzîya xwe! Ma bratîya Kurd û Tirkan bi serê Kurdan ketiye qurban, wey! Bihêlin bila Kurd jî bibin nîjadperest bavê min... Yahewlelwela quwetullahilezîm!

Bavê Feqîra

 

Heyran pirsa me jî jê bike...

 

Rodî Êzîdî-24/01/07-Baba Pierre digot: « Dema ez herim ser dilovaniya xwe û wekî min xwedê dît gelek pirsê min jê hene li ser van ecêb û bobelatên hatin û tên serê milyonan ji feqîr û belengazên vê dunyayê ».

   Di 1912an de li Fransa, ji malbatek maldar ji dayik bû. Bavê wî bazirganiya cawê buha dikir lê wî dev ji wê rehetî û xweþiyê berda û xwe ji alikariya feqîr û belengazan û bê malan re vala kir û jiyana xwe tevde di xizmeta wan de derbas kir.      (Dewama nivîsê wêne bitikînin)

Milyonerê dizek

Rozê-24/01/07-London- Ji berê de digotin “Xêr ji dewlemendan dernakeve, timakar, diz û zinêkar in” me bawer nedikir.

   Fûlbolvanê dewlemend Glen Johnson di dikanekê de misliqa avê dizî û bû yekem fûtbolcîyê diz. Johnsonê 22 salî heftê 30 hezar poundê Brîtanî distîne û têra xwe dewlemend e. Lê xuyaye dizî di xwîna wî de hebûye ku serê misliqa avê dizîye û mala xwe viritandîye.

   Îcar niha Brîyanî jê re dibêjin “Johnsonê diz 001”. Yanî, dibêjin dibe ku di pêþerojê de têkeve þûna 007 James Bond û flîmên dizîyê bikþîne. De qede pêkeve û hew!

Kê baran barand?

Dilcan Îzol-23/01/07-Alanya- Li bajarê Alanya îsal baran nebarîya û xelk ketin helakê. Gundîên ku zevî û erdên xwe çandibûn, ditirsiyan ku baran nebare û ew jî fêkî û sebze bidest nexin. Îcar keþeyê Protestan Kusch dikeve dewrê û ji xelkê re dibêje:”Netirsin. Ezê niha duaya baranê bikim û bikim ku bibe xuþexuþa baranê” û dadikeve ber behrê dest bi dua baranê dike.

   Werhasil, duayên keþe qebûl dibin û baran dibare, kêfa xelkê tê. Îcar xuyaye ev bûyer li zora miftîyê Alanya Gevher efendî diçe. Miftî Gevher jî radibe diçe ber behrê û di bin peþkên baranê de dua baranê dike. Herçiqasî xelk jê re dibêjin:”Kuro miftî efendî, va baran dibare, dev ji dua berde heyran” lê dîsa jî miftî efendî dua dike û di binê baranê de þilopilo dibe.

   Ê lawo miftî beg! Xwedêteala kêfa xwe ji keþe Kusch re anî û duayên wî qebûl kir, tu çima li zora qûna xwe dibi baba? Ma tu ji Xwedê mezintir û biaqiltiri xiyar?

Serok Barzanî hesabê Tirkan bi pênc qirûþan nake

Þêrzad Zebarî-22/01/07-Hewlêr- Bila Tirk ha zirt û fortên xwe bikin û ha bikin. Ji dil wa ye ku wê Kurd ji zirtên Erdogan bitirsin û derpî dagrin. Lê Serok Barzanî bersiva rayedarên Tirk û Serokwezîr Kerdogan da û got:”Recebo nikare bi kerê dibeze kurtên kaka! Ew hesabê hilbijartinan dike û dixwaze li ser piþta Kerkûkê lotik û zîtirkan bide xwe. Zirt û fortên wî pênc qirûþan nakin” û lotikek Kurdewarî li Tirkekan xist.

   Ji alîyê din dibêjin Serok Mam Celal Talabanî ji rojnama El Beyan re gotiye ku, “Avakirina Kurdistanek serbixwe xeyalek bêîmkan e” û dilê Erebên qûnreþ xweþ kiriye. Li gora xebera televizyona El Cezîre, wê parlamentoya Kurdistanê jî îro li ser Kerkûkê û li ser helwesta civîna sibê a Parlamentoya Tirkiyê bicive, plan û projeyên lotikvanîya li dij êrîþek Tirkiyê bigrin dest.

   Werhasilî kelam, rojev germ e û wek agirê cehnemê dikele. Ka emê binerin, yan wê Xwedê bide dêya Tirkan û yan jî wê Kurd doxînê li Tirkan daxin kabokê..De a bi xêr....

 

Xweþik û rindik

 

Abidînê Dirêj-22/01/07-Cenewre- Em zanin, hina hûnê bêjin:”Lawo ma ev xeber kevn ne bûye malxirab?” Belê! Hema bêjin ev çend rojin ev nûçe belav bûye lê bawerkin hîna wek þorba germ taze, xweþ û lezîz e.

   Werhasil lo, erê, dibêjin Forûma Aborîya Cîhanê (The World Economic Forum) Serok Nêçîrvan Barzanî yek ji wan serokwezîr û rêberên herî ciwan hilbijartiye. Hem ciwan e û hem rêber û serokwezîr e. Ma ji vê xweþtir heye? Na kuro, wîî! Lê rastîya hilbijartinê bi temamî nehatiye belavkirin.

   Li gora îstîxbarata ku ketiye destê me, forûmê Serok Barzanî ne tenê wek rêberekî ciwan, lê wek “lihevhatî û seksî” jî ecibandiye. Yaaaaa! Ma we ev jî zanîbû? Herama Xwedê be! Kuro bi namûs Forûma Aborîya Cîhanê rast dibêje, wey! De ka destê xwe deynin ser wîjdanê xwe û bêjin: Di Rojhilata Navîn de kîjan serokwezîr ji Serok Nêçîrvan Barzanî xweþiktir, lihevhatîrir û seksîtir heye hêê? Ma derewe? Na babaaaaaaa,na! Bi telaq Alaîn Delon, Brad Pîtt û Antonîo Bandêras li cem serokwezîrê me dibin wek zarokên ber tenûran lo, wîî! 

 

Rêya Hecê kir çirik

û virik

 

Sofî Beþîrê Serhedî-22/01/07-Stenbol- Haþayî civata guhdar û xwenda, ev insan çi ewladê zinê ne hûn zanin? Heçê bi navê dînê îslamê, heçê bi navê siyaset û polîtîkayê, heçê bi navê çepîtî, hema bêjin tiþtek pîroz nehiþtine ku têde sextekarî û hîlebazîyê nekin haa! Ya starrrrrrr û hew! Aha ji we re Muslum Gunduzê ku qaþo xwe wek Þêxê Aczîmendîyan îlan kiriye!

   Muslum Gunduz berî çend salan di ser Fadîme Þahîna xweþik û ciwan de hatibû girtin. Bi wî temenê xwe û bi wê rîha xwe ya spî bazdabû ser Fadîme Þahîn û hevdu dabûn ber lotikên îslamî. Werhasil, mêrik sê salan di qulika hepsê de raza û têra xwe dua û terawîh kirin.

   Îcar berî çend rojan Muslum Gunduz û jina xwe li balafirgeha Stenbolê hatin dîtin. Mêrik ji rojnamevanan re got: “Ez îsal sê caran çûme Hecê. Ez niha ji Hecê têm” filan û fîstan. Ê hey qûnde, gava tu di ser Fadîme Þahîn de hat girtin Hec nedihat bîra te ne? Haaaa, temam me fêhm kir canim, sîng û berên Fadîme Þahîn Hec û meskenê tewafa te bûn, okey okey!

   Kuro lawo bi telaqê jinberdanê, bi sed mishef û quranê, heger yeke wek Fadîme Þahîn bi bêhemdî be jî lotikekê li me xe, ne sê car, emê salê 12 caran herin Hecê, wey!

Sersaxî

Lotikxane-21/01/07-Me bi dilxemî bihîst ku brayê nivîskarê Kurd Cemal Batûn, Yilmaz Batûn çûye ser heqîya xwe. Em ji malbat, dost û hogirên wî re saxî û selametîyê dixwazin, hêvîdarin ciyê wî bihuþt be.

))))))))))))))))

Yan cixarê bikþînin yan jî nebêjim em zilamin!

Dilcan Îzol-21/01/07-Antalya- Tirkiye welatekî ecêb û Tirk jî milletekî ecêb in. Berî niha bi çend rojan yekî tûrîst ji Swîsreyê tê bajarê Mûglayê da ku bêhna xwe berde û çend lotikan bavêje.

   Tirkê bi navê M.D (22) tê cem wî û cixareyekê ji ê tûrîst dixwaze. Paûl Freudemannê 77 salî jê re dibêje:” No smokîng, no smokîng”. Yanî rebeno dixwaze bêje ku ew cixarê nakþîne.

   Ê Tirk jî radibe dîn û har dibe, lotik û pehînan li Freudemannê 77 salî dixe û dibêje: ”Te go çi ûlan? Tu cixarê nakþîni? Ma tu ne zilami tu cixarê nakþîni kurê kerê haaa!” û têr li rebenê tûrîst dixe.

   Werhasil, qûnekê Tirk tê girtin û rebenê Freudemann jî bila heq bila sebeb têr lêxistin dixwe. Îcar heyran, heger hûn bên Tirkiyê bê cixare neyên haaa...Divê bi kêmanî xistûþek cixare di bêrîka we de be ku hûn jî lêxistinê nexwin, yan na wê ji Paûl Freudemann xerabtir bê serê we allahwekîl!

De biþînin em qûna we bibînin de!

Mistefa Kerkûkî-21/01/07-Kerkûk- Dibêjin Serokê Komela Çand û Alîkarîya Tirkmenên Iraqê Kemal Bayatli, Weqfa Mafê Mirovan a Tirkmenelî û nûnerên Weqfa Kerkûkê civênek çapemenîyê lidarxistine û lotikên paþûpêþ avêtine.

   Beyatliyê xwînheram dibêje:”Wê di 2007an de qedera Kerkûkê kifþ bibe. Kurd dixwazin bi lotikên bêîman Kerkûkê bikin a xwe. Hetanî berî 40-50 salî jî Kerkûk  bajarê Tirkmenan bû. Lê piþtî lotik û dasgîrkirina Kurdan, wê wek Erbîlê lê bê. Em hêvîdarin wê artêþa Tirk rojek berî rojekê Kerkûkê dagîr bike” filan û bêvan. Yanî, agir bi derpî û þerwalê van Tirkmenên nokerên dewleta Tirko girtiye û nema zanin wê çilo vemirînin.

   Xwezîîîîîî! Kuro lawo ma ew mêranî bi we re heye hûn bi serbestî lotikan li Kerkûkê xin kurên min! De werin werin...De eskerên xwe biþînin bila qûna reþ û spî derkeve meydanê, de qurban de! Belkî hema bi xêra eskerên Tirko herdu parçeyên Kurdistanê bibin yek, ma ka jê xweþtir?

Lotikek ji TUSÎADê

Îbrahîm Dildar-20/01/07-Stenbol- Komela Sanayî û Karmendên Tirik (TUSÎAD) rapora xwe a bi navê “Rojanîya 10 Salîya Perspektîfên Demokratîkbûna Tirkiyê” weþand û lotikek avêt.

   Di raporê de tê xwestin ku Tirkiyê zêdetir demokratîk bibe û herweha zimanên ji xeynî Tirkî (Kurdî) di dibistan û zanîngehan de wek dersên bijarê bê dayîn. Serokê komelê Omer Sabanci got ku demokratîkbûna Tirkiyê wê rê li ber berberî û nexweþîyên hundurîn bigre. Sabanci herweha got ku, divê desthilatdarîyên herêmî bêhtir bên bihêzkirin û pirsgirêk di cîh û herêên xwe de bên çareserkirin.

   Werhasil, xuyaye dewlemendên Tirkiyê jî dixwazin lotikên demokratîk bavêjin û pehînekê li makzagona Tirkiyê bixin. Lê kes nizane ka wê lotika wan ji alî Serekerkanîya Artêþa Tirk ve pê ecibandin yan na. De ser xêrê be rebbî..Çawa be lotikên dewlemendan ji ên feqîran bihêztir û xweþtirin allahwekîl!

Heçê nizanibe wê bêje qey raste

Ehmed Beyan-20/01/07-Enqere-Rayedarên dewleta Tirk li serê xwe dixin û hêsran li ser Hrank Dînk dibarînin. Lê hêsrên çi? Helbet hêsrên tîmseh, mar û dupiþkan. Di dilê xwe de kêfa xwe tînin û li derve jî mad û rûyê xwe tirþ dikin.

   Serekerkanê Artêþa Tirk Yaþar Buyukanit jî rûyê xwe tirþ kir û xwedêgiravî li ber kujtina Hrant Dînk ket. Buyukanit jî wek rayedarên din dibêje: “Peppûk peppûk peppûk, ma hûn nizanin em çiqasî li ber wî ketin” û masûmîyeta xwe nîþan dide. Buyukanit herweha ferman da û hêvî ji rayedaran kir ku rojek berî rojekê mirdar bigrin û lotikekê lêxin.

    Êêêêê, ma go Buyukanit fermanê bide kes kare mirdar negre? Wîîî! Kuro bi telaq wê di nava çend rojan de bi stuyê rebenekî bigrin û hefsarê mirdarîyê têxin stuyê wî û hûn sax! Ma li Tirkiyê ji kesên beredayî û birçî zêdetir çi heye? Çend qirûþan têxin bêrîka yekî, îfadeyek xweþik jî têxin serê wî, aha ji we re mirdar, zirdar û qûndar! 

Dewletê Hrant Dînk kujt

Zinar Qelemþûr-19/01/07-Stenbol- Vê sibehê nivîskarê Ermenî û gerînendeyê rojnama Agosê Hirant Dînk li taxa Þîþlîyê hat kujtin. Herçiqasî dewlet dixwaze xwe ji bin barê kujtina wî bide alî jî, lê delîl û gotinên þahidan tiliya xwe bi dewletê vedikin.

   Hevalê Hirant Dînk Aydin Engîn ji çapemenîyê re got: Berî demakê yek ji alîkarê Walîyê Stenbolê bang Hirant Dînk kir û ew dawetî parêzgeha walî kir. Piþtî ku Dînk diçe wir kes serê xwe pêre naêþîne. Lê ew kesê ku Dînk dawetî parezgehê kiribû gef û zirtan lê dike û dibêje ku li kolanên Stenbolê bi sedan insanên beredayî hene, dibe ku tiþtek bê serê te”.

   Werhasilî kelam, herçiqasî Hirant Dînk ji Kurdan aciz bû jî, lê emê erka xwe a insanetiyê bînin cîh bêjin “rehma Xwedê lê be” û hûn sax!

Qûneko zirt li Kurdan kir

Mihemed Soran-19/01/07-Bexda- Qûnekê Muqteda El Sadr bi rêya berdevkê xwe Fewzî Ekrem zirt li Kurdan kir û di derbarê pirsgirêka Kerkûkê de got: “Bila Kurd aqilê xwe bigrin serê xwe. Heger ew bixwazin Kerkûkê têxin destê xwe wê li himberî xwe me bibînin. Emê rê nedin ku Kurd bi serbestî lotikvanîyê bikin û Kerkûkê bikin lotikxane” filan û bêvan.

   Helbet ev fen û fitneyên þiîyan hemi ji mejîyê Îranê û ji bêrîka El Sistanî û Ehmedînejad derdikevin. Yan na ma Muqdeda El Sadr kare bi serê xwe gûyekî bixwe?

   Bi Xwedê heger Kurd Kurd bin û kurê bavê xwe bin wê vê lotikê ji Sadr re nehêlin. Na heger hema bi qurban û heyran bin ji xwe wê dîsa xelk wan bikin kurtanên kerê xwe û hûn sax! 

 

Rejîma Îranê xwe xwedîyê atoma nukleerî îlan kir

 

Fûad Sîpan Akpinar-19/01/07-Almanya

Serokkomarê Îranê Ahmedînecad bi daxuyaniya xwe di 11.04.2006an de li bajarê Meþhedê bi awayekî fermî ragihand ku wan Ûranyûma zengînkirî bi dest xistine û Îran êdî xwediyê Atoma nûklûer û tevî 8 hêzên mezin yên cîhanê bû. Cîhan ji wê demê heta niha li ser babeta Atoma Îranê di þokê de ye, lê hên jî li hemberî Îranê bi yek dengî bê bersiv e.

   Di wan rojan de di qada navneteweyî de gengeþiyeke pir mezin li ser pirsgirêka Atoma Îranê hate despêkirin. Wek tê zanîn ...(Dewama nivîsê wêne bitikînin)

Têkevin dora tenûrê, Mehmet Agar jina xwe berdide!

Zinar Qelemþûr-18/01/07-Stenbol- Hilbijartinên Tirkiyê nêzîk dibin. Wey li wî ye ku derew, zirt û fortan bikin û xelkê bixapînin. Vê dawîyê jî dijminê riknê Kurd, Mehmet Agarê qesasê serê Kurdan ahd û soz da ku, „heger di hilbijartinan de berajê derbas neke û nekeve parlamentoyê, ewê ji partîya xwe îstîfa bike û bi sê telaqan jina xwe berde“.  

   Îcar fersend ev fersende Kurdino! Heçê azib e û li jinekê digere, hema têkevin dora tenûra Agar. Bi telaq wî beraja hilbijartinê derbas nekir û wê ji sedî sed jina xwe derxe mazatê. Ma ka ji vê fersendê çêtir qurban!? De yalla…Ê min ez bi xwe di rêza 31 ê de me….

Ax ku tu têketa destê me!

Diyar Baban-18/01/07-Mahabad- Dibêjin mirdar û qesasê serê Abdurehman Qasemlo di balyozxana Îranê de hatiye girtin û niha di nav destê Amerîkîyan de tir û fisan dike.

   Mirdarê bi navê Mihemed Ceferî Sehrarû wek serokê tîma kujtina Qasemlo tê naskirin û dewleta Awûstûrya li wî digerîya. Herweha tê gotin ku Ehmedînejadê bêbav bi xwe jî di kujtina Qasemlo de amade bûye.

   Werhasil, xwezî ji mîrê keremê re tu bi saxî têketa nav destên me û hew! Bi telaqên Ehmedînejad meyê ji Mahabadê hetanî Awûstûryayê di devê te de bimîzta û hew, ax gidîîîî!

   Em hêvîdarin wê serok û rayedarên Kurdistanê hay ji xwe hebin. Bawerî tucarî bi Tirk, Ereb û Farisên bêbav nayê kaka!

s© lotikxane 20-02-2006