Dostên xwe zêde bikin dijminên

xwe kêm bikin!  M.Mistefa Barzanî

 
Google

    

Arşîv                                                                     info@lotikxane.com                                                                            lotikxane@hotmail.com          

Bêwar Brahîm

Jenîneke bi deng

Xecê Omerî

Peyamek

 

Gabar Çiyan

Lotikxane

 

Adil Dûran

Dilreşî

 

Lokman Polat

Şîret û şêwirmend

Bavê Ronahî

Bûka bixêlî

 

Lezgîn Şêxo

Zilamê mîzek

 

Faris Beg

Beşek ji dîrokê-VII

Bavê Felek

Bê Xweda dibe bê xwedî nabe

Dilsotî

Peyva rast

 

Bavê Welat

Ker, gur û rovî

                                                            Metelok:  Tir li ku das li ku                           12/03/2007   

Piştî lotikên lezbîyenî bû misilman

 

Bengîn Elegez-12/03/07-Moskow- Insan mexlûqatekî pir ecêb e. Lê Rûs ji hemi kesî ecêbtir û zinêkartirin.

   Dibêjin endama grûpa muzîkê ya Tatû Yulîa Volkova ya lezbîyen (22) piştî ku têra xwe hevala xwe ya keç maç kir, alast û lotik lihevxistin, îcar dev ji dînê xwe berda û li Dubaî di mizgeftekê de bû misilman. Dibêjin piştî ku Volkova çend heftan yekî bi navê Perwîz naskiriye û bi lotikên wî bextewar bûye, îcar sûnd xwariye ku nema balêse û tenê xiyaran biqeşêre.

   Werhasil, bawerkin hema li kuderê yekî/yeka ku bi kêrî dînê xwe neyê yan têra xwe zinêkarîyê bike, we dît xwe avêt tor û bextê îslamê û xelk û alem xapandin. Werhasilî kelam, zîtirkvanek din li me zêde bû. Xwedê wê bi xiyaran şa bike rebbî!   

Têr gon xwar îcar dibê ”kes nikare buhayê min diyar bike!”

Rojdan Aydin-11/03/07-Stenbol-Lotikvana ku Îbrahîm Tatliseskê me bi şev û roj ji ser zikê wê ranedibû, di pêşnaskirdana berçavkên bi marqe de bersiva çend pirsên rojnamevanan da û îddîa kir ku wê kes nikaribe buhayê wê diyar bike. Yanî, xanimê dixwaze bêje ku ew ji zêr û cewheran giranbuhatire û wê kes nikaribe wê biwezinîne.

   Werhasil, ê keçko, heger her lotikek lehmecûncî îbo bi zêrekî be îcar hesab li ba te ye bê buhayê te çend qirûşên xerabe ye.  Aha va Lotikxanê buhayê te da te keçko, wîî! Buhayê te ev e: Tir û fisek!

Wê jî serê xwe girêda

Rozê-11/03/07-London- Lotikvana bedew, xanima xwînşîrîn, nermik û germik Elîzabeth Hurley mala xwe viritand û bi karmendê Hindî Arûn Nayar re zewicî. Dibêjin piştî ku Elîzabeth Hurley ji lotikvanîyê têr xwariye, gotiye de bese îcar ezê serê xwe girêdim û bi mêrê xwe re lotikan bavêjim.

   Werhasil, dibêjin Elîzabeth Hurley bi salan li lotikvanekî Kurd geriyaye ku pêre bizewice lê xiyarek Kurd nedîtiye. Yanî, Elîzabeth Hurleya bedew ji kîsî Kurdan çû û hûn sax!

   Kuro bi namûs Kurd bi kêrî xiyarekî nayên lo, wîî! Yan wê herin bi Tirkan re bizewicin û yan jî bîr nabin ku bi lotikvanek navdar wek Elîzabeth Hurley re lotikan bidin xwe, hayhoooooo!

 

 

Salma xanim jî zik nepixand

Gulnaza Torî-10/03/07-Fransa- Berdevkê Salma Hayek Carî Ross,ragihand ku lotikvana xwînşîrîn bi karmendê Fransî Françoîs-Henrî Pînaûlt re dergistî bûye û di encama lotikên wan de Salma xanimê zik li xwe nepixandiye û li bendî zarokekê ye. Yanî, Salma Hayek bi hemil e û hêdî hêdî zikê wê li pêşîya wê dimeşe.

   Werhasil, dibêjin heger kurêk ji Salma xanimê re çêbibe wê navê wî bikin „Lotikvano“ û heger keçek çêbibe wê navê wê bikin „Lotikvanê“. De Xwedê bi dê û bav mezin bike rebbî!

Mehkema Swîsreyê tir ji Dogu Perînçûk berda!

Emîn Dêrsimî-10/03/07-Lozan- Wek hûn zanin, bîjî ewladê zinê, serokê Partîya Karker oxlî keran Dogû Perînçûk berî demakê li Swîsreyê lotikek xistibû xwe û înkara qirkirina Ermenîyan kiribû. Li ser vê lotika çirto virto, dewleta Swîsreyê qûnekê Perînçûk da mehkemê û mehkema bajarê Lozanê jî doz li wî vekir. Di encamê de mehkemê 90 roj ceze xist Dogû Perînçûk û ew ceze zîvirand peran. Yanî ewê jibo her rojekê 100 frangê Swîsrî bide dewleta Swîsreyê.Li ser hev ewê 9 hezar euro ceze bide. Werhasil, Dogû Perînçûkê ku „çep nîşan dide lê rast lêdixe“ nîjadperestekî xalis muxlis doşirme ye û di her wesîlê de dijminatîya Kurdan dike. Neyse canim, dewleta Swîsreyê heyfa me jê hilanî û qiraseyek xiste wî ku heta ew saxbe wê xiyar û tirozî ji ber çavên wî kêm nebin. De Xwedê xêra dewleta Swîsrî binivîse rebbî!

Hesabê sûkê û malê li hev derneket

 

Farûqê Devliken-09/03/07-Mêrdîn-Serokên partiyan berî hilbijartinê dor bi dor berê xwe didin Merdînê. Jixwe armanca wan dîyar e; xapandina gel…

    Ewil Erdogan li trimbêla xwe siwar tê û berê xwe dide Merdînê. Ku digîhê nav bajêr qelebalixek bêhejmar wî pêşwazî dikin. Wexta ku çav wî dîmenî dikeve, xwezîya xwe dadiqurtîne û di ber xwe de dikene, ji kêfa kef bi ser devê wî dikeve. Yên ku nizanîbana ewê bifikirîyana ku ev qeşmer bixwe xweş tîne!...

   Bi xwêdandinekê bi derencikên trimbêlê ve radipelike, we yê sûnd bixwara ku ne ji bo serok wezîrîya Tirkîyê ye, dike marqeyakê bavê ber nigên George Bush û li dewsa wî rûnê. Şûr simbêlê wî nedibirî! Jixwe hewceyî birandina şûr jî nedikir; ha simbêlê wî, ha jî ê nav nigên xezalê; bawer bikin tu ferqî tuneye.(Dewamê wêne bitikînin)

 

Bê şirove

 

Guh bidin dengê jinên Kurd, ku

Welatê wan hatiye dagir kirin,

Ji mafên xwe yên netewî bê par in,

Nasnama wan ya cinsî tê çespandin

 

Komjin-08/03/07-Tekoşîna jinên Kurd, ku ji ber nasnamên xwe yên netewî, çînî û cinsî ji herkesî zêdetir tên çespandin, di bin sitemkarî û kedxwariyê da dinale, berdewam e. Jinên Kurd, li hember her cure çespandin û qedexan, li welat û li der welat tekoşîna xwe bi rik didomînin.

(Dewamê wêne bitikînin)

Nemêro nevîyên Şêx Seîd bera ser xwe dan!

Ehmed Beyan-08/03/07-Enqere- Nemêr û bêdûndeyê Tirk, serokê Partîya Kûçikên Tirk Dewlet Bahçelî jî li eslê xwe vegerîya û zimandirêjîya Barzanî û nevîyên Şêx Seîd kir.

   Dewlet bahçelî li xwe zor anî û li ser gotinên Mesûd Barzanî got:”Gotinên Barzanî dibin sedema şer. Bîjîyên Şêx Seîd xuluqîne û dijminatîya dewleta me dikin” û xiyarê Kurdan xist xwe.

    Hey kurê min! Hey nemêr û bêdûndeyo! Kî bîjîyê kê ye haa? Ma tu nizani ku bi gotinek Barzanî bi hezaran lotikvan hene ku qoşê li te biqetînin godoş?

   Lan segbav, ma hewceye em sibê û êvarî çewalan di serê we xin heta hûn bibin insan ewladim? De hereeeeeeeee, here ji dêya xwe bipirse bê kî bavê te ye! Osmanîye li ku û Asena li ku qûnde!

De berde Alî Şenê Boşnaqî berdeeeee!

Cemîl Mûrad-07/03/07-Amed-Ez dibêm haya Lotikxanê ji van nûçeyan heye lê ez dixwazim cardin dilê xwe rehet bikim û ji were bişînim, hema çi dibe çi nabe belki bi kêrî Lotikxanê bê......
   Boşnaq'ê heram Ali Şen ne ji bo xêrê Kurdistan'a azad diparêze. Ev merivên wek Ali Şen'ê Boşnaqi, Azîz Yildirim'ê Erxeniyî  û Saffet Sancakli,  ji devleta kûr re dixebitin. Ev merv ji devleta kûr re silehan dikirin û difroşin. Ji pazara silehên Rûsyayê pêve dixwazin pazarek nû vekin herhalde ..... Ali Şen bi xeberdana xwe xwe bi Kurdan şêrin nîşan dide, dixwaze li nav kurdan rêya pazarek nû veke. Çi ecêbe ku Qûneko tam di dema ku Kenan Evren da zîtirkan de rabû xwedî li serxwebûna Kurdistanê derket Ûlan kurê min, tu heta niha li ku bû? Yan tu di guhê gê debû cîgerim?

   De berdeeeeeeeeee! Gellekan wek te bi tir û fisan rojeva Kurdan herimandine looo...Bi namûs hûn Tirk hezar carî destê xwe li quranê xin jî êdî bawerî nemaye û hew!.....

 

 

Google da bin dûvê Tirkan

 

Şemal Amedî-12/03/07-Waşîngton- Şîrketa Google Earth a Amerîkî di bin navê “stratejî” de beyannameyek belav kir û di wir de Diyarbekir (Amed) wek paytextê Kurdistanê raberî temaşevan û xwendevanan kir.

   Di beyannamê de tê gotin ku “Kurdistan: Amed paytextê Kurdistana bakur e (her weke ku Hewlêr paytextê başûrê Kurdistanê ye). Nifûsa Diyarbekirê ji %100 Kurd e. Her çiqasî piştî ku ji alî Tirkan ve hat dagîrkirin û herêm wek Başûrê Rojhilat hatiye binavkirin jî, rejîma şeytan û barbar gundekî Kurdan ku wêran nekiribe nehiştiye. Sedema wê barbarîyê jî ev e ku Kurdan dev ji fikra serxwebûnê bernedane” filan û bêvan.

   Werhasil, îcar xuyaye agir getiye nav delinga Tirkan û ha ha êrîşî Google dikin û dibêjin:”Way qehpikler wayyy” û vedirşin. De Xwedê xêra şîrketa Google binivîse rebbî! Amînnnn!

Dîsa lê rabû

Antonîo Vega-12/03/07-Îspanya- Xuyaye ji zûde laşê Serokê Venezuela Hugo Çawêz duxre lê hîna kesekî lotikek lênexistiye. Hugo Çawez di her wesîlê de bela xwe di Serokê Amerîkayê George Bûşh dide û lotikên paşûpê lêdixe.

   Piştî ku George Bûşh serdana Uruguay û Brezîlyayê kir û peymana hevkarîyê bi Uruguay re îmze kir, îcar Hugo Çawez rabû ser tapana, dîsa zimandirêjîya George Bûşh kir û got:”Mêrik xwe wek kurê Bolîvar dibîne. Ez zanim bê kurê kîjan .....ye, lê ez wê gotinê niha nabêjim” filan û fîstan. Yanî mêrik dixwaze bêje:”Ez zanim bê mêrik kurê kîjan dêlikê ye” lê newêre vekirî lotikan bavêje.

   Li ser bextê xelkê be, dibêjin George Bûşh jî ji hevalekî xwe re gotiye:”Ne ji vî sermezinê Ehmedînejad bûya, niha ji zûde min serê Hugo Çawez paşûpê xistibû dêya wî. Lê ez niha bi Ehmedînejado re mijûlim. Kengî go dor hat ser sermezinê Çawez, helbet ezê xiyarekî têxim wî” filan û bêvan.

   Werhasil, dibêjin go ecelê bizinê tê nanê şivên dixwe. Mêrik li lotikekê digere bavo, hella hella!

 

 

 

Dîsa mala xwe bir mîratê

 

Hesen Almas-11/03/07-Hollywood- Xwezî ji xêra Xwedê re heçê derewek bikira û bigota “tirrrrrrrr” û dengek bi xwe xista û hew. Lawo meriv derewan dike ne bi ecêba derewên wek ê damezranêrê kovara Playboyê Hugh Hefner haa, wîî!

   Mêrik rabûye dibêje:”Heta noha 1000 (hezar) jin ketine ber lotik û pehînên min. Min ew wek paçik guvaştine û çirvirandine. Ji xwe carekê di rojbûna min de hevaleke min tam 18 jin bi hevre ji min re anîn. Ez bibûm leylan û wek mirîşkên gêj serxweş bibûm. Ez dibêjim qey min wê şevê lotik li 11 ji wan jinan xist. Lê ez jî bûm wek trimbêla xurde haaaa.Ne fîşek man û ne jî bahrûd” filan û bêvan.

   De îcar yabo ka destê xwe deynin ser wîjdanê xwe û bêjin:”Kî ji we kare di şevekê de 11 carî lotikan bavêje hêê?” Ê min bi xwe heta ez lotikekê tavêjim, di nav xwîn û xwêdanê de dimînim allahwekîl! Tam ez dibim wek mişkê ku ji ber pisîkê bireve allahwekîl!

Tir li ku das li ku!

Şîndar Berwarî-11/03/07-Dihok-Pisporê Înstutuya Enterprîse Amerîkî Mîchael Rûbîn lotikek li Kurdan xist û got ku ”Kurd zêde bawerîya xwe bi Amerîkîyan tînin û zêde girê xwe di Tirkan didin”.

  Rûbîn di kovara The Weekly Standard de dibêje:”Kurd biryarmendîta Tirkan fêhm nakin. Gellek ji Kurdan bawerin ku wê pêşmerge di çiyayên başûrê Kurdistanê de zora eskerên Tirk bibin û tirê ji wan berdin. Lê rastî ne wisa ye. Barzanî wateya sempatîya jibo Amerîkîyan zêde mezin dike” filan û bêvan.

   Wekî din Rûbîn behsa derxistina Ocalan ji Sûriyê dike û meselê tîne ser Iraq û Kurdistanê.

    Ê lawo Rûbînko, ma Sûrî Amerîka ye oxlim? Ma gava tu behsa Iraqê dikî tu ne behsa Amerîkayê dikî kurê min? Te go Barzanî sempatîya jibo Amerîkayê mezin dike? Na loo! Derzîyê di çavê xwe û şûjinê jî di çavê mîster Bûsh rake û behsa sempatîya xwe ya jibo Tirkan jî bike ewladim!    

   Îcar kurê min, heger Amerîka tevî pêşmergan nikaribin rê li ber eskerên qunbicilikên Tirk bigrin xwelî li serê wan be û tu sax!

 

Helebçe ji bîr nekin!

 



Dost û hevalên hêja, xemxorên netewa Kurd.

Wek hûn dizanin meha Adarê, jibo netewa me mehek giringe. Karesata 16ê Adara 1988 yek ji mezintirîn karesatan tê qebûlkirin. Ji ber vê çendê li welatê Holenda, jibo çalakîyên bîranîna kîmyabarana bajarê Helebçe 'Komîta Bîranîna Helebçe' hatîye avakirin. Li rêkefta 18ê Adarê 2007, demjimêr 13:30 li paytextê Holenda, bajarê Amstêrdamê em wek 'Komîta Bîranîna Helebçe' dê çalakîyek mezin bi cîh bînin. Em hêvîdarin ku Kurdên Holendayê vê roja dîrokî jibîr nekin û bi îmanek Kurdewarî xwedî li Helebçe û şehîdên wê derkevin.

   Hevkarîya we wefadarîya jibo xwîna şehîdên Helebçe û tevaya şehîdên rêya azadî û serxwebûna Kurd û Kurdistanê ye

Roj: 18-3-2007
Demjimêr: 13:30
Cih: Amsterdam, meydana DAMê
Komîta Bîranîna Helebçe

 

 

Lotikek bêîman li mêrê xwe xist

 

Polat Erdem-10/03/07-Izmîr- Carna me digot „Lawo wille û bille bawerî bi Tirkan nayê, zinêkar û bêbextin“ kesî bawer nedikir. Bawerkin ne jin pişta xwe dide mêr û ne jî mêr pişta xwe dide jina xwe.

   Li bajarê Eskîşehîrê Dr.Îrfan Dîkdere serî li dadgehê xist û di derbarê jina xwe Ayşe Dîkdere de got:“Ez dexîlê namûsa we me. Min ji vê jinikê xelas kin. Jibo ku deynên xwe bide dixwaze jehrê bide min û min bikuje“ filan û bêvan.

   Piştî ku Dr.Îrfan Dîkdere ji jina xwe dikeve şikê, îcar radibe testa DNA çêdike û di encamê de derdikeve holê ku kurê wî yê 19 salî jî ne ji wî ye. Yanî, Ayşeka zinêkar 19 salan mêrê xwe xapandiye û bi hezaran lotik li xwe xistine.

   Werhasil, Dr.Îrfan Dîkdere bi emaîlê ji me re got:“Wey bavooooooooo! Lawo bi namûsa Ayşoka zinêkar Lotikxane kêm dibêje û zêde nabêje bavo, wîî!“ û zîtirk dan xwe.

    Îcar em serê we neêşînin, heger hûn bixwazin bi jinek Tirk re bizewicin ji sedî sed her odeyekê kamerayekê têde veşêrin û gava hûn razan jî şûrekî wek ê Hezretî Elî têxin navbera xwe, hema ku li we zor hat bêjin „Ya alllah“ û bi şûr û xinceran rabin hev! We fêhm kir qurban?

 

Seydayê Dilbixwîn jî silavek Kurdewarî da me. Ewê jî ji îro û pêde wek brayekî me yê mezin bi pêkenokên xwe alîkarîya xwendevanên Lotikxanê bike. Tu bixêrhatî Seydayê delal!

 

Min got hespê bîne te ker anî!

 

 Seydayê Dilbixwîn-09/03/07-Almanya-Li welatê roma ji paşayên 12 Êlûnê paşayek bi navê Tehsin hebû. Tehsîn paşa rojek li qizilaya paytext digeriya û çû ber hêkelê Kalê Roma. Dema li derdorê hêkel digeriya dengek hatê
- Lo Tehso kuro ji min re hespekî bîne ezê ji vî welatê birevim!
Tehsin li derdorê xwe nihêrî kes nedît! Hella hella va çi ecêb bû. Kes tune û deng heye!
Paşa wiha difikirî lê deng dîsa hatê
- Lo Tehso kuro min got here ji min re hespekî bîne ezê ji vî welatî birevim, ma deng nayê te?
Tehsin li hêkel nihêrî bala xwe dayê Kalo diaxive. Tehsîn ji kêfa mabû bifire. Ta niha digotun Kalo naaxive lê îro way bi wî re diaxive! Tehsîn çû ber hêkelê kalo;
- Kalê me, ez qurban tu çima ji me acizbûyî ?
Kalo pirr hêrsketiye û got
- Law kî li vî welatî gûkî dixwe, dibê destûr û înqilabên kalo ye.
Li vê dunya hanê jî dara di min re dikin, ezê ji ber van bêbavan birevim.
Tehsin got ser çava kalo ezê hespekî bînim. Tehsin got û birêket, him diçe him jî difikire, “ezê vê bûyerê ji serokê xwe Kenno paşa re bêjim ka ew çi difikire”.
Dema Tehsin paşa çû cem Kenno paşa û jê re bûyer got. Kenno got ku emê sibê bi hev re biçin ka Kalo çi ferman dike.
Roja din bihev re çûn qizilayê ber hêkelê Kalo.
Herdu mane heyirî ka çi dem deng ji hêkel derkeve. Lehzek din dengek hat;
- Lo Tehso, hey kerê kurê kerê!. Min duh ji te re got biçe ji min re hespekî bîne ezê ji vî welatî birevîm, lê te çi kir?
Te çû kerek anî!..

 

Bi hezaran nevîyên Ehmedê Xanê bi zinga zinga lotikan deng ji Amedê vedan !

 

 Serdar Mirad-08/03/07-Amed- Piştî qedexekirina bîranîna M.Mistefa Barzanî ya ku di 3ê Adarê de ji alî Komela Çand û Hunerîya Ehmedê Xanê ve hatibû lidarxistin, doh (07/03/07) li "Demîrok tesîslerî"bi beşdarîya 1000-1500 kesî şevek şahîyê tevî endam û dostên komelê bi serketin hat lidarxistin. Di şevê de nûnerên komelê ragihandin ku ewê çalakiyên bi vî awayî her bidomînin û xwedî li bîr û ramana Ehmedê Xanê derkevin.

   Tiştê balkêş ew bû ku piranîya beşdaran keç û xortên ciwan bûn, û van ciwanan bi zinge zinga lotikan deng ji Amedê vedan,Werhasil, ev demek dirêj bû ku em li bendî deng û lotikên welatperwerî bûn. Bi vê şahiyê eşkere bû ku nifşên nû û Komela Çand û Hunerîya Ehmedê Xanê wê şax û perên xwe berdin seranserê Kurdistanê.

    Li ser bextê xelkê be, dibêjin ji himemim û dengê lotikên beşdaran esker û polîs bibûn wek pisîkên Sibatê û ji dûr ve dikirin mîyew mîyew. De Xwedê û Ehmedê Xanê li pişta we be rebbî!

Mal malê we ye, qumaş qumaşê we ye, hûn karin bidrûn jî, karin biçirînin jî!

Melle Bişarê Batmanî-08/03/07- Batman-Piştî ku Miftîyê Misrê Alî Cuma fitû û îcazeya dirûtina perda keçkanîyê da, îcar Profesor û îlahîyatçîyên Tirk bi lotik û pehînan ketin nav hev.

   Miftîyê Misrê gotibû:”Dirûtina perda keçkanîyê helal e”. Îcar hinek ji îlahîyatçîyên Tirk dibêjin:”De herin ê dêya xwe bidrûn de, ma di îslamîyetê de tiştên weha dibin” Lê Profesorê meşhûr û hewlo mewlo Zekerîya Beyaz jî dibêje:”Naaaaaaa! Bi telaqê bê fitû mal malê wan e, karin bidrûn jî û karin biçirînin jî. Ji xwe çi fesadî û fitne hebe hemi ji ber wê bêxwedîka perdê çêdibe. Dirûtina wê maqûl e” filan û bêvan.

   Îcar îlahîyatçîya jin Beyza Bîlgîn jî dibêje:” De herin dêqehpino! Ma hûn dixwazin qehpîtî û zinêkarîyê li devê derîyê me zêdetir bikin haa! Kuro lawo madem wê bidrûn çima didin çiradin?” filan û fîstan.      Werhasil, em jî meraq dikin ka wê jinên wan çiqasî karibin rê li ber fîşekên keleşkofê bigrin? Mal malê we ye, qumaş qumaşê we ye, hûn karin bidrûn jî, karin biçirînin jî. De îyî çirandinler!

 

sTu ji meclisa Tirkan kêm bû

 

 Hejarê Amedî-07/03/07-Amed-Lotikvana bejinzirav Şebnem Schaefer jî dixwaze di meclisa Tirkan de lotikan bavêje. Lê tiştê ez hêvî dikim ku Şebnem xiyarê kurdan tam kiribe ji ber ku tam nekiribe ew jî dê wek Tansû û DYP dijminatiya Kurdan bike . Şebnem Schaefer tevî partiya DYP bûye. Ev Tirk karê wan bi serê ecêba ye ha ..yaho dikarin diya xwe bifroşin ji bo çend dengê zêde bînin. Keçê Şebnemkê,  lawo bi serê Mehmet Agarê pozmezin,heke kurdewarekî te nedabe ber lotik û zîtirkan naxwe tu hîna qîzî!

    Ez dizanim tê ne wek berendaman tevan sûndê bixwî , di sûndxwarinê de tuyê bêjî: Ez bi sîng û berê xwe yê merzonî , bi hebana xwe ya gilover, û laşê xwe yê masîkî sûnd dixwim ku ezê tucaran sing û ber û bedena xwe ji hemû lotikvanê meclisê re negirim, kî dixwaze bila were em lotikan bavêjim! ….Niha barê ku dikeve ser milê xortên kurdan ku yek xwe bighîne Şebnemê û wê tametîşkî bike da ku dema ket meclisê di bin çavan re me jî bibine

    Û bila Hisênkê Omerî jî stranekê xwe diyarî wê bike û bêje: Şebnemê Şebnemê hewara xwedê Şebnemê, în û lehd û sêşemê hewara xwedê Şebnemê, îro mêvanê temi hewara xwedê Şebnemê û hun sax…!

         

Di nava modelan de moda nû:

Zikê xwe binepixîne, tazî bike, zarokan çêke û paşê bizewice,

 

 

G.Ç/Lotikxane: 06/03/07-Mirov ji van modêlan ecêpmayî dimîne. Çi bikin xweş xeber e, normal e. Em nema li tiştên normal dipirsin. Mirov difikire û dibêje: Gelo ji wan re tiştên ne normal çi ne?

Fermo li Eva Herzigovayê binêrin. Wê xwe ji Gregori Marssiajî hemile hişt. Piştî ku xwe nepixand, tazî derket pêşiya kamera, wêneyên wê yê tazî li cîhanê belav bûn û di du kovarên navdar de bû ``zeriya bergehan``.  Pêşî xwe tazî dike, paşê qise dike:

Ez dixwazim neh deh zarokên din çêkim. Lê zewac qet nayê bîra min, û ez naxwazim bizewicim.

Bêwijdanî ewqas jî nabe! Mirov şeş-heft zarokan çêdike. Beranê Gregorî qûnek dike, tiştekî tê de nahêle. Piştî ku teslîm bû, ji nû ve qala zewacê dike. Ma niha dema wê ye ku tu qala zewacê dikî!

Eva Xatun bi derketina li hemberî kamera pir kêfxweş dibe. Li hemberî wê ye ku malê xwedê dayê de, ji evdan veşêre.

Tiştê ku Eva xatunê dike, ecêb in, lê em rojnamevan mecbûrin ku wezîfa xwe bikin. Lê guhdarî bikin, li ser bingeha azadiya ramanê dîtina wê jî, di gel xweşikbûna wê biweşînin.

 

 

Ew jî diz derket

Aras Zirnevan-12/03/07-Stenbol Birastî min bi xwe gellek caran ji malpera Lotikxanê bawer nedikir û hetta min henekên xwe pê dikir. Lotikxane piranîya caran dizî û zinêkarîya Tirkan eşkere dike, lê ka yê ku fêhm bike? Werhasil, niha min ji sedî sed bawer kiriye ku Lotikxane kêm dibêje û zêde nabêje.

   Meselen li lotikvanê Tirk Kenan Dogûlû binerin. Qaşo wê Kenan Dogûlû bi strana bi navê “Shake it Up Şekerîm” Tirkiyê di Eurowîzyona stranan de temsîl bike. Lê niha derket holê ku wî ew meqamê strana xwe ji Yûnanî, ji stranbêja Yûnanî Sarbel dizîye. Çi ecêbe ku wê Sarbela Yûnanî jî bi heman meqamê strana xwe “Gîa Sou Marîa” li ser navê welatê xwe têkeve Eurowîzyonê. Li gor televizyona Yûnanî, xwedêgiravî Kenanko jî gotiye ku raste herdu meqamê stranan dişibin hev. Lê qûneko li xwe danayne bêje “min ew meqam ji Yûnanî dizîye”.

   Werhasilî kelam, Kenan Dogûlû jî wek piranîya Tirkan qûnek, diz û zinêkar derket û xelas! De Xwedê wî di Eurowîzyonê de rûreş û qûnreş bike rebbî!

Bênamûsî tehmul nekir

Tecawizcî Coşkun-11/03/07-Manîsa- Li bajarê Manîsayê bûyerek kesanedî qewimî ku rojeva Tirkiyê serûbinê hev kiriye. Dibêjin li nehîya Alaşehîrê zilamê bi navê Î.A xwestiye li ber gonxwarina çêlekê ji xwe berde û xwe pê tatmîn bike. Rabûye gayê zer anîye cem çêleka sor da ku çêleka wî ji gayê zer gon bixwe.

   Lê dibêjin gayê zer aciz bûye û ji mêrik re gotiye:“Qûnde! Ev kar bi zorê nabe, ez namûsa çêleka sor naherimînim, ma ez wek te bênamûsim kurê min?“

   Werhasil, piştî ku gayê zer bênamûsîyê qebûl nake, radibe derpî ji mêrik dike û bazdide ser Î.A . Li gor salixê salixdanan gayê zer qûn li mêrik kiriye çarox û çend parsûyên wî şikenandine. De aqûbeta Î.A li serê insanên bênamûs be rebbî! Bijî gayê zer!

 Yek diçirîne lê kî?

Zinar Qelemşûr-11/03/07-Stenbol- Wek hûn zanin, berî niha parêzerên Ocalan daxuyanî jehrdayîna Ocalan dank u Ocalan bi zaniztî tê jehrdayîn û di analîza tayê porê wî de nîşanên jehra toksîdê derketiye.

   Digotin Xwedêgiravî doktorê Fransî Dr.Pascal Kîntz ev analîz kiriye û destnîşan kiriye ku xwediyê vî porî tê jehrdan.

   Werhasil, niha jî doktorê Fransî Dr.Pascal Kînts derketiye holê û dibêje:“We go min gotiye Ocalan jehrî dikin? Heger min gotibe Ocalan bi jehrê ketiye jina min ji min berdayê be! Min tenê behsa toksîdbûnê kiriyue û gotiye ku divê xwedîyê por ji alî doktor ve bê saxtîkirin û hew!“

   Neyse canim, rebenê Kurdên bakur wek mirîşka gêj lê hatiye kirin. Hinek li ser navê hinekan derewan dikin lê kî? De Xwedê mala derewînan bibe mîratê rebbî! 

Vexwendina Newrozê

 

10/03/07-Stenbol-Şahiya Newrozê ku her sal ji alî Weqfa Çand û Lêkolînî ya Kurdî ve tê amadekirin, îsal wê di 21ê Adarê, roja Çarşemê, di navbera saet 19.30 û 24.00an de, li “Salon Figaro”yê bête pîrozkirin. Navnîşana salonê ev e: “Hürriyet Mh. Dr. Cemil Bengü Sk. No:39/6 Çaðlayan - Ýstanbul”

   Emê bi beşdariya we ve, eger ev ne mumkun be jî bi peyamên piştgiriyê we ve, serbilind bin.

 

Rêvebiriya Giştî a

Weqfa Çand û lêkolînî ya Kurd

))))

Ma mejî heye tu bipîvi?

 Ciwan Qoserî-10/03/07-Qoser-Alîkarê serokê partîya AKP Dengîr Mîr Mehmed Firat dibêje: „Jina min ji min berdayî be min qet mêjiyê xwe ne pîvaye ku ez  Kurd im an Tirk im“. Yanî dibêje: „Ez qet nefikirîmi ka ez Kurd im an Tirkekî ji dola qantirê me“.

   Wey xwedê agir bi mala te xisto, wey belqityo, bêmirado, ma yê ku te xistiye şûna zilaman û ji te re ev pirs kiriye ker i?… Belê gelî xwendevanên Lotikxana delal, ma hûn nizanin hûn ji kîjan eslî ne? Ma hewce ye ku mere Bifikire? Hey tu bi qurbana gelê Kurd bûyo!….. Zatî gelê Kurd xwe bi te naherimîne, ya baş here bicehime cem Tirkên satilmîş û sîkîlmîş û xelas! Tu ji me ri nabi cîgerim, carek din nebêj ez ji Semsûrê (Adiyemen) me okey!

   Hela binerin navê wî jî mîr i kuro! Kuro lawo hema ji ber navê xwe fedî bike kundir! Ma di nav Tirkan de „Mîr“ hene qurban? Di nav Tirkan de „Sarmisakcî“ hene, „Sogancî“ hene, „Satilmiş“ hene û „Yandançarpti“ hene baba, wîî!

Qûneko belasebeb serxwebûna Kurdistanê naxwaze!

Zinar Qelemşûr-10/03/07-Stenbol- Kevneserokê Klûba Fûtbolê ya Fenerbahçe Alî Şen berî niha li serxwebûna Kurdistanê xwedî derketibû û lotikek paşûpê avêtibû derûdorê. Mêrik di bernama televizyonê ya bi navê 32.gun de dîsa xwedî li gotinên xwe derket û serxwebûna Kurdistanê parazt. Çima hûn zanin?

   Qûneko dibêje:“Gava dewleta Îsraîlê ava bû, temamê cihûyên dinyayê xwe li dewleta xwe girtin û li wir bi cîh bûn. Îcar gava li başûr jî Kurdistanek serbixwe ava bibe, wê temamê Kurdên bakur xwe li wir bigrin, bakur terk bikin û emê jî ji wan xelas bin. Yan na ez li Tirkiyê ne federasyonê dixwazim û ne jî sîstema eyaletan“ filan û fîstan.  Yaaaaaa!

   Hûn dibînin bê ev bêbavê Boşnaqê sermezin çi plan û projeyan çêdike newilo? Kuro kurê min, hey kalkê min tir ji pîrka te berdayo, ma Kurd wilo bêaqilin ku wê terka bakurê welatê xwe bikin û parçê herî mezin ji qûnekên mîna te re bihêlin hêêê? De yurruuuuuuuuu, here qûna xwe bişo kurê minooooo!  

 

Dilê Tirsonek sînga gewr nabîne

 

Ciwan Qoserî-09/03/07-Qoser-Merheba gelî nivîskar û xwendevanên lotikxana delal, hûn çawanin? Hûnê başbin ma çima hûnê ne başbin! Ma merivê ku lotikan li derûdora xwe dixin û stresa xwe ji ser xwe davêjin wê çawa nebaşbin qurban, wîî! Werhasil, di serî de ez heştê Adarê li dayikên Kurdan pîroz dikim, hêvîdarim wê di  hestê Adarê de bi neteweperestî zarokên xwe mezin bikin û bera her serkeftî  bin....

   De neyse em bên ser mijara xwe canim. Newroz hindik ma lê berî wê komkujîya Helepçe nêzîke. Ez hêvîdarim îsal Kurd bi ruhê neteweperestî, bi ala Kurdistanê derkevin kuçe û kolanan û em vê roja reş şermezar bikin.. Ev roja reş ne tenê li Helepçeyê lê li hemû parçên Kurdistanê çêbûye. Ew ne tenê Kurdên Helepçê ne, Kurdên Amedê, Kurdên Mêrdînê,

Kurdên Dêrsîmê, Kurdên Qamişlo ne, Kurdên Mehabadê ne ... Xwedê heyfa me ji dijmin re nehêle rebbî!

   Bav û kalên me dibêjin:“Dilê tirsonek sînga gewr nabîne“. Îcar bi namûs heta em li kuçe û kolanan lotikan nedin xwe û tiliya xwe nexin çavê dijmin, ewê her û her li me siwarên allahwekîl! Hem jî bê kurtan haaaa!

Sa kurê sa!

Cembelîyê Botî-08/03/07.Colemêrg- Bawerkin Tirk vedigerin ser eslê xwe yê rastîn. Kirin nekirin nikarîbûn medenî bbin, îcar gotin “De ya baş em dîsa vegerin ser koka xwe û xeber û dijûnan ji xelkê re bidin” baştire û hew!

   Berî niha serokê partîya ANAPê Erkan Mûmcûyê kurê dêlê xeber ji Mesûd Barzanî re dabûn. Îcar serokê BBPê Muhsîn Yazicioglû jî da dû şopa Mûmcû û vegerîya ser eslê xwe, eslê dola Asenayê.

   Muhsîn Yazicioglû vedirşe û dibêje:” Gava ez çûme rojhilatê Tirkiyê (Kurdistana bakur) ji min re gotine, te hay jê hebe li dijî PKK-ê û Öcalan meaxive, lê min bi eksê wê kiriye, min gotiye ku hemû sedemê bedbextiya li ser xelkê herêmê ew se kurê seyê Apo ye” filan û fîstan. Erê dinyayê, bîjîyên dêlegura Asenayê jî îro navê xwe li xelkê dikin û segîtîya xwe ji me re dikin mal.

   Ûlan ewladim! Onin bûnin çocixî, ma sen bîlmîsen kî îtlîx sîzîn eslinizdir qehboxlî!?

 

Cejna 8 adarê li hemû jinan pîroz be ji bilî jina min

 

 

Hejar Amedî-08/03/07-Amed-Min jî wek bira roja 8’ê adarê cejna jinên kedkar bi destê xwe de qeftek nêrgiz birin malê û min xwest ku îsal cejna hevjîna xwe pîroz bikim.

   Dema jinkê derî vekir û nêrgiz di destê min de dîtin , çavê xwe girt û devê xwe vekir û got: “Kero te çi xwariye , wele ezê îro tiştê nemayî bînim serê te . gezek nan li malê tuneye te çûye ji me re gul anîne … lê ez bi te dizanim ka bine te ji kîjan yara xwe re ev gul hazir kiribun , herhal de te ew nedîtin û gulê te di histê te de mane ,,,, hey bêbext û bê hiş ma ezê çi bikim ji gulan te serê min xwaro !”….

   Welhasil ez serê we neêşînim, min lotikên bê îman xwarin. Îcar haya we ji we hebe, heke we berê gul mil ji hevjînên xwe re nebiribin hema neceribînin bila wek xwe bimînin, û ku we ew hîn kiribin jî jibîr nekin ….

Zarok dikin zare zarê

Tiştek tine ta bi savarê

Tiro ma heta êvarê

Nêrgiz anîn

Ji bo 8’ê adarê

((()))s

s© lotikxane 20-02-2006