Kak Nêçîr guhê Tirkan ki?and

Serokê pê?erojê, serokwezîrê germik û nermik kak Nêçîrvan Barzanî, ji kovara Gulan re axivî û çend lotikên germ û nerm avêtin.

Nêçîrvanê me bi taybet pirsa Kurdên bakur anîye zimên û ji bo çareserkirina pirsgirêkê PKK wek mixattab nî?an daye û guhê Tirkan ki?andiye.  

Nêçîrê me dîn û îmanê xwe avêtiye û gotiye „Tasfîyekirina PKK ti?tekî pir xelet e kaka. Divê ji bo çareserkirina pirsa Kurd êdî dest bi hevdîtin û dan û stendinê bê kirin. Tasfîyekirina PKK ne çareserî ye, divê PKK ji derveyî pirsgirêkê neyê hi?tin. Divê PKK wek mixattab bê girtin û siyasetek li gora wê pêvajoyê bê me?andin“ filan û bêvan.

Serokê pê?erojê Nêçîrvan Barzanî, bi dewamî dîsa çend lotikên maqûl avêtiye û gotiye Pi?tî ?erê 30 salî derket holê ku pirsgirêk bi ?erê çekdarî çareser nabe. Êdî Tirk nikarin Kurdan înkar bikin, ew çîrok derbas bûn. Divê herdu alî (dewlet û PKK)  bên cem hev û çay û qehweyek ?îrîn bi hev re vexwin. Divê PKK jî bi aqilane tev bigere, dev ji lotik motikên ku ne di berjewendîya Kurdan de ye berde kaka“ û ling avêtiye ser lingê din.

Werhasilî kelam, kak Nêçîr pirsa Kurd wek pirsek siyasî bi nav kir û guhê herdu alîyan jî ki?and ku bên cem hev, dev ji lotikên ?er berdin û di ?ûna kele?kofan de qelem û defteran bi kar bînin.

De xwedê kerîm û rehîm e kaka.

A bi xêr çi be bela yezdanê pak wê bike..

Hewlêr

About The Author