Xanimê çi diyarî kirî looooo!

Binerin bê jinên xelkê çi diyarîyan didin mêrên xwe.

Lotikvana germ û nerm Beyonce û mêrê wê Jay-Z, wek du dewlemendên muzîkê tên naskirin. Pere li cem wan wek ax û xwelîyê ne. Dixwin, vedixwin û di hev radikin.

Axir, Beyonce bi minasebeta 41 salîya mêrê xwe Jay-Z, jê re trimbêlek bi 2 milyon dolar kirî (Bugattî Veyron Grand) û kir diyarî.

Trimbêla bi 2 milyon dolar ha!

Weyla min di ?ens û nesîbê xwe de rîtî erê welle û hew!

Law em Kurd çi feqîr û belengaz in wey weleeedddd û wey weled! Ne jinên me xêrê ji xwe dibînin û ne jî em. Ê me di rojbûna jinan de pir pir em gulekê ji wan re bikin diyarî (heger ew jî bê bîra me) û hew.

Û jinên me?

Ew jî di rojbûna me de mirî?kekê datînin ser êgir, savarekê datînin ber, pîvazek nîv kîlo diperçiqînin û aha ji we re diyarîya rojbûnê.

Ez we nizanim, lê yê min bi xwe ez wê mirî?k, savar û pîvazê nadim bi trimbêla Bugattî Veyron Grand ellawekîl.

We go çi?

Amerîka

About The Author