Cîgerim li tirra xwe xwedî dernakeve

Yaw ev insan çi bêbext û bê soz û qerar in. Doh ti?tek digotin, lê ku desthilatdarî ket destê wan, hew we dît çermê xwe guhertin û li gotinên xwe xwedî dernakevin. Nabêjin “welle me doh tirrek kiribû” û li tirra xwe jî xwedî dernakevin. Yanî evqasî nabe ha, law ma meriv li tirra xwe xwedî dernakeve bavê min?

Meselen sayin serokwezîr Erdogan

Serokwezîrê dewleta Tirko Kasimpa?alî Receb, di sala 1993an de hevpeyvînek dabû Metîn Sever û Cem Dizdar. Wî çaxî mêro di Partîya Refahê de siyaset dikir.

Kasimpa?alî çi gotibû?

Gotibû: “Dibe ku em karibin li Tirkiyê sîstemek wek sîstema eyaletên Osmanî pêk bînin. Îro 27 grûpên etnîk li Tirkiyê dijîn. Divê hebûna van 27 grûpên etnîk bê qebûlkirin. Gotinên wek Tirkiye ya Tirkan e xelet in” filan û bêvan.

Û îro çi dibêje?

Dibêje: „Jina min ji min berdayî be, li Tirkiyê yek millet, yek al û yek ziman heye. Em nahêlin ku ne?ter li Tirkiyê keve“ filan û jehr û ziqûm.

Siphan allaaaaaaa!

Law ka te digot emê sîstema eyaletên Osmanî çêkin, li Tirkiyê 27 grûpên etnîk hene, divê mafê wan bê naskirin ha? Çi zû te tirra xwe ji bîr kir cîgerim?

Eyb û ?erme kuro, li tirra xwe xwedî derkeve bavê min, waweylê!

Enqere

About The Author