Em bela? nabin kefîl

Li ser bextê cilkêtçî û esrarfiro?ên Amedê be, dibêjin Amedîyên me ji bo vekirina Otêla Hîltonê lotikvana çiryayî û diryayî Parîs hîlton dawetî Amedê kirine. Hinek dibêjin “Wê dilê...

Li ser bextê cilkêtçî û esrarfiro?ên Amedê be, dibêjin Amedîyên me ji bo vekirina Otêla Hîltonê lotikvana çiryayî û diryayî Parîs hîlton dawetî Amedê kirine. Hinek dibêjin “Wê dilê me nehêle û bê Amedê” û hinek jî dibêjin “Na welle wê pozbilindîyê bike û nayê” filan û bêvan.

Welhasil, pi?tî nûçeyên li ser hatin û nehatina Parîs xanimê, me xwe bi rêya emaîlê gihand lotikvana agirpêketî û tenûrgerm Parîs Hîlton û me jê pirsî:

“Parîs xanim, weyla em bi qurbana çiçikên te bûnê, gelo rast e tê bê Amedê?”

Xanimê eynen ev bersiv daye me:

“Lotikvanino, hatina min ne sedî sed e. Ji ber ku min nav û dengê “pêxwas, cilêtçî û esrarkê?ên Amedê pir bihîstiye, ez newêrim serdana Amedê bikim. Ez ditirsim pêxwasên Amedê min birevînin serê çiyê û ti?tên nedîtî bînin serê min, kiras û binkirasên min biçirînin. Lê ku Lotikxane bibe kefîl û min biparêze, ez karim ji bo hatinê bifikirim” û kefaletî ji me xwestiye.

Lotikxane û kefaletî kuro!?

Keçê hey Amedîyan tenûra te germ kirê, ma em rebenê xwedê ji ku karin te ji destê pêxwas, cilêtçî û esrarkê?an biparêzin keçko! Ma tanq û topên me hene em te biparêzin, waweylê! Bela serok û bevserok te biparêzin xanimê, wî!

Ez serê we neê?înim, hatina Parîs xanimê ne kif? e gelî Amedîno.

Belasebeb neçin ser berberan û xwe tira? nekin, kêfa xwe neynin. Em bela? kefaletîya kesekî nakin qurban. Heger hûn dixwazin em bibin kefîl û Parîs xanim bê Amedê destê xwe di ser serê we re bibe û çend derpîyên xwe diyarî we bike, çewalek nîsk ji Lotikxanê re bi?înin. Yan na, em kefaletîyê nakin ellawekîl..

Amed

Categories
Kadîn
2 Comments on this post.
  • Ruviyê Charjinikî
    29 Dezember 2010 at 18:58

    Aha welle xwedê shahidê min e, ji zu va ye ku ez li jineke din ya agirpêketî digerim. ìcar xwedê da min u hew birê min. Ka ez carekê bi van simbêlên mîlîtankî wê bidim ber lotikên bergîlkî u filan u bêvan qerdashim. Pishtî ku xwedê da min, helbet dê tishtekî bichuk jî bide we lo.

  • hajo
    30 Dezember 2010 at 22:37

    av cya az nive quze ta bexum amin

  • Leave a Reply

    Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.

    • Radyoya Êrîvanê sêwî ma

      rojnamevan û rewşenbîrê Kurdên Ermenistanê Keremê Seyad di 82 salîya xwe de ji nav me koç kir û em xemgîn kirin. Keremê Seyad, di 1960î de li Radyoya Êrîvanê...
    • Lotika Papa xweş lotik bû

      Serokê Vatîkanê û Serokê Rûhanî ê Mesîhîyên Cîhanê Papa Franciskus di 07.03.2021ê de pêşî serdana Iraqê û piştre jî serdana Kurdistanê kir. Papa li Bexdayê bi şûr û kêran...
    • Başûrî, mîrasê serokê nemir Mistefa Barzanî dixwin…

      Rojhat Amedî Sed heyf û mixabin em îro dibînin ku jimareyek berçav ji desthilatdarên başûrê Kurdistanê tenê bi gotin li ser rêbaza Barzaniyê nemir mane. Tenê li ser mîrasa...
    • BARÎNA KUTILKAN

      M.Bengo Navê tirolê Bexdê ( Bexdayê) derketiye, lê birastî Xerdelê me heft pêhn li wan xistiye. Xerdelo tirolakî xwedê bû, bi çakûça xwe ji mal bernedida. Ne tenê tirole...