Li gora sîxurên me radigihînin, dibêjin her sê sosyalîstên „fîftî Kurd û fîftî Tirk“ Ertu?rul Kürkçü, S?rr? Süreyya Önder û Levent Tüzel, ketine ber heyra sûndxwarina li meclîsa Tirko û ev lotika wan di nav BDP de bûye ciyê nîqa? û serê?andinê.
Li gora saloxdanên sîxurên me, dibêjin her sê sosyalîstên ku bi xêra xirrê Kurdan bûne wekîl û wê biçin meclîsê bêrîka xwe germ û nerm bikin, gotine ku „sûndxwarina li meclîsê li dijî bîr û bawerîya sosyalîzmê ye û em nikarin sûnd bixwin ku emê „girêdayî rêbaz û darbeyên kerxanecî Misto bin„.
Dibêjin wê BDP bi taybet li ser vê mijarê li Amedê bicive û vê pirsgirêkê nîqa? û çareser bike.
Lê zêdebûna ser kezebê ev e ku tê gotin wê xaltîka me Leyla Zana, vê carê bê serê?andin sûnda nîjadperest bixwe û ji çapemenîyê re gotiye ku „ezê vê carê pisgirêkan dernexin. Ji ber ne di berjewendîya pêvajoyê de ye, ezê sûndê bixwim“ û lotikek çeqilmastkî avêtiye.
De xwedê kerîm û rehîm e…
Ka emê bibînin bê kî box e û kî beran e..
Zîtirkvanên Tirk yan lotikvanên Kurd….
Amed