Xezel

“Xezel” peyveke bi erebî ye û tê me’neya bi jinan re axaftina li ser eşq û evînê. Di edebîyatê de jî tê me’neya cureyeke helbestê ku li ser eşq û evînê tê nivîsandin. “Xezel” cara pêşî di Edebîyata ‘Ereban de derketîye holê. Pişt re Farisan ev cure bi pêş de birine û pişt re ketîye Edebîyata Kurdan. “Xezel” cureyeke helbestê ya Edebîyata Klasîk an jî ya Dîwanê ye. Em dikarin bibêjin ku di Edebîyata Klasîk de cureya helbestê ya sereke Xezel e. Lewra helbestvan û edîbên ji xwe bawer, çêtir xwe di “Xezel”ê de nîşan didan. Yanî heke helbestvanek di xezelê de jêhatî be, tê wê me’neyê ku ew helbestvanekî biserketî ye. Ji ber vê yekê hema bêje hemî helbestvanên klasîk di Xezelê de hinek ceribandin kirine.
Weke ku li jor jî me gotibû di “Xezel”ê de mijara sereke eşq û evîn e. Êdî ev eşq, eşqeke îlahî ye. Lê li gora helbestvanan dibe ku eşqa dinyayî, ya li ser jinekê jî bibe. Heta carinan hem eşqa mecazî (dinyayî) û hem jî eşqa heqîqî (îlahî) tevlîhev jî dibe. Lewra mirov nikare bi carekê wan ji hevdû derbixe. Jixwe ev eşq mecazî be jî û îlahî be jî, di wechê jinekê de tê zimên. Yanî wextê ku mirov li helbestê dinêre, navê Xwedê û eşqa Wî gelek caran derbas nabe, lê wextê mirov li qam û qilafeta helbestvan dinêre, mirov dikare bibêje ku vî insanî, ev peyv li ser jinekê negotine. Ji xeynî wê jî jineke ku bejna wê selwî, noqa wê mû, çavên wê zeytûn, birhên wê kevan û mijgulên wê tîr, rûwê wê heyv û roj û diranê wê jî lu’lu be, tune ye. Ji ber vê yekê jî em dikarin bibêjin çêtir eşqa îlahî di “Xezel”ê de cih girtîye. Di van malikên li jêr de em dikarin bibêjin ev eşq hatîye zimên:

“Nazikek min seherê dî bi cemala xwe ne wek
Hûr û wîldan û perî bû ne beşer bû ne melek

Wer temaşayê şehîdên xwe ke carek tu binê
Ehsenellah we tebarek ji du çehvên di belek

Sunbulên ter li gulan pali bi mestî diderin
Sosinên taze li nisrînwereqan bûne helek

Nazika min ku bi mestî di çemen hatî xiram
Ji hesed çûne xusûfê meh û mihrê di felek”

Weke ku tê dîtin jî di van malikan de spehîbûneke bê emsal heye. Yanî heyv û roj û stêrik ji ber xweşikatîya dîlberê xwe diveşêrin. Yanî bi rastî ne mimkûn e ku spehîtahîyeke wiha hebe.

Di “Xezel”ê de, tu caran dîlber rû nade aşiq û ji ber vê yekê jî aşiq (helbestvan) her dem di nav kul û êşê de ye û aşiq gilî û qazindên xwe dike û bi rastî ji vî halê xwe jî memnûn e. Lewra ku dîlber rû bidîyê, êdî dibe ku ew evîn bi dawî bibe. Ev gilî û gazindên ji ber zilma dîlberê em dikarin bibêjin ku di piranîya “Xezel”an de heye. Em dikarin bê hijmar mînakan bidin. Ev malikên li jêr ji helbesteke Melayê Cizîrî me stendine:

“Dîlberê îro seher avête cergê min du dox
Yek li sîne yek li dil da lew ji min tên ax û ox

Ax û oxên min ji dil tên lê ji ber tîra qizil tên
Yan ji kovanên di kul tên jê dizêt her xwîn û zox

Xwîn ji dil co co rewan tê wek eqîq û erxewan tê
Lê ji dest selwa ciwan tê ew şepala şeng û şox

Ew şepala şox û şeng e kafira Rom û Fireng e
Dame ber cotek xedeng e zalimê kuştim bi dox

Zalimê kuştim şepalê nazikê qencê delalê
Bûn hîcaba zulf û xalê îdek û ala û tox”

Belê di van malikan de bi rengekî eşkere Mela ji dîlbera xwe gazindan dike û ji bo wê dibêje; zalim û kafira Rom û Freng. Bi vî rengî peyv û gotin gelekî zêde ne. Carinan jî aşiq dil nahêle ku dîlbera xwe neqenc bike û gilî û gazindên xwe ji bedêla dîlberê, ji reqîb dike. Lewra ew kesê ku nahêle aşiq xwe bigihîne dîlberê “Reqîb” e. Ji ber vê yekê jî reqîb bi zimanekî gelekî hişk tê tehqîrkirin:

“Ez birîndar û xerîb im, bêdewa û bêtebîb im
Kuştîyê cewra reqîb im, hêvîya min Zulcelal”

Di malika li jor de mirov dibîne ku helbestvan gazindên xwe ji bedêla dîlberê ji “reqîb” dike û dibêje reqîb ez kuştime.

Heman rewş di helbestên Melê de jî pir tê pêşîya me:

“Ma bi zehrê şekkerînî mûçe dî da xef bixwînî
Da reqîb mel’ûn nebînî pur ‘eleyhîlle’ne  ye”

Weke ku di vê malikê de jî tê dîtin, Mela gazindên xwe ji “reqîb” dike û li dijî wî zimanekî pir tûj bi kar tîne û dibêje; ew mel’ûn  e û gelek le’net lê hatîye kirin.
Her çi qas xezel li ser eşq û evînê jî hatibe çêkirin, ji xeynî evînê, di hinek mijarên dî de jî hatine nivîsandin. Weke vê xezela li jêr li ser şexsekî hatîye nivîsandin:

“Ey dilê meskenê derdan, ma tu zanî ku çibî?
Ew Seîdê can fida j’dînê me ra j’kîsî me bî.

Beyreqa ku wî hilanî ji bo vî dînê mubîn.
Me çiqa pirsî û seh kir vê demê kes dî nebî.

Çepera dîn girtibû, pakî ji keskî nedikir,
Heq dizanî, heq digot û heq dikir; herdem we bî.

Ew dikana ku wî danî, ew metaê difirot,
Ew li Şam û Misr û Bexdayê nihû peyda nebî.

Çû wetat kir, çi mûsîbet! Sedhezar rehmet li ser,
J’ehlê vî dînê mûbîn ra çi nimûnek taze bî.

Sêsed û heftê û neh piştî hezarê Hicretê,
Dergehê baxê Bihişta keremê l’ber wî vebî

Ew li Nursê hate dinya, wî li Urfayê wefat kir,
Ew şehîr bû, ew bedî’ bû, ez çi bêm, serdeste bî.

Ey Seîdê herdu dinya, dîtina te bû keder,
Em j’Xwedayê xwe dixwazin: L’axretê em l’cem te bî.

Ey ‘Elî, ger çi Seîd çû, lê Rîsalê Nûr neçûn,
Sed emanet min li te, da tu ji wan mehrûm nebî.”

Ji xeynî vê jî di gelek mijarê dî de jî “Xezel” hatine nivîsandin.
“Xezel” bi malikan (beyt) tê nivîsandin. Di navbera 5 û 15 malikan de tê nivîsandin. Malika pêşî di navbera xwe de bi qafîye ye. Rêza dawîyê ya wan malikên dî jî bi malika pêşîyê re bi qafîye ye. Heke di nava xezelê de jî qafîye hebin ji wê re jî tê gotin xezela musemmet. Ev cure di dîwana Cizîrî de pir balê dikişîne:

“Îro ji remza dêmdurê, minnet ku min mesrûr e dil
Dîlber bi fincana surê, mey da me û mexmûr e dil”
“Xezel” bi wezna “erûz”ê tê nivîsandin. Helbestvanên kurd ev wezin bi rengekî biserketî di xezelên xwe de bi kar anîne.
Metle’: Ji bo malika pêşî tê gotin û me go ev di navbera xwe de bi qafîye ye.
“Dil ji min bir dilberek zîba qeba
Çav xezal û pir şepal û mehlîqa”
Meqte’: Ji bo malika dawîyê tê gotin.

“Ehlê dinyayê seranser dijminên min bin Mela
Piştemêrê min ‘Elî be Heyderê Kerrarî bes”
Mexles: Nasnavê helbestvan e û gelek caran di malika dawîyê de tê bikaranîn:
“Ey Mela bawer bi mehbûban meke
Karê wan her exzê can e bê xeta”

Di Edebîyata Kurdî de gelek helbestvanan “Xezel” nivîsandine. MÎnakên herî biserketî jî Melayê Cizîrî dane. Em dikarin bibêjin ku di gelek cureyan de jî Melayê Cizîr li pêş e. Lê bêhtir di qesîde û xezelan de bi pêş ketîye. Ji xeynî Melayê Cizîrî; ‘Elîyê Herîrî, Ehmedê Xanî, Cegerxwîn û gelek helbestvanên Kurd yên dî jî “Xezel” nivîsandine. Di roja me de jî em dikarin bibêjin ku “Xezel” ji alîyê gelek helbestvanan ve tê nivîsandin. Yek ji wan yê meşhûr Ebdurrehman Durre ye.

nûçevan.com

About The Author