Beyto Can dev ji alkolê berda

Hûn xalê me Ceyto Can nas dikin bawerim. Ewê ku ”agir ketibû dilê wî û xew nediket çavê wî” ha.

Axir, xalê me Beyto Can demekê bûbû hêsîr û koleyê alkolê. Alkolê ew dida ber lotik û zîtirkan û bûbû bela serê wî. Li gora ku fitne û fesadên bajarê Stockholmê dibêjin, xalê me Beyto Can taştê wîskî, firavînê bîra û şîvê jî eraq û votqa vedixwar û pê mest dibû. Ji xwe heta venexwariba îlhama çêkirina stranan nedihat wî û dengê wî xweş nedibû.

Ez serê we neêşînim, dîsa li gora fitne û fesadên bajarê Stockholmê dibêjin, dibêjin xalê me Beyto Can bi sê telaqên jinberdanê sûnd xwariye ku êdî alkolê venexwe, tobe kiriye û berê xwe daye vexwarina şîr. Dibêjin wê êdî xalê me Beyto di şûna bîra, şerab, eraq û wîskîyê de şîr vexwe û xwarinên bi şîr bixwe.

De li ser xêrê be xalê Beyto!

Xwedê te ji wê bela alkolê xilas bike rebbî!

Xwedê şîrê çêlekan ji te qut neke rebbî!

Tew ji xwe tu şîrê mîh û bizinan vexwî hê çêtir û bi faydetir e ha xalê Beytoooooooo!

Stockholm

About The Author

4 thoughts on “Beyto Can dev ji alkolê berda

  1. Wey li ser xêrê be xalê Beyto ji vê belayê xilasbûye. Bila beranekî qirase serjêke û bide belengazên lotikxanê. Ma jê re xêr sedeqe ne lazime 🙂

  2. hhh wileh ne Raste ev Iraq xistie nava Avê de û dibe wek Shir , ica yeqin nekin ew saito Can e . dibe ez Shirê celeka venaxum ez Shirê shêr di iarê shêr de vedixum . xweli li seri wi be ji.

  3. Hej Cecilia. Tack! Nej, jag har inte sett den men vill verkligen det! Har hf6rt me5nga bra saker. Vad kul att du ska inadnhla en re5saftscentrifug, du kommer att e4lska den! Kram

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.