Sep 21, 2020

 Mirovên ehmeq bi kêrî tu kesî nayên, ji xeynî zerarê tu fêdeyek wan jî nagihê kesekî. Ehmeqî xûy xisyetekî pîs e, ha êzing ha ehmeq tu ferqa wan tune. Lê ehmeq xwe zana dihesibîne, derheqê her tiştî de nezan diaxive, rastî çiye nizane. Kerose kerose pesnê xwe dide.

Rojekê Hz. Îsa berê xwe dide çiyê dibeze, gel matmayî dimîne û meraq dikin gelo Îsa çima ber bi çiyê ve dibeze. Yek deng li Îsa dike û dibê “ Tu ji ber çi dibezî, tu ji çi tirsîyayî ber ve çîyê diçî ?

Îsa dibê “ Bi rastî ez ne ji bo tiştekî, ji ber ehmeqî direvim

Dîsa rojekê paşayek yekî diavêje zîndanê ceza dike. Bizinekê jî li rex dide girêdanê ku bibe bare bara bizinê, bi bêhna pişkulê bizinê nerehet bibe. Demek paşê fermanê dide dibê “ Hinek cezayê wî sivik bû, bizinê ji ba wî derxin, vî mirovî bidin ba wî ku bêhna wî derkeve “ Çend roj derbas dibe ew mirovê zîndanê ji paşa re agahî dişîne û tika dike, dibê “ Paşayê min vî ehmeqî ji cem min hildin, ez bi hebûna bizinê razî me lê ne bi hebûna vî ehmeqî ! “ werhasil.

Bi rastî ji van ehmeqan xwedê gelek dane me Kurdan, emê çawa ji wan xilas bin nizanim! Kula ser kula îcar ev ehmeqên me niha sîyasetmedar in, parlamenter in, desthilatdar in. Radibin rûdinên dibên “ Em ji Kurdan re dewletê naxwazin, Kurdistan bila wisa çar parçe bimîne û di bin bandora Tirk, Faris û Ereba de be “ filan û fîstan.

 Bi kurtî pişkulê bizinê ji we çêtir e lo. Ma em ji destê we ehmeqan bi ku ve birevin cîgerim…

%d Bloggern gefällt das: