Xalê me Mislim soz da!

Serokê PYD xalê me Mislim Salih hevpeyvînek qerase da rojnameya Rûdaw û çend lotikên xweş, germ û nerm avêtin. Lotikvanê Rûdawê jê pirsîye: – Hûn soz didin ku şerê...

Serokê PYD xalê me Mislim Salih hevpeyvînek qerase da rojnameya Rûdaw û çend lotikên xweş, germ û nerm avêtin.

Lotikvanê Rûdawê jê pirsîye:

– Hûn soz didin ku şerê brakujî rûnede?

Xalê me Mislim simbêlên qeytanî ba daye û pirs bersivandiye:

– Erê, em soz didin û eger li ser xwîna me be jî, em rê nadin ku şerê brakujî derkeve holê.

Aha soz ev soz e ha!

Bi namûsa mêrê çê, xalê me Mislim Salih soza mêrê berê da.

Hûn zanin, sozên mêrê berê soz bûn, mêrên berê serê xwe jî bidana sozên xwe xira nedikirin, li ser sozên xwe diman.

Îcar hêvîdarim xalê me Mislim Salih jî wek mêrên berê li ser soza xwe bimîne û rê nede ku li rojavayê Kurdistanê şerê brakujî çêbibe, rê nede ku Kurd xwîna Kurd birjîne.

Xalê me Mislim herweha gotiye; ” Zemanet  gel e û şerê birakujiyê rû nade. Her dema ku Kurdên Rojava jî bûn du beş, wê şer çêbibe. Lê îro ji sedî 80 nêrîna gelê Kurd li rojavayê Kurdistanê yek e. Dixwazim bêjim ku kak Mesûd Barzanî bû zemanetek ku şerê brakujiyê derneket” filan û bêvan.

Di van gotinan de dixuye ku xalê me Mislim soz ji bo îro û niha daye. Lê gava ku sibê dusibê Kurdên rojava bûn du beş (ji xwe ev serê rimê ye, ma kengî Kurd bi temamî bûne yek kî?) wê sedî sed şerê brakujî derkeve û wê Kurd fermana hev rakin, qira hev bînin.
De ne xwezî bi wê rojê rebbî!

Hêvîdarim ew roj neyên, em wan rojan nebînin û Kurd nebin qesasê serê hev.

Dest xweş xalê Mislim!

Efrîn

Categories
Kadîn
2 Comments on this post.
  • Kurdewar
    30 September 2012 at 09:53

    Ma badilhewa negotine ” Devê bi elime tirra, qûna bi elime vira islah nabe” …

  • siyamend
    4 Oktober 2012 at 13:26

    lotikvanén héja ma qey defter ji we re jí hatin?Ev demeke ku hú wek Selah ú Guclu dinivisinin…ev Kurd dewar jí li her deré ayé tirra dike..em geni bún.

  • Leave a Reply

    Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.

    • Radyoya Êrîvanê sêwî ma

      rojnamevan û rewşenbîrê Kurdên Ermenistanê Keremê Seyad di 82 salîya xwe de ji nav me koç kir û em xemgîn kirin. Keremê Seyad, di 1960î de li Radyoya Êrîvanê...
    • Lotika Papa xweş lotik bû

      Serokê Vatîkanê û Serokê Rûhanî ê Mesîhîyên Cîhanê Papa Franciskus di 07.03.2021ê de pêşî serdana Iraqê û piştre jî serdana Kurdistanê kir. Papa li Bexdayê bi şûr û kêran...
    • Başûrî, mîrasê serokê nemir Mistefa Barzanî dixwin…

      Rojhat Amedî Sed heyf û mixabin em îro dibînin ku jimareyek berçav ji desthilatdarên başûrê Kurdistanê tenê bi gotin li ser rêbaza Barzaniyê nemir mane. Tenê li ser mîrasa...
    • BARÎNA KUTILKAN

      M.Bengo Navê tirolê Bexdê ( Bexdayê) derketiye, lê birastî Xerdelê me heft pêhn li wan xistiye. Xerdelo tirolakî xwedê bû, bi çakûça xwe ji mal bernedida. Ne tenê tirole...