Gazind ji serxetîyan

Ji bo piştirîya Kurdên Binxetê li Denmark sevek hat lidarxistin û dest bi lotikan hat kirin. Tiştê herî balkêş ku Beha Şêxo di pevva xwe de got: „Em binxetî li benda Kurdên serxetê ku alîkarîyê bikin. Lê mixabin digel herî parçê mezine jî, lê me alîkarî nedît“ filan û fîstan.

Hayhooooo kekê Baha Şêxo hayhoo!

Kuro law heta di mijara Kurdên serxetê de rewşa başqan Ocalan hebe, heta di rojeva Kurdên serxetê de lotikên şer û aştîya vir û derewîn hebe, kî guh dide hawar û gazinên Kurdên binxetê oxlim?

Ma tu nizanî ku „Di firehîyê de herkes kurê bavê xwe ye“ exûyî?

Aha mesela me û Kurdên başûr!

Ma Kurdên serxetê (bakur) ji salên 1900î û virve alîkarîya Kurdên başûr nekirin, ma şoreşa başûr ne bi alîkarî û piştgirîya wan heta bi îro hat? Ma di 1988an de em bi mal û canê xwe neketin bin xizmeta wan? Belê.

Lê îro?

Îro meydan li kakacanan fireh bûye, pareyên wan çêbûne, dewlet û nîvdewlet in, bêrîkên wan tije euro û dolar in, rojekê li Dubaî û roja din li NewYork, Parîs, London û Stenbola ne, ma ked û xebata Kurdên bakur tê bîra wan?

Kuro ma hevalê lingên şemitî hene Beha Şêxo?

 

Kopenhagen

About The Author