Partiya Doza Azad Huda Par, bûye wek agir û bi lez xebatên teşkîlatên xwe didomîne. HUDA-PAR çendakî berê teşkîlata Edenê ava kiribû. Avahîya teşkîlatê, doh bi merasîmekê hat vekirin. Serokê partiyê parêzer Huseyîn Yilmaz jî, bi konvoyek qerase, bi def û zirne tev li merasîmê bû.
Di merasîmê de serokê HUDA-PAR ê Parêzer Mehmet Huseyîn Yilmaz, axavtinek qerase kir û behsa pêvajoyê û pirsa Kurd jî kir.
Huseyîn Yilmaz da zanîn ku, hevdîtinên Îmaraliyê yên partiya AKPê musbet dibînin. Yilmaz wiha got: “Binerin cîgerim, di vê pêvajoya nû de, em eşkere destekê didin sekinandina sîlehan û agirbestîyê. Di çarçova sekinandina sîlehan û sekinandina çekdariyê de, helbet wê PKK û lîderê wê mûxatab bê girtin, gavek rast e. Feqet bi PKKê re, li ser navê heqên siyasî û kulturî yên hemî Kurdan bazar bê kirin, ne rast e. Lewra tenê PKK Kurdan temsîl nake û tenê dumahiyên PKKê jî Kurdan temsîl nakin. Em nikarin Kurdan terkî însafa PKKê bikin, Kurd ne bêxwedî ne babam“ û lotikek felaket avêt.
Werhasilî kelam, cîgerim M.Huseyîn Yilmaz abêmiz lotikek germik û nermik avêt, Kurd terkî însafa PKK nekirin û kumê PKK li serê hemî Kurdan nekir, li Kurdan xwedî derket.
Ez we nizanim, lê bi dîn û îman vê lotikê kêfa min anî lo…
Adana