Xalê me derbasî başûr nekirin, wey weledddddd!

Belê, li ser bextê fitne û fesadên nava PYD û başûrê Kurdistanê be, dibêjin serokê PYD xalê me Salih Mislim ji 17ê mehê ve li ser sînorê başûr û...

Belê, li ser bextê fitne û fesadên nava PYD û başûrê Kurdistanê be, dibêjin serokê PYD xalê me Salih Mislim ji 17ê mehê ve li ser sînorê başûr û rojava hêsîr maye û nikare derbasî başûr bibe. Wey weleddddd xalê Mislim wey weled!

Xalê me Salih Mislim ê ku di hinek axavtinên xwe de dixwest başûrîyên kevneperest û paşdemayî (!) terbîye û îslah bike û wan bike zilam, îro li ser sînoran tê sekinandin û nahêlin ew derbasî başûr bibe kuro. Ê em li halê xalê xwe Mislim negirîn emê li çi bigirîn kaka? Ma xalê me yê van halan bû ha? Ma serokek wek serok Salih Mislim li ser sînoran tê sekinandin babam?

salih mislimAxir, bela derbasbûyî be xalê Salih. Hêvîdarim rojek berî rojekê tu derbasî başûr bibî û wan Kurdçî û kevneperestan terbîye bikî û bikî zilam. Yan na, ewê her roj te bidin sekinandin ellahwekîl..

Henek li alîyekî lo, hûn bi rehetî karin derbasî Tirkiyê bibin û biçin Qendîl yan deverek din. Çima illeh sînorê başûr û rojava? Madem Kurdên başûr ne “terbîyekirî” ne, gundî, nezan û paşdemayî ne, çima hûn dixwazin di sînorê wan re derbas bibin ez qurban?

Na na xalê Mislim, xwe muhtacî sînorê wan kevneperest û gundîyên ne terbîyekirî neke ez heyran. Ji Nisêbînê yan ji Rasel Eyn û Kîlîs û Hatayê derbas bibe û tu sax. Serê neêşe ne hewceyî destmalê ye exûyî..

Hewlêr

Categories
Kadîn
  • Radyoya Êrîvanê sêwî ma

    rojnamevan û rewşenbîrê Kurdên Ermenistanê Keremê Seyad di 82 salîya xwe de ji nav me koç kir û em xemgîn kirin. Keremê Seyad, di 1960î de li Radyoya Êrîvanê...
  • Lotika Papa xweş lotik bû

    Serokê Vatîkanê û Serokê Rûhanî ê Mesîhîyên Cîhanê Papa Franciskus di 07.03.2021ê de pêşî serdana Iraqê û piştre jî serdana Kurdistanê kir. Papa li Bexdayê bi şûr û kêran...
  • Başûrî, mîrasê serokê nemir Mistefa Barzanî dixwin…

    Rojhat Amedî Sed heyf û mixabin em îro dibînin ku jimareyek berçav ji desthilatdarên başûrê Kurdistanê tenê bi gotin li ser rêbaza Barzaniyê nemir mane. Tenê li ser mîrasa...
  • BARÎNA KUTILKAN

    M.Bengo Navê tirolê Bexdê ( Bexdayê) derketiye, lê birastî Xerdelê me heft pêhn li wan xistiye. Xerdelo tirolakî xwedê bû, bi çakûça xwe ji mal bernedida. Ne tenê tirole...