Heta seeta me quzê dêya te be, wê halê me jî ev hal be

Bextê me Kurdên bakur reş e. Qirdê me kor e û feleka bêbext pişta xwe daye me. Heke yekî wek Ertuğrul Kürkçü bibe rêveberê me Kurdên xwelîliser û li ser navê me biryaran bide, naxwe kera nîhaye dêya me û hew.

Hevserokê Halklarin Dewşîrme Partîsî (HDP) Ertugrul Kurkfiroş, ango „şoreşgerê bin kayê„, gotiye, „Di navbera me û Barzanî de mesafe- navber- heye“. Yanî tirro xwe û partîya xwe dûrî Barzanî dibe. Çima? Çima ku Barzanî nîşan û sembola netewparêzî û xeta Kurdistanî ye.

ertugrulko KopieErtugrul Kurkfiroş ê ku li Kizildere xwe di nav kayê de veşartibû (li ser bextê wî be) û temamê hevalên wî „Mahîr Çayan jî di nav de“ hatibûn kujtin ( gellek kevnehevalên wî dibêjin wî îxbarîya hevalên xwe kiriye), heta îro jî wek „şoreşgerê bin kayê“ tê naskirin. Û ew şoreşgerê bin kayê îro bi xêra kîrê Kurdên xwelîliser bûye serok û berdevkê Tirk û Kurdên çep û çeqilmast.

Û bapîrê wî? Yanî kalikê wî?

Bapîrê wî KADRİ AHMET KÜRKÇÜ endamê Partîya Îttîhat-Terakî bû û di qetlîama Koçgirî de rolek sereke lîztibû. KADRİ AHMET KÜRKÇÜ ji ber ku li Koçgirî xwîna bi hezaran Kurd rijandibû, payedar bûbû û ew kiribûn „Bînbaşî“.

Û îro nevîyê wî zalim û qatilê Kurdan Ertugrul Kurkfiroş berdevkîya me Kurdên xwelîliser dike û dixwaze bi wê siyaseta xwe ya Kemalîst Kurdên bakur ji Barzanî û xeta Kurdistanî dûr bixe.

Werhasil, heta em bi xêra lotikên „Kasimpaşalî Receb“ ji Dogû Perînçek û Yalçin Kûçik xelas bûn, qûn li me qetiya. Lê berî mirinekê emê ji Ertugrul Kurkfiroş û Kemalîstên mîna wî xelas bibin yan na, aha ez wê nizanim.

Dibêjin ê gundî sarîya serê sibê zû radibû û diçû cot. Seeta xwe siwar dikir û pê radibû. Rojek, du roj, sê roj, jina wî jê re got, „Mêrik, ev çi seet û meetke, hewce nake her şev li ber serê me bike tingering û serê me bêşîne. Ji xwe ez her sibe zû radibim û mîz dikim. Gava mîza min hat û min mîz kir, ezê deng li te bikim û tuyê biçî cotê xwe.“

Mêrik got temam, başe.

Çend rojan mîza jinikê hat û mêrê xwe ji xewê şiyar kir. Rojekê mêrik rabû çi binere, hayhoooooooo, bûye nîvro û ji cotê xwe maye.

Kurê wî hat cem û gotê, „Yabo tu di xew de ma haaaaa, cot çûûûû“.

Bavê wî lotikek li der qûna wî xist û got, „De bicehime xenzîr, heta seeta me quzê dêya te be wê halê me jî ev hal be“.

Îcar qurban, bi şeş telaqên jinberdanê, heta Kemalîstên mîna Ertugrul Kurkfiroş serok û berdevkê me Kurdên çeqilmas bin, wê halê me jî ev hal be û hûn sax….

Stenbol

About The Author