Fatê were dawetê!

Pişo Mihemed

Belê, ez nizanim çi bêjim, ez ne dîn im, ne gêj im.

Lê bi namûs ezê bêjim!

Ê de were û kirasê xwe neçirîne, nedirîne û neke tîş û terîş.

Wekîla BDP Perwîn Bûldan xanim efendîlerî hevpeyvînek wek tirşikê bi rojnama Hurrîyetê re kiriye û dilê meriv bi wê tirşikê dixele.

Çi dibêje xaltîka we Bûldan xanim?

Gotiye: „Berî ku em biçin serdana Ocalan bi rojekê, serokê MÎT ê Hakan Fîdan diçe serdana Ocalan û wî dibîne“ filan û fîstan.

Û dîsa çi gotiye Bûldan xanim?

Gotiye: „Ocalan bi hikûmetê re hevdîtinan nake, bi dewletê re dike (yanî MÎT dewlet e û ne bi hikûmetê ve girêdayî ye)“ filan û dîsa fîstan.

Û dîsa çi gotiye xaltîka we Bûldan?

Gotiye: „Ez girîngîyek mezin didim MÎTê ku li ser navê dewletê hevdîtinan bi  Ocalan re dike“ filan û kiras û xeftan.

Îcar bismîllahirrehmanirrehîm, ya allah û ya xwedê!

1- MÎT bi Kasimpaşalî Receb ve girêdayî ye. Ango serokê herî mezin ê MÎT ê Erdogan bi xwe ye. Û Erdogan û partîya xwe hikûmet in, desthilatdar in. Kesê destûr daye ku MÎT û Ocalan hevdu bibînin, Erdogan bi xwe ye. Bêyî biryara Erdogan ne MÎT kare bêje „lam“ û ne jî Ocalan kare bêje „cîm“. Yanî lam û cîm.

2- Kesên mîna xaltîka me Bûldan hem xwe dixapînin û hem jî Kurdan. Ne muzakere heye û ne jî peyman. Ocalan berî mehekê bi devê xwe ji heyeta BDP û HDP re gotibû „Muzakereyên çi û halê çi, tu muzakere tuneye. Min soz ji dewletê re dabû û ez sozên xwe tînim cîh“ û gellek tiştên din.

Axir, xuyaye xaltîka me Bûldan xanim Kurdan dixe şûna kerr û lalan, dixe şûna behlûl û dînan, dixe şûna nezan û xeşîman. Keçê hey te serê min xwarê, ma ne ew dewlet bû (dewleta MÎT ê) mêrê te qetil kir? Ma ne ew dewlet bû 17 hezar Kurd bi dizî û eşkere qetil kirin? Tu behsa kîjan dewleta MÎT ê dikî kezîkurê?

Îcar em bên ser fêda nok û fasûlîyan û şorba nîskê.

Naxwe serokê MÎT ê Hakan Fîdan berî serdana we bi rojekê diçe Îmralîyê û Ocalan dibîne ne wilo?

Way beeeeeeee!

Gelo çima berî serdana we bi rojekê serokê MÎT ê diçe îmralîyê ka tu nabêjî xaltîkê?

Gelo ne çêkirina plan û projeyên mehane bin?

Yan herdu serok bi tawla, satranc û dama dilîzin?

Madem tu muzakereyek li holê tune (bi gotina başqan Ocalan) û tu soz û peyman jî tunene, naxwe serokê MÎT ê Hakan Fîdan mehê carekê li îmralîyê çi dike gelo?

Ez serê xwe, we û xaltîka xwe Bûldan xanim neêşînim, siyaset bûye wek lîztika zarokan.  Siyasetmedar lîztikvan û Kurd jî zarok û lîztik in. Ji bo berjewendîyên xwe heçê tê tilîyekê davêje bin dûvê Kurdan û heçê diçe. Û em Kurdên xwelîser jî ji wan re li çepikan dixin û „bijî bijî“ dibêjin.

Ê de xwedê kerîm û rehîm e.

 

About The Author