Mamo bi çi dikene?

Belê, mamê me Celal Talabanî piştî tedawîyek dûdirêj vegeriya Kurdistana Soranistanê û dest bi lotikan kir.

Piştî vegera wî, gellek kesayet û siyasetmedar çûn serdana wî û kêfxweşîya xwe anîn zimên.

mamo leyla

Di nav wan de xaltîka me Leylokê (Leyla Zana) jî hebû.

Lê balkêş e, weke ku mamê me Talabanî bi Leyloka me re ji dil keniya ye, bi tu kesek din re nekeniyaye.

Îcar tê derxin gelî xwendevanan:

Gelo Mam Celal û Leyloka me bi çi dikenin?

Heçê tê derxe emê 2 kîlo goştê elokan ji wan re bişînin.

Ê de yallaaaaaaaa…….

1- Mamo Dr. Fûad Mahsûm kir serokkomarê Iraqê û rê li ber serxwebûna Kurdistanê girt, xwedî li Iraqa yekgirtî derket. Ji ber wê dikenin.

2- Mamo têr goştê elokên Iraqê xwariye. Ji ber wê dikenin.

3- Mamo li Berlînê ji xwe re xanimek Alman dîtiye. Ji ber wê dikenin.

Û gellek sedemên din…

About The Author