Ji raya giştî ya Kurdistanê re

Tekoşîna doza Kurdistanî li Bakûrê Kurdistanê gihişte astek nû û bilind. Kurdistanîyan biryar da ku hêzên PDK’yî yek bin û nakokiyan ji holê rakin.

Wek tê zanîn, di warê tekoşîna Kurdistanî de rêxistinên ku hene li gor xasyetên xwe cûrbecûr in.

bar1Her roja ku diçe pêvajo dibe şahidên texrîbatên nû, em bi dilêşî dişopînin her gava ku diçe gel ji nirxê Kurdayetî, ji armanca Kurdistanî û ji gîyana dozê dûr dikeve.

Li hêla din ku em wek xeta netewî û demokratîk bi nav dikin, rêxistinên ku hene bi ser navê PDK tevdigerin mixabin parçe parçe ne. Ev rêxistin di naverok, armanç, di nirxê netewaperwerî u di prênsîpên rêbazî da jî ku yek in, hevbeş in. Lê pir sosret e ku ne lihev in.

Ev rewşa ne dîyar, ev kambaxîya sîyasetmedarên Kurd, ev ji hev dûrketîna aktorên dozê li bakûrê welatême kadroyek siyasetmedarê ronakbîr xiste qada tekoşînê. Bi navê İnsiyatîfa yekîtîye PDK Li bakur 10/01/2015 da li Midyatê civînek berfireh ku 120 kes amade u beşdar bûn li dar xist.

Beşdaran hemî bê liberrabûn û bê dijberî pejirand ku tîmek (komîsyonek) saz be da ku di navbera van rêxistinên dost û homojen da bixebite û vê parçebûnê ji holê rake, xeta netewî û dimoqratîk di bin navekî de bîne gel hev û pirsgirêkan ji holê rake.

Dîsa beşdaran bi yek deng biryar dan ku pêwîstî bi yekbûna hêz û kesên ku li ser kevneşopiya PDK tevdigerin heye. Hate nîşandan ku ev parîparî bûn hêzên netewî û dimoqratîk lawaz dike û rewşa doza Kurd him li paş dixe him jî vê potansiyela girsehêz u xurt ji hev dike. Ev rewş jî bi kêrî xêrnexwazên Kurd tên.

Beşdaran da zanîn û bi girîngî li ser sekinîn ku ev konjonktura ku em tê da ne ev pêdivî derxistiye holê û wê berhemên wê jî bibe bersiv ji pirsgirêkên me re. Hate destnîşankirin ku ev lijne wek rêxistinî peywendiyên wan qet bi yekî re nînin, lê bi hemiyan re jî yeksan in. Mebest û armanç; hêz, enerjî u girseyiya PDK’an bêxe yek û encamek pozitîf jê derêxe.

Ev lijneya ku ji 12 kesan pêk hatiye wê bi hemî aliyên PDK re girêdanî çêke, têkilî dane û ev nakokiyên ku hene bi şêwazek beşerî û demokratik ji holê rakin. Lijneya yekîtîye PDK li bakur xwe li ser tu hêzê nabîne, xwe peywirdar dibîne ku di navbera rêxistinên PDK’yi de hêzek hevbeş derxe holê û di heman dem de xebatên xwe bidomîne.

Lijneya yekîtîya PDK li bakur encamên van hevdîtinan wê bi raya giştî ya Kurd re parve bike.

ENDAMÊN LIJNEYÊ:


AHMET ACAR
A.CABBAR BİLİR
ATA ŞAHİN
ALİ AYDIN
BAHA MUTLU
DR. SABRİ SOYSAL
HALİME HILDA AVCI
KEREM SERHATLI
M. EMİN DİCLE
NADİR TEKTAŞ
ŞEREFXAN CIZİRİ
ZİNET DİNÇER

About The Author